1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye
Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye,karasû,pratîk,nebe,gotin,bê,wate,ye

Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye

10 xal xalên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku 10 xalên di daxuyaniya heyeta HDP'ê û Hikûmetê de hatin aşkerakirin, xalên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Thursday, March 5, 2015 at 4:42 PM Behdînan - Anf Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Deh xalên di vê daxuyaniyê de, xalên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Ev çi ye? Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka rêveberiya xwecihî wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Bi vê pêşnûmeyê re hemû mirovên ji sîstemê nehatine dîtin, wê bi muzkaereyê re bibin xwedî bingeheke jiyana demokratîk û azad." Karasû destnîşan kir, ku eger dewlet û hikûmet bixwaze, xwedî polîtîkayeke çareseriyê be, bi meşandina muzakereyê re pirsgirêk dikarin di demeke kurt de bên çareserkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya Heyeta HDP û Hikûmetê ji ajansa me re nirxand.

Karasû bal kişand ser girîngiya daxuyaniya hevpar û got, "Bêguman ev yek girîng e. Ji ber ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de projeya Rêber Apo pêk tê. Ev yek bi awayekî zelal mûxatapgirtina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd e di çareseriya pirsgirêka Kurd de."

Karasû ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestiye ev deh serenav bên muzakerekirin, piştre PKK kongreya xwe bicivîne û pêşniyar kiriye û bi vê yekê re biryara rawestandina têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê were stendin. Karasû diyar kir ku pêşnûme, projeyeke demokratîkbûyîna Tirkieyyê û di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê ye.

Karasû anî ziman ku bi vê daxuayniyê de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji her demê bêhtir nêz bûye û got, "Daneheviya Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya ji dehan salan, veguheriye bingeheke şênber a çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê. Hikûmetê jî neçar ma vê qebûl bike. Ji bo raya giştî jî, bingeheke bi vî rengî veguheriye destketiya demokratîkbûyînê. Hesabê hikûmetê di dibe bila bibe, êdî sozeke bi vî rengî ya demokratîkbûyînê li pêş çavê heyeta dewletê, heyeta hikûmetê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê hatiye kirin."

10 XALÊN HATIN PÊŞKÊŞKIRIN XALÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ NE

Karasû der barê 10 xalên hatin pêşkêşkirin de ev nirxandin kir:

"10 xalên di vê daxuyaniyê de cih digire, xalên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Ev çi ye? Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka rêveberiya xwecihî wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Bi vê pêşnûmeyê re hemû mirovên ji sîstemê nehatine dîtin, wê bi muzkaereyê re bibin xwedî bingeheke jiyana demokratîk û azad. Pirsgirêka jinê ya kûrbûna demokratîkbûyînê îfade dike û pirsgirêka ekolojiyê jî wê di çarçoveya muzakereyan de çareser bibin. Eger her qad wê demokratîk bibe, civak û xwecihî wê xurt bibin, di qada aboriyê de jî wê demokratîkbûyîna aboriyê ya tê wateya xurtbûna civakê, pêk were. Demokrasiya xwecihî gelekî girîng e. Ji bo demokrasiyê nebe nabe. Ev yek dikare Ege be, dikare Derya Reş be, dikare Kurdistan be. Armanc, xwerêvebirina mirovên vê erdnîgariyê ye. 10 xalên muzakereyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e."

Karasû her wiha destnîşan kir, ku bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin pirsgirêkên hemû civatên etnîkî, bawerî û çandî yên ji sîstemê nayên dîtin, werin çareserkirin û Tirkiye ji aliyê giştî ve demokratîk bibe.

'ÇEK DANÎN TI CARÎ NEKETIYE ROJEVA ME'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû hin nîqaşên li ser beyana niyetê ya di daxuyaniyê de hat kirin nirxand û got, "Beriya her tiştî girîng e ev xal were destnîşankirin. Tiştekî weke bêçekbûnê nîne. Di rojeva tevgera me de bêçekbûn nîne. Me mijareke bi vî rengî nexistine rojeva xwe, em qet li ser nefikirîne, nehatiye hişê me. Lê bi salane em dibêjin; eger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, em ê têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bisekinînin, em ê biryara vê bidin. Lewma kengî li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêk hat û pirsgirêka Kurd çareser bû, wê têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê jî bi dawî bibe...Dema di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber hatin avêtin, hingî wê PKK kongreya xwe bi vê rojevê bicivîne."

Karasû destnîşan kir, ku nîqaşên li ser çek danînê, nêzîkatiyeke şerê taybet a hikûmetê û got, "Ev yek ne zimanê çareserî û aştiyê ye. Gotina 'Bila gerîla dest ji çekê berde' zimanê şerê taybet e ku ev çil sal in li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd tê bikaranîn."

BICIHHATINA BEYANA NIYETÊ, BI GAVÊN HIKÛMETÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku heta hikûmet gavên pêwîst neavêje, ne pêkane niyeta hatiye beyankirin bicih were, kombûna kongreyeke bi vî renî nacive û got, "Eger dibêjin em bi neiyeta baş ji bo civakê dikin, hingî divê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavê biavêje, Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêkên bi vî rengî çareser bike."

Karasû ragihand ku eger dewlet û hikûmet xwedî polîtîkayeke çareseriyê be û dest bi muzakereyê bike wê pirsgirêk di demeke kurt de çareser bibin û got, "Ji ber ku Rêber Apo jî Tevgera me jî ji aliyê rê û rêbazên çawaniya çareseriyê xwedî amadekariyane. Eger bi rastî jî polîtîkayeke çarseriyê ya hikûmetê hebe, hingî amadekariyên wê jî hene. Wê demê jî dikare gavê biavêje."

Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye

Karasû: "Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn." Friday, March 6, 2015 at 7:00 AM Behdînan - Anf Karasû: "Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de destnîşan kir ku yekane alternatîfa meyla otorîteriyê ya AKP'ê bisekinîne, serketina HDP'ê di vê hilbijartinê de ye û got, "HDP niha hevrikê herî girîng ê AKP'ê ye, mûxalefeta bingehîn e. Bi rastî jî yekane hêza karibe rûyê rast ê AKP'ê derxîne holê HDP ye. Eger HDP bi pêş bikeve û xurt bibe, li ser bingeha Rêber Apo destnîşan kiriye, Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên çep û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, wê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Eger HDP bi awayekî serketî ji hilbijartinê derkeve, di serî de pirsgirêka Kurd wê çareseriya hemû pirsgirêkan xwe bidin der. Ji xwe projeya Rêber Apo danî holê, ne tenê projeyek li hemberî AKP'ê ye, projeyek ji bo siyaseta Tirkiyeyê, ji bo civaka Tirkikyeyê ye."

Karasû da zanîn ku di rewşa heyî de projeyek hatiye pêşkêşkirin û hînê ne diyar e AKP, dewletê wê bersiveke çawa bide vê projeyê. Karasû ragihand ku ew ê li pratîka dewlet û hikûmetê binêrin û di vî warî de ev nirxandin kir:

"Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn. Ev şeş-heft sal in rewşeke bêpevçûniyê heye, bêçalakiyê, agirbestê heye. Lê belê ev bingeh ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nayê bikaranîn. Lewma ji ber pratîka AKP'ê ya salên bihurî, bêguman di nava raya giştî de fikar û guman hene. Ya ku ev fikar derxist holê jî pratîka AKP'ê ye. Belê, daxuyanî girîng e, em daxuyaniyê dîrokî dibînin, lê em ê bi demê re bibînin ku AKP wê pêwîstiyên vê daxuyaniyê bicih bîne yan na. Vê daxuyaniyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bingeheke xurt afirandiye û encam nêz kiriye. AKP gavê neavêje jî eger hêzên demokrasiyê, HDP vê rewşê baş binirxînin ku karibin Tirkiyeyê demokratîk bikin, di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkan çareser bikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku niyeta AKP'ê çi dibe bila bibe, rewşa derketiye holê li gorî berjewendiyên gelan e û anî ziman ku girîng e hêzên demokrasiyê xwedî li HDP'ê derkevin û vê daxuyaniyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd binirxînin.

'DEMOKRASÎ Û AZADÎ BI TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ VÊ HIKÛMETÊ WÊ PÊK WERIN'

Karasû anî ziman ku muzakereya li Îmraliyê bi dewletê re bê meşandin an jî rewşa bêpevçûnî ya bi dewletê re ku ku AKP niha temsîla wê dike rewşeke cuda ye, têkoşîna li hemberî AKP'ê mijareke cuda ye.

Karasû diyar kir ku di roja îro de hêza ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî wê têdikoşe AKP ye û got, "Ji ber ku desthilatdarî ew e. Lewma, demokrasî û azadî bi têkoşîna li hemberî vê hikûmetê re dikarin pêk werin. Daxuyaniya li Dolmabahçeyê û muzakereyê gengaz ên li Îmraliyê jî, vê têkoşînê îfade dikin. Ji xwe hînê li holê muzakere nîne. Hewldan heye ku dewletê û AKP a dewleta demî ye ber bi muzakereyê ve bên kişandin."

'PÊWÎSTE HEYETA ŞOPANDINÊ ŞERT Û MERCAN BIŞOPÎNE'

Karasû da zanîn, ku bi destpêkirina muzakereyê de divê heyeteke şopandinê hebe, ku bi şopîne ka muzakere bi çi rengî dimeşe, kî li gorî mercên muzakereyê tevdigere, kî li gorî mercên agirbestê tevdigere, kî tevnagere.

Karasû bal kişand ser girîngiya serbestberdana girtiyên nexweş û got, ""Rêber Apo jî, tevgera me jî di vî warî de gazin kirin, anîn bîra dewletê. Gotin, 'Me leşker û wezîfedarên dewletê serbest berdan, lê we hînê girtiyên nexweş serbest bernedan'. Serbestbernedana girtiyên nexweş, feraset û helwesta AKP'ê nîşan dide. Naxwe, girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariyê. Ne Rêberê me, ne HDP ne jî em vê neyê nakin mijara bazarê. Lewma serbestberdana girtiyên nexweş ne gaveke niyeta baş e, ne jî gavek gavek di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ye. Wezîfeya dikeve ser milê hikûmetê ye. Ev yek ji aliyê esasî ve di deh xalan de hatine destnîşankirin."

'DIVÊ TEVGERA ME Û RÊBER APO KARIBIN HEVDÎTINÊ BIKIN'

Karasû da xuyakirin ku pêwîste Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan bikin û got, "Di her firsendê de radibin dibêjin, di navbera Îmrali û Qendîlê de nakokî heye. Tiştekî bi vî rengî nîne, lê eger li vê difikirin, bila derfetên hevdîtina Rêber Apo û Tevgera me biafirînin. Ji xwe ji bo muzakereyeke başe û ji bo çareseriyê, şert e hevdîtinê bikin."

'PÊWÎSTE PAKÊTA EWLEKARIYÊ WERE VEKIŞANDIN'

Karasû li gel vê yekê bibîr xist ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a Tevgera Azadiyê dabû xuyakirin ku divê 'Pakêta Ewlekariyê' were vekişandin û got, "Ne tenê em vê dibêjin, hemû hêzên demokrasiyê vê dibêjin. Eger tu yê pirsgirêka Kurd çareser bike, tu yê Tirkiyeyê demokratîk bike, hingî çima tu vê pakêtê tîne Meclîsê. Diyar e, divê ev pakêt were vekişandin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku di rêveçûna pêvajoyê de xala herî girîng agirbesta qewînkirî ye û got, "Wê demê divê soz were dayîn ku çêkirina qereqol, bendav û rêyên bi armancên leşkerî werin sekinandin. Her wiha divê soz were dayîn, ku girtinên siyasî pêk nîne."

Karasû herî dawî ragihand ku wezîfeya dikeve ser milê derdorên demokrasiyê û gelê Kurd ew e, ku ji bo demokratîkbûyîna di vê daxuyaniyê de hat destnîşankirin bicih were anîn, zextê li hikûmet û dewletê bikin.