1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Ji çavên reuters'ê guhertinên li Başûrê Kurdistanê
Ji çavên reuters'ê guhertinên li Başûrê Kurdistanê,ji,çavên,reuters,ê,guhertinên,li,başûrê,kurdistanê

Ji çavên reuters'ê guhertinên li Başûrê Kurdistanê

A+ A-

SILÊMANÎ - Duh ajansa nûçeyan a Reutersê di nûçe-analîzek a xwe ya derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de nivîsand ku tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka dest pê kirin, di warê çanda siyasetê ya li herêmê de şoreşek pêk anî.

Di analîzê de tê diyarkirin ku, demekê lîderên otorîte ku weke “qehremanên xilasker” dihatin dîtin, niha li hember wana gelekî bihêrs heye, her wiha her çiqas li herêm cûda yên Îraqê çalakiyên protestoyî kêm jî bibin, li Başûrê Kurdistanê hêjan bi hêz dibe û berdewam dike.

Di analîza Namo Abdullah de tê diyarkirin ku, ji mehekê zêdetire li Başûrê Kurdistanê li qadekî ya Silêmaniyê xwepêşandan berdewam dikin û her wiha Namo Abdullah di analîza xwe de cih daye nêrînên hinek mûxalîfan jî.

Helbestvan Bextiyar Elî ku ji ajansê re axivî û diyarkir ku, pêşveçûnên ku îro li Kurdistanê çêdibin, veguhertinekî radîkale di cîhana polîtîkaya Kurdan de.

Di daxuyaniya ku Elî dayî de, “Em niha wan îdeolojiyên ku bi me dane pejirandin, her wiha şeklê rêveberiya sedsala 20’an ya partî û serokên pîroz terk dikîn. Êdî em tucarî navegerîn beriya 17’ê Sibatê.”

Di analîzê de tê gotin ku, piştî mûdaxeleya Îraqê ya li ser Başûrê Kurdistanê herikînek ya sermayê çêbûye û dewlemendiyek mezin derketiye holê, lê belê ev yek kêm nîşanî gel tê kirin û ji vê yekê giliyên wan hene, her wiha otorîteya navendî ya di destê partiyan de hêlayek ku, bi awayek pir mezin nelirêtî derbikevin.

Li gorî agahiyên di analîza Reuters’ê de, xwepêşandêrên li Silêmaniyê dixwazin hikumet xirap bibe, lê belê xwepêşandêrên li cihên kêm pêşketî weke Helepçe, Çemçemal û Kelarê kar, ava paqij ya vexwarinê û ceyranê dixwazin.

Reuters’ê her wiha aşkere kir ku, li Başûrê Kurdistanê di vê rewşê de netenê gel veberdêr (yatırımcı) jî gazinda dikin. Peyanerekî Ûrdûnî yê bi navê Xelîl Socayîr ji ajansê re axivî û diyarkir ku, hevpeymanên kar li gorî însafa partiyên îxtîdar tê diyarkirin.

Peyama ku Socayîr dayî ajansê de, “Eger piştgiriya partiyekî siyasî tunebe hûn qet qezenc nakin. Mînak hûn nikarin vîzeyekê jî bigirin.”

Di analîzê de tê aşkera kirin ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî çavê xwepêşandêran di tirsîne, lê belê xwepêşandêr didin diyarkirin ku, ev mafek rewaye û bicih anîna van daxwazan jî peywirek yê hikumetê ye.