1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Gelê ku zimanê wî bimire ew jî dimire'
'Gelê ku zimanê wî bimire ew jî dimire',gelê,ku,zimanê,wî,bimire,ew,jî,dimire

'Gelê ku zimanê wî bimire ew jî dimire'

A+ A-

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Zaxo Zagros, Ji bo 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhane got, “Hemû ziman ji bo neteweyê xwe pîroz in”. Saturday, February 21, 2015 at 11:33 AM Behdînan - Dîcle arya - anf Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Zaxo Zagros, Ji bo 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhane got, “Hemû ziman ji bo neteweyê xwe pîroz in”.

Ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimane Dayikê ya Cîhane endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zaxo Zagros nirxandin kir. Zagros, di seri de ev roj li hemû gelan pîroz kir û li himber tevahî kesên ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdi jiyana xwe ji dest dane bibîr anî, mamosta, dayik û kedkarên zimanê Kurdî silav kir. Zagros got, “Ziman ji destpêka dîroka mirovatiyê de her dem rola sereke di avakirina civakbûyinê de lîstiye. Bi rêya ziman, civakan wateya di warê bawerî, raman û hestan de xweanîne ser ziman”

‘DIVÊ HER KES BI ZIMANÊ XWE BIAXIVE’

Zagros diyar kir ku ji bo her kesî ziman; ew cihê ku nerînên cuda yên hemû beşên civakê têde kom dibe ye û wiha dewam kir, “Civakên ku zimanê xwe pêş dixin ew civak xwedî nerînek jiyanî ya xurt in û bi kok in. Mirov çiqas zimanê xwe pêş bixe, ewqas dikare jiyana xwe pêş bixe. Her wiha çiqas zimanê civakekê bê pişavtin û bê mêtin tê wateya ku ew civak bi rengekî herî xerab hatiye kolekirin û ji nasnameya xwe hatiye dûrxistin. Civakên bi vî rengî nikarin bibin xwedî exlaq, estetîk û zîhniyeteke bi wate. Her wiha bi demê re xwebûyina xwe winda dikin û dibin parçeyk ji civakeke din, ev jî ji bo hemû civakan rewşa herî şermezar e.”

‘MIRINA ZIMAN TÊ WATEYA MIRINA WÊ CIVAKÊ’

Zagros, got ku pişti parçekirina Kurdistane ya di nav her 4 dewletan de, ne tene di warê cografî de her wiha di warê ruhî û çandî de ji parçebûneke mezin tê jiyî. Ji bo gele Kurd ziman û çanda xwe jibîr bike, winda bike û xiyanetê lê bike, hemû rengîn îşkence, komkujî û qirkirinê hatin bikaranîn. Zagros têkildarî mijarê wiha dewam kir: “Her çiqas ev polîtîkayên pişavtinê û komkujiya spî bi berxwedaniyek mezin a gelê Kurd re rû bi rû mabe jî, lê dîsa jî bi darê zorê heta radeyekê encam girt. Di serî de dewleta Tirk, her wiha pergala partiya Baas a şoven û rejîma paşverû ya Îranê, bi siyaset û planên taybet gelê Kurd mehkûmî bênasnamebûn û bi nirxên xwe re xiyanetkirinê kirin. Di vî warî de dewleta Tirk tawana herî mezin der barê gelê Kurd de kiriye. Bi feraseta “Mirina ziman tê wateya mirina wê civakê’ dewleta Tirk bi hemû hêza xwe xwestiye ku ziman û çanda me qir bike. Ji bo Kurdan bikin Tirk, bi sed hezaran mirov ji gundên xwe hatine koçberkirin, bi rêya mehkemeyên taybet bi hezaran kes hatine înfazkirin, yan jî di zîndana de hatine rizandin, dibistanên Tirk ji zarokên Kurd re bûne zîndan û mamosta jî bûne jenderma. Rê, malên gel, leşkertî, sirgûntî, cihêkarî, di Kurdistanê Tirk bi cihkirin, jinên Kurd bi mêrên Tirk re zewicandin hemû ji bo Kurdîtiyê ji holê rakin hatine bikaranîn. Bi rejîmeke dadê ya taybet, bi rêvebireyeke leşkerî û istixbaratî navçeyên Kurdî hatiye birêvebirin.”

‘APE MUSA, QEHREMANE VÊ TÊKOŞÎNÊ YE’

Zagros axaftina xwe wiha domand: “Hêjayî gotinê ye ku PKK bi derketina xwe bû navê îsyana gelê Kurd li hember vê qirkirina hovane ya ku ji hêla dewleta Tirk ve dihate meşandin û di serî de Apê Mûsa, her wiha bi dehan rojnemevanên Azadiya Welat, nivîskaren Kurd qehremanên vê têkoşînê ne. Bi damezrandina tevgera azadiya Kurdistanê re wekî hemû aliyên jiyanê, di warê ziman û çandê de jî şoreş çêbûye. Ziman û çanda Kurd hatiye parastin û jibo vejînkirina wê ked û fedakariyek mezin hate nîşandan û gelek berdêl hatin dayin. Encama vê yekê tevgera me hegemontiya dewletên dagirker li ser ziman û çanada Kurdî di astek mezin de şikand û ji nû ve ruh da ziman û çanda Kurdî. Ger îro bi hezaran pirtûk hatine çapkirin û sazî, dibistan û TV hatine vekirin ev îsbata vê şoreşê ye. Ne tenê ji bo zimanê Kurdî her wiha, têkoşîna me pişavtina ser zimanên (Suryanî, Ermenî, Azerî, Gurcî, Çerkes,Laz û hwd.) din jî şikand, mirov dikare bêje şoreşa me cejna hemû zimanê Mezopotamiyê ye, ji ber hemû zimanên ku çilmisîbûn û ber bi tinebûnê ve diçûn careke din zindî kir û rêya pêşxistin û jiyanê jêre vekir.” .

‘EM LI HEMBER HEMÛ PIŞAVTINAN HIŞYAR BIN’

Zagros, derheke TRT 6 ji axivî û got ku, hikûmeta AKP bi derewan dixwaze raya giştî bixapîne û diyar kir hê jî gelek xeterî li ser zimanê wan heye û berdewema polîtîkaya pişaftinê û qirkirna spî ye. Zagros got,“Ji ber heta niha jî zimanê Kurdî wekî zimanê resmî nayê pejirandin û saziyên ku vebûne jî ti garantiya wan a yasayî nîne. Gotina Erdogan a ku dibêje ‘yek ziman, yek netewe, yek al’ berdewama siyaseta Îsmet Înonu û Boz Erslan e. Berê CHP’ê bi zimanê Tirkî li hember Kurda şer dikir û çanda Tirkbûnê li ser Kurdan ferz dikir, niha jî Davutoglu bi zimanê Kurdî dixwaze qirkirina çandî û ramanî pêş bixe. Di dema dawî de bi Kurdî axaftina wî berdewama qirkirina spî ku dixwazin li ser gelê Kurd bimeşînin, her wiha bi zimanê me dixwazin li me bixin, me bixapînin û me bikin kolê xwe. Lewma jî pir girîng e em wekî gelê Kurd li hember hemû rengên pişavtinê hişyar bin û xwedî helwest bin.”

‘ZIMAN BI PÊŞENGIYA JINÊ PÊŞ KET’

Zagros, der heqe şoreşa Rojava ya Kurdistan, ziman û çandê de jî got ku di Şoreşa Rojava de ziman û çand bi pêşengiya jinê pêşketinen dirokî jiyaye, kedeke pîroz û xwedî wateyek mezin dibînin. Zagros wiha dewam kir: “Di demeke kin de bi hezaran kes fêrkirina zimanê dayikê, ji bo avakirina pergala fikrî ya civaka Kurd û avakirina felesefa neteweya demokratîk, wê rolekî mezin bilîze. Hemû kesên ku di vê xebata bi nirx de cih giritin û ked dan, divê bizanin ku ew rûpelekî nû di dîroka me de vekirin û nifşekî bi vîn û bi nasname diafirînin. Piştî 200 salî cara yekê ye ku em wekî gel şansekî wiha bi dest dixin ev jî serketinek mezin e.”

‘HEMÛ ZIMAN JI BO NETEWEYÊ XWE PÎROZ IN’

Zagros, herî got: “Her wiha ji ber ku dayik mamostayî herî baş û herî bi bandorin, pêwîste dayikên Kurd di pêşxistina ziman û çanda Kurdî de wekî berê ji niha û şûn ve jî rola pêşengiyê bilîzin. Bi feraseta ku Zimanê me nasnama me ye û hebûna me ye’ divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, pêş bixin, zengîn bikin û li hember hemû rengên pişaftinê têkoşînê bilind bikin. Dîsa pêwîste hemû neteweyên ku ziman û çanda wan tê qirkirin û pişaftin, divê di nava hevkariyê de têkoşîna xwe bilind bikin. Zimanê biçûk û zimanê mezin nîne, hemû ziman ji bo neteweyê xwe pîroz in, lewma divê hemû gelên Mezopotamiya destê xwe bidin hev û li hember şerê ziman, hegemoniya çandî dengê xwe bilind bikin û çand û zimanê xwe biparêzin.”