1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Navenda KURDÎ-DER'ê serdemek nû
Ji Navenda KURDÎ-DER'ê serdemek nû,ji,navenda,kurdî,der,ê,serdemek,nû

Ji Navenda KURDÎ-DER'ê serdemek nû

A+ A-

KURDÎ-DER, dê di serdema nû de bi şahiya belgedayîna 16 atolyeyan ku ji 270 xwendekaran pêk tê, bi şahiyekê vedike. Beriya vekirina atolyeyan dê li li Navenda Çandê ya Cegerxwîn marisimek bê lidarxistin.

Li gel ku di qanûna bingehîn de li Tirkiye zimanê fermî tirkî be jî, zimanê hemû kesên ku li Tirkiye dijîn ji hev cudatir e. Ji aliyê rayedarên dewletê ve hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê 52 ziman û zarava hene. Di 3'yê cotmeha 2001'an de bi hin guhertinên qanûna bingehîn derfetên li ser zimanên li Tirkiye hat axivîn, kursên kurdî hatin vekirin, di TV û radyoyan de bi awayeke sînorkirî weşanên kurdî dest pê kirin û hîn jî weşan didomin. Ji ber hin tirs û xofan, beriya vekirina qursan ji aliyê rayedarên dewletê ve gelek astengî hatin derxistin. Ji aliyê din ve jî vekirina qursan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Piştî ku kursên kurdî hatin vekirin sazûmankar rastî gelek zext û zordarî hatin. Li aliyê hikumetê dîplomasiya derveyî ji xwe re kirin amûra polîtîkaya derveyî welêt û bi gotinên wekî; "Me ji wan re dibistanan vekiriye lê tu kes lê xwedî dernakeve, xwendekarên ku perwerde bikin nabînin" Ji ber gelek astengî û zordariyan karsazên qursên kurdî bi daxuyaniyeke giştî hemû qursan dan girtin. Piştî girtina van qursan di vê qadê de walahiyek derket. Ev valahî bi damezirandina Komeleya Zimanê Kurdî hat dagirtin.

Navenda Giştî ya Komeleya Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER), li ser hin pêdiviyên zimanê kurdî di 25'ê Gelawêja 2006'an de li Amedê bi destûra Wezareta Karên Hundirîn ve bi awayekî fermî hat damezirandin. Piştî damezirandinê diviyabû ku lijneya avakar di nav 6 mehan de kongreya xwe pêk bianiya, li ser vê yekê di 14'ê Rêbendana 2007'an de Kogreya Asayî pêk hat. Ji Kongreyê 1'emîn a Asayî û bi vir ve li 27 bajar û navçeyan xwe bi rêxistin kir û 27 şaxên xwe damezirand.

Armanca Kurdî Der'ê bi qursan ne hînkirina zimanê kurdî ye. Wekî saziyên zimanan bi zanistî li ser zimanê kurdî pêşvebirin û lêkolîn e. Li ser pirsên alfabe, axaftin, nivîsîn, vegotin, peyv, têgihên rêzimanî, rastnivîs, etîmolojî, wergerên zanistiyên pozîtîf û hwd. bi xebatên atolyeyan zelalkirin e. Ji bilî van xebatan komeleya me li gorî rewşa civakê bi saziyên demokratîk re jî di nav hin kar û xebatên hevpar de ye. Bi giştî ji bo hişmendiya kurdî bi pêş bikeve kar û xebat dimeşîne. Di xebatên hîndekariya zimên de Navenda Kurdî Der'ê serdem bi serdem xebatên xwe yên atolyeyê zêde dike. Her çiqas xebatên zimên bi atolyeyan hatibin sînorkirin jî hezkirin û xwedîderketina zimên sînoran nas nake û ev xwedîlêderketin pêl bi pêl belav dibe.

Ji damezirandina Navenda Kurdî Der'a Amedê û bi vir ve bi giştî 150 atolye hatine lidarxistin. Di van atolyeyan de 4155 kes hatine perwerdekirin. Di pêvajoya dawîn de ji ber ku girîngî û pêdiviya zimên hîn zêdetir xwe dide der, di serdemên dawîn de Atolyeyên Gihandina Mamosteyan hatin lidarxistin. A niha li Navenda Komeleyê 130 mamoste bi dildarî ked didin, hîndekarî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê dayîn û armanc ew e ku her serdem bi gihandina mamosteyan bê biencamkirin.

Niha jî KURDÎ-DER, dê di serdema nû de di 15'ê cotmehê de bi şahiya belgedayîna 16 atolyeyan ku ji 270 xwendekaran pêk tê, bi şahiyekê vedike. Beriya vekirina atolyeyan dê li li Navenda Çandê ya Cegerxwîn marisimek bê lidarxistin. DÎHA (mae)