1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Ji zimanê jiyana jinê'
'Ji zimanê jiyana jinê',ji,zimanê,jiyana,jinê

'Ji zimanê jiyana jinê'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Şervana YPJ'ê Fatma Akin (Silav Amed) a ku di 5 tebaxê de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bi du hevalên xwe re giran birindar bûbû û jiyana xwe ji dest dabû, di rojnivîsa xwe de qala xweşikbûna PKK'ê dike. Akin disa di rojnivîsa xwe ya ku navê "Ji zimanê jiyana jinê" de dibêje ku wê sadebûn û rastiya jinê nivîsandiye.

Şervana YPJ'ê Fatma Akin (Silav Amed) di sala 1980'de li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji dayik bû. Akin, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û di nava malbata xwe de têkoşina azadiya gelê kurd nas dike. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de bû di nava xabaten azadiya kurd de cihê girt. Lê wekî gelekan wê jî para xwe ji zilm û zordariyên dewletê girt. Ji ber vê yekê Fatma Akin di temenê xwe ya biçûk de di sala 1994'an de di Baskên Jinan ya HADEP'ê de cih girt û ji bo azadiya jinê têkoşîn da meşandin. Akin ji bo azadiya gelê kurd û bi taybetî ji bo azadî û têkoşina jinê di sala 2003'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di nava refên azadiyê de cihê xwe girti. Piştre ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî gelê Rojava kir, ji bo piştgiriyê bide gelê Rojava bi rêhevalên xwe çû Rojava. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê tebaxê de êrişên giran dan destpêkirin, li navçeya Rabîa ya Mûsilê, bi hevalên xwe re li dijî van çeteyên hov berxwedanek bêhempa da meşandin. Akin, di 5'ê tebaxê de li Rabîa di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi du hevalê xwe re bi giranî birindar bû û jiyana xwe ji dest da. Akin hêj di zarokatiya xwe de li hemberî neheqiye disekinî û her çiqas neçûbe dibistanê jî ew xwe bi xwe hinî xwendin û nivîsandine bû.

'Di civakê de jin tê wateya êşê'

Piştî Akin jiyana xwe ji dest da rojnivîsa wê derket holê. Akin di rojnivîska xwe ya bi navê "Ji zimanê jiyana jinê" de wiha qala çima ev nav li rojnivîsa xwe kiriye dike. Akin di rojnivîskê de wiha dibêje: "Wextê em rastiya civakê mêze dikin jin tê wateya êş, jan û neçareseriyê. Wextê ez biçûk bûm jinekî ji min ev pirs pirsî 'Çend keçê dayika te hene?' Min jê re got du. Li hemberî bersiva min 'Çiqas baş e du derdê dayika te hene. Lê yê min 6 derdê min hene. We êşa ku jin dikişînin di şexsê xwe de ditîbû. Lê belê niha kapîtalîzm di jinê de azadiyeke berovajî pêş xistiye. Ji ber ku ez vê lenûskê bi sadebûn û rastiya jinê binivîsim min navê rojnivîsa xwe kir 'Bi zimanê jiyana jinê'."

'PKK mirova hînî hezkirine dike'

Akin bi dehan care nivîse ku nivîsandî ji ber ku we îfade nake dişewîtene piştre biryara nivîsandinê dide û dibêje ku ew zordariya ku dikişîne jî dê lenûska xwe binivisîne û wiha berdewam dike: "Heta niha min di got ez zordariya ku dikişînim nanivîsim. Lê şoreşgerî bi zordariye ku tê jiyîn watedar dike. An jî ez zordariyên jiyanê nanivîsînim. Ez ê çawa qala xweşikbûne we bikim. Li PKK'ê hemû tişt ne hêsan e, lê mirov çiqas behsa xweşikbûna PKK'ê bike jî xweşikbûna PKK'ê xelas nabe."vAkin wiha qala tiştê ku li çiya hîn dibe dike: "Ez li çiya hînî gelek tiştan bûm. Ev çiya mirova hînî hezkirinê, rêzgirtinê, jiyana rast û mirinê mezin dike. Mirov wê çawa bijî hînî mirova dike. Ya herî muhîm jî hînî rehevaltîyeke mezin dike. Li van çiyan çawa bişartinekî, hêsirek jî wê watedar bike şanî mirov dide." Akin, bin bandora hevalên xwe ye jiyana xwe ji dest didin jî dimîne û ser ve yekê van gotina dibejê: "Ez hêj hînî şahadeta hevalan nebûme. Nava 6 salên ku ez tevli gerila bûme de bi sedan heval şehîd ketine. Her hevalek ku şehîd dikeve parçekek ji canê min bi xwe re dibe. Her hevalek ku şehîd dikeve min bêhtir bi rêxistinê ve girê dide."

(sde/lg)


Bêjeyên Miftehî