1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo zaravayan li çareyê digerin
Ji bo zaravayan li çareyê digerin,ji,bo,zaravayan,li,çareyê,digerin

Ji bo zaravayan li çareyê digerin

A+ A-

MOSKOW - Duwemîn Konferansa Pirsgirêkên Kurdolojî a ji bo bîranîna Kurdogolê navdar Mixail Lazerev tê lidarxistin, li Moskowê pêk hat. Di konferansa salona Akademiya Zanîstên Rojhilat a girêdayî Akademiya Zanîstên Rûsyayê pêk hat de ji Êrîvan, Saint Petersburg û Moskowê saziyên bi mijarê re eleqeder dibin, beşdar bûn. Derbarê pirsgirêkên Kurdan ên aborî, polîtîk û çandî de gotûbêj hatin kirin.

2. Konferansa Navnetewî ya Kurdolojî li Moskowê pêk hat. Di konferansa salona Akademiya Zanîstên Rojhilat a girêdayî Akademiya Zanîstên Rûsyayê pêk hat de peywirdarê Enîstutiya Zanîstên Rojhilat ya St.Peterburgê Zere Yusubova axaftina vekirinê kir.

Yusubova di axaftina xwe de diyar kir ku sedemê ku Kurdî nebûye zimanê fermî, ne ji qelsiya neteweya Kurd e û ragihand ku sedemê vê yekê pergala polîtîk a li ser Kurdistanê ye, lêkolînerên li ser Kurdî xebatê dikin ji ber vê yekê bê ragihandin mane.

Yusubova denstîşan kir ku divê lêkolîne baş li ser zimanê Kurdî bê kirin û diyar kir ku divê zaravayên Kurdî bi awayek taybet bêne lêkolînkirin.

LÊKOLÎNERAN JÎ KURDÎ PARÇE KIRIN

Yusubova, bal kişand ku di destpêkê de lêkolînerên biyanî jî destpêkê bi rêbazek klasîk nêzîk bûn û zaravayên Kurdî tenê di çarçoveya erdnîgarî, eşîret û herêmên biçûk de nirxandin û bi nav kirin.

Yusubov got ku ligel polîtîkaya desthilatdar, lêkolînerên zanîstî yên ku li ser Kurdî lêkolîn kirin Kurdî parçe kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir; ''Mînak Leonaek Machen ê Înglîz, zaravayan li gor erdnîgariyê parçe kir. Dîsa jî çavkaniyên li St. Petersburgê jî wiha kirin. Kurdî wek zarvayên Bakûr û Başûr bi nav kirin. Lêkolînerê Fransî Jode Margan, her çendî li ser zaravayên lêkolînên baş kir lê, lê mixabin wî şî di pirtûka xwe ya bi navê 'Li Persiyayê zaravayên Kurdistanê’ de zaravayan bi navê Avramani, Mukriyanî, Silêmanî, Kermanşanî, Behdînî binçîne kir.

Di vê mijarê de lêkolînerên Kurd gihiştine encamên baştir û maqûltir. Ji ber ku her çendî lêkolînerên biyanî lêkolînên baş pêk bînin jî, lê nikarin bi qasî lêkolînerên Kurd Kurdî binasin. Ji ber wê jî Kurdî li çar zaravayan parçe kirine û zimanzanên Kurd baştir karîne diyar bikin.”

ALIYÊN ZAZAKÎ Û SORANÎ YÊN NEHATINE LÊKOLÎNKIRIN HENE

Yusubova ragihand ku hê jî zaravayên Kurdî bi baldarî nehatine lêkolînkirin û gelek aliyên Zazakî û Soranî yên nayên zanîn hene. Yusubova bi bîr xist ku her çendî zaravayê Zazakî li 30 bajar û navçeyan tê axaftin, lê pir kêm lêkolîn li ser hatine kirin.

Yusubova zaravayê Goranî jî nirxand û got; “Ji Kurdên bi Goranî diaxivin re jî tê gotin ‘Kurdên Çiyayî’ an jî ‘Zarokên Kurdan’ Evane li herêmek berfireh a Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Dîsa jî di warê xebatên nivîskî de jî berfireh e. Minorski di pirtûka di Sedsala XV.de Kurd de, 20 destanên bi Goranî hatibûn nivîsandin wergerandibû Rûsî. Li Londonê antolojiya helbestên Goranên Kurd hene.

Herî zêde lêkolîn li ser Kurmancî hatine kirin. Ji ber ku herî zêde Kurd bi vî zaravayî dipeyîvin. Min jî derbarê Goranî, Soranî û Zazakî de lêkolîn kirin. Ez niha lêkolîn dikim ka çima Hewramî ji Goranî cûda dikin. Jixwe di sedsala 17’ê ji cihên ku bi Goranî lê diaxivîn re digotin Hewramî. Herî zêde em li dijî parçekirina zaravayên Kurdî rabûn û em bi ser ketin. Ji ber ku carna lêkolînerê nûjen jî di navkirina zaravayan de zaravayan ji hev cûda dikin. Yanî bi vî awayî dîsa careke din Kurdan ji hev cûda dikin.

'LI KURDSITANÊ DÊRÊN KURDAN BI XWE HENE'

Ji Akademiya Zanîstên Rojhilat aSt. Petersburgê A.Î Kolesnikov di axaftina xwe ya dispêre çavkaniyên asûrî, sûryanî û ermeniyan de îdîa kir ku Kurd beşek ji Kurdan di sedsalên 5-7 de ola Xristiyaniyê pejirandin. Kolesnikov di axaftina xwe de ragihand ku emû dêrên li Kurdistanê ne yên ermenî û suriyaniyan in, gelek ji wan ên Kurdan bi xwe ne

Ji Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê A.S.Petrosyan beşdarî konferansê bû û bal kişand ku rêxistinbûna netewî ya Kurdan a di vê sedsalê de mirov matmayî dihêle û wiha axivî; “Li Başûrê Kurdistanê di demek kin de hêzek leşkerî ya Kurdan, ala Kurdan a ku sembola nirxên netewî ye, sîrod, peyker û a girîng, geşedanên aborî, pêş ketin. Evane mirov matmayî dihêle.

K.V.Kiril ku derbarê nijadperestiya Kurdan de lêkolîn dike jî diyar kir ku wî derbarê pirsgirêka Kurd de lêkolîn kiriye û çûye pêşiya hemû pirsgirêkên din ên li Rojhilatanavîn. Kîrîl di axaftina xwe de got; “Kurd bi awayek bi hêz xwe bi rêxistin dikin. Pirsgirêka rewatiya PKK’ê heye, lê ji aliyê din ve îmajek erênî a pir girîng a Ocalan, PKK û BDP’ê ji bo aşitiyê heye. Ocalan di areneya siyasî de xwedî pozîsyonek pir girîng e.”

LI DÎLOK, MELETÎ Û XARPÊTÊ HEBÛNA KURDAN NE LI PÊŞ E

Nodar Masekî yê ku bi lêkolînên xwe yên derbarê aboriya Kurdan de tê nasîn jî di axaftina xwe ya bi sernava “Di sedsalên 20 û 21’mîn de di aboriya Tirkiyeyê de newekehviya li Kurdistanê” de, bal kişand ku di warê aborî de Bakûrê Kurdistanê gelek li paş herêmên din ên Tirkiyeyê ye û sedemên paşdemayînê jî nirxand.

Masekî diyar kir ku leza newekheviya li Kurdistanê li got herêmên din ên Tirkiyeyê kêm nebûye û destnîşan kir ku berovajiyê vê newekhevî zêdetir bûye.

Masekî bal kişand ku li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên wek Dîlok, Meletî û Xarpêtê, aborî ji bajarên din pêşketîtir e, lê li van bajaran hebûna Kurdan ne li pêş e.

Ji Enstîtuya Zanîstên Rojhilat a Akademiya Netewî ya Ermenîstanê T. Manûkyan jî di axaftina xwe ya derbarê dîroka PKK’ê de jî agahiyê balkêş da. Manukyan bal kişand ku PKK berhemê komek xwendekarên di sala 1970 de ji bayê kurd bandor bûne ye û got;''Wan diyar dikir ku Kurdistan hatiye dagirkirin. Vana manîfestoya xwe nivîsandin û ji bo azadiya Kurdan û avakirina Kurdistanê dest bi dirûşima xwe kirin. Ev kom serbixwe ye, baweriya xwe bi xwe tîne û xwe dispêre gel.”

Her wiha Bella Xalatyan, Olga Jigalina,lêkolîner û nivîskarê Guhertinta Global û Potansiyel G.Î Starcenkov, gelek lêkolîner û nivîskarên derbarêdîroka ziman û çanda Kurdan de lêkolîn dikin beşdarî konferansê bûn.