1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Girse li Amara ye
Girse li Amara ye,girse,li,amara,ye

Girse li Amara ye

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Ji bo pîrozkirina rojbûna Serokê Girştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan 50 hezar kesên ku çûn Xelfetiyê ji wan bi 10 hezaran kes çûn mala ku Ocalan lê ji dayîk bûye, bi deh hezaran kes jî çûn cihê ku Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên ku di 2009'an de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn kuştin merasîma bîranînê li dar bixin.

50 hezar kesên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin navçeya Xelfetiyê ya Rihayê serê sibehê ber bi gundê Amarayê derketin rê. Beriya meşê Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axivî û got ku ji ber ku gund biçûk e girse li wir hil nayê û ji ber vê yekê jî 3 hezar kes dê biçin gund. Tuncel dest nîşan kir ku qismek din a gel jî dê ji bo bîranîna Mahsum Karaoglan û Mustafe Dag ên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn kuştin biçin Karataşê.

Piştî axaftina Tuncel qismek ji gel çûn Karataşê, qismek jî bi wesayîtan ber bi Amarayê ve derketin rê. Yên ku wesayîtên wan tunebûn jî 13 kîlometre meşiyan û çûn Amarayê.

Ciwan li pêşiya otobusan meşiyan

Di meşa ku dîmenên rengîn derketin de gelek welatî li kasayên kamyonan suwar bûn, hinek jî derketin ser mînîbusan û hatin Amarayê. dema ku 7 kîlometre ji gund re ma bi dehan ciwanên ku şal û şapik li xwe kiribûn derbasî pêşiya otobusa BDP'ê bûn û bi meşa leşkerî meşiyan. Ciwanan alên PKK'ê û posterên Ocalan vekirin û bi dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey serok Apo", "Bijî serok Apo" meşiyan. Gelek welatî jî ji zeviyan derbas bûn gîhîştin gund.

Di ketina gunde girse bû 50 hezar kes û ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bi meşê ketin gund. 50 hezar kesên ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî hebûn bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey serok Apo" katin gund. Piştî ku girse keta gund û ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin bi fîşekên hewayî rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Posterên Ocalan û alên PKK'ê li mala Ocalan û malên derûdorê hatin daliqandin û li mizfegta gund jî posterê Ocalan hate daliqandin.

Rêz hate girtin

Li mala ku Ocalan dayîk bûye jî wêneyên Ocalan hatin pêşandan. Ji ber ku gelek welatiyan xwestin bikevin malê îzdiham hate jiyîn. Piştre bi deh hezaran kes ji bo kesên ku têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz pate girtin û piştî rêzgirtinê jî dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin.

Mehmet Ocalan: Ez ê slavên we bigiîhînim

Piştre birayê Ocalan Mehmet Ocalan axivî û wiha got: "Rojbûna me hemûyan pîroz be. Ez ê peyama we bibim navîna deryayê. Ez ê têkoşîna we û slavên we jê re bibêjim."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku bi têkoşîna ku tê dayîn her roj hinek din nêzî azadiyê dibin. Kişanak dest nîşan kir ku di pirsgirêka kurd de muxatab Oclan e.

'Bila hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin ji raya giştî re bên aşkera kirin'

Piştî re li ser navê TUHAD FED'ê Burhan Karakoç daxuyanî xwend. Karakoç, bal kişan ser şerê 30 salin berdevam dike û wiha got: "Divê ev şer bê rawestandin. Polîtîkayên înkar û îmhayê ne çareserî ye. Di pirsgirêka kurd de muhatab Ocalan e. Divê hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin ji raya giştî re bên aşkara kirin"

Piştî Karakoç 10 madeyên ji aliyê "Platfroma Konên Çareseriya Demokratîk" ve hatin aşkera kirin careke din hatin dubarekirin. 10 madeyên ji bo çareseriyê wisa ne:

"1-Makezagonekî demokratîk a ku nasnameya kurdan nas bike bê amedekirin,

2- Divê li Tirkiyeyê 'pergala rêveberiya di cih de' a ku peywirdariya rêveberiya navendî bi sînor dike pêk bê,

3-Vîna siyasî a demokratîk a gelê kurd bê nasîn û mafê rêveberiyên bi xwe bê dayîn.

4- Hemû astengiyên li pêşiya çanda kurdan bê rakirin. Mafê rêxistina azad û mafê raman û çapemeniya azad bi temamî pêk bê.

5-Hemû hêzên polîs û tîmên taybet ên li Kurdistanê hatin bicihkirin paşve bên kişandin. Pergala cerdevaniyê bê rakirin, derfetên ewlehiya navxweyî ya kurdan bi xwe pêkbînin,

6- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan,

7-Azadiya hemû komên nîjadî û baweriyên wan di makezagonê de bên parastin,

8- Ji bo hemû cinayet û bûyerên tarî ên di şerê 30 salan de pêkhatine bên ronîkirin divê Komîsyona Lêkolîn, Haqîqat û Adaletê bê avakirin,

9-Welatiyên gundên wan hatine şewitandin zirarên wan bên dîtin û ji bo vegerê tedbîr bên girtin,

10-Divê dest ji polîtîkayên cudakarî yên aboriyê bên berdan û li Kurdistanê razemenî pêk bê."

Piştî axaftinan welatiyan li baxçeyê mala Ocalan lê ji dayik bûye ax, kevir û şaxên daran hilgirtin careke din vegeriyan Xelfetiyê.

Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan hatin bîranîn

Dema ku li Gundê Amara pirozbahiya rojbûna Ocalan dihate kirin bi hezaran kesan li herêma Karataşê ya ku Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag di 4'ê Nîsana 2009'an di encama mudaxleya leşkeran de jiyana xwe ji dest dan merasîna bîranînê li dar xistin. Girseya derketiyan ser girê Karataşê bi keviran "PKK Apo" û "Şehîd namirin" nivîsandin. Li girê di sala 2009'an de mudaxele pêk hat, bombeyên gazê yên hatin bikaranîn kom kirin û li ser gir nivîsa "APO" nivîsandin. Cihê Karaoglan û Dag jiyana xwe lê ji dest dan jî bombeyên gazê û wêneyên wan lêhatin cihkirin.

Ji ber lorîkên dayîkan û helbestên hatin xwendin demên hestiyar hatin jiyîn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Bengî Yildiz, Hasîp Kaplan û Sirri Sakik, Hûnermend Ferhat Tunç, endamên Meclîsa BDP'ê, gelek rêveberên navçe û bajaran tevlî biranînbûn. Di biranînê de sloganên "Ey şehit xwîna te li erdê namîne", "Tekoşîn berxwedan riya me riya şehîdan" û "Bimire Erdogan" hatin berzkirin.

Tugluk: Ew ji bo azadi û rûmetê ketin vê riyê

Pişt re li cihê ku Mahsum û Mustafa lê jiyana xwe ji dest dan axaftin hate kirin. Hevsera KCD'ê Aysel Tugluk diyar kir ku ew êşa malbata Mahsum û Mustafa ji dil hîs dikin û wiha got: "Ew ji bo azadî û rumetê ketin vê riyê. Hemû tişt dan ber çavên xwe. Kesên ev daxwazên me tehamul nekirin, 2 ciwanên me ji me girtin. Em tu carî wan ji bîr nakin. Heta ku em aştî û azadiyê bi dest bixin, em tê têkoşîna xwe bidomînin.

'Meşa kurdan a Amara pir bi wate ye'

Tugluk, anî ziman ku bi milyonan kurd ji bo nasname, çand û zimanên xwe derketine rê û berê xwe dane Amara. Tugluk, destnîşan kir ku derketina gelê kurd a Amarayê pir bi wateye û wiha lê zêde kir: "Meş û çûna gundê Brêz Abdullah Ocalan bi wate ye. Wateyek wî ya girîng heye. Ev rojbûn ne ji rêzê ye. Ev rojbûna gelê kurd e. Ev roja lêxwedîderketina nirxên azadî, demokrasî û gelê kurd e. 40 hezar şehîdên me hene. Heta ku dewlet hurmetê bide şehîdên me em dê têkoşîna xwe bilind bikin. Em dê ji bo azadiya Brêz Ocalan meşa xwe ya azadiyê bidomînin. Peyama me heta azadî û aştiyek bi rûmet têkoşîn e."

Piştî axaftinê, hunermend Ferhat Tunç bi zaravayê dimilî ya kurdî, lorand. Piştî lorandina ku bû sedema demên hêstewar, li cihê ku Mustafa Dag lê jiyana xwe jidest dabû, Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik axivî. Sakik diyar kir ku gelê kurd, êş, hêrs û hemû hestan bi hev re dijî û destnîşan kir ku ev di nav tu geleke cîhanê de tuneye. Sakik, anî ziman ku dixwazin êdî dawî li van êşan bê û Mahsum û Mustafa yên ji bo li Tirkiyê aştî pêk bê têdikoşiyan bibîr anî. Sakik xwest hemû kes, ji bo Mahsum û Mustafa rêz bigirin. Sakik piştî rêzgirtinê, 7 HPG'yiyên ku di operasyona li Navçeya Hassa ya Hatayê de jiyana xwe jidest dan û Endamê Meclîsa BDP'ê Vakkas Dagkiliç ê duh jiyana xwe jidest da, bibîr anîn. Sakik, diyar kir ku naxwazin êdî gelê kurd bimre û dixwazin aştî pêk bê.

Piştre girseyê qurnefîl danî cihê ku Dag û Karaoglan lê jiyana xwe jidest dabûn û dua kir. Piştî axaftinan welatiyan, li cihê ku Mustafa û Mahsum lê jiyana xwe jidest dane, lorand û çalakiya rûniştinê li dar xist. Girse li vê derê, li hêviya malbatên Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku çûn Amarayê, sekinî.

Hevsera Mustafa Dag Perîhan Dag, zarokên wî Gulsum û Şehîma û dayika Mahsum Karaoglan Naîme Karaoglan ku ji Amarayê vegeriyan, hatin mewqiya Karataşê. Li qadê demên hêstewar hatin jiyîn, dengê lorandinan bilind bû. Malbatên Dag û Karaoglan, li cihê ku Mahsum û Mustafa lê jiyana xwe lê jiyana xwe jidest dane, hevdu hembêz kirin û giriyan. Ciwan jî, diruşmên "Şehîd namirin" qêriyan. Piştî bîranînê, girse ber bi bajarên ku jê hatibû ve, bi rê ket.

(ft/sa/aw/mae)


Bêjeyên Miftehî