1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bide
Kalkan: Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bide,kalkan,divê,her,kes,li,dijî,faşîzma,akp,mhp,ê,li,ber,xwe,bide

Kalkan: Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bide

Kalkan: Li dijî terora dewletê ya faşîzma AKP-MHP'ê divê her kes li ber xwe bide. Bi taybetî têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê divê bi têkoşîna azadiya yê ya li Kurdistanê re bibe yek

A+ A-

BEHDÎNAN - ERSÎN ÇELÎK Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama hevpeyvîna xwe de diyar kir, sala 2016'an bû sala berxwedan û lehengiya herî mezin a ciwanên Kurd. Kalkan destnîşan kir, ciwanên Kurd nîşanî dost-dijmin her kesî da ku bi rastî jî ciwanên Apoyî ye û bi lehengî li ber hemû êrîşên faşîst rabûn.

'HER NEBAŞÎ Û ÊRÎŞ JI FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê TÊ'

Kalkan da zanîn, her şêwe nebaşî û êrîş ji faşîzma AKP-MHP'ê tê û got, "Lazim e mirov bi vê zanibin. Lewma li dijî vê êrîşkariyê bi zanebûn, rêxistinî û têkoşerî tevbigerin. Beriya her tiştî divê her kes li pêşberî zilm û zordariyê amade û hişyar be. Ji ber ku dijmin e, her tişt ji dijmin tê. Dijmin dikare komkujiyê bike, dikare dest bavêje, dikare hilweşîne-bişewitîne. Divê ev yek netirsîne. Pêwîste mirov nebêje 'çima bi vî rengî dibe'. Lazim e mirov zanibin ku dijmin vê dike û li dijî vê yekê divê mirov bi hêrseke mezin xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Girîng e ciwan xwe hê bêhtir perwerde û bi rêxistin bikin."

'DIVÊ HER KES LI BER TERORA DEWLETÊ RABE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku li dijî terora dewletê ya faşîzma AKP-MHP'ê divê her kes li ber xwe bide, dengê xwe bilind bike û wiha dewam kir: "Bi taybetî divê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re bibe yek. Faşîzm hewl dide parçe bike, qels bike û bi vî rengî beciqîne. Lewma pêwîstî bi têkoşîneke hevgirtî heye ku faşîzmê hilweşîne. Yên ku pêşengiyê ji vê re bikin jî ciwan in. Beriya her kesî lazim e ciwan yekîtî û têkoşîneke bi vî rengî bafirînin. Ciwanên Kurd di ezmûneke mezin re derbas bûn. Pêvajoyeke zehmet bû. Lê belê îspat kir ku di nava her şert û mercî de ew ê xeta lehengiyê ya Apoyî bimeşînin. Em bawer in, wê vê yekê di dema pêş de bêhtir nîşan bidin."

Kalkan li ser vê bingehê bang li ciwanan kir, ku bêhtir tevlî nava têkoşînê bibin, ref bi ref berê xwe bidin çiyê û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigirin. Kalkan got, "Divê li bajaran jî li ber xwe bidin, têbikoşîna demokratîk bimeşînin. Bi kîjan rê û rêbazên dikarin têbikoşin, lazim e li ser wê bingehê têbikoşin. Divê her kes têbikoşe."

'TAYYÎP ERDOGAN BANGA QIRKIRINA KURDAN KIR, LAZIM E KURD TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN'

Dûran Kalkan banga 'seferberiya mîlî' ya Erdogan bibîr xist û got, "Ev mijar girîng e. Aliyên xwe yên îdeolojîk û felsefîk hene. Ev nêzîkatî xetere ye. Berê jî gotin, 'em di nava şerekî serxwebûnê ne', 'em şerê man û nemanê dimeşînin'. Niha Tayyîp Erdogan rabû got, 'Ez banga seferberiya milî' dikim. Li dijî kê? Li dijî Kudan. Dixwazin netewebûyîna Tirk a faşîst li ser qirkirina Kurdan ava bikin."

Kalkan diyar kir, hewl tê dayîn bi tinekirina Kurdan re neteweya Tirk bê afirandin û destnîşan kir, ku ev yek nabe. Kalkan got, "Ev yek di heman demê de heqareteke mezin e li Tirkîtiyê. Lazim e ti Tirk vê qebûl neke. Pêwîstiya neteweya Tirk bi vê nîne."

Kalkan anî ziman, Tayyîp Erdogan daxuyaniyeke gelekî xetere da û wiha dewam kir: "Ji bo qirkirina Kurdan bang kir. Lazim e Kurd hemû vê bibînin û her kes tedbîrên xwe bigire. Li kolanên Stenbolê çi anîn serê Rûman, çi bi Ermenî, Asûrî û Suryaniyan kirin, wê hewl bidin heman tiştî bînin serê Kurdan."

Kalkan xwest, her kes li pêşberî vê rastiyê hay ji xwe hebin û bang li gel, rewşenbîr, hunermend û demokratên Tirkiyeyê kir, ku vê rastiyê bibînin.

'KÊM MA YE ERDOGAN DÎN BIBE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku Kurd wê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bide û got, "Kî wê li dijî kê seferberiyê îlan bike? Di dawiya vê seferberiyê de kî wê bimire, kî wê bimîne? Ev ne diayr e. Lê belê ev yek wê rê li ber bihevketineke mezin veke. Berpirsyarê vê jî Devlet Bahçelî ye, Tayyîp Erdogan e."

Kalkan da xuyakirin, ku kêm ma ye Tayyîp Erdogan dîn bibe û di dawiya axaftina xwe de got, "Bangeke bi vî rengî ji bo serokkomarekî, bangeke dînbûnê ye. Bangeke ku şewitandina tevahiya cîhanê daye ber çavên xwe. Divê mirov li ber vê polîtîkaya Erdogan rabin û pêşî li Erdogan bigirin. Tirkiye niha li ber felaketê ye. Banga seferberiya milî tê wateya hewldana destpêkirina felaketê. Lazim e Erdogan di vir de bê sekinandin."