1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Kobaniyê modela kantonan li konan jî pêk tînin
Jinên Kobaniyê modela kantonan li konan jî pêk tînin,jinên,kobaniyê,modela,kantonan,li,konan,jî,pêk,tînin

Jinên Kobaniyê modela kantonan li konan jî pêk tînin

A+ A-

RIHA (DÎHA) – Jinên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin Pirsûsê û li vir konan dimînin modela jiyana demokratîk a li bajarên xwe li konan jî pêk tînin. Meclîsa jinan a ku hatiye avakirin li konan ji asayîşê heta tunduristiyê û perwerdeyê hemû qadên jiyanê rêxistin dikin.

Jinên ku ji Kobaniyê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û hatin Pirsûsê bi cih bûn modeya xweseriya damokratîk a Rojava anîn konbajaran û li vir pêk tînin. Jinên ku avasaziya kantonana a demokratîk i konbajaran pêk tînin ji meclîsa jinan a 49 kesan pêk tê ava kirin û ji asayîşê, heta tenduristiyê û belavkirina alîkariyên ten hemû karan rêxistin dikin û li konan jiyana komunal dihûnin. Newroz Kobanî ya ji îdareya giştî û belavkirina alîkariyan berpirsyar e diyar kir ku ji bo belavkirina alîkariyan bi awayeke adîlane 23 jin peywirdar kirine û kon veqetandine herêman.

Şehîdên YPG û YPJ’ê li konbajaran tên jiyandin û Newros Kobanî diyar kir ku wan konbajar wekî Şehîd Viyan, Şehîd Dilovan, Şehît Xebat, Şehîd Murat û Şehîd Şîlan kirine 5 herêm û ji her herêmê jî ji bo meclîsa jinan endam diyar kirine, ev endamên meclîsan li kon bajaran ji paqijiyê û belavkirina alîkariyan de hatine peywirdarkirin. Kobanê destnîşan kir ku li her herêmê rojê 3 caran alîkariyan belav dikin û jibilî vê jî malzemeyên paqijiyê, derman û pêdiviyên zarokan belav dikin. Kobanê bilêv kir ku bi hatina zivistanê li konbajaran şert û mercên jiyanê zehmetir bûye û bi taybetê pêdivî bi amûrên germkirinê, betanî, lehîf û cilên zivistanê heye.

Li konbajaran ji bo perwedehiya kurdî daxwaza zêde

Medya Amar a ji perwerdehiya kurdî berpirsar e diyar kir ku li konan dibistaneke biçîk vekirine û niha 6 jin li vir mamostetiyê dike û ev hejmaj dê rojên pêş de zêde be. Amar destnîşar kir ku ji 3 salî heta 10 salî zarokan perwerde dikin û roj veqetandine saetan û bi vî rengî xebatên perwerdeyê didomînin. Amar da zanîn ku li konan tenê ne zarok, jin, ciwan û zilamên ku dimînin jî dixwazin perwerdeya kurdî bibînin û niha ji bo wan tişta ewil perwerdeya jinan e.

Nexweşî zêde bûn

Arîn Alî ya ku ji tenduristiyê berpirsyar e jî got ku bi hatina zivistanê nexweşî zêde bûne û li konan bi taybetê pêdivî bi bijîşkên zarokan heye. Alî diyar kir ku her roj li konan digerin û kontrola tenduristiyê dikin yên nexweşin dişînin bijîşk.

Medîne Lalo ya ji asayîşê berpirsyar e jî anî ziman ku ew serê sibehê saet di 05.00’an de radibin û ji bo pirsgirêkên ku derdikevin hewl didin çaraseriyê bibînin û dem bi dem di nava kesên kul i konan dimînin pirsgirêk redrikeve, wan tînin cem hev û pirsgirêkan çaraser dikin.

(sa)