1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Jiyana koçber berxwedanî û Gewher Urek
Jiyana koçber berxwedanî û Gewher Urek,jiyana,koçber,berxwedanî,û,gewher,urek

Jiyana koçber berxwedanî û Gewher Urek

A+ A-

RÛŞEN BİNİCİ Dayika Gewher Urek ku li gel 6 zarok û hevserê xwe ji navçeya Qilabana Şirnexê ji ber zordariya dewletê koçî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin, serpêhatiyên xwe vegot. Urek, anî ziman ku hevserê wê mamoste bû, lê ji ber ji nirx û hestên welatparezî ne dûr bûn, hêzên dewleta tirk zext li wan kirin û ew sirgûn kirin.

Di salên 1990'an de leşkeran gelek mal şewitandin û gelek gund valakirin. Bi hezaran malbatên kurd, xanî, zevî, dehl û rezên xwe hiştin û koç kirin. Yek ji van malbatan malbata Urek e. Di koçberiyê de herî zêde jinan zor û zahmetî kişandin. Li ser zor û zahmetî û pêkanînê dewletê dayikên ku ketin ber pêlên koçberiyê serpêhatiyên xwe anîn ziman. Dayik Gewher Urek bi gotina, "Dewletê rehetî nedidame, car caran bi roj, car caran nîvê şevê digirtin ser mala me. Heqaret li me dikirin. Hevserê min dibirin êşkence lê dikirin" ew rojên borî bibîr anî. Dayik Gewher, diyar kir ku hevserê wê ji ber wan kiryaran neçar ma ji malê biçe. Piştî hevserê wê ji mal çû zext berevajî kêm bibin zêdetir bûm. Dayik Gewher bi zarokên xwe ve tenê ma û ket nava jiyanek bi zahmet. Dayik Gewher dema serpêhatiyên xwe vegot çavên wê tijî rondik bûn û wiha axivî: "Piştî ku hevserê min ji ber zilma dewletê ji malê çû, da ku êdî leşker li ser malbatê zextan nekin, dewletê zext zêdetir li me dikir."

Dayik Urek rastî heqaretan hat. Ne tenê heqaret, binçavkirin û bi êşkenceyan re rû bi rû ma. Sedem welatparêziya wan û dilsoziya bi Tevgera Azadiyê re ye. Roj ji bo wan bûn êş û îşkence. Dayika Urek ew roj wiha anîn ziman: "Vê carê ez girtim, heqaret û êşkence li min kirin. Ji min re digotin, "Apocî têne mala we! Ka hevserê te li ku derê ye? Paşê çavên min girtin, ez kirim hundirê panzêrê. Dayika min jî hatibû gel zarokên min. Dayika min digiriya û digot, 'Wê zarokên min bikujin.' Min jî got dayê, 'Tiştek nabe, eger me bikujin jî em di rêya şerefê de diçin, qet xeman nexwe. Leşkeran bombeya destan bi deriyê malê vekirin û ji bo dayika min digotin, 'Bila biçe derî veke.' Bi saetan û rojan êşkence û heqaret li me dikirin. Êdî ji bo me tenê ya mabû ew bû ku em mala xwe cih û warê xwe terk bikin. Lê belê guman û tirsa min, zarokên min bûn. Min digot, 'Ez wan zarokên xwe çawa û bi çi rengî bi awayekî saxlem bigihînim cihekî bi ewle."

'Xwedê heqê me ji zaliman re nehêle'

Dayik Gewher Urek ket nav hewldanan ku zarokên xwe ji heqaret û êşkenceyan dûr bixe. Tişta ku herî zêde li ser bandor kir tirs, xof û pirsên zarokên wê ne ku di wan temenê biçûk de wateyê nadin bê çima dewlet wan pêkutiyan dike. Dayik Urek, ji ber gihiştî û zana bû di ferqa wê de bû ku bê çima dewlet dest ji wan berna de. Dayik Gewher çû cem xizmên xwe û ji tiyê xwe re wiha got: "Min ji tiyê xwe re got, 'Dewlet bela xwe ji me venake. Ji bo me erebeyekê an jî tiştekî din peyda bike ez û zarokên xwe em ê derbasî Başûrê Kurdistan bibin. Ji ber bi vî awayî em nikarin bijîn.' Tiyê min ji min re got, 'Ma ez ê çawa te bi 6 zarokên biçûk re bişînim?' Min got, 'Tiştek nabe.'" Dayik bi vîn û baweriya xwe zarokên xwe dide gel xwe û bi meş dikevin rê.

Urek, serpêhatiyên xwe wiha berdewam kir: ""Ez û zarokên min em ji Qilabanê heta gundê Delaka peya meşiyan. Zarok ji hal ketin. Nikarîbûn bimeşin. Em li gelek cihan disekinîn, heta ku zarokan bêhna xwe vedidan paşê dîsa em bi rê diketin. Dibe ku zarok ne di ferqê de bûn, bê çima û ji bo çi me mala xwe diterikand. Lê ma ez çi bêjim, Xwedê heqê me ji zaliman re nehêle."

Rêwîtî, sirgûnî û koçberî nayê tarîfkirin

Piştî wan gotinan Dayik Urek kesereke kûr kişand û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî em gihiştin Delaka me traktorek peyda kir. Min zarokên xwe lê siwar kirin heta cihekî em bi wî awayî çûn. Dema me sînor derbas kir, artêşa Tirk dest bi topbaranê kir. Tevî zarokên xwe di nav kevir, strî, kortal û tehtan de min hewl dida em xwe ji topan bistirînin. Dest û lingên me bibûn birîn. Du zarokên min birîndar bibûn. Bi vî awayî heta demekê em meşiyan. Rêwîtî, koçberî, sirgûn an jî mirov çi navî lê bike jî wateya wê kêliya dema ku me dijiya nikare terîf bike. Piştî demekê me komek heval dît. Hevserê min jî bi wan re bû. Hevalan bi xweşbînî em pêşwazî kirin."

'Bi serbilindî em dibêjin, Em Kurd in'

Dayik Urek, ligel gerîllayan, bêhna xwe vedidin. Çi tiştê hatine serê wan heta kêliya hatiye gel wan vedibêje. Gerîlla û hevserê wê wan guhdarî dikin. Dayika Gewher dibêje ku paşê hevserê wê ew û zarokên wê dişîne Zaxo û gotinên xwe wiha berdewam dike: "Min her tişt ji wan re got. Paşê hevserê min em şandin Zaxo. Em bi qasî 8 mehan li Zaxo man. Ji me re gotin, 'Gundiyên Nêrwehî û Bilehî jî koçber bûne û tên. Dewleta Tirk gel tehdît dikir da ku sîleh rakin, gundiyên ku sîlehên dewletê nedigirtin, dihatin girtin, êşkencekirin û kuştin. Gund vala dikirin, nedihiştin gundî tiştekî ji mala xwe rakin û xaniyên wan dişewitandin." Dayik Gewher bi zarokên xwe ji Zaxo berê didin Wargeha Bihêrê. Bihêrê yekemîn wargeha ku Kurdên ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne li wir mane. Dayik Gewher axaftina wiha berdewam dike: "Me ji Zaxo berê xwe da Bihêrê; lê belê her roj balafir û helîkopterên artêşa Tirk li ser me digeriyan. Dema balafir û helîkopter dihatin em diketin şkeftan. Bi qasî pênc mehan jiyana me wisa berdewam kir. Ango ne li Bakurê Kurdistan û ne jî li Başûrê Kurdistan rehetî nedidan me. Em ji wir jî veqetiyan, lê belê em diçûn ku bi heman rengî em li zext û pêkutiyan rast dihatin. Dewleta Tirk û hevkarên wan pir êş bi me dan kişandin."

Dayik Gewher Urek herî dawî hatina xwe ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) jî wiha tîne ziman: "Herî dawî em hatin Mexmûr. Bi ked û hewldanên xwe me jiyanek ava kir. Em li welatê xwe yê parçekirî de bibûn koçber, lê belê piştî tengasiyan firehî ye. Em bawer in ku em ê azad bibin. Dibe ku me nifşên vê demê û bi taybet dayikan gelek êş û jan kişand. Lê belê wê nifşên me yên pêş di welatekî azad de bijîn. Em di vê mijarê de pir bi hêvî ne. Berê wek Kurd kesî em qebûl nedikirin. Bi pêşengiya Rêberê me tevgereke me ya mezin çêbû. Li çiyayên Kurdistan bi hezaran keç û xort di vê meşa bi şeref de li hember dijmin şer dikirin. Em îro bi saya wan nirxên xwe bi serbilindî dibêjin, 'Em Kurd in.'"

(mae)