1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Hedefa Hikûmeta AKP'ê metingeriya keda jinê ye´
´Hedefa Hikûmeta AKP'ê metingeriya keda jinê ye´,hedefa,hikûmeta,akp,ê,metingeriya,keda,jinê,ye

´Hedefa Hikûmeta AKP'ê metingeriya keda jinê ye´

A+ A-

NAGÎHAN AKARSEL

ENQERE (DÎHA) - Li Tirkiyeyê hejmara jinên dixebitin ji sedî 27 e. Hejmara jinên bêyî qeyd dixebitin jî ji sedî 51 e. Di mijara îstîhdama jinan de di nav welatên OECD'ê Tirkiye di rêza dawî de cih digire. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku hedefa hikûmeta AKP'ê metîngeriya keda jinê ye û dixwazin bi xebata nerm jinan li malê bigirin. Ji Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Berfîn Emre jî diyar kir ku xebata nerm beşa kar a zayendî dê nû ve bihêz bike.

Li Cihanê îstîhdama jinê ji sedî 49.1 e û li Tirkiyeyê ji sedî 27 e. Li Tirkiyeyê ji 26.2 mîlyon kesan, 6.2 mîlyon jin di piyasaya hêz kar de cih digirin. Tirkiye di îstîhdama jinê de di nava 200 welatên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin diyarkirin di nava 10 welatên îstîhdama herî kêm lê heyî cih digire. Ev dane di welatiyên OCED'ê (Rêxistina Tevkarî û Pêşkentina Aborî) de di rêza dawî de cih digire. DÎSK-AR'ê daneyên betaliya sala 2013 a meha sibatê aşkera kir û betalî li gorî sala borî zêdebûye û ev yek jî ji ber betaliya jinê pêk hat û diyar kir ku 5 mîlyon û 274 hezar betal hene. Hate diyarkirin ku hejmara jinên ji sedî 27 e û hejmara jinên bêyî qeyd dixebitin jî ji sedî 51 yek e. Herî dawî Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn, diyar kir ku ew ji bo jinên dixwazin nava îstîhdamê de cih bigirin paketa "xebata nerim" amed dikin. Daneyên TUÎK û DÎSK-AR'ê jî betaliya jinê nîşan dide. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û Endama Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Berfîn Emre têkildarî mijdrê de nirxandin kirin.

'Xebata nerim ji bo ku jinê li balê bigire ye'

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku li her qadê li qada kar de jî jin dezavantaj in. Çerkezoglu, anî ziman ku li gorî daneyên DÎSK-AR'ê betaliya jinan her diçe zêde dibe û di qada xebata bê qeyd de jin ji zilaman zêdetir dixebitin. Çerkezoglu, da zanîn dixwazin jinan bi xebata nerim li malan bigirin û metîngeriya keda jinê gelek zêde ye. Çerkezoglu, bilêv kir ku stratejiya hikûmeta AKP'ê ya cîniya karkeran bi temamî bê bawer bike heye û li hemberî tazmînata kidemê ya sewqî fonê hate kirin bertekên gelek cidî hene. Çerkezoglu, destnîşan kir ku di vê mijarê de pêkanîna pîlot li ser karkerên taşeron tê kirin û wiha got: "Xebata esnek hemû mafên cîniya karkeran ji dest tên girtin. Di vê nokteyê de herî zêde keda jinê hedef tê girtin. Rewşa jinê li malê bê girtin û fermana 3 zarokan çêbikin hat dayîn û rewşekî bêewlehî heye. Di dema hikûmeta AKP'ê de şîdeta li hemberî jinê ji sedî hezar û 400 zêde bû. Navê wezaretê hate guherîn. Di hedefê de hêza keda jinê heye." Çerkezoglu, diyar kir ku daneyê têkildarî betaliya jinê de pêk in û rastiya jinê ji bo jin betal bimîne weke astengî pê hat. Çerkezoglu, anî ziman ku daneyên betaliyê rastiyê nîşan nadin û herî zêde li ser kesê serlêdana kar dikin tên diyarkirin û wiha axivî: "Lê kesên kar nagerin, hêviyên xwe birîn, betalî qebûl kirin û ji ber gelek rastiyên din jinên naxebitin hene. Ji ber vê yekê daneyên hatin girtin rastiyê nabêjin."

'Jin îstîhdama çawa dixwazin'

Endama Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Berfîn Emre jî diyar kir ku daneyên hêza jinê ya di kar de pirsanî li derdora ji sedî 30'an e û wiha got: "Jin hêj jî herî zêde di sektora çandîniyê de îstîhdamê de cih digirin. Di îstîhdamê de di navbera jin û zilaman de cudakriyekî mezin heye. Hejmara jinan a di qada kar de kêm e û li aliyê din hinek cih ji hêza jinê re girtîne." Emre, anî ziman ku AKP demek ji bo îstîhdama jinê zêde bike xebatan dike lê pirsgirêka sereke pirsa "Îstîhdamekî çawa?" ye û wiha axivî: "Sedema dewlet û sermaye keda jinê weke fersendekê dibîne, keda jinê erzan, nerim û bêewlehî ye." Emre, da zanîn ku şiklê xebata nerim tê wateya peywirên jinê yên nava malê neyên astenkirin û di qada kar de cih bigirin e û wiha pê de çû: "Çavkaniya debarê ya jin bi dest dixwe ji ber ku esas nayê dîtin jin û zilamên di heman kar de dixebitin heman pere nagirin. Bi vê mantiqê xebata bêewlehî berdewam dike û bi hişmendiya karê jinê yê esasî 'karê malê ye' tê nîşandan."

'Armanca krediyên mîkor xizaniya malê kêm bike ye'

Emre bal kişand ser krediyên mîkro yên weke "çîroka rizgariya" jinê tên xirandin û wiha axivî: "Lê armanca krediyên mîkro li şûna jinê bi hêz bike xizaniya malê kêm bike ye. Mînak jina kurd Asiye Aydogan (70) a ku ji Weqfa Nirxandina Keda Jinê di sala 2010'an de xelat girt bi kredya mîkro 7 mîlyar pere qezenc kir. Hilberînên ji Bîsmîlê anîn li malan digêrîne û difiroşe. Pereyê qezenc dike yê mehane di bin asgarî ucretê de ye."

Dê çawa îstîhdama jinê zêde bibe?

Emre, da znaîn ku zêdebûna îstîhdama jinê têra azadiya jinê nake û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo jin ji derpêça keda bipere û bêpere daxwazên me ji dewlet, sermaye û zilman heye. Berî her tiştî beşa kar a zayendî ji holê dê bê rakirin, karê nava malê dê li ser milê jinan bê rakirin û ji bo vê yekê hewcehî bi sererastkirinekî civakî heye. Divê di hemû qadên kar de ji sedî 50 kotaya jinê pêk bê. Ligel van yekan ucreta wekhev, ji bo barê li zarok dinirêjin bê dewrkirin destûra û kargehên bêpere û kreşên taxan em dixwazin."

(bd/mae)