1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ćima Kuśtina 12 Gêrîllayan Di Dema «Ceźna Zimanê Kurdî» Da, Ćima?!
Ćima Kuśtina 12 Gêrîllayan Di Dema «Ceźna Zimanê Kurdî» Da, Ćima?!,ima,ku,tina,12,gêrîllayan,di,dema,ce,na,zimanê,kurdî,da,ima

Ćima Kuśtina 12 Gêrîllayan Di Dema «Ceźna Zimanê Kurdî» Da, Ćima?!

A+ A-

Di ćîrokên kurdan da ruvî li gorî kîźan rolê tevdigerin, dewleta tirkan ya niźatperest u faśîst źî bi heman xususiyetan hatiye kemilandin.

Bê guman roźeva siyaseta kurdan hertim źi hêla dewleta faśîst va tê manîpule kirin.

Fikir u tevgerên kurdan bi vî hawî têne kontrol kirin.

Tevî ku ez u gelek kesên din źî di nav da, hertim dikin qîrreqîrr źibo ku «cîddiyeta zimên» di mêźiyê kurdan da bibe guhark, zêde haya kesî źi kesî tun e.

Ev salek u du sal bun ku halê zimanê me kurdî pirr kêm bibe źî di nav civaka kurd da ketî bu roźevê. Źibo vê yekê ćend meśên śermokî źî hatî bunn li dar xistin.

Lê dewleta tirkan bi hemî dezgehên xwa yên sîvîl u leśkerî herro bi mîlyonan zarok u mezinên kurdan di nav ćerxa asîmîlasyonê ra derbaz dike.

Herro bi mîlyonan kurd źi kîsa źimanê kurdî têne revandin u tune kirin.

Zimanê kurdî herro gaveke din nêzikî mirinê dibe.

Mixabin ku haya me kurdan źi rewśa zimanê me ya bi śewat tun e.

Hîn źî em di bin van śert u mercên herî lanet kirî da îmana xwa ya rezîl bi zimanê tirkan, bi zimanê diźminê qewmê xwa yê herî barbar u har germ dikin.

Bêyî ku ruyê me yê berbat u serserî hindekî śerm bike!

Wîźdana mîllî ya herî însanî źî hêdî di me kurdan da buye «îblîs»!

Kurdan dil dikir ku îsal qesî deh roźan «ćeźna zimanê kurdî» pîroź bikin, lê nebu.

Dîsan bernedan tirkan!

Di nav demeke weha da hêrîś birinn ser gerîllayan, dewdu gêrîlla śehît kirinn.

Bê guman mebesta tirkan ne kuśtin bi xwa ye.

Ew hêsaba xwa li ser tesîra vê yekê dikin.

Ew pirr baś dizanin ku kurd ewdê piśtî hêrîśeke wilo qelleś bikevin nav śînê u roźeva xwa ya bi zimên va girêdayî tevda biguherînin.

Weha źî bu.

Loma źî luksa kurdan ya ku bikevin nav śînê tun e!

Divêt di nav demên weha herî bêbext da źî ala zimanê kurdî were bilind kirin!

Bi bilind kirina ala zimanê kurdî ewdê derbeya herî mezin li dewleta tirkan ya faśîst bixe.

Divêt śahadeta her śexsê kurd bibe sebeba bilind kirina dengê ZIMANÊ KURDÎ yê muqeddes!

Beghyanî Shadî Sharîn