1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Jiyana xwe diyarî heqîqeta ku digot ‘ez jê venagerim’ kir
Jiyana xwe diyarî heqîqeta ku digot ‘ez jê venagerim’ kir,jiyana,xwe,diyarî,heqîqeta,ku,digot,ez,jê,venagerim,kir

Jiyana xwe diyarî heqîqeta ku digot ‘ez jê venagerim’ kir

A+ A-

SUNDAY, 06 APRIL 2014 11:17 inShare KOBANÊ– Endama Meclîsa Leşkerî YPG’ê ya Herêma Kobanê û endama YPJ’ê Sozdar Mehemed (Sozdar Kobanê) ku di Mijdara 2013’an de di şerê li rojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi kesayet û têkiliyên xwe bandorek mezin li derdora xwe çêkir. Sozdar ku tevlîbûna xwe ya YPG/YPJ’ê wekî “Ez ji nû ve jidayîk bûm û min riya heqîqetê nas kir, êdî ez jê venagerim” binav dikir, ji bo jinên ciwan bû sembolek.

Sozdar Mehemed (Sozdar Kobanê) li gundê Yaramaz ê dikeve başûrê Kobanê di sala 1990’an de ji dayîk bûye. Di nava malbateke welatparêz û ji aliyê aborî ve jî normal de mezin bû. 7 bira û 3 xwîşkên wê hene. Dibistana seretayî xwend, lê tevî ku hezkirineke wê ya bêhempa ji xwendinê re hebû jî, ji ber urf û edetên gund xwendina xwe dom nekir.

Li aliyê din di hundirê wê de eşqeke mezin ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bilind dibû û girêdana wê bi şoreşgerên jin re her ku diçû zêdetir dibû. Di sala 2013’an de jî bi jinên şoreşger re li gundan kar meşand. Sozdar Mehemed li aliyekê jî hemû hevalên xwe vedixwendin ku di civînên li gundan ji bo jinan têne li darxistin de cihê xwe bigirin.

Dema ku perwerdeya leşkerî û ramyarî li gund pêk hat, Sozdar ji kesên yekem ên ku bi coş di van perwerdeyan de cihê xwe girt bû. Sozdar yekem perwerdeya xwe ya leşkerî û ramyarî li gund dît û roleke mezin di pêşxistina jinên gund de lîst.

Sozdar Mehemed di Newroza 2013’an de jî biryara tevlêbûna nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) da û tevî hemû hewldanên derdorê yên ku fikira wê biguherînin jî, baweriya wê ya bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ew ber bi azadiyê ve pêş xist.

Piştî tevlîbûna YPJ’ê jî, gelek perwerdeyên ramyarî û leşkerî dîtin û di parastina herêma rojhilatê Kobanê de cîh girt. Sozdar Mehemed ku bi şexsiyeta xwe, taybetmendiyên pêşengtî, rêvebirin, bihêz û çalaktiyê bandor li ser derdora xwe kir, wekî endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Yekîniyên Parastina Gel (YPG) a Herêma Kobanê hate hilbijartin.

Sozdar Mehemed di 5’ê Mijdara sala 2013’an de li gundê Bîrkino ku dikeve navbera Kobanê û Til Ebyadê, di pevçûnên di navbera hêzên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.

Dayîka Sozdar: Pêşeng bû

Dayîka Sozdar û xwîşk û birayên wê kesayet, têkilî û têkoşîna wê ji ANHA’yê re vegotin.

Dayîka Sozdar Xanim Mihemed destnîşan kir ku Sozdar bi moral, çalakbûyîn û hezkirina xwîşk û birayên xwe dihate nasîn, her wiha di nava derdora xwe de her pêşeng bû û wiha dom kir: “Dema hevalên keç ên şoreşger didîtin û bi riya wan fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, bi wan ve hate girêdan. Di xeyalê xwe de dîmen û wêneyên ku wê rojekê bibe jineke şoreşger û têkoşer saz kir.”

Li ser biryara tevlêbûna Sozdar a ji bo refên YPJ’ê Xanim Mehemed ev tişt anîn ziman: “Hemû axaftin û danûstandinên Sozdar ên li mal û di nava hevalên wê de li ser şoreşgeran, jiyana çiyayî û îsrara wê ji bo tevlêbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Lê bi destpêkirina şoreşa Suriyê re û lidarketina şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistan û rizgarkirina herêmên wê ji bermahiyên rejîma Baas re, her wiha bi avakirina hêzên YPG’ê re Sozdar derfet dît ku tevlî nava refên YPJ’ê bibe. Bi vîn û îradeyeke mezin biryara xwe ya tevlêbûnê da. Ez venaşêrim pir caran ji ber bandora tirsa dilê dayîkan, li hemberî biryara wê derketim û tiştên bedew ku her keçik hêvî dike jêre peyda dikirin, lê dîsa jî razî nedibû û di biryara xwe ya tevlêbûnê û meşa di riya azadiyê de bi israr bû. Me pir caran hewl da wê vegerînin malê, lê bi hewldanên me bi bandor nebû û gotina dawiyê ev bû, ‘niha ez ji nû ve jidayîk bûm û min riya heqîqetê nas kir, êdî ez jê venagerim’.”

Xwîşka Sozdar Sîlva Mihemed jî li ser xwîşka xwe ev gotin kirin: “Sozdar xwedî şexsiyeteke hezker, dilpakû tije moral bû. Di wê de taybetmendiya hezkirina çandina kulîlk û daran hebû, piraniya wextên xwe bi lênêrîna kulîlkan re derbas dikir. Sozdar ne weke jinên din ên li gund bû, şexsiyeteke wê ya balkêş û cûda hebû, wê zihniyeta jinên gund ên ku koletiya zilaman li xwe qebûl dikirin red dikir. Sozdar dûrî min bû, ez ji vê yekê pir aciz dibûm. Wê her bi xwîşka min ya biçûktir re sohbet dikir. Dema min sedema vê dûrketinê jê dipirsî, digot ‘tu ji gulan hez nakî û lênanêrî, ji bo vê ez nikarim xwe nêzî te bikim û bitere demê derbas bikim’.”

Xwîşka Sozdar a bi navê Dîcle jî wiha got: “Sozdar parçeyê min ê din bû, em qet dûrî hev nediketin, kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi hevre me parve dikirin. Di vê dawiyê de jî me biryar girt ku em bi hevre beşdarî nava refên YPJ’ê bibin, lê di roja cejan Newrozê de wê dest ji min berda û beriya min biryara xwe da. Dema xebera şehadeta Sozdar ji me re hat, min ew yek qebûl nekir ku ez êdî Sozdar nabînim, lê dîsa jî ez bi vê berxwedaniya wê serbilindim. Ji ber ku di wê de xîret û coşa pêşengtiya refên azadiyê li pêş bû û şehadeta wê ev yek îsbat kir.”

(şm-ne/aq)