1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gulpî: Dewleta Tirk di lêgerînên dagirkirina Başûr de ye
Gulpî: Dewleta Tirk di lêgerînên dagirkirina Başûr de ye,gulpî,dewleta,tirk,di,lêgerînên,dagirkirina,başûr,de,ye

Gulpî: Dewleta Tirk di lêgerînên dagirkirina Başûr de ye

A+ A-

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

Dr. Fayîq Gulpî diyar kir ku leşkerkêşiya dewleta Tirk a ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê metirsiya ser gelê herêmê zêde dike û got pêş hefteyekê weke siyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di nameya ji serokê parlamentoya YE re şandine, xwestine li hemberî kiryarên dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Gulpî bal kişande ser ku Tirkiye bûye parçeyek ji xeta Îslama radîkal a demê buhrî û wiha got; "Ger em bi xwe li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bertek nîşan nedin, rêxistinbûna pêwîst a ji bo vê nekin, dewleta Tirk wê di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de Herêma Kurdistanê dagir bike." hefteya buhrî 902 rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê ku dinava wan de Dr. Fayîq Gulpî jî heye, ji bo li hemberî leşkerkêşiya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê û Iraqê weke gelê herêmê nerazîbûna xwe nîşan bidin, ji serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropa re nameyek nivîsandin. Gulpî der barê nivîsandina nameyê de ji ajansa me re axivî, got wan ji bo metirsî û fikarên xwe yên ji ber leşkerkêşiya dewleta Tirk a Herêma Kurdistan û Iraqê ji parlamentoya YE re ragihînin, ev nameye nivîsandine.

'Metirsî li ser destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye'

Dr. Fayîq Gulpî diyar kir demeke dewleta Tirk bê qebûlkirina gelên Iraq û Başûrê Kurdistanê leşkerên xwe li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bicih kirine û wiha dewam kir; "Her wiha li hemberî vê leşkerkêşiya dewleta Tirk car caran nerazîbûn jî çêbûn. Em jî weke rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê li Emerîka, Ewropa, Avusturalya me biryar da ku em bi nameyekê nerazîbûna xwe ya li hemberî vê hatina leşkerên Tirk ji bo serokê Parlamentoya Ewropa nîşan bidin û li ser metirsiyên li ser vê yekê li ser gelên herêm û Iraqê çêbûne agahî bidin. Pirsgirêka me ya li gel Tirkiyeyê hebûna her hêzên wan ên li Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Dixwaze bikeve Iraqê de. Hinek ji Sunneyên Iraqê dixwazin ku Tirkiye derbasî Iraqê bibe û ji bo di xizmet û berjewendiyê xwe de bi kar bîne. Xala duyem jî ewe ku PDK li gel Tirkiyeyê hevpeyman çêkiriye ku ev jî ne siyasetekî rast a xizmeta neteweyî û demokratîk e. Hatina leşkerên Tirk a cihên weke Batûfa, Sersing û cihên din, ev jî tê wateya ku dixwaze leşkerên Tirk bên Herêma Kurdistanê. Ev jî pir metirsîdar e. Dibe ku hinek kes bêjin tenê metirsiya wê ji bo ser PKK'ê heye. Nexê PKK li nav Tirkiyeyê bixwe çalakiyan dike. Tişta ku pir metirsîdare, destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê gel bi xwe jiyanek xwe rêxistin kiriye, belê ne di asta hişyariya vê de ne. Her wiha aliyên siyasî jî pir bawerî didin tirkiyeyê. Ji ber ku berjewendiyê wan ên siyasî û aborî li gel heye. Ev jî bûne sedem ku destûr bidin dewleta Tirk ji bo ser xaka Herêma Kurdistanê leşkerkêşî bike. Ger em bi xwe rêxistina xwe çênekin û li dijî vê siyaseta Tirkiyeyê helwesta xwe nîşa nedin, wê dewleta Tirk di hemû aliyên aborî, siyasî û leşkerî de Herêma Kurdistanê dagir bike." 'Gel ne ji hebûna HPG'ê acize, ji hebûna leşkerên Tirk acize'

Dr. Fayîq Gulpî balk kişand ser ku gelê herêmê ne li dijî hebûna PKK û gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê ye û wiha dewam kir; "Dewleta Tirk sivîlan qetil dike, weke li Kortek û Zergelê. Di heman demê de êrîşê ser baregehên Hêzên Parastina Gel û gerîla dike. Îro gelê Başûrê Kurdistanê bi germî û dilxweşane pêşwazî li Hêzên Parastina Gel û PKK'ê dike. Dema ku gerîlayek birîndar an şehîd dibe, gelê Başûrê Kurdistanê bi hefteyan, an mehane ji bo şênî digirin. Ji bo vê jî me di vê nameya xwe de ev leşkerkêşî û êrîşên dewleta Tirk ku metirsiyên li ser herêmê dane çêkirin ji serokê parlamentoya Ewropa re anîne ziman. Li aliyik din jî nerazîbûn û helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vê siyasta hatina leşkerên Tirk a ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, me ji Parlamentoya Ewropa re eşkere kir. Me ji Parlamentoya Ewropa daxwaz kir ku li hemberî vê hatina leşkerên Tirk , dîsan êrîş û siyaseta niha dewleta Tirk dijî gelê Kurd dimeşîne bertek nîşan bidin."

'Pilanên rojava yên li ser Tirkiyeyê hene'

Gulpî bibîr xist ku dewleta Tirk di dema Sovyetê de li hemberî komûnîzmê weke leşker hatiye bikar anîn, piştî belavbûna sovyetê jî weke şopgerê xeta Îslama radîkal xwestin bikar bînin û diyar kir ku dema buhrî Tirkiye bû weke parçeyek ê ji xeta Îslama radîkal. Gulpî diyar kir ku ji rewşa Tirkiye niha dinav de ye DYA, Rûsya û YE nerehetin û wiha dewam kir; " Li gor min wê Ewropa, Rûsya û DYA ka çewan li Iraq, Sûriye, Misir û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn guhertin çêkirin, bi heman şêwey gûhertin li vê têgîna Tirkiyeyê çêkin. Ji ber Tirkiye bi komkujiya Ermeniyan re naxwaze rû bi rû be, beşek ji Qibris dagirkiriye û di nav xwe de jî bi ti şêweyek pirsgirêka Kurd nas nake. Bi têgîna Sûvyet û Îslama tund di vê serdemê de tev digere. Ji ber van sedeman li gor fikra min ji ber van nêzikatiyên Tirkiyeyê, wê Rûsya, YE û Amerîka bernameyek wan ji bo Tirkiyeyê heye. Lê hîna ev bernameye nehatiye eşkerekirin. Dibe ku Tirkiye bi vê bernameyê hesiyabe. Dixwaze hinek tiştan bike ku vê bernameyê paşda bixe. Ji bo pêşî li ketina meriyetê ya vê bernameyê bigire. Siyaseta Tirkiyeyê niha di rewşek vegerîna ji bo dema paşda de ye. Ger em temaşey siyaseta Tirkiyeyê bikin li Sûriyeyê, yekem siyaseta wê ew bû ku Esad nemîne. Belê îro hemû civaka navneteweyî razîne ku li gel Esed giftûgo bikin. Duyem, siyaseta wê ew bû ku PYD û kantonên Rojavayê Kurdistanê weke tororîst binav dikir. Belê niha Amerîka, Rûsya û Ewropa destekê didin van kantonan. Davutoglu dibêje yên ku derbasî rojavayê Firat bûne, ne PYD ne. Ew komek ji Ereb û Kurd in. Ji ber ku êdî nikare tiştek bike. Ew siyasta niha Tirkiye dimeşîne yekem li Sûriyeyê şikest û wê li Iraqê jî bi heman şêwey winda bike. Ev hemû nîşane û rastiya wê ye ku wê di desthilata Tirkiyeyê de guhertinên mezin û cidî çêbibin. Yan wê Tirkiye bibe welatek demokratîk û federal, yan jî wê çarenûsa Tirkiyeyê weke welatên din ên herêmê lê bê."

(sk)