1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP li dijî guhertina sosret a AKP'ê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide
HDP li dijî guhertina sosret a AKP'ê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide,hdp,li,dijî,guhertina,sosret,a,akp,ê,serî,li,dadgeha,şêwirmendiyê,dide

HDP li dijî guhertina sosret a AKP'ê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide

Desthilatdariya AKP'ê, ji bo di dema pêş de êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê bê ceza bimîne, bi guhertina di rêvebernameya STE de kirî re, mora xwe danî binê skandaleke nû. HDP ji bo betalkirina vê guhertinê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide

A+ A-

RIHA - HASAN YOLDAŞ Cenazeyên sivîlên li Kurdistanê bi êrîşên li dijî mirovahiyê re ji aliyê hevkariya AKP û dewletê ve hatin qetilkirin, radestî malbatan nayên kirin. Ji ber ku malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin, nikarin wecîbeyên olî bi cih bînin, herî dawî ketin greva birçîbûnê. Desthilatdariya AKP jî ji bo ser vî sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê bigire, di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî (STE) de guhertinek kir û bi vî rengî mora xwe danî binê skandalekê.

CENAZEYÊN YÊN HATINE QETILKIRIN JI MORGÊ TÊN REVANDIN Û DEFINKIRIN

Desthilatdariya AKP'ê benda 3/C a xala 10. a rêvebernameya STE ku tê gotin, 'Radestî Şaredariyan tê kirin' bi awayê 'Radestî Şaredarî û Amîriyên Mulkî tê kirin' guherand. Bi vî rengî desthilatdariya AKP'ê, cenazeyên ku malbat nikarin werbigirin, bi rêya amîrên mulkî 'birevîne' û bi dizî defin bike. Ji xwe heman piştî weşandina qedexeyê li rojnameya fermî, guhertin yekser ket meriyetê. Hin cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, bêyî ku haya malbatan jê hebe ji morgê hatin ervandin û li goristanan hatin veşartin.

AKP PMME NAS NAKE

AKP'ê bi nasnekirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) re mijar kir qanûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedî Ozgokçe Ertan mijar xist rojeva Meclîsê û der barê vê bêhiqûqiyê de ji ANF'ê re axivî. Ozgokçe ku di heman demê de parêzvana mafên mirovan û hiqûqnas e da xuyakirin, ku di her şerî de hurmet ji cenazeyan re hatiye nîşandan, navber ji şer re hatiye dayîn û bi bicihanîna wecîbeyên olî re cenaze hatine veşartin. Ozgokçe diyar kir, ku AKP a ku hînê li şerê xwe jî mukur nayê, ji bo ser sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bigire, bi awayekî bê hiqûqî qanûn guhertiye û destnîşan kir, ku yek ji sedema vê guhertinê ew e ku şaredariyên li herêmê di destê DBP'ê de ne. Ozgokçek ragihand ku AKP bi vê yekê re dixwaze kesên qetil kirine weke 'mirovên bêxwedî yên sûc kirine' nîşan bide û anî ziman ku ev yek di heman demê de wê pêşî li xebateke berfireh a otopsiyê jî bigire. Ozgokçe da zanîn ku otopsiyên rasteqîn cînayetan ronî dke, kukjeran derdixîne holê û destnîşan kir ku bi qanûna nû re nepêkane ku di van dosyayên biryara nepenîtiyê li ser tê dayîn, werin aşkerekirin.

JI BO SÛC BÊ CEZA BIMÎNE, EV GUHERTIN HAT KIRIN

Ozgokçe diyar kir ku AKP ji bo ser sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê binixumîne ev yek kiriye qanûn û destnîşan kir, ku bi vê yekê re AKP dixwaze sûcênkiriye neyên cezakirin. Ozgokçe da xuyakirin ku vê guhertinê, nêrîna dewletê û desthilatdariya siyasî ya li Kurdan careke din raxistiye pêş çavan û got, "Nîşan dan, ku li gorî wan cenazeyê gelê Kurd, çanda gelê Kurd çiqasî bê qîmet e. Ji bo betalkirina vê qanûnê ez bang li baroyan û malbatên xwedî cenaze dikim ku dozê vekin. Weke partî em ê bibin şopdarên vê mijarê."

JI BO BETALKIRINA RÊVEBERNAMEYÊ WÊ SERÎ LI DADGEHA ŞÊWIRMENDIYÊ BÊ DAYÎN

Ozgokçe da zanîn ku weke HDP, ji bo betalkirina vê rêvebernameyê ew ê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê bidin û anî ziman ku guhertina di qanûnê de hatiye kirin li dijî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.