1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara nû ya Kovara W derket
Hejmara nû ya Kovara W derket,hejmara,nû,ya,kovara,w,derket

Hejmara nû ya Kovara W derket

A+ A-

T.S Eliotê ku di wêjeya cîhanê de bi taybetî jî di xeta helbestê de tovrêşê pêla îmajîzmê ye ji bo helbestê dibêje ku “Heke helbestek cara pêşîn were xwendin û bê fêmkirin, ew ne helbest e.” Ev angaşt çi qasî qure, borbore, çors û bi fors bixuye jî divê mirov guhê xwe jê re bel bike. Ji ber ku peyv û helbesta ku em bi serê wan sondan dixwin di vê cîhana kapîtalîst, dagirker, ruhmij de heta îro kulîlk dabû lê ji îro pê ve divê em ji peyv û helbestê beran bipên. Bo nimûne heta salên 1990’î jî ji bo me kurdan “gund” tenê gund bûn. Lê piştî kavilkirin, wêrankirin, şêlandin, şewitandin û lewitandina gundan êdî em nikarin “gund”an tenê wekî “gund”an bi bîr bînin. Heke bê bibîranîn jî ew ê nehwirandineke nostaljîk be. Di vê rewşa me ya kurdan de her çi qas em ê mîna Eliot ji bo vegotina “evînê” hêmaya çirayê bi kar neyînin jî, divê em gundan wekî “malzarokê” bibînin, divê em cerdevan û dagirkerên ku gundên me şewitandine wekî spermên tecawizekê bibînin, divê em şewitandina gundan wekî kurtajkirinê bibînin, divê em zanibin ku şênahiya gundan bi qasî destê selpakfiroşan terikîne. Aha tenê ji bo vê yekê divê em gotinên xwe yek tebeqe ava nekin da ku birînên me kewên xwe bibînin û em ala Eliot bilindtir bikin. Ma jixwe Umberto Eco jî nedigot “Tu tişt bi qasî teksteke girtî ne vekirî ye.”Û va ye hat roja hesabdîtinê. Va ye tê hilbijartina giştî. Va ye Pûşper tê da ku kurd, azadîxwaz, karker, cotkar, çepgir, suryan, tirk, ereb, elewî, êzîdî, sunî, ermen pûş têxin eyarê pergala har, pergala kesk, pergala ku ji niha ve avêtiye qulpa paşîn. Îro ne ew roj e ku li hemberî vê pergala ku bi qirçan dihate me em li serê gola xwe bigerin. Ji roja şîretê wêdetir ev roj, roja xîretê ye. Ji niha ve divê em li pişta Platforma Ked, Demokrasî û Azadiyê rabin da ku roj li me jî hilê. Di vê hejmarê de me dosyeyek li ser “Li ba jinan wêjeya kurdî” amade kir da ku em guhê xwe ji van dîtinên xas re bel bikin. Ku her çi qas tê gotin ku “jin darên şikestî ne” jî em dibêjin na, jin sînorşikên in, ji qalibşikên in, ji xewşikênên şewşbûnê ne, ji dilşikênên feodaliyê ne, jin destnimêjşikênên tabûyan in. Ji ber wê jî peyva jinê giyan e, dengê jinê şiyan e, newaya jinê germiyan e, lê jina ku ji bo azadî û serbestiya bi taybetî ya jinê û ya mirovahiyê hewl nede, ziyan e. Ji ber wê jî divê jina kurd beyî ku xwe marjînalîze bike divê karibe gotina xwe li ser ya mêran bixe.Di hejmara 29’an de helbesta bi navê “Em bi tevahî zarokên mişextiyekê ne” bi şaşî li ser navê “Baran Nezan” derketiye, em diyar dikin ku helbest a “Sûat Baran” e. Agahdariyeke me ya din jî ev e ku, êdî dê edîtor Elîxan Loran be.Dosyeya me ya hejmara bê jî dê “Silîva/Farqîn” be. Çarçoveya dosyeyê dê wiha be, wêje û wêjevanên wî bajarî, wêjeya devkî û dengbêjî, muzîk û muzîkjenî, lîstikên şanoyî, çîrokên gund û wargehan, cil û berg, mihrîcanên herêmî û hwd. Nivîskarê/a ku dixwaze beşdarî dosyeyê bibe herî dereng divê heta 15’ê Gulanê nivîsa xwe bişîne. Dosyeya Gelawêj - Rezberê jî wê “Tu ji bo kê û ji bo çi dinivîsî” be. Ji bo beşdariya dosyeyê herî dereng divê heta 15’ê Gelawêjê nivîs bigihên ber destê me.Em 22’ê Avrêlê Roja Rojnamegeriya Kurdî jî pîroz dikin. We deng ji Çapemeniya Azad nebile.Heta hejmareke dîtir bimîne di xweşiyê de...

Ji edîtor / 2 Tu kî yî- Feratê DENGIZÎ / 3 Ez kuncî, tu kuncî - Xelat EHMED / 6 Jêbira şevê - Mûrat OZYAŞAR/ 9 Merdêne- Lorîn DEMÎREL / 11 Bandora perwerdehiya dagirkeran - Medenî FERHO / 12 Mizgînxêrk’ek’- Xecê OMERÎ / 17 Şev e - Dilşêr BÊWAR / 17 Paul Eluard -Amadekar: Remezan OLÇEN / 18 Biyanî - Charles BUKOWSKI / 19 Neynikek xeyal - Welat DILKEN / 19 Emrê qeşmer- Înan EROGLÛ / 20 Şopa çûyînê - Hecî NEHSAN / 22 Deq - Îlhan Samî ÇOMAK / 23 Toq - Mûrat GAZÎOGLÛ / 27 Gundê şîrîn- Muhamed HÎCAZÎ / 26 ...yan jî... - Mihemed AFŞAR / 29 Ax ax - Îlhamî OZER / 29 Paul Celan - Amadekar: Tengezarê MARÎNÎ / 30 Dilên gemarî - Pîroz XAN / 29 Dosye - Li ba jinan wêjeya kurdî / 34 Ji bo hemû jinên lêgerên edalet, rastî û hezkirinê - E. OCALAN / 35 Hevnivîsîn bi Mizgîn Ronakê re- Elîxan LORAN / 35 Ji bo serbestiyê biqîre - Asya GENIM / 43 Wêje û jin - Nesrîn NAVDAR / 48 Jin û wêjeya kurd - Zeynep YAŞ / 50 Helbest zimanê dil û derbirîna giyana xwezayê ye - Fatma SAVCI / 52 Rewşa wêjeya heyî û hebûna jinan - Dîlan AYDIN / 54 Wêje û jin - Mizgîn RONAK / 55 Hestên jinê yên veşartî - Reyhan SARHAN / 57 Hevpeyvîn bi Gulgeş Deryaspî re - Hevpeyvîn: R. SARHAN / 58 Jin di helbestên Cegerxwîn de - Mehmûd BADILÎ / 60 Yekemîn helbest & yekemîn helbestvan - Îkram BALEKANÎ / 64 Ji Semsûrê hinek gotinên pêşiyan - Zekî AKDAG / 66 Ez ê rûyê te li dilê xwe bideqînim - Xezal Meral DÊRIKÎ / 67 Pirtûkxaneya gund - ar-da JANXWAR / 68 Pêgirî li cem Hacî Qadirê Koyî - Nîmetulah Hamid NIHÊLÎ / 71 Refek çûk - Robîn ŞERNA / 73 Ser-best - Berçema M. / 74 Ey dîlber - Bahadîn ROBAR / 74 Çav - Şengul OGUR / 75Kurteyek ji jiyan û wesiyetnameya Gîw Mukiryanî - Amadekar: Dêrsim OREMAR / 76 Koroya gundtewî, fitwa wê tune - Rêdûr DÎJLE / 77 Xaçepirsa Mihemed Şêxo - Lokman AYEBE / 80 Navnîşan Kalem Sk. No: 32/4 HuzurevleriKayapınar/DİYARBAKIRTel & Faks: +90 412 237 43 16 [email protected]@hotmail.com


Bêjeyên Miftehî