1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên cihanê dê ji bo jinên li Kobanê li ber xwe didin bimeşin
Jinên cihanê dê ji bo jinên li Kobanê li ber xwe didin bimeşin,jinên,cihanê,dê,ji,bo,jinên,li,kobanê,li,ber,xwe,didin,bimeşin

Jinên cihanê dê ji bo jinên li Kobanê li ber xwe didin bimeşin

Meşa Jinên Cihanê ku tora piştevaniyê ya herî mezin a cihanê ye 4'emîn sala çalakiyê li Kurdistanê dide destpêkirin

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Meşa Jinên Cihanê ku tora piştevaniyê ya herî mezin a cihanê ye 4'emîn sala çalakiyê li Kurdistanê dide destpêkirin û dê xwedî li berxwedana jinên kurd derkeve. Endama Komîsyano Dîplomasiyê ya KJA'yê Sultan Şafak a ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku meşê ev biryara xwe di dema êrîşên li hemberî Kobanê de daye û meşa xwe ya îsal diyarî jinên li Kobanê li ber xwe didin kiriye.

Meşa Jinên Cihanê îsal 4'emîm sala meşê li Nisêbînê dide distpêkirin û bi vî rengî dê xwedî li şoreşa Rojava derkeve. Meşa Jinên Cihanê ku di 1995'an de li dijî polîtîkayên ÎMF û Bankeya Cihanê dest pê kir ji 2000'an heta niha biryara veguherandina çalakiya kurewî kir. Çalakiyên ku di 8'ê Adarê de dest pê dike û di cotmehê de bi dawî dibe jinan daxwazên xwe li hemû cihanê re ragihandin. Meş li 130 welatan pêk tê û ji 2 hezar û 200'an zêdetir organîzasyonên jinan beşdarî meşê dibin, ji her 5 salan careke çalakî tê lidarxistin û 4'emîn sala çalakiyê dê li KUrdistanê bidin destpêkirin.

Endama Komîsyano Dîplomasiyê ya KJA'yê Sultan Şafak diyar kir ku jinên Kurdistan û Tirkiyeyê ji 2005'an heta niha bi çalakiyên xwe tevli meşê dibin û wiha got: "Piştre di 2010'an de çalakî hatin lidarxistin. Dîsa ji bo jinên Kurdistanê tevli dozên hevalên sme yên jin bûn, gelek çalakiyên xwe diyarî hevalên me yên girtî kirin. Em jî tevli çalakiyên navneteweyî dibin."

Şafak bilêv kir ku ew girîngiyê didin Meşa Jinên cihanê û li dijî xespkirina xweza, ked, krîmînîlazyon, şîdet, bedena jinan û jiyanê têdikoşin û xeta têkoşînê ya KJA'yê jî n li dijî vê ye.

'Biryar di dema berxwedana Kobanê de hate girtin'

Şafak destnîşan kir ku di 2011'an de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkanê meş vexwandiye Kurdistanê û piştre jî civîn hatine lidarxistin û pêvajoya pişt jî wiha anî ziman: "Di hevdîtinên pişti wê hatin kirin ed jî me daxwaza xwe ya tevlibûnê anî ziman. Herî dawî di meha îlona borî de em tevli civîneke li Baskê hate lidarxistin bûn. Me li wir jî daxwaza xwe dubare kir. Ew civîn ji bo me tabyet bû. Di pêvajoya ku erxwedana Kobanê bilind bû û gotinên 'dê Kobanê bikeve' hatin bikaranîn bû. Pêvajoyeke ku yên li Kobanêli ber xwe dida canê xwe feda kirin bû. Me hem rewşa Kobanê anî ziman hem jî daxwaza xwe dubare kir."

'Têkoşîna jinên kurd bal kişand'

Şafak da zanîn ku Kordînasyona Meşê daxuyanî da û aşkera kir ku dê meşê diyarê jinên li Kobanê li ber xwe didin bikin û ji bo destpêkirina meşê jî Nisûbên hatiye diyarkirin. Şafak wiha got: "Namzeteke din jî hebû, Îngilistan. Lê berxwedana Kobanê û şoreşê hemû bal kişand li ser têkoşîna jinên kurd. Wan jî biryar dan ku vê çalakiyê bigirin Kurdistanê. Me jî ji wê demê şunda dest bi amadekariyên xwe kir."

Têkoşîna jinên kurd dê li 130 welatan deng vede

Şafak destnîşan kir ku meşa jinan çalakiyeke piştevaniyê ye û wiha pêde çû: "Bi têkoşîna ku jinên Kurdistanê re dan ve , li ser piştevaniyê tên vê derê. Destpêkirina çalakiya îsal a li Kurdistanê tê waleta yu li evqas welatî deng vede. Bi tevahî tê nirxandin û bi vî rengî start tê dayîn. Piştî civîna li Baskê di meha mijdarê de li Afrîkaya Başûr civînek hate lidarxistin. di vê civînê de biryara dawî hate dayîn."

Meş dê li Portekîzê bi dawî bibe

şafak di dawiya axaftina xwe de qala bernameya meşê kir û got ku di çarçoveya bernameya ku dê li Nisêbînê dest pê bike de li Mêrdîn, Amed, Antalya, Antakya, Mugla, Dîdîm û Îzmîrê jî çalakî bên lidarxistin û piştî çalakiyên li gelek deverên cihanê dê di meha cotmehê de li Portekîzê bi dawî bibe.

(sa)