1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP: Em bi ruhê berxwedana yekgirtî li Taksîmê bin
HDP: Em bi ruhê berxwedana yekgirtî li Taksîmê bin,hdp,em,bi,ruhê,berxwedana,yekgirtî,li,taksîmê,bin

HDP: Em bi ruhê berxwedana yekgirtî li Taksîmê bin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Sendîka û Ked û Jihgeha Kedê Berpisyar Serpîl Kemalbay diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes jibilî di bin şertên newele de dixebitin di bin pêkûtî û êrîşan de 1'ê Gulanê Cijna Karkeran pêşwazî dikin û bang li hemû karker û kedkaran kir du bi ruhê berxwedana yekgirtî li Qada Taksîmê bin.

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Sendîka û Ked û Jihgeha Kedê Berpisyar Serpîl Kemalbay têkîldarî 1'ê Gulanê ya Cejna Karkeran nirxandin û girîng û bangawazî kir. Kemalbay got ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin û şîara wan a 1'ê Gulanê jî "Karekî bi ewle, jiyana azad, jiyana bi mirovane li dijî şer berxwedana yekgirtî" ye.

Kemalbay destnîşan kir ku îsal hêzên kedê di bin darbeya qesrê û AKP'ê de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin û îxtidara AKP'ê li dijî jîngeha kedê êrîşên giran pêk tîne û wiha axivî: "Em di bin şertên faşîzmê de di bin şertên darbeya AKP'ê de dikevin 1'ê Gulanê. Em ê li dijî darbeya AKP'ê û Qesrê bi çîna karkeran ve dê li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê pêşwazî bikin."

'Têkoşîna aştiyê û têkoşîna çîn tê heman wateyê'

Kemalbay diyar kir ku têkoşîna aştiyê û têkoşîna çînê tê heman wateyê û ji ber vê yekê jî jî di ew bên cem hev. Kemalbay got ku têkoşîna kedê ya ku dê di 1'ê Gulanê de bê dayîn ji bo HDP'ê gelekî girîng e û divê cejna karkeran bi ruhê berxwedana yekgirtî bê pîrozkirin.

'Dê bibe roja ku faşîzm paşve gav bavêje'

Kemalbal derbirû ku ew wekî HDP girîngiyê didin Qada Taksîmê û Qada Taksîmê qada çîna karkeran e û wiha axivî: "Herî dawî dadgehan jî îspat kirin. Qedexekirina vê êrîşa li dijî kedê ye. Li dijî têkoşîna demokrasiyê êrîş e. Ligel van qedexeyan em ê li Qada Taksîmê bin. Ew roj dê bibe roja ku faşîzm paşve gav bavêje."

Kemalbay têkîldarî helwesta CHP'ê ya ku derveyî Taksîmê li ciheme pîroz bikin jî wekî teslîmbûna li hemberî AKP'ê nirxand. Kemalbay got ku di van rojan de tê dîtin ku tekana hêza ku li dijî faşîzmê li ber xwe dide HDP û HDK ye.

Li Kurdistanê ligel dorpêçê dê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin

Kemalbay anî ziman ku ligel drpêça hêzên dewletê ya li Kurdistanê ew ê li bajarên Kurdistanê jî 1'ê Gulanê pîroz bikin li Amed û bajarên din hêzên kedê plansaziya 1'ê Gulanê dikin ew ê jî wekî HDP'ê cihê xwe bigirin û derkevin qadan.

Kemalbay anî ziman ku îxtidarê li dijî çîna karkeran bi qanûnên xwe ve şer daye destpêkirin û banga "Li dijî şer, koletî û xirakirinê bi ruhê berxwedana yekgirtî em li Qada Taksîmê bin" kir.

(sa)