1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Jin, jiyan û hebûn
Jin, jiyan û hebûn,jin,jiyan,û,hebûn

Jin, jiyan û hebûn

A+ A-

Ezê di vê nivisê de ji nirxandineke kilasîk û agahiyên zuha bêtir mijara jin û rastiya wê ya di ziman û çanda kurd de derxim pêş, daku em bikanin pîrozî û rola jinê û rengê wê yê di nava çand û zimanê me de bibînin.

Rastî ev e; jin mirov e, mêr kurê mirovan e. Dema mirovekî ji dayîk û afrînerê xwe re rêz negire, ji xwe û hebûna xwe re jî rêz nagire. Ango dayîk, xwişk, keç heval û hevjîn rûmet û anora mirov û civakê ye. Kilîta azadiya civakê jin e, gava di civakekê de jin ne azad be, ew civak jî ne azad e û di wê civakê de mafê mirovî jî nîne, rengê wehşetê serdest e.

Di kurdî de peyva „jin“ ji peyva „jîyanê“ tê, jiyan wateya hebûnê û pîroziyeke li ser her tiştî re ye. Dibe ji wê be, civaka kurd jî di her demê de ji civakên din zêdetir ji mafê jinê re rêzgirtiye, ti carî rengê koletiyê layîqê wê nedîtiye (Bêguman tenê li gor rûberîna civakên li Rojhilata Navîn li gor demên berê).

Dema em li jiyana civakî dinêrin vê bi zelalî dibînin. Mînak; di nava şerên eşîran de tu car destdirêjahiya li ser jinan nebûye. Ku kesekî tişteke wiha bikira, yan jî hewl bida, ji civakê dihat qewitandin. Wek bêşerefî, bênamûsî û bêanorî dihat dîtin. Dîsa baş tê zanîn ku dema jinan laçika serê xwe bavêta navbera şerê mêr û eşîran, şer radiwestiya. Dibe ku ev ji dema maderşahî jî mabe.

Zimanê kurdî jî gelek taybet e, zimanekî jinane ye. Di kurdî de her tiştên jiyan lê hene, mê ne. Mînak „dara sêvê (jindar û mêza ye), lê "darê hişk" yan jî "darê şewatê" (bê jiyan e, hişk e, lema peyveke nêrza ye.) Di kurdî de her tiştê xweşik mê, yan jî mêza ne. Mînak: „gula sor, nêrgiza zer” (mêza ye.), lê "zilê hişk, struyê hişk, kevirê reş" (nêrza ne.) Ev jî fikra "afrînerên zimanê kurdî jî jin in" dide mirovan.

Di civakan de ezman yan jî asûman tim wekî cîgeh û warê xweda hatiye nasîn. Di Avestayê de qatê herê jor re “arî aşa“ ango cihê Xweda hatiye gotin, lema di kurdî de her tiştên ji ezman tê xwarê jî mê ne. Mînak: berfa, barana, teyroka ûhw. Ango di kurdî de mêzayîn xwedayî ye. Ji heyîya xwedayî re rêz tê girtin. Ji ber vê karekterê; zimanê kurdî jî wek jin û kulîlkan xweşik e, divê herî zêde jî jin li vî zimanî xwedî derkeve.

Dema em nivisên mîsyonerên ku ji vir sêsed sal berê hatine Rojhilata Navîn dixwînin, em dibînin ku gelek caran di nava nivisên wan de rûberîna mafê jinan di nava civakan û çandan de heye. Bi aliyê wan ve jî gelek zelal hatiye nivisandin ku jin tenê di nava civaka kurd de li gor rewşa demê azad û serbest in, mêr destdirêjahiyê lênakin û jê re rêz digirin.

Di nava gelên Rojhilata Navîn de ereb û çanda ereban bi dijminane nêzîkê jinan dibin. Ew jinan tenê û tenê wek kole û alaveke zewqa mêran dibînin û ev bi wê awayê derbesê dînê ereban jî bûye. Kurdên di bin bandora dînê ereban de jî bi mantiq û mêjiyên ereban nêzîkê jinan dibin. Hêvî dikim ku ev çanda ereb ya bi navê dîn ji nava kurdan rabe. Peyva „"pîrek" jî peyveke ji ber vê baweriyê ye. Ango li ser bingehê piçûkdîtina jinê hatiye afirandin. Divê tu kurd vê peyva sosret bikarneyne.

Di tekoşîna rizgariya netewa kurd de rola herî mezin jinê lîstîye, dema mirov navên wek Leyla Qasim, Margreta Şelo, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Arînan dibîhîse tenê peyva xwedawend û stêrkên li asûmanê welatê rojê tê bîra mirovan. Xwerû jî bi berxwedana Kobanî re jina kurd wek sembola berxwedana gelê kurd û mirovahiyê, wek kenên azadiyê, wek xweşikiyên xwezayê; xwe, netewa kurd û tekoşîna netewa kurd ya li dij hovên xwînxwar bi cihanê da pejirandin.

Baş tê zanîn ku civakek ji jin û mêran pêk tê. Dema nîvê civakê ne azad be, civak jî azad nabe. Civak, serkarî û ideolojiyên dij azadiya jinan, li pey pergalên dîktatorya, kolekirin bêdad û faşîst in.

Azadî û siberoja me di azadiya jinê de veşartiye. Jina kurd bi hêza xwe, ev ne tenê bi gelê kurd, bi cihanê jî daye pejirandin. Bi baweriya min ev yêzdanî, qehremanî û xweşikiya jina kurd di dîroka pêkhatina zimanê kurdî, çanda kurdî û baweriyên kurdî de amade ye. Divê ev çand û ziman wek qehremaniya jinê were parastin.

204 YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Bêjeyên Miftehî