1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Nisêbînî: Me duh li ber xwe da emê îro jî li ber xwe bidin
Jinên Nisêbînî: Me duh li ber xwe da emê îro jî li ber xwe bidin,jinên,nisêbînî,me,duh,li,ber,xwe,da,emê,îro,jî,li,ber,xwe,bidin

Jinên Nisêbînî: Me duh li ber xwe da emê îro jî li ber xwe bidin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Nisêbînê jinên pêşengiya berxwedanê dikin bertek nîşanî nûçeyên şerê taybet ên ku îddia dike welatî navçeyê terk dikin dan û ew tişt gotin: "Çawa ku me berê jî li gel înankirina 6 qedexeyan jî navçeya xwe neterikand em ê îro jî neterikînin. Bila 10 caran qedexeyan îlan bikin. Êm deh caran jî û hezar caran jî li ber xwe bidin.

Piştî ku li Nisêbîna Mêrdînê gel vîna xwe ya rêveberiya cewherî nîşan da, 6 caran "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin. Li navçeyê ku bi awayekî fîîlî qedexe berdewam dike, li taxên Firat, Dîcle û Abdulkadîrpaşa hêzên dewletê bi maşîneyên zirxî bê serûber gule ber dide. Her wiha çapemeniya AKP'ê bi nûçeyên ku wekî welatî koç dikin şerê derûnî dimeşîne. Li navçeyê li dijî êrîşan gel parastina xwe ya cewherî pêş dixe, pêşengên berxwedanê jin jî dan zanîn ku dê bajêr neterikînin û gotin, "Me duh jî li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin"

'Dê çeteyên AKP'ê ji axa me bên derxistin'

Jina bi navê Emîne Baş ku li taxa Firatê ye diyar kir ku bi tu êrîş nikare wan ji taxên wan bide koçkirin û ev tişt got: "Nûçeyên ku wekî şêniyên Nisêbînê navçeyê diterikînin tên weşandin tu rastiyê îfade nake. Em na dê çeteyên AKP'ê ji taxên me derbikevin. Çawa ku me berê jî li gel înankirina 6 qedexeyan jî navçeya xwe neterikand em ê îro jî neterikînin û em ê li ber xwe bidin. Bila 10 caran qedexeyan îlan bikin. Êm deh caran jî û hezar caran jî li ber xwe bidin. Ji hemû gelê kurd re banga min e, bila dest bidin hevdû û yekitiya xwe ava bikin. Bila tevî zarok û ciwanên xwe li pişt barîkatan dest bi berxwedanê bikin."

'Em naçin tu derî'

Jina bi navê Emîne Ercîk jî anî ziman ku ew heta bijîn dê dest ji axa xwe nekin û wiha got: "Em ê li hemberî êrîşên ku dibe pêk bên jî li ber xwe bidin. Em li vê derê ne û em ê sekna xwe ya li vê derê berdewam bikin. Em ê biçin ku? Em bi salan li derve xebitîn. Me bi keda salan mala xwe çêkir. Em ê niha bihêlin û biçin ku derê." Jina bi navê Sedîka Îltaş jî wiha got: "Em tenê li vê derê parastina xwe dikin. Divê her kes xwe biparêze. Û divê tu kes mala xwe neterikîne."

'Em ê teqez bi ser kevin'

Atiye Yilmaz jî destnîşan kir ku yên li pişt xendekan li ber xwe didin ew in û ev tişt got: "Bi tangên xwe bên jî em ê erdnîgariya xwe ji wan bistînin. Banga min li gelê kurd ew e. Em ê teqez bi ser kevin. Werin hûn jî bibin hevparê vê serkeftinê. Li hemberî qetlîaman bêdeng nemînin."

(go/sy)