1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevseroka KNK’ê: Divê 45 milyon Kurd sînorên Sykes Picot ji holê rakin
Hevseroka KNK’ê: Divê 45 milyon Kurd sînorên Sykes Picot ji holê rakin,hevseroka,knk,ê,divê,45,milyon,kurd,sînorên,sykes,picot,ji,holê,rakin

Hevseroka KNK’ê: Divê 45 milyon Kurd sînorên Sykes Picot ji holê rakin

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê di 100. Saliya peymana Sykes Picot de bal kişande ser yekîtiya netewî ya Kurdan ji bo parçekirina vê peymanê û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiya 16’ê Gulanê ya li ser pira deriyê Sêmalka bibin

A+ A-

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurditanê Nîlûfer Koçe ji RojNews re axivî û dazanîn ku Sykes Picot ji bo berjewendiyên welatên rojava li Rojhilata Navîn bi cih bîne û bi sazî bike weke projeyekê hat pêşxistin. Koç diyar kir ku divê 45 milyon Kurd ji sînorên ku ew parçekirinê ji holê rakin.

‘Berxwedana herî sîstematîk di vê sedsalê de Kurdan li hember Sykes Picot kirin’

Nîlûer Koç di berdewam axaftina xwe de got: “Ne tenê Kurd tevahî gelê Rojhilata Navîn bi vê peymanê hatin parçekirin, ji ber ku ferzkirina deshilatdariyê li ser esasê parçekirina herêmekê hate çêkirin. Li hemberî vê di serî de gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê berxwedaniyeke mezin kirin û bi awayekî ev peyman redkirin. Berxwedana herî xurt û sîstematîk ya vê sedsalê li Kurdistanê derkete pêş ji ber ku bi Sykes Picot Kurdistan bû metingeha her çar dewletên serekî yên ku di Lozanê de hatin çêkirin Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye, di heman demê de Kurdistan bû koloniya navdewletî ji ber ku yên parçekirin hêzên navdewletî bûn. Bi taybetî jî piştî ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û di navçeyê de derfetên guhertinê derketin holê, li başûrê Kurdistanê gav bi gav destkefek hate avakirin û di sala 2003` an de bû xwedî statuyeke fermî weke parçeyek ji Iraq a federal.”

Hevseroka Kongreya Netewî Koç bal kişande ser berxwedaniya li Rojayê Kurdistanê ku Sykes Picot vala derxistiye û wiha domand: “Gelê me yê Rojava jî bi qasî 30 salin li hemberî înkar û şovenîzma pergala Baas têkoşînekê dimeşîne. Di encama şerekî bi qehremanî û fedayî de Kurdan bi hêza xwe li gel pêkhateyên din Sykes Picot vala derxist. Îro li Rojava sê Kanton hene û bi pêşengiya gelê Kurd de rojava û bakûrê Sûriye ber bi federasyonekê ve dicin, nemaze projeya ferderasyona demokratîk hatiye îlankirin ev jî dibe destkeftekî duyemîn ê mezin ku piştî peymana Sykes Picot Kurdan bi dest xistiye.

‘Sedsalan Kurd çewisandin niha bixwe ketine nav kirîzekî’

Di berdewama axfatina xwe de Koç dazanîn ku Bakûrê Kurdistanê îro li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya ku sed salin xwedî siyasetek bi îtîfaqên li dijî Kurdan tê nasîn di nava berxwedaneke bêhempa de ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ew siyaset jî hatiye wê astê ku pûç dibe çawa ku pergala dîktator a Sadam bi berxwedana Kurdan hate rûxandin, niha jî dewleta herî mezin a ku li ser ezmûna 600 salî ya Osmaniyan avabûyî, ku di heman demê de endamê NATO ye weke kela NATO ya Rojhilata Navîn e. Ew jî li ser piyan nema ji ber wê ev hemû qezancên gelê kurd in. 100 salan gelê Kurd çewisandin niha jî bi xwe ketine kirîzekê ku nikarin jê derkevin. Êdî Tirkiye çareseriya xwe di pêşxistina faşîzmê de dibîne, dewleta ku kete pêvajoya faşîzmê ew dewlet dikeve pêvajoya têkçûnê. Ji ber ku niha li hemberî wê alternatîf hene, ew alternatîf jî di 7’ Hezîrana par de li Bakûrê Kurdistanê bi serket û peyitand ku dewleta netewe ya li ser esasê Tirkbûnê nikare hebûna xwe berdewam bike.”

‘Êdî têgihiştina parçekirinê ya Sykes Picot têk çûye’

Nîlûfer Koç ragihand ku Sykes Picot destwedaneke derve bû, parçekirin hedef dikir lê belê Kurd hevgirtin û yekbûnê pêk tînin û got: "Bêguman dema em behsa vê mijarê dikin ne tenê gelê Kurd hatiye parçekirin her wiha êl û eşîrên Ereban jî hatine parçekirin, dema ku em li tixûbê Başûr û Rojava binêrin êla Ereban ya bi navê şemir jî parçebûye beşekî wê li rojava ye beşek jî li Başûr e. Her wiha gelên Asûrî, Suryanî û Keldanî jî hatine parçekirin. Gelê Kurd bi dirûşmeya yekîtiya me hêza me ye, hemû pêkhateyên heremê himbêz dike. Bi vê serkeftinê ve têgihîştina parçekirinê têkçûye, ew jî tê wateya ku hişmendiya Sykes Picot li Kurdistanê nikare xwe berdewam bike. Serkeftina herî mezin jî ew e ku Kurdistaneke gelan, rengan, netewan û baweriyan dike yek ber bi pêşve diçe. Ev serkeftin bi taybet ji bo gelê me û tevahî pêkhateyên ku ji siyaseta parçekirinê re bûne qurban e.

Armanca me ew e ku em têgihîştina parçekirinê ya ku Sykes Picot temsîl dike şermezar bikin, bi şermezarkirina wê em dixwazin peyama ku berdewamkirina Sykes Picot li herêmê nameşe bidin hêzên navdewletî. Nemaze gelê Kurd çareseriya xwe diyar kiriye û em wan hêzên navdewletî vedixwînin ku li hemberî gelên herêmê rexnedayîna xwe bidin, rexnedayîn di wateya ku siyaseta xwe ya li herêmê di ber çavan re derbas bikin û siyaseta xwe ya li ser her çar parçeyên Kurdistanê sererast bikin."

‘Em naxwazin Rêveberiya Rojava û Başûr bixine tengasiyê’

Nîlûfer Koç besha armanca çalakiya di roja 16’ê Gulanê de kir û wiha axivî: “Em dixwazin bi çalakiya xwe nîşanî gelê Kurd bidin ku bi berxwedana sed salî gihîştiye wê encamê ku yekîtiya me di warî rûhî de çêbûye û hindik maye di warê fîîlî de jî sînoran di navbera xwe de rakin. Sînorê di navbera Rojava û Başûr de ji her du aliyan ve bi tevahî di destê hêzên Kurdî de ye, bêguman ev jî destkefteke mezin e û em vê pîroz dikin. Bêguman aramanca çalakiya me ne ew e ku em hêza xwe raberî hêzên herêmê bikin. jixwe armanca me ne ew e ku em rêveberiya Başûr û Rojava bixin tengasiyê, ji ber ku hevsengiyên siyasî hene û gelek hesabên cuda li ser Kurdistanê hene. Lê belê nêzikatiya ji Kurdistanê re nebe ku weke berê be. Em hêvî dikin ku her du rêveberiyên Rojava û Başûr piştgiriyê bidin me, ji ber ku em dixwazin bi vê çalakiyê serkeftina wan pîroz bikin.”

’45 milyon Kurd dixwazin sînorên em parçekirine ji hole rabin’

Hevseroka Kongreya Netewî Nîlûfer Koç di dawiya axaftina xwe de ji bo çalakiya li ser pira deriyê Sêmalka ev bang kir: “Me bang li saziyên sivîl û rêxistinên siyasî yên girêdayî KNK kir, her wiha me bang li hemû kesên li gel me hemfikir in kir, em di wê baweriyê de ne ku 45 milyon Kurd dixwaze ew sînorên em parçekirine ji holê rabin. Her wiha divê em ji cîhanê re nîşan bidin ku Kurdistan qada şerê li dijî DAIŞ, faşîzm û dîktatoriya mîna Tirkiye û Baas e. Ji lewre divê her kes piştgiriyê bide Kurdan, Kurdistan bibe navendeke ku demokrasî lê pêş bikeve. Em bang li her kes û hêzên ku weke me difikirin dikin ku di 16`ê Gulanê de ku 100. salvegera peymana Sykes Picot e di seet 14:00 werin ber pira sêmalkan. Em dixwazin peyama xwe bi civîneke çapemeniyê bi gelê xwe re parve bikin û heman peyamê bigihînin raya giştî a cîhanê û bi taybet hêzên navdewletî. Em dixwazin ev dîrok neyê ji bîrkirin, hem wê dîrokê bînin bîra xwe hem jî serkeftinên xwe pîroz bikin.”

(ge)