1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên kurd di sala 2014'an de bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin
Jinên kurd di sala 2014'an de bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin,jinên,kurd,di,sala,2014,an,de,bi,berxwedana,xwe,navê,xwe,li,dîrokê,nivîsandin

Jinên kurd di sala 2014'an de bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin

A+ A-

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA) - Di sala 2014'an de li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê herî zêde tundiya li ser jinan derket pêş. Lê li hemberî tundiya li ser jinan têkoşîn û berxwedana jinên kurd bala cîhanê kişand ser xwe.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, parastina cewherî ya di nava berxwedana YPJ'ê de hatî dayîn ket rojeva cihanê de. Sala 2014'an de rojeva jinên kurd hêrî zêde; pergala hevserokatiyê, berxwedana YPJ'ê, kuştina jinan a êdî ketiye asta qirkirinê, firotina jinên êzidî ya bazaran, kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hevdîtîna hevserokên jinên şaredar, konferansên jinan yên rêveberiyên herêmî, konferansên jinan ên bi giştî di nava rojeva jinan de herî yê di rojevê da mayîn e.

Sala 2014'an ji bo jinên kurd bu sala berxwedan û serkeftinê. Jinên kurd di sala 2014'an bi berxwedan, têkoşîn û ruhê fedaiyane navê xwe li dîroka cîhanê nivîsandin. Di berxwedana dîrokî ya YPJ û YJA Star a li Kobanê û Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li cîhanê dengek mezin veda û bi her awayî ket rojeva cîhanê. Ji ber vê yekê gelek jinên ku li azadiya xwe digeriyan, rêya azadiyê ji xwe dîtîn û tevli berxwedan jinên kurd bûn. Jinên YPJ'î bi cil û bergên xwe, bi ruhê fedayî û şerê ku bê hempa didan meşandin, bûn mijara kovarên modayê yên herî bi nav û deng ê cîhanê û rûpelên kovaran ên herî pêş de cih ji wan re hat dayîn.

Bi berxwedan YPJ'ê jinan berê xwe dan Kobanê. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî Mûsil, Rojava û Şengalê kirin, jin weke xenîmetên şer revadin, li pazaran firotin û bi darê zorê dibin navê cîhanê de zewicandin. Bi van êrîşên hovane rastiya qirkirina jinan a bi destê modernîteya kapitalîst û maskeyên wê cardin derket holê. Lê li dijî vê qirkirinê jinên kurd hêza xwe ya parastina cewherî pêş xist. Bi xeta berxwedanê ya ku di kesayeta Arîn Mîrkan, Kader Ortakaya û Sîbel Bulut te derket holê hemû bîrdoziyên ku çeteyên DAIŞ'ê xwe li ser dide jiyîn, koletiya jinan kiriye hedefa xwe û di kesayeta jinan de dixweza mirovahî tune bike, têk bir. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê û hêzên alîgirên wê yên paş perdeyan mehkumê tunebûnê bûne.

Rola jinan a di hevserokatî û hevşardertiyê de

Di cîhanê de jinên kurd li hemberî hemû êrîş û tundiya li ser jinên cîhanê berxwedanek bêhempa derxist holê û bûn modelek nû. Li Tirkiyeyê jî jinên kurd di qada siyasî û civakî de berxwedana xwe hîn mezin kirin. Jin li dijî hişmendiya desthilatdar a AKP'ê derketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Bi taybetî li Kurdistanê jin bi pergala hevserokatiyê bûn xwe gotin û vîna xwe bi awayekê hîn zelaltir derxistin holê. Ji bo ku jin karibin li ser navê xwe siyasetê bikin û bingeha hişmendiya desthilatdar a zilam vegoherînin, di reveberiyên xwe cihî de pergala hevşaredariyê hat avakirin. Pergala hevserokatiyê, li ser esasên koordîneke hevpar, hevdu temamkirinê, kar û roleke bi koordînekirî hat rêxistin kirin û pênase kirin. Ji ber vê yekê pergala hevserokatiyê bû bingeha demokratîkbûyîn jin û zilaman. Bi pergala hevserokatiyê re rengê jinên kurd derket holê û bala gelek jinên tirkiyeyî girt ser xwe. Ji ber vê yekê jinên tirk û kurd di gelek platformên cuda de hatin ba hev û tecrûbên xwe bi hevre parve kirin. Rêveberiyên xwe cihî ku bi nêrîna jinan xwe birêxistin kir, bi vekirina daîreyên midûryetên jinan xwe bi awayekê resen sazûman kir.

Cardin Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi kampan û çalakiyên xwe yên cur be cur têkoşînek hevpar di sala 2014'an meşand. Bi hevkariya DOKH'ê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, jin bi hemû rengên xwe derketin qadan û banga bilindkirina têkoşîna jinan kirin. Dîsa DOKH'ê bi kampamyaya "Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di çalakiyê dene" gelek qadên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwazên xwe anîn ziman û bi dengekê bilind daxwaza azadiya xwe kirin. Hema bêje ji her salî zêdetir, îsal jin derketin qadan û bi yek dilî hemû cureyên tundî, qetilkirin, tacîz, tecawiz, hepiskirina nava malê, bêmafî û bê edaletî şermezar kirin û li dijî hişmendî, bîrdozî û pergala ku desthilatdariyê li ser jinan ferz dike bûn yek deng.

Ên ku têkoşîna jinan hezim nekirin 294 jin qetilkirin

Desthilatdariya zilam, pergala serdest a hikûmeta AKP'ê û modernîteya kapitalîst a dewletê ku têkoşîna jinan a sala 2014'an hezim nekirin, 294 jin qetilkirin. Li Tirkiyeyê weke hemû salên derbas bûyî, îsal jî qetilkirinên jinan giha asta komkujiyê. Di sala 2002'yan li gel ku qanûna 6284 a bi navê "Parastina malbatê û pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan" ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat derxistin jî, cardin jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin û ceza ji kujeran re nehat dayîn. Li gel ku di qanûnande gelek xalên ku pêşiya qetilkirinên jinan bigire hebûn jî, ev xal berçavan nehatin girtin û pêşiya qetilkirinên jinan nehatin girtin. Ji ber vê yekê rêxistinên jinan diyar kirin ku nepêkanînan qanûna, bingeha xwe ji aqilekê siyasî digire. Ji ber ku jin nehatin parastin di sala 2014'an de 294 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê di destpêka 10 mehên sala 2014'an de 57 jin hatin qetilkirin, 25 bi îdiaya întîhar kirine û 8 jin jî bi awayekê nepen jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî li Tirkiyeyê 294 jin ji aliyê hevjîn, bira, bav, heskiriyên xwe û kesên ne nasve hatin qetilkirin û 458 jî hatine birîndar kirin. 5 jin dibin navê "namûsê" de, 6 jin ji ber nefretê hatine qetilkirin û 16 jî hatine birîndar kirin. Di heman demê de tê îdia kirin ku 32 jinan jî întîhar kiriye. Cardin dinava 11 mahan de 145 jin rastî tecawiz, tecîzê hatine û 202 jin jî bi darê zorê sewqî fihûşê hatine kirin.

Gotinên Erdogan ên li ser jinan bûn sedema bertekan

Îsal jî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê R. Teyîp Erdogan ên li ser bendena jinan û tunehesibandina vîna jinan cardin domiyan. Erdogan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan heqaret li jinan kir û got ku; "Wekheviya jin û zilam di fitratê de tuneye." Cardin di meha Kanûnê de ku tevli dawetekê bûbû got "Bi salane bi kontrola welidandinê îxanet li welat kirin." Erdogan bi van gotinên xwe cardin mudaxeleyê bedana jinan kir. Li dijî van gotin û helwestên Erdogan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de diyar kir ku ev helwestên Erdogan li dijî têkoşîna jinan a ew dide, ji ber vê yekê ew çi ji bo jinan dibêjin, Erdogan jî berovajî vê dibêje.

Sernavên jinan ên di sala 2014'an de derketin pêş;

ÇILE

* 9'ê Çileyê: Li gelek cihan bi boneya salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla Şaylemez hefeteyekê çalakî hatin li darxistin. Li Dersimê Sakîne Cansiz, bi tevlibûna sedan kesan bi meşekê hat bibîranîn.

ADAR *2'yê Adarê: Ji aliyê Komîsyona Amedakariyên Hilbijartinê ya DBP'ê bi dirûşma "Fikra xwe bigire û were" civîna "Jin Amed" hat pêkanîn.

*8'ê Adarê: Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê ji ber sal bêhtir jin bi rêxistinkirî tevli çalakiyan bûn û têkoşîna xwe bilind kirin.

*30'ê Adarê: Di hilbirjartinên herêmî de Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di sedan şaredariyên xwe de pergala hevşaredariyê ku di cîhanê de cara yekem bi kartîne xistin meriyetê.

NÎSAN

*25'ê Nîsan Hevparên DOKH'a Amedê di çarçoveya kampanyaya "ji Ocalan re azadî" kampanyaya "Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di çalakiyan dene" dan despêkirin. Jin li Tirkiyeyê û Kurdistanê derketin qadan û çalakî li darxistin û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

HEZÎRAN

*16 Hezîranê: Meclisa Jinên Ciwan ên DBP'ê bi şîara "Jinên Ciwan bi Evîna Rêbertê dê Jiyana Azad ava bikin" 3'yemîn Konferansa xwe li darxistin.

TEBAX

* 3'ê Tebaxê: Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Êzidiyên ku 72 komkujiyan re derbas bûn, bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 73 caran komkujî li ser wan pêk hat. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi sedan jinên êzidî hatin revandin, weke xenîmetên şer li bazaran hatin firotin û li gorî fetvayên cîhadê bi darê zorê hatin zewicadin. Jinên êzidî yên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tevgera azadiyê naskirin, tevli refên YJA Starê bûn û li kêleka jinên kurd şerê xwe hebûne û tolhildanê dan meşandin.

*27'ê Tebaxê: Li gundê Sîsa Licêya Amedê li qada "Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" bi tevlibûna sedan "1'emîn Konferansa Jinan a Herêma Şehîd Kendal" hat li darxistin.

ÎLON

*1'ê Îlonê: Li Silopiya Şirnexê dibin pêşengiya DOKH'ê de li dijî tacîz û tecawiza çeteyên DAIŞ'ê ya li ser jinên Rojava û Şengalê zincîra mirovajiyê avakirin li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê.

*Li Geverê ji aliyê Meclisa Jinan ve bi şîara "Bi Rêbertiya Azad ber bi Neteweya Demokratîk û jina azad ve" 1'emîn Konferansa Jinên Geverê hat lidarxistin.

*10'ê Îlonê: Reyhane Cabbarî (26) ku tecawizkarê xwe kuşt, ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin. Li gel navend û bajaran jinên kurd bi çalakiyên cuda rejîma Îranê bi tund şermezar kirin û bang li raya giştî kirin ku li hemberî bidarvekirinên Îranê bêdeng nemîn in.

* 13'ê Îlonê: Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin a Enqerê bi armaca nîqaşkirina polîtîkayen medyayê yên der barê komkujiyên jinan de li Navenda Hunera Çagdaşê forum pêk anîn.

*Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê, çeteyan di 15'ê Îlonê de berê xwe dan Kobanê. Çeteyên k udi çewhera wan de dijminantiya jinan heye, li Kobanê rastî berxwedana YPG û YPJ'ê hatin. Şervanên YPJ'ê bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê rastiya hişmendiya zilam a serdest ku dixwaze jinan tim kule bike derxist holê. Jinên ku bê tirs û bi cesareteke mezin şer kirin bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Bi rojan li tevahiya cîhanê jinan qala şervanên YPJ'ê kirin, ew nivîsandin, wêneyên wan xîz kirin û berxwedan wan vegotin. YPJ'ê bi berxwedana bû hêviyek mezin ji bo hemû jinên kurd û cîhane. YPJ'ê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê hola hemû jinan ji modernîteya kapitalîst û dewletên netewperest ên dijminên jinan standin. Ji ber vê yekê bi sedan jin ji çar aliyê cîhanê tevli refên YPJ'ê bûn.

* Li paytexta Venezuela Caracasê ku di sala 2011'an de bi tevlibuna 43 welatan û beşdarbûna 3 hezar û 500 jinan 1'emîn Konferansa Jinên Cîhanê pêk anîn, dîsa ji bo ku 2'yemîn Konferansa Jinên Cîhanê di sala 2016'an de li Nepalê pêk bê, di 27'ê îlonê de civîna amadekariya Rojhilata Navîn li Amedê hatin ba hev.

6'ê Îlonê: Li Kobanê ku YPJ li hemberî çeteyên mirinê DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa dide meşadin Arîn Mîrkan jî bi çalakiyek fedayî çalakî pêk anî û ev çalakiya Arîn Mîrkan li cîhanê deng veda.

25 Îlonê: Her sal ku ji aliyê Navenda Piştevanî û Şêwirmendî û Stargeha Jinan ve 17'emîn komcivîn di 25-26 û 27'ê îlonê de bi tevlibûna Tevgera Jinên Kurd û gelek tevgerên jinana yên Tirkiyeyê û jinên femînîst li Amedê pêk hat.

MIJDAR 1'ê Mijdarê: Di çarçove ya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku hat îlankirin hemû jin di wê rojê de derketin kolanan û xwedî li berxwedana Kobanê derketin.

25'ê Mijdarê: Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinandiyarî berxwedêrên YPJ'ê yên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin hat kirin. Divê çarçoveyê de ku jinên cîhanê derketin qadan, li Tirkiye û Kurdistanê jî hefteyekê çalakî bi awayekî cur bi cur pêk hatin. Disa li ser vê yekê jin çûn sînorê Pirsûsê û berxwedana YPJ'ê silav kirin.

10'ê Mijdarê: Kader Ortakkaya ku li sînorê Pirsûsê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê nobeda mirovahiyê digirt ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetil kirin.

* DOHK ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bike li gelek cihan çalakî û meş pêk anî.

KANÛN

*6 -7 Kanûnê: Komisyona Rêveberiyên Herêmî yên Jinên DBP'ê bi şîara " Em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin û jiyana azad û demokratîk ava bikin" konferansa amadekariyê ya Rêveberiyên Herêmî pêk anî.

* 16'ê Kanûnê: Li Felluceya Iraqê çeteyên DAIŞ'ê 150 jinên ku zewaca cîhadê qebûl nekirin bi darve kirin. Piştî du rojan şûn de li Hewacê jî 12 jinên ku zewaca cîhadê ya çeteyan qebûl nekirin hatin qetilkirin. Jinên ku hatin qetilkirin di gorîn komîde hatin veşartin. * 17'ê Kanûnê: Li Wanê bi pêşengiya DOKH'ê bi şîara "Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun û jiyana azad û demokratîk avabikin" konferansa Aboriyê ya Jinan pêk hat.

* 19- 21'ê Kanûnê: Li Amedê bi heman şîarê konferansa Jinên Navenda Rêveberiyên Herêmiya a BDP'ê li salona Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin.

27-28’ê Kanûnê: 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan ên DBP’ê li gundê Amaraya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê hati lidarxistin.

(aw/wk)