1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Hunera jinên kurd û Xemrî-Mor
Hunera jinên kurd û Xemrî-Mor,hunera,jinên,kurd,û,xemrî,mor

Hunera jinên kurd û Xemrî-Mor

Hilberînên hunerê yên jinên kurd bi Xemrî -Mor re li hev hat

A+ A-

FERHAT ARSLAN Jinên kurd ên ji herêmê koçberî Mêrsîn bûn di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Mêrsînê xebatên xwe yên hunerê dimeşînin. Jinên ciwan ên bi projeya "Xemrî-Mor" hatin cem hev piştî 2 salan xebat meşadin dest bi encam girtinê kirin. Jinên bi awayeke kolektîf hemû hunerên kurd pêşandidin. Jinên di encama xebatan de qoroya jinan, koma muzîkê, folklor, şano û enstrumantal dikin ji bo bîranîna hunermenda kurd şehîd Mizgîn dest bi xebatên kêşandina klîbekê kirin.

Jinên ji bajarên herêmê koçberî Mêrsînê bûn ji bo ku çanda xwe ji bir nekin û ji pêşerojê re bihêlin li NÇM'ê xebatên hunerê dimeşînin. Jin bi prjeya bi navê "Xemrî-Mor" a ku hemû jin in hatin cem hev û dest bi xebatan kirin. Piştî 2 salan xebatên xwe meşandin dest bi encam girtinê kirin. Ji mamosteyên projeya Xemrî-Mor Rojbîn, bal kişand ser dest pê ka projeyê û xebatên hunerê û bi navê Xemrî-Mor qoroya jinên ciwan pêk anîn. Rojbîn, anî ziman ku jinên di projeyê de cih digirin folklor, qoroya jinan, koma erbaneyê, şano û koma muzîkê avakirin û wiha got: "11 jin di qoroyê de cih digirin. Berê teoriya notayê hate dayîn. Pişt re xebatên pratîk hatin kirin. Piştî 2 salan qoroya zarokan û komên muzîkê lê hatin zêdekirin. Di çarçoveya vê projeyê de ewil em dê ji bo straneke Şehîd Mizgîn klîbekê bikêşnîn." Rojbîn, da zanîn ku ew dê xebatên xwe bigihijînin 11'ê gulanê û wiha axivî: "Li ser dikekê hem erbane û hem jî enstrumantal dê bên guhdarkirin, hem şano û hem xebatên qoroyê tê bên kirin. Bi kurtasî hemû xebatên jinan dê bên pêşandan."

Navê projeyê gerdunî ye

Rojbîn, bilêv kir ku endamên projeyê hemû mexdurên koçberiyê ne û wiha pê de çû: "Piranî jinên ciwan ên gundên wan hatin valakirin û li metropolan bi êşan mezin bûn in. Ji ber vê yekê hêj bêtir girêdayî çanda xwe ne. Em 2 sal berê dest bi projeyeke wisa kir û li ser Mor em rawestiyan. Mor peyveke gerdunî ye û bi kurdî tê wateya Xemîr. Peyveke estetîk û rengê jinê ye."

Ji endamên projeyê Berîtan Aydin, diyar kir ku weke hevalên wê yên din jî gundê wan hate şewitandin û bi zorê hatin koçberkirin û wiha got: "Em 20 sal berê ji navçeya Dihê ya Sêrtê koçberî Mêrsînê bûn. Gundê me hate valakirin û em li vir hatin dinê. Divê me xwedî li çand, ziman û hunera xwe derbikevin. Ez gelek keyfxwe şim ez di Xemrî Mor de cih digirim."

Cejna Saruhan jî diyar kir ku ew gelek şanse di nav Xemrî-Mor de cih digire û wiha got: "Em jî ji Sêrtê koçberî hatin wir. Gundê me hate valakirin. Ez gelek keyfxweş im ku di qoroya Xemrî-Mor de cih digirim. Di nav xebateke wisa de ez cih digirim ez xwe gelek bi şans dibînim."

'Xemrî-Mor çanda me nîşandide'

Bahar Seçkîn jî diyar kir ku ew ji Nisêbînê koçberî Mêrsînê bûnû di nav xizaniyê de mezin bûn û wiha axivî: "Li Nisêbînê gundê me hate valakirin û em koçberî Mêrsînê bûn. Ez keyfxweş im di qoroyeke wisa de cih digirim. Ji ber ku em li NÇM'ê parastina çand û zimanê xwe dikin." Hebun Yuksekbag jî diyar kir ku ew bi xwîşka xwe re di nava projeyê de cih digirin û malbata wan 20 sale li Mêrsînê dijî. Seyhan Yildirim jî diyar kir ku ew jî weke hevalên xwe yên ciwan di qoroyê de cih digire di projeyê de enstruman, folklor û gelek xebatên din dike.

(bd/mae)