1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo perwerdehiya ziman eleqeyeke mezin heye
Ji bo perwerdehiya ziman eleqeyeke mezin heye,ji,bo,perwerdehiya,ziman,eleqeyeke,mezin,heye

Ji bo perwerdehiya ziman eleqeyeke mezin heye

A+ A-

AMED (DÎHA)- Ji bo kursên kurdî yên ku ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve ji bo belavkirin û axaftina ziman daye destpêkirin geleke eleqe heye.

Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Ozan Kilinç diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pêşxistin û belavkirina zimanê kurdî xebatên wan bênavber berdewam dike. Kilinç bilêv kir ku ji 2006'an heta niha xebatên xwe didomînin û wiha berdewam kir: "Ev xebat ji bo xwendekaran aliyeke perwerdehiya kurdî dike ku pêş bixin li aliyê din jî kurdî bêhtir dewlemend dike." Kilinç bilêv kir ku ji bo hemû astan pol tên vekirin û ev agahî da: "Di nava hefteyê de û dawiya hefteyê de 8 polên me hene. Di her polê de 30 kursiyer dersê dibînin, dema ku kurs bi dawî dibe jî belge tê dayîn. Dema ku daxwaz çêdibe polên nû jî t^ne vekirin. Ji bo kesên ku nû dixwazin bi kurdî fêr bibin an jî dixwazin dersa kurdî bidin jî polên cuda tên vekirin."

Di zaravayên cuda perwerdehî

Kilinç destnîşan kir ku ji bo zaravayên kurdî yên wekî zazakî û soranî jî serlêdan gelek hene û ev tişt anî ziman: "Xwendekar dema ku encamê dibînin û bi zimanê xwe yê dayikê dikarin biaxivin, binivîsînin û bixwînin." Kilinç da zanîn ku di perwerdehiya ku KURDÎ-DER dide de çand, wêje, bawerî û dîroka kurdan jî di çarçoveya dersan de tê dayîn.

Her beş hînî kurdî dibin

Kilinç bilêv kir ku ji bo hînbûna kurdî ji bajarên din jî tên û wiha got: "Ji Konyayê xwendekarên me yên ku tên kursê hene. Kursiyerên me yên ku tu agahiya wan der barê kurdî de tune jî dema ku tevli kursên me dibin dikarin kurdî bi awayeke baş biaxivin û binivîsînin." Kİlinç derbirî ku bijîşk, mamoste û parlamenter jî ji bo hînbûna kurdî tên ders digirin û ev tişt anî ziman: "Kursiyerên me yên ku xwedî pîşe ne ji bo nexweşên xwe re, bi xwendekarên xwe re bikaribin baş têkîlî daynin tên perwerde dibin."

'Dewlet dixwaze zimanê me asîmîle bike'

Kilinç bilêv kir ku dibistanên kurdî yên ku hatine vekirin ji aliyê dewletê ve hatine girtin herî dawî li Licê kreşa kurdî hatiye mohrkirin. Kilinç wiha axivî: "Dewlet naxwaze em hînî zimanê xwe yê dayikê bibin. Armanca me ya esasî hînkirina ziman e. Têkoşîna me bi xwedîlêderketina kreş û dibistanan ve berdewam dike. Heke em bisedan dibistanan vekin dewlet dikare kîjanî mohr bike. Sîstema li Tirkiyeyê ji bo ku zimanê me asîmîle bike her tiştî dike."

Kilinç got ku perwerdehiya zimanê dayikê ji zarokan dest pê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê me divê zarokên xwe bişînin kreşê. Em dikarin li parkan jî perwerdeya kurdî bidin zarokan."

(sa)