1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Heta li ser tirba me giha şîn bibe em ê axa xwe neterikînin'
'Heta li ser tirba me giha şîn bibe em ê axa xwe neterikînin',heta,li,ser,tirba,me,giha,şîn,bibe,em,ê,axa,xwe,neterikînin

'Heta li ser tirba me giha şîn bibe em ê axa xwe neterikînin'

A+ A-

ÎBRAHÎM ASLAN / ERSÎN ÇAKSU

KOBANÊ (DÎHA) - "Heta li ser tirba me giha şin bibe em ê axa xwe neterikînin." Ev gotin aydî jineke ji Kobanê ya ku li herêma Til Şeîrê di bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomîne lê axa naterîkîne. Jinên ku li herêma Til Şeîrê dijîn nirxandina "Em çiqas tî û birçî bimînin, li ber sermayê bimînin jî em ê neçin Tirkiyeyê. Ji me re dibêjin werin Tirkiyeyê. Em ê bên Tirkiyeyê çi bikin. Jixwe ev tiştên ku hatine serê me hemû ji ber belaya Tirkiyeyê ye" kirin.

Berxwedana ku li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir kete roja 83'yemîn. Li bajar li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê yên li eniyan şer dikin jî bi îradeyeke mezin berdewam dike. Li navenda bajar û li xeta sînor li herêma Til Şeîrê welatiyên ku dijîn ji ber pevçûnan gelek pirsgirêkan dijîn. Ligel hemû astengiyan ji bo pêdiviyên zarokan bi cih bînin gelê Kobanê hemû zehmetiyan digirin ber çavan û hema her roj gel dibe hedefa çeteyan. Çeteyên DAIŞ'ê li dijî hemû deverê bajar bi hewanan êrîş dikin û bi taybetî jî herêma Til Şeîrê ya sivîl dimînin hedef digirin.

Hewl didin zarokên xwe biparêzin

Sivîlên li herêma Ti Şeîrê dijîn ji bo ku ji hewanan biparêzin di bin wesayîtên xwe de cih kolane û dema hewan tên avêtin ji bo nebin hedef dikevin van deran. Ji ber ku hewa her diçe sar dibe sivîlên li vir dijîn gelek pirsgirêkan dijîn û ji bilî zarokan jin jî zehmetiyên mezin dijîn.

'Dixwazin me serjê bikin'

Jina bi navê Hedlê Beko diyar kir ku li cem hevalan rewşa wan baş e û wiha axivî: "DAIŞ'ê em kirin pênaber. Xaniyên me wêran kirin, malên me talan kirin û dixwazin me serjê bikin. Çi ji destên wan tê dikin. Binêrin li binê me mayin hene û li vê aliyê me jî DAIŞ heye, li aliyê din jî (Tirkiyeyê nîşan dide) dijmin heye. Bi çekên kanasan gule davêjin, hewanan davêjin. Li vê otobusê binêrin; li aliyeke wî guleyên DAIŞ'ê avêtiye hene, li aliyê din jî guleyên ku Tirkiyeyê avêtine hene. Dema gule tên em dikevin cihên me kolandiye."

'Dewleta tirk ji me çi dixwaze?'

Beko destnîşan kir di destê YPG'ê de çi hebe digihîne wan û wiha berdewam kir: "Lê em penaber in. Çi heqê DAIŞ'ê li vir heye? Ev der ji berê ve axa Kurdistanê ye. Dewleta tirk ji me çi dixwaze? Ji berê heta niha ji Qazî Mihemmed, ji Şêx Saîd heta niha Tirkiye vê yekê dike. Ev dewrana çendemîn e? Di şerê Iraqê de jî tirkan êrîş kiribûn. Niha piştî ku li vir şer derket dîsa Tirkiye di nav de heye. Tirkiye çi dixwaze? Tu kesî me nîn e, ji bilî çar parçeyên Kurdistanê. Sê salan me bi hêza xwe li ber xwe da. Îro jî em li vir in."

Jina bi navê Kewser jî anî ziman ku ew di qadeke tend de asê mane û wiha berdewam kir: "Em li pey şehîdan in. Heta li ser tirba me giha şin bibe em ê axa xwe neterikînin. Bangewaziya me ji bo çar parçeyên Kurdistanê ew e ku piştgiriyê bidin me. Du kurên apê min di şer de ne. Yek jê şehîd ket."

'Tekane daxwaza me ew e ku Kobanê vegere rewşa xwe ya berê'

Jina bi navê Naz Asmîn da zanîn ku ew li herêma Til Şeîrê di hundirê wesayîtên xwe de dijîn û wesayîtên wan bûne malên wan û rewşa tu têde ne wiha anî ziman: "Telên sînor ên Tirkiyeyê jî ji bo me bû cihê ku em cilên xwe didaliqînin. Gelek pêdiviyên me hene wekî berê nîn in. Sobe nîn e, hewa sar e, tiştên me yên zivistanê nîn e. Zarok li Bakur in, kurê min ê biçûk li vir e. Ew li vir lastîkan tamîr dikin û alîkariya hevalan dikin. Tekane daxwaza me ew e ku Kobanê vegere rewşa xwe ya berê."

'Em li vir şehîd bikevin em ê ji vir neçin'

Jina bi navê Fatma Smaîl a ji gundê Qorê ya Kobanê ye jî destnîşan kir ku hewanên ku DAIŞ davêje dikeve cihên ku gel lê dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me hemû tiştên xwe hişt û em hatin. Tenê me bi wesayîta xwe ve doşek û betanî me anî. Hemû tiştên me li wir ma. Malbata min li vir e, du kurên min jî alîkariya hevalan dikin. Em naxwazin biçin Tirkiyeyê. Em li vir şehîd bikevin lê em ê neçin wir."

'DAIŞ çekên kanas û hewanan leşkerên tirk bi bombeyên gazê êrîş dikin'

Jina bi navê Emel Hemûd jî welatiyeke ereb a ji Mînbîcliyê ye. Hevserê wê kurd e. Navê zarokeke xwe kirine Kurdistan. Hemûde jî ji bo rewşa ku têde ne wiha diaxive: "Ez ereb im, ne kurd im. Ev sê meh in li vir im. 3 zarokên min hene. Em li vir gelek pirsgirêkan dijîn. DAIŞ bi kanas û hewanan leşkerên tirk jî bi bombeyên gazê êrîş dikin. Li vir hewan bi keça cînarê me ket û jiyana xwe ji dest da. Me her tişt qebûl kir; tîbûn birçîbûn serma û hewan me her tişt qebûl kir. Hê jî li ser me pêkutî hene. Lê hêviya meya vegera gund heye. Zarok nebin em ê tu caran ji tiştekî netirsin. Ji bo ku tiştek bi zarokan neyê em ji bo tiştekî xwe xemgîn nakin. Em çiqas tî û birçî bimînin û ji ber sermayê bimînin jî em ê neçin Tirkiyeyê. Ji me re dibêjin werin Tirkiyeyê. Em biçin Tirkiyeyê çi bikin? Ji ber li vir hemû tiştên ku hatiye serê me ji ber Tirkiyeyê ye. Em bimirin jî bila mirin li ser axa me be. Bes tenê bila şerefa me ji bo me bimîne. Ma xwîna me ji yên ku ji bo vê axê dirijînin bi nirxtir e?"

(sa/wk)