1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Gelo germahiya global û felaket li ber derî ne?
Gelo germahiya global û felaket li ber derî ne?,gelo,germahiya,global,û,felaket,li,ber,derî,ne

Gelo germahiya global û felaket li ber derî ne?

A+ A-

BEDRAN DENİZ 12.03.2014 07:14:54 Dema germahiya global û afetên xwezayî tê gotin, cîhan di sedsala herî dijwer de ye. Welatên pêşveçûyî û welatên pêşve diçin jibo ku germahiya global bidin rawestandin polîtîkayên hevpar diyar dikin.

Bandora germahiya global û afetên xwezayî her sal rê li ber mirina sedan kesî ve dike û her wiha rê li ber kêmbûna xurekê vedike.

Di mehên dawî de li gorî lêkolîna ku hatiye kirin nîşan dide ku di gelek modelên lêkolînê yên zanistî yên li ser germahiya global tê kirin şaşî hene û ji bo germbûna ezmanan êdî kes nekare li bende belavbûna gaza serayê bimîne.

Ji texmînên meteo ku 134 sal berê destpêkirin û heta niha 10 salên herî germ ji sala 2000’î û vir de hat jiyîn. Her çiqas di 1998’an de leza germahiyê sekinîbe jî di 2014’an de tê îdiakirin ku dê dîsa germahiya global destpê bike. hinek pispor jî diyar dikin sedemên vê rawestandina germahiyan lêkolîn dikin û got sedema rawestandina germahiyê ji ber bohoza okyanusane.

EL NİNO ŞÛNDE BÊ DÊ GERMAHÎ ZÊDE BIBE

Li gorî eccama lêkolîneke ku di kovara Nature Clîmate Change de hatiye weşandin, şîdeta bayê liser okyanusa Pasîfîk ji 1990’î heta niha zêde bûye. Ba cîhanê hênik dihêle û di 2012’an de germahiya hewayî di navbera 0,1 û 0,2’ê de cemidî. Lê bayê li ser Pasîfîk pêk tê, destpêk û qededandina wê di navbera 2- û 30 salî de diguhere. Bahozên El Nîno û La Nîna girêdayê van dewran dertên holê.

Ji ber El Nîno û Humboldt li gelek cihên cîhanê dibe sedema şiliya tund. Hinek herêm jÎ hişkesaliyê dijîn. Di her du rewşan de jî cîhan zehmetiya xurek dikişênin. Zevî zirar dibînin. Li Başurê Amerîkayê li herêma Çiyayê And baran her derê talan dike û hinek herêmên din jî wekê Endonezya Û Avusturyayê baran kêm dibe.

Bahoza El Nîno herîzêde li Bakurê Amerîka û Ewroapyê zivistanê xwe nîşan dide. Li cihên cuda yên cihanê jî berê rê li ber facîayên mezin vekiriye. Di sedsala 19’emîn de li Brezîlya, Çîn û Hîndistanê di navbera 30-50 mîlyonî de kes mirin.

Di demên ku bahoza La Nîna serdset bû de rewş berovajî vê ye û di 2011’an de li herêma Quennsland a Avustralyayê şilî dikeve dewrê. Di heman demê de germahiya di behrê de gihiştiye asta herî dijwar û gelek çavkaniyên avê hişk bûne.

DIBE ÎSAL PÊK BÊ

Pisporê ji zanîngeha Gîeben ya Almanyayê Armîn Bunde û Josef Ludescher, diyar kirku îhtîmala ku bahoza Nîno pêk bê îsal ji sedî 76 e. Pisporan der barê germahiya hewa û avê de ya Pasîfê a ji sala 1950’î û heta niha lêkolîn kir û rast texmîn kiribûn ku di navbera 2012-2013’an de dê El Nîno pêk neyê. Li gorî vê dê El Nîno di dawiya 2014’an de carek din bikeve tevgerê.

Ger ku texmînên zanistên Alman rast derkeve dê germbûna ezmanan ku ji sala 1998’an het aniha rawestiya bû dê dîsa bilind bibe.

TEQÎNÊN VOLKANÊ BIQEDE DÊ GERMAHÎ DESTPÊ BIKE

Li gorî zanistê Amerîkayî Benjamîn Santer ku li Laboratubara Netewî ya Lawrence Lîvermore dixebite,sedema rawestandin germahiya global ya 15 salên dawî de, teqînên volkanane.li gorî lêkolîna Santer, piştî ku volkanên germahiya wan bilind diteqin şûnde, parçeyên wê diguherin tozê û li vir tîrêjên rojê dimije û germahiya ku tê ezmanan asteng dike.

Santer û ekîba xwe ku bi salan xebitin, gelek tespîtên ku kirin li metotên lêkolîna demsalê zêde kirin. Li gorî teoriya Santerî ger ku hejmara vokanên aktîf kêm bibe an jî faliyetê wan kêm bibin de dê bandora cemidandinê bikeve û leza germahiya global dê zêde bibe.

HETA 2100’Î 4, 2200’Î JÎ DÊ 8 DERECE GERM BIBE

Ji zanîngeha New South Wales ya Avustralyayê Profesor Steven Sherwood û Pîerre-Sîmon yê Fransî yê ji esntîtuya Laplace di meha çile de lêkolînek kirin û got ezman di 50 salên pêş me de dê 3 derece, di dawiya sedsalê de 4 derece dê germ bibe. her wiha heta sala 2200’î jî dê 8 derece germ bibe. lêkolînkeran da zanîn ku ji bo ev germahî pêşî lê bê girtin divê belavbûna gaza serayê kêm bikin.

TEXMÎNÊN GERMAHIYÊ ŞAŞIN

Lêkolîn nîşan dide ku texmînên ji aliyê Koma Pisporê ji bo pêşveçûna demsalî ya navbera hikûmeta (GIEC) hatiye kirin û diyar kiribûn ku germahî dê di navbera 1,5 û 4,5’an de be, çiqas ji rastiyê dure. Li gorî her sê zansitan ji ber ku pêngavên ku germahiya global kêm dikin nizanin pêk tê.

CÎHAN DÊ DI WARÊ XUREKÊ DE KRÎZÊ BIJÎ

Bazhoa El Nîno û yên wekê wê dê bibe sedema germahiya global û ev jî tê wateya ku cîhan li bende felaketeke mezine. Di rewşa ku El nîno û bahozên din zêde bibin dê hevsengî xera bibe û pirsgirêk derkevin holê. Di rewşa afetên xwezayî de li hinek cihên cîhanê dê şiliya tund û li hinek cihên din dê hişkesalî hebe. Germahiya global derkeve dê welatên kêm pêşdeçuyî zirarê bibînin.

Bi germahaiya global re dê bandor li ser hilberîna xurekê bibe û li gorî saziya Oxfam Internatîonal di salên dawî de gelek çandinî talan bûye.

Her wiha di rewşa ku germahî 2 derece bilind bibe dê aktîteyên çandiniyê heta 2020’ê ji sedî 20-30 bikeve.

Li gorî lêkolîneke ku li Rojhilatê Afrîkayê hatiye kirin ji ber germahiya gloval hişkesaliya 2011’an zêde bûye û bandor li ser 13 mîlyon kesî kiriye.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Her çiqas pêşî li afetên xwezayî neyê girtin, dikare bandorên wan bên kirin. Li cîhanê gazên serayê dibin sedema zêdebûna germahiya global.

Di rapora Oxfam Internatîonal de tê gotin ku divê belavbûna gaza serayê demildset bê xistin û got divê dewlet û sektorên taybet divê girîngiyê bidin çavkaniyên enerjiyê yên wekê ba û rojê.

Li gorî Oxfam Internatîonal germahiya global di asta xwe ya îro de jî bisekine, dê bandora gaza hatiye belavkirin û felaketên xwezayî dê pirsgirêka xurekê neqedîne. Ji ber vê sedemê di mijara xurekê de tiştên ku j iwelatên pêşveçûyî û pêşde diçe de ev tişt tên xwestin:

-Mafê xurekê divê li hemû welatan bikin bin ewlehiya makeqanûnî

-Li Welatên xizan divê sozên ji bo alîkariya aborî tên dayîn bên girtin, ji bo guherîna demsal û pirsgirêka xurekê divê butçeya salene derxînin 100 mîlyar dolarî.

-Divê li didijî çandiniya endustriyel, hilberînerên biçûk piştgiriyê bidinê û di hilberînê de piştgiriyê bidin bilindkirina randimana tê bidestxistin.

-Ji bo rewşên afetên xwezayî û birçîbûnê divê rezervên xurekê bên amadekirin.

-li dijî afetên xwezayî divê demildest reaksyon bên nîşandan û ev pergal li hemû welatên cîhanê bê belavkirin.