1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Ji ber krîza aborî xelk nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin'
'Ji ber krîza aborî xelk nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin',ji,ber,krîza,aborî,xelk,nikarin,pêdiviyên,xwe,bi,cih,bînin

'Ji ber krîza aborî xelk nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin'

Her sal bi hatina meha Remezanê re xelk bi awayek germ diçûn bazarê û pêdiviyên xwe yên meha Remezanê di kirîn, lê îsal ji ber krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê heye, bazar kême û xelk weke salên din nêzî bazarê nabin

A+ A-

CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS

Li Herêma Kurdistanê nêzî du salane krîza aborî heye û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî mûçeyên 8 mehan nehatiye dayîn. Mûçeyên hatine dayîn jî, nîvî hatiye dayîn. Wê yekê bandoriyek mezin li jiyana xelkê kiriye. Niha jî meha Remezanê nêz dibe û welatî didin diyar kirin ku krîzê bandoriyek mezin li xelkê kiriye. Der barê mijarê de welatiyê bi navê Mihemed Mecîd ji RojNews re wiha anî ziman, "Krîza aborî bandorî li tevahiya civaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Bûye sedem ku êdî weke tê xwestin xelk nikare pêdiviyên xwe pêk bînin. Herwiha ji ber krîza aborî îsal welatî ji bo meha Remezanê zêde nehatin bazarê. Ji berî krîzê welatî bi germî berê xwe didin bazarê ji bo kirîna pêdiviyên xwe. Lê niha ji ber sedemê krîzê piraniya welatiyan nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û kêm tên bazarê."

Mihemed Mecîd diyar kir ku ji ber ku bazar zêde nayê kontrolkirina bi hatina meha Remezanê re dukandar tiştan giran dikin û wiha pêde çû; "Ji ber sedemê ji aliyê qaymeqamtiyê ve çavdêriyek baş li ser bazarê pêk nayê, dukardaran di meha Remezanê de tiştên xwe giran dikin. Ev yek jî rewşekî gelek xirabe. Ev yek li Helebce jî heye. Ji ber vê yekê pêwîste komîsyona qaymeqamtiyê gelek çavdêriya bazarê bike, ji bo kontrolkirina nirxê tiştan." 'Rewşa heye PDK'ê afirandiye' Herwiha li ser heman mijarê karmend Osman Ebdulfetah ji RojNews re wiha got; "Hebûna krîza li Herêma Kurdistanê heye destê her kesê teng kiriye û sedemê wê jî zêdetir ji ber pêşbirka di nava partiyan de heye. Bi taybet jî PDK'ê ev rewş afirandiye. Bandorî li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi nêzîkbûna meha Remezanê re weke salên berê germbûna bazarê nemaye. Xelk gelek kêm tên bazarê. Ji ber sedemê nebûna mûçe û bêperetî êdî xelk nikarin piraniya pêdiviyên meha Remezanê bikirin. Ji ber vê yekê daxwazê ji hikûmetê dikin mûçeyên karmendan bidin. Hîn neketî meha Remezanê de. Ji bo xelk bikarin pêdiviyên xwe yên meha Remezanê pêk bînin."

Osman Ebdulfetah herî dawî got; "Li gel krîza aborî, li milê din piraniya dukandaran barê welatiyan girantir dikin, ji ber ku divê mehê de nirxê tiştan giran dikin. Nirxê tiştan du, sê qat dikin. Ev yek jî barekî zêdetir têxe li ser welatiyan û ji ber vê yekê jî weke tê xwestin nikarin pêwîstiyên xwe bikirin."

Welatiyê bi navê Fuad Ezîz jî wiha anî ziman; "Ji ber vê krîza aborî welatî gelek kêm diçin bazarê. Ji salên derbasbûyî kêmtir tiştan dikirin. Ji gorî çar salên berê bazar gelek kêm bûye. Krîza aborî di hemû milan de bandorî li ser jiyana welatiyan kiriye. Ji ber ku welatî kêm tiştan dikirin, dukandar jî sûdekî kêm wer digrin. Ji bo vê yekê daxwazê ji hikûmet û dukandaran dikim ku rewşa welatiyan li ber çavan bigrin. Hikûmet ji berî meha Remezanê mûçeyên karmendan bide û dukandar nirxê tiştan erzan bike. Da ku em hemû bi hev re pêşwaziyê li meha pîroz a Remezanê bikin." (ab)