1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Hevpeymana Civakî a FDBS'ê
Hevpeymana Civakî a FDBS'ê,hevpeymana,civakî,a,fdbs,ê

Hevpeymana Civakî a FDBS'ê

A+ A-

RÊGEZÊN BINGEHÎN ÊN DESTÛRA SÛRIYA DEMOKRATÎK


Netewa Demokratîk:
Netewa demokratîk netewa ku hemû pêkhateyên civakê di nav de bi  hev re û bi awayekî wekhev bijîn û erkên xwe pêk bînin. Her wiha ji hemû çand, ol û etnîsîteyan tê avakirin û mafê ferd û civakê tê dayîn.


Welatê Hevbeş:
Wek gelê Sûriyeyê pêdiviya me bi danasîneke  nû ya têgeha welatê hevbeş heye. Têgeha welat ji feraseta yek etnîste, yek ziman û yek dîn nayê avakirin. Lê belê  welat ji hemwelatî, pirziman, pirnetew û pirolî tê avakirin. Eger welat li ser vê ferasetê were avakirin dê yekîtî û biratiya gelan pêk were.
Berevajî vê yekê eger welat ji hestên tevlîbûna yek etnîste were avakirin, beşekî mezin ji hemwelatiyan dê ji derve bimînin. Ev feraset parçebûnê çêdike û faşîzmê ava dike.


Komara Federala demokratîk:
Pênasekirina komarê wekî dewleteke neteweyî hemû pêkhateynên herêmê nagire nav xwe, ji ber ku dewleteke neteweyî tu carî nabe dewleteke demokratîk. Tişta girîng ew e ku di Komara Federaliya Demokratîk ya Sûriyê de terzê dewletê neyê bikaranîn û li ser esasê ol û netewên civakê tu ferq û cudahî gelê herêmê. Ev yek ji bo çareserkirina dozên Sûriyê girîng e. Divê pênaseyeke hiqûqî ji Komara Federaliya Demokratîk a Sûriyê re dîtin û wekî sîstemeke zagonî û demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê re were destnîşankirin. Bi vê yekê naveroka neteweya demokratîk tê rûniştandin. Pênasekirina Komara  Federaliya Demokratîk a Sûriyê bêyî tu peyv û têgehên irqî û olî, hemû pêkateyên civakê digire nav xwe û firehtir dibe.


Destûra Demokratîk:
Divê prensîbên demokratîk xwe bispêrin  lihevkirineke civakî û nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê bikin, da em bigihêjin sîstemeke rêveberiyê ku di nav de hemû pêkhateyên civakê mafên xwe biparêzin. Her wiha rê li pêşiya saziyên civakî û hemû beşên civakê tê vekirin ku xwe pêş bixe û birêxistin bike û bi pêşengiya jin û ciwanan rola xwe di civakê de bilîze.  Destûra demokratîk yekîtiya Federaliyan di welatekî de ye misoger dike.


Xweparastin:

Doza xweparastinê di destpêka dozên ku em jiyan dikine. Di dîrokê de tê xuyakirin ku jiyana ku xweparastin têde nebe, wê di aliyê civakî de bi trajediyekê bi dawî bibe û rastî hemû cureyên qirkirinê were. Ji ber vê yekê ji bo her jiyaneke azad, wekhev û dadewerî xweparastin girîng e.


Azadia Jinê:
Doza azadiya jinê di civakên me yên Sûriyê  de dozeke girîng e. Di civaka me rola jinê di avakirina civakê tê binpêkirin. Ji bo ku rê li pêşiya kiryarên dûrî demokrasiyê ku li dijî jinê têne bikaranîn, divê di madeyên destûrê de bendên wekheviya di navbera jin û mêr di hemû qadên civakê de werin bicihkirin. Ji ber vê yekê beşdariya aktîf a jinê di vehûnandina destûra nû ya Sûriyê de girîng e.


Aborî:
Divê siyaseteke aborî were rûniştandin da civakê û ekolojiyê li hember keysbaziyê biparêze û hemû pêdiviyên civakê pêk bîne, her wiha xêrên binerd ên Sûriyê bi awayekî dadwerî werin belavkirin, da rê li pêşiya dizî û keysbaziyê were girtin. Her wiha divê rûdana bêkariyê jî ji holê rabe û derfetên kar bêyî ku tu cudahî bikeve navbera pêkhateyên civakê de werin peydakirin.


Çand û  Ziman:

Mafekî bingehîne ku her pêkhateke bi zimanê xwe biaxive û bi çanda xwe jiyan bike. Ji ber vê yekê misogerkirina xwendina bi zimanê dayîkê di destûra nû  de ji bo pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Turkmen girîng e. Ev yek dê hevgirtina civaka Sûriyê di warê civakî û çandî de xurt û rê li pêşiya yekîtiya wê veke.


Li ser bingehê prensîbên ku hatin destnîşankirin, wekî Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê em ê hewl bidin çareseriyeke demokratîk ku hemû gelê Sûriyê digirie nav xwe pêş bixin. Em ji raya giştî re didin xuyakirin ku em amade ne bi hemû alî û hêzên Sûriyê re danûstandinan bikin da Sîstemeke Demokratîk ku aştiyê li tevahî Sûriyê misoger bike, ava bikin.″


Bêjeyên Miftehî