1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji Kurdistanê ye, stû xwar e, lê taca zêrîn e
Ji Kurdistanê ye, stû xwar e, lê taca zêrîn e,ji,kurdistanê,ye,stû,xwar,e,lê,taca,zêrîn,e

Ji Kurdistanê ye, stû xwar e, lê taca zêrîn e

A+ A-

Perwer Yaş Berlîn - Navê welatê ku jê nehatibû bihistin. Stû xwar bû, ne mîna laleyên dî bû û berê xwe dida jêr. Li Kurdistanê navê wê "gulxwîn" yan jî "gulastûxwar" e. Lê li Ewropoyê di bin navê 'taca zêrîn' de tê naskirin. Di cîhana zanyarî de ev lale cara yekemîn ji aliyê Friedrich Wilhelm Noë ve hatibû keşifkirin. Zanyarê Alman di sala 1847'an de, li Kurdistanê vê gulê dabû hev û navê danibû "Fritillaria kurdica".

Di şeva 11'ê Cotmehê sala 1848'an de agir li taxa Stenbolê Beyoglûyê ketibû. Di encama agir de bi sedan malên vê taxê şewitin. Agir gihiştibû Mekteb-î Tîbbiye ku îro wekî Fakûlteya Tibê ya Stenbolê tê nas kirin û zererekî mezin dabû avahiyên vê fakûlteyê. Arşîva ku mirov dikare jê re bêje 'hiş û bîra Osmanî' wê şevê şewitî. Hîma hîma hemû koleksiyonên derbarê dîroka xwezayê û pirtûkxane temamî şewitibû.

Herî zêde jî baxçeya botanîk û herbaryuma ku berî vê şewatê, di sala 1844'an de hatibû avakirin ji vê şewatê zererê dît. Di van dolaban de ku cureyên nebatan ên zihû kirî dihatin veşartin arşîvek mezin hebû. Ji Anatolyayê, ji Mezopotamya û heya Îranê; ji coxrafyeyekî bêser û bêber mînakên nebat, giya, gul û kulîlk di vê arşîvê hatibûn berhevkirin.

Bexçaya botanîk û ev herbaryûma bêhempa ji aliyê zanyarê Alman Friedrich Wilhelm Noë ve hatibû avakirin. Wilhelm Noë di sala 1789'an de li Berlînê hatibû dinê û karê wî esasî jî dermanfiroşî bû. Lê mereqa wî ya xweza û kulîlkan bû sedem ku ew bibe yek ji berhevkarê Osmanî yê herî mezin. Wilhelm Noë ku di sala 1858'an de li Stenbolê çû ser dilovaniya, tevahiya Anatoliyê geriya bû, gul û kulîlk kom kir û wan jî li gorî cûre, cihê hatî berhevkirin di koleksiyona xwe de qeyd kir.

1847, GOLA WANÊ...

Friedrich Wilhelm Noë berî şewata Beyogluyê bi salekî di 1847'an de berê xwe dabû Kurdistanê. Wilhelm Noë di gera xwe li başûrê Gola Wanê de rastî hin cûreyan laleyan hatibû. Zanyarê Alman di jêre notên xwe de destnîşan dike ku wî van laleyan ji erdingariya Kurd berhev kiriye. Ev laleyên stû xwar, ji Wanê heya Colemergê, ji wir jî heya çiyayên Zaxrosê di coxrafyeyekî berfireh de, li bilindahiyên 1500 metroyî hêşîn dibûn.

Wilhelm Noë, van mînakê laleyan ji zanyarê Swîsreyî Pierre Edmond Boissier re rê dike. Ji ber ku di heman salan de Boissier jî mîna Wilhelm Noë serê xwe bi cîhana botanîkê re dêşand. Mînakên nebatan ku Wilhelm Noë şandibû Ewropoyê hê jî li gelek welatan, di dolabên herbaryûman de tên veşartin. Piştî mirina Wilhelm Noë salekî, di sala 1859'an de ew laleya ku ji Wanê kom kiribû, bi navê "Fritillaria kurdica" kete wêjeya zanistiya xwezayê. Herwiha wekî berhevkarê laleyê jî "Boiss. & Noë" hate nivîsand.

Lê şansê Boissier ji yê Wilhelm Noëyê zêdetir bû. Boissier çû Başûrê Ewropayê, Efrîka, ji wîr jî berê xwe da Qefqasya û Îranê. Wî ji 6 hezarî zêdetir cureyên kulîlkan kategorîze kir û van bi zanyariya botanîk re da nasîn. Di sala 1847'an de Boissier ji Moskowayê heya Gola Xezerê derket gerê û li ser vê gerê sala 1860'an pirtûkek nivîsand. Navê pîrtûka wî "Nebatên ku min di gera xwe li Qefqasya û Îranê dayî hev" bû. Di vê pirtûkê de Boissier, qala van nebatan dike ku wekî "kulîlkên Kurd" bi nav kiriye;

Althea kurdica: Li qeraxên Gola Xezêr, piranî li daristanan hêşîn dibe. (Mêjuya qeydkirinê; Tebaxa 1847'an). Veronica kurdica: Li bakûrê Îranê, li çiyayê Sabalan, li 4 hezar metroyî hate dîtin. (Mêjûya qeydkirinê; Hezîrana 1847'an).

Her wiha, Boissier nav li çiçekî dî ku li Kurdistanê hêşîn dibû, danibû. Navê wê kulîlkê jî "Merendera kurdica" bû. Ev kulîlk ji Qileban û Şemzîn heya Rewandûza Başûrê Kurdistanê, di herêmekî berfireh de, li 1800 metro bilindahiyê hêşîn dibe.

Lêbelê li gel agahiyên van berhevkarên Ewropî, di cîhana zanyariyê de nayê diyarkirin ku welatê van kulîlkan Kurdistan e. Misoger, ji van agahiyên en li ser van kulîlkan tê dayîn mirov dikare pê derxe ku qala Kurdistanê tê kirin; Başûrê Rojavayê Tirkiyeyê, Bakûrê Iraqê, Rojavayê Îranê.

Lê ya rast ji demek dûr û dirêj ve Ewropayî ji kulîlkên ku li Kurdistanê hêşîn dibûn, agahdar bûn. "Evîna kulîlkan" a mirovahiyê di sedsala 16'an de bi keşifkirina cîhanê re dest pê kiribû. Di navbera salên 1585 û 1702'an de, Hollanda dema xwe ya zêrîn jiya ku lale xemla vê serdemê bûn. Evîna Hollandiyan a laleyan bêserûber bû û piştî demekî jî ji kontrolê derket. Li gorî hin dîrokzanan ev evîn bû sedema yekemîn qeyrana aborî ya cîhanê. Di navbera salên 1634 û 1637'an de ku ev dema wekî "Dîn û hariya li ser laleyan" tê binavkirin, ji bihayê xaniyek an jî ji bihayê keştiyekî girantir dihat firotin.

DI TABLOYABRUEGHEL DE ŞAHÊ 130 KULÎLK AN E!

Laleyên ku Boiss ve Noë "Fritillaria kurdica" bi nav kiribûn ji bakûrê Îranê dihatin kirin. Ev lale li Ewropayê bi navê "taca zêrîn" ango "taca şah" dihatin firotin. Di arşîva Osmaniyan a di heman demê de jî ji vê laleyê re "Tux-u şah" dihat gotin. Nîgarkêşê Hollandî Jan Brueghel di sala 1606/1607'an de tabloya wazoyekî kulîlkan çêdike û vê laleyê jî dixa nîvê van kulîlkan.

Ev tabloya 93x73 cm mezin e û niha li mûzeya dîroka hûnerê ya li Wîenayê ye. Di vê tabloyê de ku sî têde xûya nabin, hunermend Brueghel cih dide 130 cûre kulîlkan. Lê belê bi ya Dainel Uchtmann ku li ser tabloyên li mûzeyê pirtûkek bi navê "Di hunerê de ronahiya kulîlkan" nivîsandiye, haya Brueghel ji welatê van kulîlkan tûne bû. Uchtmann wiha dibêje:

"Bi ya min Brueghel nizanîbû ku ev lale ji Mezopotamyayê tên. Di wan salan de tovê van laleyan li gorî pereyên îro bi 100 hezar Euro dihatin firotin. Ji ber vê ez di wê ramanê de me ku Brueghel van laleyan jî nedîtibû. Li gorî dîtina min wî tenê hin wêneyê vê laleyê dîtibû."

Dema em ji dîrokzanê hunerê yê mûzeya Wîenayê Dainel Uchtmann vediqetin, pirtûka xwe ji me re îmze dike û van gotinan dinivîsine; "Ez hêvîdar im ku hûn ê xwe bigihinin şopa taca zêrîn a Kurdistanê".

Zimanê xwezayê ne ango yên hêstên me? Belkû yê herdûyan in. Carna xemgîniyên me, carna dilşkestina me û carna jî keyfxweşiya me vedibêjin. Zanyarê xwezayê Gaius Plinius Secundus ku di sedsala yekemîn de jiyaye bû, di pîrtûka xwe "Dîroka xwezayê" de wiha dibêje: "Xweza bi kulîlkan hunera xwe nîşanê me dike. Hunera dewlemendiya xwe ku mirov nizane wê kengê wenda bibe û kengê hêşîn bibe."

Li gorî fîlozofê navdar Ralp Waldo Emerson jî kulîlk rûkeniya xwazayê ne. Lêbelê gelê Kurd li herêmên cûda navên balkêş li vê lalêyê kiriye. Hinek dibêjen "gulxwîn" û "guldexwîn", hinek jî dibêjin "gultewandî", "gul stû/gerdenxwar"û "nikûnser". Dibe ku sîrrê van navên di xaka van laleyan, di Kurdistanê de veşartibe...

Çavkanî;

1- İstanbul Florası Araştırmaları (155-1965), Prof. Turhan Baytop, Weşanên Eren, Stenbol, 2002

2- Osmanlı Bilimi Araştırmaları, Weşanên Zanîngeha Stenbolê, Cilt 11, hejmar 1-2, (2009-2010).

3- "Aufzaehlung der auf einer Reise durch Transkaukasien und Persien gesammelten Pflanzen in Gemeinschaft", Pierre Edmond Boissier, Moskow, 1860.

4- Agahiyên botonîkê navdar ê Swîsreyî Martyn Rix ku di malpera "fritillariaicones.com" de hatine berhev kirin.

5- "Blumenpracht in der Kunst", Daniel Uchtmann, Weşanên Brandstätter, Wîen, 2011

ANF NEWS AGENCY