1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gerîlayê Elman Kendal: Yek ji rengên li nava refên PKK'ê me - VIDEO!
Gerîlayê Elman Kendal: Yek ji rengên li nava refên PKK'ê me - VIDEO!,gerîlayê,elman,kendal,yek,ji,rengên,li,nava,refên,pkk,ê,me,video

Gerîlayê Elman Kendal: Yek ji rengên li nava refên PKK'ê me - VIDEO!

Gerîla Cîhan Kendal ê bi eslê xwe Elman e anî ziman ku PKK tevgereke neteweyî ye û got, "Li nava refên PKK'ê gelek reng hene. Ez jî yek ji wan rengan im." VIDEO!

A+ A-

BEHDÎNAN / ANF - JIYAN AMARGÎ / ARGEŞ SERHAD

https://www.youtube.com/watch?t=23&v=lj79WEmg5go

Gerîla Cîhan Kendal ê bi eslê xwe Elman e anî ziman ku PKK tevgereke neteweyî ye û got, "Li nava refên PKK'ê gelek reng hene. Ez jî yek ji wan rengan im."

Gerîla Cîhan Kendal ê bi eslê xwe Elman ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku PKK tevgereke navneteweyî ye, ji bo hemû gelên cîhanê têdikoşe, ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê mirovên ji neteweyên cuda tevlî refên wê bûne û destnîşan kir ku PKK PKK ji bo biratiya hemû gelan têdikoş e, lewma ji her nîjadî beşdarî li nava refên gerîla çêbûye.

Gerîla Cîhan Kendal ê navê wî yê rastî Makî Voskî ye, di sala 1990'î de li Zapoînê ji dayik bû û di sala 2012'an de li bajarê Elmanya Hambûrgê tevlî refên gerîla bû. Cîhan Kendal anî ziman ku dema tevlî refên gerîla bû ew qet bi Kurdî nizanîbû, zimanê Kurdî li nava gerîla hîn bûye û got, "Berî tevlî bibim min bi Kurdî nizanîbû. Bi qasî ku karibim xwe bînim ser ziman bi Kurdî diaxivim, dinivîsînim û dixwînim. Hem ji bo bilêvkirina xwe hem jî fêmkirina mirovên li derdora xwe, girîng e mirov zimanê li cihê lê ye, zanibin."

'JI BO GERÎLATIYÊ RUHEKÎ FEDAÎ DIVÊ'

Kendal anî ziman ku ew bi tercîha xwe ya azad tevlî refên gerîla bûye û diyar kir ku zor û zehmetiyên li nava gerîla cewhera şoreşê ye. Kendal got, "Di cewhera şoreşê de zehmetî hene. Ji bo gerîlatiyê pêwîstî bi ruhê fedaî heye. Bê guman li vir zor û zehmetî hene. Lê belê ya ku şoreşê dike şoreş û wateyê dide jiyanê, zehmetî ye. Ji ber ku bi tercîha xwe ya azad hatim çiyayên Kurdistanê, hemû zor û zehmetiyên li nava jiyanê fêm dikim û bi vê jiyanê re dibim yek. Ji ber vê ekê zehmetiyên ez dikişînim, ji bo min watedar in."

'FELSEFE Û ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ, HEQÎQETÊ TEMSÎL DIKE'

Gerîla Cîhan Kendal da xuyakirin ku ew ji jiyana gerîla hînî azadî û wekheviyê bûye û da zanîn ku li çiyayên Kurdistanê nirxên civakîbûn û mirovahiyê hatine parastin. Kendal got, "Li çiyayên Kurdistanê mirov dikare behsa hevrêtiyeke xurt bikin. Li vê derê jiyaneke demokratîk û kolektîf tê meşandin. Di nava hevrêtiya PKK'ê de hezkirina ji hev, hîskirina hevrêyên xwe, xwedî cihekî girîng e. Li vir nirxên civakîbûn û mirovahiyê tên parastin. Beriya niha li Elmanyayê min rêxistineke din a çep nas kir. Lê belê min wekhevî û azadiya rasteqîn di nava refên PKK'ê de dît. Afirînerê jiyaan heyî ya li vir jî Rêber Apo ye. Felsefe û îdeolojiya Rêbertî, heqîqetê temsîl dike. Rêbertî, bêyî cihêkariya sînor, nîjad, ziman û ol bike, ji bo hemû gel di nava yekîtiyê de bijîn, têdikoş e."

'EGER DIJMIN QEZENÇ BIKE, WÊ MIROVAHÎ WINDA BIKE'

Kendal da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke gelekî hesas û dîrokî re derbas dibin, lewma ne tenê şervanên azadiyê divê tevahiya gelên cîhanê, di vî şerê mirovahiyê de bi berpirsyarî rabin, cihê xwe di têkoşînê de bigirin û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê şerekî giran heye. Di serî de Kurd divê hemû gelên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, şoreşa PKK'ê û pêvajoya siyasî baş fêm bikin. Di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de şerekî dijwar dimeşe. Di vî şerî de kî bêhtir xwe bi rêxistin bike, bêhtir têbikoşe, ew ê bi ser bikeve. Di vê nuqteyê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Ne tenê gerîla divê her kes biv ê berpirsyariyê rabe û cihê xwe di nava şoreşê de bigire. Ev şoreş ji bo mirovahiyê gelekî girîng e. Ji ber ku eger em bi ser nekevin wê dijmin bi ser bikeve, eger dijmin bi ser bikeve, wê mirovahî winda bike. Lewma divê em derkevin derveyî sînoran şer bikin. Ji bov ê jî divê her kes bi berpisryarî rabe û bersivê bide daxwazên pêvajoyê."