1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Hevdîtinên bi Ocalan re nehatana astengkirin, dê ev êş nehatana kişandin"
"Hevdîtinên bi Ocalan re nehatana astengkirin, dê ev êş nehatana kişandin",hevdîtinên,bi,ocalan,re,nehatana,astengkirin,dê,ev,êş,nehatana,kişandin

"Hevdîtinên bi Ocalan re nehatana astengkirin, dê ev êş nehatana kişandin"

A+ A-

MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê cara ewil bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, diyar kir ku heke hevdîtinên bi Ocalan re bidomiyanan dê evqas êş nehatanan kişandin û wiha axivî: "Ev vê nîşan dide; yanî feraseta li gel şidetê, feraseta dixwaze kurdan bitepisîne rê li ber hevdîtinên bi Birêz Ocalan re girt. Çimkî, di wê baweriyê de me ku dê Birêz Ocalan mudaxileyî gelek mijaran bikirana û ji bo ev veguhastana zemîneke demokratîk, dê zaf hewl bidana. Profîla Ocalan a min nas kiriye, dizanim û dîtiye ev bi xwe ye."

Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê di destpêka "Pêvajoya Çareseriyê" de cara ewil tevî Ayla Akat Atayê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir, pêvajoya têkildarî qutkirina hevdîtinên bi Ocalan ên ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha ji dîhaberê re şîrove kir.

Turk, anî ziman ku wan wek heyeta ewil tevî Ayla Akat Atayê bi Ocalan re hevdîtin çêkirine û diyar kir ku, ji bo ew deriyê serdemeke nû vebikin, bi rê û rêbazên aştiyane pirsgirêka kurd çareser bikin bi Ocalan re hevdîtin çêkirine û wiha axivî: "Me jî bi parvekirina hevdîtinên hatin çêkirin re anîbû ziman ku, ev pêvajo di mijara çareseriya bi rêbazên demokratîk, li zemînekî demokratîk de destpêkek e. Heta dema em çûn, me got, 'Bi dewletê re hevdîtineke me ya zaf cidî çêbû, em baş nizanin çi difikire.' Wî jî got, 'Dizanim.' Me li vir hin hevdîtin çêkirin. Got, êdî di pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk pêş ve çûye, divê teqez ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin."

'FERASETA HIKÛMETEKE KU JI PMVAJOYA ÇARESERIYÊ NERIHET DERKET PÊŞBERÎ ME'

Turk, anî ziman ku wan di hevdîtinên çêkirine de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji serî ve nêzîkatyeke li ser riyeke maf û azadiyan, perwerdehiya bi zimanê dayikê, daxwazên nasnameyê, rêgeza rêveberiya herêmî nîşan daye û wiha domand: "Tabî anî bû ziman ku, dê pêvajoyeke dûr û dirêj a muzakareyan dest pê bike. Wek hûn dizanin, dema hin pirgirêk hebin ev di pêvajoyên muzakerayn de tên nîqaşkirin, lê belê dê di wê mijarê de rêbaz û pêşniyarên çareseriyê bi awayekî aşkere bihatanan nîqaşkirin. Lê, wek tê zanîn hemû xebatên hatin kirin dirêj ajotin. Paşê, piştî me hevalên me yên din hevdîtin çêkirin. Ji xwe ne hewceye em qala vê bikin. Piştî 7'ê Hezîranê feraseta hikûmeteke ku bi temamî ev mase qeliband û ji vê rewşê nerihet bû derket pêşberî me. Yanî Birêz Ocaln bawerî vê dike; ji bo kîn û nefreta di navbera gelan de mezintir nebe, di mijara çareseriya jiyaneke wekhev û azad a gelan de bisirar bû. Me ev bi awayekî zaf eşekere dît û anî bû ziman."

Turk di dema hevdîtinan de gotina herî balkêş a Ocalan ji bo wî gotibû bi van gotinan dubare kir: "Her serdem xwedî xwemaliyên taybet e. Divê em ji cihekî ve dest pê bikin. Me heta roja îro bi her awayî li ber xwe da. Lê asta em hatinê êdî bi axaftinê, bi nîqaşan çareseriyekê divê. Di vê mijarê de ez bi biryar im."

NEHIŞTIN OCALAN MUDAXILEYÎ PÊVAJOYÊ BIKE

Turk, dest nîşan kir ku di hevdîtinan de tişta wan dîtiye Ocalan her li gel çareseriyê bûye û got, ji 5'ê Nîsanê heta niha sedema neçêkirina hevdîtinan ew e ku, hikûmet dixwaze bi şidetê pirsgirêkê bitepisîne. Turk, diyar kir ku heke wê serdemê hevdîtin bidomiyanan an jî niha destpê bikirinan, dê li vê xaka evqas êş nehatanan kişandin.

Turk, diyar kir ku heke hevdîtin çêbibin teqez dê Ocalan mudaxileyî pêvajoyê bike û dê ji bo astengkirina rijandina xwînê tewrê xwe nîşan bide û wiha domand: “Ev vê nîşan dide; yanî feraseta li gel şidetê, feraseta dixwaze kurdan bitepisîne rê li ber hevdîtinên bi Birêz Ocalan re girt. Çimkî, di wê baweriyê de me ku dê Birêz Ocalan mudaxileyî gelek mijaran bikirana û ji bo ev veguhastana zemîneke demokratîk, dê zaf hewl bidana. Profîla Ocalan a min nas kiriye, dizanim û dîtiye ev bi xwe ye. Lê belê, dema ev hevdîtin hatin qutkirin Birêz Ocalan rastî bêderfetiyên ku mudaxileyî pêvajoyê bike û di vê mijarê de twsiyeyên xwe bibêje hat, yanî di nav bêderfetiyan de ev pêvajo derbas kir. Şensekî wî yê mudaxilekirinê çênebû. Yanî ez vê her tim dibêjim. Xwezî bi Birêz Ocalan re ev hevdîtin nehatanan qutkirin û ji bo geşdenanên îroyîn fikrên xwe, ramanên xwe bi raya giştî, bi gelan re parve bikirana."

GOTIN 'BI DERENGÎ KET' QAJQAJOKIYA ŞER E

Alîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş jind û got, bo daxuyaniya "Şaşiyên me jî çêbûn" gotibû, "Daxuyaniyeke derengmayî." Turk, vê bersiva Kurtulmuş jî nirxand û got, ev daxuyanî daxuyaniyeke xeyrî cidî ye.

Turk, got lêgerîna aştiyê bêrî û hesreta her mirovî ye û wiha axivî: "Rawestandina pevçûnan, bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza me hemûyan e. Ji bo aştiyê derengmayînî tune ye. Aştî ji bo her demê ye, sed salî jî pevçûn bidomin, şer çêbibin jî taliyê hewecetiya nîqaşkirina vana û çareserkirina wan divê. Ji ber vê tabîreke 'bi derengî ket' qajqajokiya şerî ye. Daxwaza aştiyê, rawestandina xwînê, di navbera gelên me yên bi kîn û hêrsa rûkalî hev bûne avakirina diyalogan, avakirina pirekê daxwaza me hemûyan e. Teqez dê rojekê ev çêbibe. Lê daxuyaniyeke bi vî rengî tenê ji bo derdorên nîjadperst, netewperest peyamek e. Yanî alîgirê serokwezîrekî, mirovek çawa diera ji bo aştiyê bêje bi derengî ketiye? Bi rastî jî aqilê min vê nagire. Wisa difikirim daxuyaniyeke bêtalih bû."

Aynur İnedi - dihaber