1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jiyana Erbakan wekî çîroka siyaseta Tirkiyeyê ye
Jiyana Erbakan wekî çîroka siyaseta Tirkiyeyê ye,jiyana,erbakan,wekî,çîroka,siyaseta,tirkiyeyê,ye

Jiyana Erbakan wekî çîroka siyaseta Tirkiyeyê ye

A+ A-

Serokwezîrê berê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Necmettîn Erbakan, li Enqere jiyana xwe ji dest da. Necmettîn Erbakan yek ji kesên herî bi bandor ên di siyaseta Tirkiyeyê ya 40 salên borî de bû. Partiya ku ji wî cuda bû niha li Tirkiyeyê desthilatdar e. Lê Erbakan jî di jiyana xwe ya siyasî de der barê pirsgirêka kurd de dem dem bû xwedî hewldan.

Serpêhatiya Erbakan a siyasî yek ji parçeyê tabloya giştî ya siyaseta Tirkiyeyê ye. Dem dem rastî astengkirina hatibe jî dîsa hizra ku ji nêrîna wî ya cihanî peyda bûye, her tim li Tirkiyeyê bûye xwedî cih.

Çîroka jiyan Erbakan…

Erbakan di 29’ê Cotmeha 1926’ê de li Sînopê ji dayîk bû. Ji ber ku bavê wî Mehmet Sabrî Erbakan dadgerê cezayê giran bû lig elek bajaran geriya û lewre perwerdehiya wî jî li bajaran cuda domiya. Li Qeyseriyê dest bi dibistanê kir, li Trabzonê jî bi dawî kir. Piştî ku bar kirin Stenbolê lîse li Lîseya Xortan a Stenbolê xwend û di 1943’yê de bi derceya yekemîn temam kir. Piştre li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê beşa makîneyê xwend û li Almanyayê jî li ser lêkolînên teknîka leşkerî perwerdehiya xwe domand. Li Zanîngeha Aachen a Teknîkê ya Alman, salek û niv xebetî pênaseya ‘Doktor’ li wir wergirt û ew pênase li Almanyayê derbasdar bû.

Piştî şerê duyemîn ê cîhanê Erbakan yekemîn zanyarê tirk ê di zanîngehên Alman de kar dikir bû. Di sala 1953’yan vegeriya Tirkiyeyê û penaseya ‘doçentiyê’ wergirt. Erbakan di 1965’ê de bû profesorê teknîkê û piraniya xebatên xwe li ser otomobîlên xwecihî dimeşandin.

Destpêka siyasetê…

Necmettin Erbakan di sala 1969’an kete qada siyasetê û di hilbijartinan de li Konyayê bû namzetê serbixwe yê parlementeriyê. Di hilbijartinê de hate hilbajtin û çû meclisê. Di 24’ê berfanbara 1970’an de partiya yekemîn li ser fikra ‘Hizra Millî’ hatiye avakirin, Partiya Nîzama Millî (Milli Nizam Partisi) ava kir. Di 1971’an de li ser zextên reveberiya darbeyê neçar ma ku partiya xwe bigire. Piştre di 11’ê cotmeha 1972’yan de Partiya Selameta Millî ava kir û ket hilbijartinê. Di hilbijartinê de ji sedî % 12 deng wergitin û 51 parlementer şandin meclisê.

Di 1974’an de piştî ku hikûmeta hevkariya MSP-CHP’ê hilweşiya, tevli koalisyona ji çar partiyan pêk dihat bû û bû Cîgirê Serokwezîr. Piştî hilbijartinên 5’ê Hezirana 1977’an jî di koalisyona 3 alî de jî cih girt û heman peywira xwe domand. Bi vî awayî 4 salan li ser hev bû hevkara hikûmetê. Ji sala 1978’ê heta darbeyê leşkerî yê 12’ê Îlona 1980’yan di muhalefetê de ma. Ji ber qedexeyên darbeyên bi xwe re anîn, heta 1987’ê li siyasetê dûr ma. Di dema darbeyê de demeke kin di bin çavan de ma. Di referandûma 1987'ê de mafên wî lê hatin vegerandin û Partiya Refah a ku beriya darbeyê ava kiribû kongreya xwe pêk anî û dîsa Erbakan bû serokê giştî û di hilbijartina giştî ya cotmeha 1991’an de dîsa ji Konyayê wekî parlementer hate hilbijartin. Partiya wî di hilbijartinên 1995’ê de ji sedî 21.7 deng wergertin û bû partiya yekemîn. Di demeke kin de bi koalîsyona ku bi Partiya Riya Rast (DYP) re çêkirî, hikûmet ava kir û bû serokwezîrê Tirkiyeyê.

Darbeya 28’ê Sibatê destpêka dawiyê bû

Serokwezîrtiya Erbakan piştî civîna MGK’ê ya di 28’ê Sibata 1997’an de pêk hat û biryara ‘li dijî îrtîcayê têkoşîn dê bê meşandin’ hate dayîn, bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de Dozger Vural Savaş doza girtinê li Partiya Refahê vekir û piştî girtina partiyê pêvajoya serokwezîrtiyê ya Erbakan jî bi dawî bû. Piştre Partiya Saadetê ava kir û piştî demeke kurt di doza ‘Trilyonên Winda’ de ceza xwar û di 30’ê berfanbara 2004'an de dev ji serokatiya partiyê berda.

Zarokên Erbakan ên 'bêxêr' û avakirina AKP'ê

Her wiha rêheval û şagirtên wî Abdullah Gul, Bulent Arinç ku ji destpêkê heta niha pê re bûn, piştî darbeya 28’ê Sibatê tevî Recep Tayyîp Erdogan jê veqetiyan û AKP ava kir. Balkêş e ku paşê wî tu caran AKP wekî partiyeke ku temsîla nêrina wî ya cîhanî dike, bi nav nekir. Bi gotina wî; ‘Ew zarokên bêxêr’ bûn. Ji cezayê ku lê hatiye birîn jî dîsa şagirtê wî Abdullah Gul ê ku bûye Serokkomar, ew efû kir. Piştî ku cezayê wî yê qexedeya siyasetê rabû, dîsa bû Serokê giştî yê Saadetê. Lê partiya ku ew dimeke dirêj jê dûr mabû, êdî dîsa parçe bûbû û Numan Kurtulmuş beriya 5 mehan partiya HAS ava kir û aşkera kir ku ew êdî di bin Serokatiya Erbakan de siyasetê nameşîne.

Nerîna wî ya di warê pirsgirêka kurd de

Erbakan di jiyana xwe ya siyasî de û di dema xwe ya serokwezîrtiyê de dem dem di warê pirsgirêka kurd de hin peyam dan û xwest hin tiştan bike lê ew jî yekî lîderên din ên ku dixwestin pirsgirêkê çareser bikin, hate astengkirin.

Axaftina wî ya Çewlikê..

Erbakan di hilbijartina 1994’ê ya reveberiyên herêmî de li Çewlikê axaftinek balkêş kir û cara ewil bû ku bi zelalî behsa pirsgirêka kurd û polîtîkayên înkarê dikir. Erbakan wiha gotibû: “Berê zarok bi besmeleyê dest bi dibistanê dikir. Lê Niha guhertin û gotina; ‘Tirk im, rast im, jîr im’ pê didin gotin. Heke hûn wisa bêjin, yekê din jî dikare beje; ‘Kurd im, rasttir im, jîrtir im’ û ev mafê wan e.” Erbakan ji ber vê axaftina xwe di çarçoveya xala 312’emîn de bi salekê cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Ocalan: Erbakan daxwaza agirbestê kir

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan behsa nameyên ku dema Erbakan serokwezîr bû ji wî re şandibûn jî kiribûn û wiha gotibû: “Dema ku birêz Erbakan Serokwezîr bû, heyet ji hin hêzên islamî yên Lubnanê hatin cem me. Min ji wan fehm kir ku Erbakan dixwaze şer raweste û çareseriyek peyda bibe. Daxwazên Erbakan em kêfxweş kiribûn. Min ji 3 rûpelan nameyek jê re şand. Me ew proje ji Erbakan re şand, lê wî bersiveke nepenî û ne xuya da. Dîsa me bersivek erênî jê re şand. Erbakan got ewê bersiva me bide. Lê belê bersiv neda û ev hevdîtin rawestiyan û têk çûn.

DÎHA (tt)