1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Sîlopiyê li dijî 'îstîmlaqê' nerazîbûn: Em ê desturê nedin
Ji Sîlopiyê li dijî 'îstîmlaqê' nerazîbûn: Em ê desturê nedin,ji,sîlopiyê,li,dijî,îstîmlaqê,nerazîbûn,em,ê,desturê,nedin

Ji Sîlopiyê li dijî 'îstîmlaqê' nerazîbûn: Em ê desturê nedin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Îxtidara AKP'ê ku ligel êrîşên bi rojan berdewam kir nekarî gelê Sîlopiyê bide koçberkirin vê carê jî di bin navê "îstîmlaqkirinê" de cih û warên gel xesp dike. Nûnerên parityên siyasî Yên li navçeyê li hemberî birayara ku li Enqereyê hate dayîn nerazîbûn nîşandan, Wekîlê Hevşaredarên Sîlopiyê Ahmet Tolog jî diyar kir ku projeya xirakirê 6 hezar malan digire nava xwe û wiha got: "Dîktarorê qesrê dixwaze çanda ku gelê Sîlopiyê ji dayik bûle, mezin bûye tune bike. Em ê desturê nedir vê yekê."

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di bin navê "qedexeyê" de hêzên dewletê gelek mal û avahî xirakirin û kirin kavil. Niha jî ji aliyê Lijneya Wezîran a AKP'ê ve biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" hate girtin. Bêyî ku ji gel û rêveberiyên herêmî bipirsin biryara xespkirinê ya hatiye girtin li navçeyê bû sedema nerazîbûnên mezin. Wekîlê Hevşaredarên Sîlopiyê Ahmet Tolog diyar kir ku ev biryar bi fermana Serokomar Tayyîp Erdogan ve li pişt deriyan hatiye dayîn û di nava biryara projeya "îstîmlaqkirinê" de 6 tax cih digirin. Tolog bilêv kir ku 4 hezar donim erezî û 6 hezar mal bi vî projeyê hatine "îstîmlaqkirin" û wiha axivî: "Dîktatorê qesrê dixwaze çanda ku gelê Sîlopiyê ji dayik bûle, mezin bûye tune bike. Em ê desturê nedir vê yekê. Em ê jî bi rêxistinên civakî Yên sivîl ve piştevaniyê biding elê xwe û rê nedin polîtîkayên îstîmlaqkirinê yên li dijî Sîlopiyê."

'Ev biryar wekî fermana padişah e'

Hevserokê HDP'ê yê Sîlopiyê Alî Balîn jî biryara "îstîmlaqkirinê" wekî "fermana padîşah" bi nav kir û got ku bi êrîşên qesrê ve hewl tê dayîn ku gelê Sîlopî, Sûr û Cizîrê bê koçberkirin, dema ku di vî de bi ser nakevin vê carê jî mal û milkên wan destesar dikin. Balîn bilêv kir ku ew ê tu caran desturê nedin projeyê û ev tişt anî ziman: "Derdê dewletê desteserkirin nîne. Armanca wan ew e ku çand û zimanê gelê me di hefizeya gel de tune bikin e. Li gorî xwe dixwazin navçeyekî ava bikin, gelê me di nava hepsê de bigirin. Gelê me çawa di pêşerojê de li dijî van polîtîkayan serê xwe netewand dê niha jî serê xwe netewîne."

'Qesr nikare biryarê bide'

Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Aycan Azma jî diyar kir ku îxtidira AKP'ê ya ku bi êrîş û qatlîaman ve nekarî gel bi dest bixe, vê carê jî dixwaze vî navçeyê desteser bike. Azma nirxandina "Qesr û kesên din nikarin li ser navê me biryarê bidin"

(sa)