1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Herî kêm 350 kes mirin du hezar kes di bin axê de ne
Herî kêm 350 kes mirin du hezar kes di bin axê de ne,herî,kêm,350,kes,mirin,du,hezar,kes,di,bin,axê,de,ne

Herî kêm 350 kes mirin du hezar kes di bin axê de ne

Li Afganîstanê hezaz: Herî kêm 350 kes mirin du hezar kes di bin axê de ne

A+ A-

QABÎL 03.05.2014 09:45:25 Hat ragihandin jimara kesên ji ber hezaza erd a li başûrê rojhilatê Afganîstanê rû da, jiyana xwe ji destdayîn gihişt 350’an û xebatên rizgarkirinê hîn berdewamin.

Felaket, li ser sînorê welêt yê çiyayî û hejar ê bi Tacîkîstan, Çîn û Pakîstanê re li bajarokê Argo yê bi ser herêma Badahşan’ê de, pêk hat.

Piştî barana zêde, kevir û heriya giran ya kombûyî, bi taybet zerer û ziyanek mezin da gelek malbatên li gundê Aab Barek.

Mîsyona NY’yê, UNAMA a li Afganîstanê, di daxuyaniya xwe ya roja Înê kirî de ragihand ku herî kêm 350 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên Afganî ji zêdebûna bîlançoyê bi fikarin. Waliyê herêmî Şah Valîullah Adeb diyar kir, dibe ku 2.500 kes miribin.

Rayedaran destnîşan kirin ku xebatên rizgarkirinê berdewam in. Ji ber şemitîna erd bi hezaran kes neçar û bê hêvî mane. Nîştecihên Aab Barek’ê li gundek cîran tên hewandin. Rêxistina Qûta Cîhanê (PAM) li ser bûyerê ev bilêvkirin ‘pêwîstiya mirovan bi xwarin, cihekê mayînê û tendurustiyê heye. Her tiştê xwe winda kirine’.

Li Afganîstana ku ev 30 sal in şer lê berdewam û di nava welatên herî xizan ê Cîhanê de cih digre, hefteya bihurî jî li başûrê welat ji ber sedemê felaketa lehiyê, 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.