1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji NÇM'ê pêşandana Dîwan-a Dubeytî
Ji NÇM'ê pêşandana Dîwan-a Dubeytî,ji,nçm,ê,pêşandana,dîwan,a,dubeytî

Ji NÇM'ê pêşandana Dîwan-a Dubeytî

A+ A-

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîkê "Diwan-a Dubeytîya" ya şairê navdar ê kurd Baba Tahirrê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), berhema şaîrê wêjeya klasîk a kurd Baba Tahirê Uryanî Hemedanî ya bi navê "Diwan-a Dubeytî" bi guhdarên xwe re parve kir. NÇM'ê li Dika Hunerên Pêşandanê Avê guhdariya muzîkê pêşkêşî hunerhezan kir. Hunermendên NÇM'ê, li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Qoserê derketin ser dikê. Hunermendên NÇM'ê, ji ber erdheja Wanê bernameyên xwe yên Misirc, Bîsmîl, Stenbolê betal kiribû. Hermena Hemedanî ya ji 13 beyittan pêk tê rastî eleqeyek mezin hat.

Di guhdariyê de ji muzîkê zêdetir cil û bergên kevneşopiya kurd dide nîşan bal kişan ser xwe. Pêşandana ku rastî eleqeyek gelek mezin hat, beşdaran li ser piyan li çepikan xist. Piştî guhdariyê hunermenê NÇM'ê Serhat Kural, diyar kir ku ew êşa welatiyên Wanê parve dikin û girtina parêzeran şermezar kir. Kural, xwest rojên aştî, aram û wekhevîyê bi ruh bibin û ji bo vê yekê têdikoşin.

Baba Tahirê Hemedanî kî ye

Baba Tahire Uryahî yê Hemedanî di navbera salên 937 û 1010'an de jiya ye. Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî tê naskirin. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baban ku hevwateya peyva pîr e ya ku ji bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûye û her li wê derê jî miriye. Wî bi zaraveya lûrrî nivîsiye lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye. Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afrînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li cem wan wekî sirûd û stiran dihatin gotin. Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîfên cîhanî de hebûn û hindek rojhilatnasan ew di sedsala 19 û 20'an de bi wergera wê bo zimanên xwe re, mîna îngilîzî û fransî û elmanî weşandibûn. DÎHA (mae)