1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Her derên Cizîrê dikin qereqol
Her derên Cizîrê dikin qereqol,her,derên,cizîrê,dikin,qereqol

Her derên Cizîrê dikin qereqol

Dewlet niha li Cizirê 4 dibistan û avahiyên Midûriyeta Daristana Bajar jî dike qereqol

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê ku nêzî 3 mehan bi şev û roj Cizîr dorpêç kir û topbaran kirin, niha jî her derê dike qereqol. 4 dibistan û avahiyên Midûriyeta Daristanê ya Bajar tevan dike qereqol û li gelek cihan nokteyên lêgerînê yên polîsan ava dikin.

Hêzên dewletê ku rojan Cizîr dorpêç kir û bi hezaran xanî xerakirin, niha jî derdora Cizîrê bi qereqolan dipêçin. Niha li Cizirê 4 dibistan û avahiyên Midûriyeta Daristana Bajar jî dikin qereqol. Li gelek herêmên din jî nokteyên lêgerînê yên polîsan ava dikin. Hêzên dewletê Cizîr zîvirandine girtîgeha vekirî. Hêzên dewletê her çend di nava rojê de qedexeya derketina kolanan rakiribe jî hêj rewşa rêveberiya awarte li navçeya Cizîrê didome. Leşker û polîsan li gelek qadan nokteyên lêgerînê avakirine û qereqol li ser qerelê ava dikin. Li her kuçe û kolanê tîmên taybet bi cih dikin. Êdî navçe bûye wekî girtîgeha vekirî. Niha jî li gelek taxan qereqol tên avakirin. Li navçeya Cizîrê ku li Yafesê Qeeqola Sînor, li taxa Nurê Tabûra tangan û Fermandariya Garnizonê, li navenda navçeyê Midûriyea Polîsan a Şaxa Zarokan, li Yafesê Pêveka Midûriyeta polîsan, li taxa Konakê Midûriyeta Polisan hatibûn, niha jî dest bi avakirina 5 qereqolen nû dikin.

Navenda Çandê ya Şaredariyê wekî nokteya polîsan bikar tînin

Li taxa Nurê Lîseya Ataturkê, li taxa Cudî Midûriyeta Rêyên Bejayî û Lîseya Pîşeyî ya Endustrî, li taxa Sûrê jî Dibistana Seretayî ya Îsmaîl Ebuliz û li taxa Yafesê jî Lîseya Îmam Xatîbê wekî qereqol tên avakirin. Dibistanên ku dikin qereqol derdorê wan bi blokên betonên bilind pêçan e. Li taxa Yafesê jî li ser Rêya Derdorê û Parka Dortyolê nokteyên polîsan hatin avakirin. Hemû maşîneyên di rêya derdorê re derbas dibin di kontrola GBT'rê re derbas dikin. Polîs li nokteyê bi taybetî motosikletan desteser dikin û gelek caran welatiyan binçav dikin.

Piştî şerê komkujiyê maşîneyên zirxî bê navber li nava bajar digerin û dixwazin welatiyan çavtirsandî bikin. Niha jî polîsên bi maske û çekên lûledirêj tev li polîsên din bûn. Polîs kom bi kom li nava bajar digerin û gefan li welatiyan dixwin. Li gelek nokteyên bilind ên li ser bajar jî maşineyên zirxî hatine bicihkirin. Di ketin û derketina bajar de jî gelek nokteyên lêgerîînê hatine avkirin. Ji ber nokteyên lêgerînê di ketin û derketina bajar de gelek caran bi sedan erebe li pey hev rêz dibin.

(mae)