1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Goreke tomerî jî li Mêrdînê ye
Goreke tomerî jî li Mêrdînê ye,goreke,tomerî,jî,li,mêrdînê,ye

Goreke tomerî jî li Mêrdînê ye

A+ A-

Tê gotin ku 11 endamên PKK'ê yên di salên 1990'an de li çoltarên navçeya Stewrê ya Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li goristana bêkesan a Mêrdînê û Nisêbînê bi komî hatine veşartin. Bavê Endamê PKK'ê Mehmet Garîp Taptî yê jiyana xwe ji dest dayî Alî Taptî ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê da. Rayedarên ÎHD'ê jî ji bo gor bê vekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan.

Piştî li Motkiyê gora tomerî derket holê hewildanên malbatên windayan ên ji bo ku aqubeta bûyerên kiryar nediyar bên zelalbirin zêdebûn. Li gorî agahiyên şahidan, li gelek cihên herêmê gorên tomerî hene û malbatên windayan jî ji bo vê yekê serî li saziyên mafên mirovan didin û alîkariya hiqûqî dixwazin, her wiha dixwazin gor bên vekirin.

Babê Endamê PKK'ê Mehmet Garip Tapti yê di salên 1990'an de li çoltarê navçeya Stewrê ya Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da Alî Tapti, diyar kir ku wan agahiya kurê wî li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatiye veşartin û ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'a Mêrdînê. Li ser vê yekê rayedarên ÎHD'ê ji bo cihê behsa wî tê kirin bê vekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan.

'11 PKK'î bi komî hatin definkirin'

Alî Tapti yê 3 zarokên xwe windakirin, anî ziman ku kurê wî Mehmet Garîp Taptî di nav 11 endamên PKK'ê yên di sala 1990'an de di pevçûna li Stewrê de jiyana xwe ji dest dan dabû û cenazeyê 11 PKK'iyan li goristina bêkesan a Mêrdînê bi hevre hatin veşartin. Taptî ji bo gora tomerî bê vekirin alîkariya hiqûqî bigire serî li ÎHD'a Mêrdînê da. Taptî, da zanîn ku ji ber zext û zordariyan li Antalyayê bi cih bûye û ji ber tirsê heta niha tu hewildanên hiqûqî nekirin e.

'Nisêbîn û Mêrdîn hatine veşartin'

Alî Taptî, anî ziman ku ji ber tercîha 3 zarokên xwe tu puşmaniyê his nake. Taptî, diyar kir ku ji kurên wî Abdulkadîr Taptî di sala 1979'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1980'an de li Serê Kaniyê jiyana xwe ji dest da, kurê wî Mehmet Garîp Taptî jî di sala 1989'an de tevli PKK'ê bû û di sala 1990'an de li Stewrê di pevçûnekê de bi 10 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Taptî, destnîşan kir ku ji 11 PKK'iyên jiyana xwe ji dest dan hine li Nisêbînê û hinek jî li Goristana Bêkesan a li Mêrdînê hatin veşartin. Taptî, bilêv kir ku kurê wî yê din Mustafa Taptî jî di sala 1992'yan de tevlî PKK'ê bû û di sala 1994'an de li Qoserê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Gora wî niha li Qoserê ye. Ez di wê demê de ji bo cenazeyê kurê xwe bigirim hatim. Lê dewletê cenaze neda me. Min cihê gora kurê xwe tesbît kir û ez dê demekî kin de gora wî çêbikim."

Taptî, da zanîn ku li herêmê şerekî gelek bêrêgez pêk hat, gelek mirov hatin windakirin û bûyerên kiryar nediyar pêkhatin. Taptî, anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Ew şahîdên azadiyê ne. Em ji şehîdên xwe mînetar in. Ew ruyê me yê spî ne. Taca serê me ne. Ew zarokên civakekî ziman û çanda wan qedexebûn. Ji bo vê yekê biguherin jiyana xwe ji dest dan. Ez heta dawiyê li hemberî tekoşîna zarokên xwe bi rumet im. Ez bi wan bi rumet im. Ez tenê ji bo zarokên xwe ne ji bo hemû ciwanan digirîm. Ez îro ji bo ciwanên ku gorên wan tune ne digirîm. Êdî bes e. We di pevçûnê de zarokê min kuşt nebe hestiyên wî bidin min"

Hevseroka Mehmet Garîp Taptî Salîha Taptî jî diyar kir ku wan ji bo gora tomerî bê vekirin serî li ÎHD'ê dan e û li benda encama vê yekê ne û wiha got: "Ji bi hemû malbatên zarokên xwe windakirin divê hemû kes bihestiyar bin. Em dê heta dawiya di riya wan de têkoşîna xwe bidin û xeyalên wan bişopînin. Ya hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye."

ÎHD'a Mêrdîn têkildarî mijarê de daxuyaniyekî nivîskî da û li gorî agahiyan dan wan hewildana hiqûqî dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo gorên tomarî yên di sala 1990'an de bên vekarin parêzerên komeleyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, Serdozgeriya Komarê ya Dêrîkê, Serdozgeriya Komarê ya Şemrexê û Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê dan e.

DÎHA (ft/aw/mae)