1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hamleta William Shakespeare derçû!
Hamleta William Shakespeare derçû!,hamleta,william,shakespeare,derçû

Hamleta William Shakespeare derçû!

Weşanxaneya Lîs bi wergera ji Îngilîzî ya Kawa Nemir Hamleta William Shakespeare weşand

A+ A-

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta şanoyê û wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e û heta niha 200 pirtûkên bi Kurdî weşandine, bi wergera ji Îngilîzî û pêşgotina Kawa Nemirê helbestkar, wergêr û edîtor ve, bi çapkirina Hamleta William Shakespeare ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2013’an. Hamlet, yek ji girîngtirîn şanonameyên cîhanê û yên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, li dû xebata Kawa Nemir a bi salan, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema pêşîn a vê rêzê hate weşandin, ku dê bi dû re, di nava demeke nêzîk de, şanonameyên Shakespeare ên bi navê Xewna Şeveke Havînê û Romeo û Juliet jî bêne weşandin, di pey wan re jî, Othello û Macbeth. William Shakespeareê helbestkar, şanoger, şanonûs û ekterê Îngilîz ê mezin, di 23’yê Avrêla 1564’an de, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Ew di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin) û di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare yek ji mezintirîn helbestkar û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qerekter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji hemû serdeman re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku helbestên dildarî û hezkirinê ne, yên ku bi wergera Kawa Nemir, di sala 2010’an de, ji aliyê Lîsê ve bi Îngilîzî-Kurdî hatin weşandin, hê jî kêm helbest hene hatibin nivîsandin û di ser wan re bin. 35 jê şanoname, yek jê Hemû Sone, ku ji 154 soneyan pêk tê û 4 jê helbestên dirêj, Shakespeare 40 berhem nivîsîne, ku her yek jê klasîk e. Kawa Nemirê (j. 29’ê Gulana 1974’an, Îdir) helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stenbol, 2003), Bîşenga Deşta Dûr (Lîs, Amed, 2006), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Herman Melville, William Blake, Stephen Crane û Emily Dickinson, wekî helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî, ev bîst û du sal e ku ji destpêka qonaxa Nifşa Rewşenê ya Bakur û vir ve ye, di jiyana Kurdan a çandî û wêjeyî de, roleke xwe ya berbiçav heye. Wî heta niha di ber helbestkariya xwe re, ku bingeha nasnava wî ye, nesaxim li Bakur di warê pêkanîn û pêkhatina Bizava Wergerê de, bi wergerên xwe, kovargeriya xwe, edîtoriya xwe û weşangeriya xwe ve pêşengî kir, gelek kes gihandin û rê li ber gelek kesan xweş kir ku ew li karê wergerê germ bibin, wî heta niha bi tenê ji zimanê Îngilîzî; ji wêjeyên Îngilîzî, Îrlandî, Emerîkan, Keneda û Awistralyayê devîdevî 6000 helbest, bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan û çendek roman wergerandine Kurdî û piştî weşanxaneya xwe, Bajar (2003-2006, Stenbol), di binê banê Weşanxaneya Lîsê de, li Amedê, wekî edîtorê çend rêzên pirtûkan, hê jî bi vê rola xwe berdewam e. Di warê wergerê de jî, li gel rola ku Nemir heta niha gêraye, wî ji serê sêrî de daye ber xwe ku bikaribe di nava panzdeh bîst salan de hemû berhemên William Shakespeare wergerîne Kurdî, Hamlet jî, ya ku dibêje,

“Bûn yan jî nebûn, – serî binî, pirs tev de ev e: – Gelo babetî tovrindiyê ye ku mirov nereve, Tevî bîra xwe bisekine li ber tîrên Feleka bêbext, Yan bi çek û rext xwe berde deryaya tirsan text-bext, Bide çoyê xwe, wan ji navê hilîne? – Mirin, – nivîn e, – Ne pêştir; ku ji me hebe xewek ê ji me re hilde bîne, Êşa dil vemirîne, pê re jî çendik û çend janên siruştê, Ku gewde mîratgir e, ev dawiyek e, li me xweş tê, Heylo em bi heft dilan dixwazin vê. Mirin, – razan; – Razan! Xewna ku bê ber serê me: Ew e asteng, bizan; ...” ji niha ve amaje pê dike ku ev projeya mezin dê di nava dema pîlankirî de bi encam bibe. Hamleta William Shakespeare, ku Mazlûm Doxan ji deqa wê re pêşekeke kurt nivîsiye, li dû projeyeke hevbeş a Theater-RAST’ê ya navenda wê li Holandê û Şanoya Bajêr a Şarevaniya Parêzgeha Amedê, bi derhêneriya Celil Toksöz, bi berhemhênaneke mezin hat lîstin û li Kurdistanê hê jî berdewam e, wekî gava pêşîn ber bi damezirana zimanê Shakespeare ê bi Kurdî/Kurmancî, pêngaveke mezin e û bi deqa xwe ve êdî li ber dest e. Bi sêwirana romannûs û hunermend Şener Özmen, bi edîtoriya helbestkar û wergêr Lal Laleş û bi weşangeriya Lîsê, piştî bêtirî çar sed salan!

Hamlet William Shakespeare Ji Îngilîzî: Kawa Nemir Şano, 272 rûpel Rêbendan 2013 Weşanxaneya Lîs, Amed