1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Bi qasî DAIŞ'ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê derb xwarin
Karayilan: Bi qasî DAIŞ'ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê derb xwarin,karayilan,bi,qasî,daiş,ê,dewleta,tirk,û,hikûmeta,akp,ê,derb,xwarin

Karayilan: Bi qasî DAIŞ'ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê derb xwarin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re DAIŞ, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên destekê didin DAIŞ'ê derbeke cidî xwarine

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re DAIŞ, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên destekê didin DAIŞ'ê derbeke cidî xwarine. Karayilan diyar kir ku Kurdan li Sûriyeyê bi perspektîfa neteweya demokratîk re vîneke xurt nîşan dane û destnîşan kir ku Kurd di avakirina Sûriyeya nû de dikare bibe hêza xwedî rola aktîf.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di bernameyeke taybet a li televîzyona Ronahî TV de serketina Girê Spî nirxand û anî ziman ku ev serketina YPG, YPJ û Bûrkan El Firat, ji bo hevpariya di siyaseta Sûriyeyê de destketiyeke girîng e. Karayilan got, "Beriya her tiştî ne tenê serketina Girê Spî ye. Ev yek pêvajoyek bû û bi Kobanê re destpê kir."

'DERBA LI DAIŞ'Ê KET, DERBA LI AKP Û DEWLETA TIRK HATIYE XISTIN E'

Karayilan diyar kir ku rizgarkirina Girê Spî ji DAIŞ'ê, derbeke cidî li DAIŞ û hêzên destekê didin DAIŞ'ê ketiye û ev xal destnîşan kir: "Li wê derê DAIŞ'ê çiqas derbe xwaribe, AKP'ê û dewleta Tirk jî ewqasî derbe xwar. Ji ber ku her kesî digot ku ev derî dihat bikaranîn. Rojnameyên Amerîka, Ewropa gelek caran hin tespît kirin. Nivîsandin ku madeyên mîna zivil ê di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn û eleman ji vî derî tên derbaskirin. Her çend dewleta Tirk vê înkar dike jî her kesî dizanîbû ku ev yek dewamd ike. Herî dawî belgeyek li ser Emîrekî DAIŞ'ê derket holê û hat weşandin. Belge di Nîsana 2015'an de hatibû nivîsandin. Di belgeyê de dihat gotin, 'Ji bo em çek û cebilxaneya tê Kaniya Xezalan werbigirin, divê nameyek bi îmze û mora Reqayê were şandin.' Delîl ev e. Bi kurtasî ev qet hat birîn. DAIŞ'ê li vir derbek cidî xwar. Ev yek ji aliyê giştî ve wê DAIŞ'ê qels bike."

Karaylan anî ziman ku vê pêngavê Şoreşa Rojava xurt kiriye û hevpariya di nava Sûriyeyê de bi pêş ve biriye. Karayilan ragihand ku girîng ev serketina pîroz ji aliyê hemû hêzên demokratîk ve baş were nirxandin.

Karayilan da zanîn ku pêngava Girê Spî ji bo Rojavayê Kurdistanê gaveke gelekî mezin e û got, "Berê Rojavayê Kurdistanê zêde nedihat dîtin. Hatibûya dîtin jî mîna vînekê nedihat dîtin. Hebûna Kurdên li wir nedihat qebûlkirin, nasname jî ji gelek Kurdên li wir re nedihat dayîn." Karayilan da xuyakirin ku ne tenê rejîmê, hêzên mûxalîf jî di civînên xwe de cih nedidan Kurdan û got, "Ji ber ku Rojava girîng nedihat dîtin. Îro her kes dizane ku bêyî Kurdan Sûriyeya nû nayê avakirin."

'JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIKARE GAV WERIN AVÊTIN'

Karayilan bibîr xist ku di navbera salên 2011-2012'an de mûxalefeta Sûriyeyê li derveyî welat diciviyan û li çareseriyê digeriyan û got, "Nîqaş dikirin. Çarçoveyek li gorî xwe esas digirtin. Lê dîtin bi vî rengî nabe. Bi gotinên ji derve nabe. Li wê derê kî xwedî hêz be, ew dikare biaxive. Ew dikare çareseriyê biafirîne. Êdî rewşa xumamî ya di mijara çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de ji holê radibe. Girîng e Şoreşa Rojava rastiya di vê mijarê de baş bibîne. Polîtîkayên xwe li gorî vê amade bike. Bi hêzên demokratîk, leşkerî û siyasî yên Sûriyeyê re, bi mûxalefeta rastî re yekîtiya xwe xurt bike. Yekîtiya di bin sîwaneya Bûrkan El Firat de, gaveke bi qîmet e. Bi qasî ku em dizanin li aliyê Efrîn û Helebê jî bi heman rengî yekîtiyek di navbera 6-7 rêxistinan de bi navê Artêşa Şoreşger ava bûye. Ev nîşaneyên destpêkê ne. Bi hêzên di nava Artêşa Azad êna lîgirên demokrasiyê, alîgirên Sûriyeyeke demokratîk in re, nêzîhevbûn divê were xurtkirin. Bi vî rengî li ser bingeha perspektîfa Neteweya demokratîk, ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk a pirrengî gav dikare were avêtin. Ji ber ku niha di ser Şoreşa Rojava re û di mînaka Kantona Cizîrê de kêm be jî ev perspektîf tê meşandin. Ev ji bo hemû Sûriyeyê dikare bibe mînak. Ev ne di gotinê de ye, rastî bi vî rengî ye."

'SÛRIYEYA DEMOKRATÎK A NÛ WÊ PIR RENGÎ BE'

Karayilan da zanîn ku civaka Sûriyeyê pir rengî û pir çandî ye û anî ziman ku divê Sûriyeya nû jî bi nêzîkatiyek dûrî tekparêziyê, bi nêzîkatiyeke ku gelan digihîne hev were avakirin û got, "Civaka Sûriyeyê pir rengî ye. Gelek Çand, bawerî hene. Ne bi nêzîkatiya yek dewlet, yek milet a xwe dispêre netewe dewlet, bi federalîzma li ser bingeha piraniyê re ev bawerî, çand, netewe û hemû gelên Sûrieyyê dikarin bigihêjin hev. Sîstema kantonan dikare esas were girtin. Ev mînakeke. Dibe ku guhertinan jî bikin. Lê belê perspektîfek derketiye holê."

'KURD WÊ SÛRIYEYÊ BIGIHÎNE HEV'

Karayilan anî ziman ku Kurd alîgirê cihêbûnê nîne û bal kişand ser rola Kurdan a di hevgirtina Sûriyeyê de. Karaylian got, "Hinek hewl didin vê berevajî nîşan bidin. Hewl didin ku Kurdan weke hêzeke parçekar nîşan bidin. Lê, berevajî vê Kurd ji bo hevgirtinê dixebitin. Kurd wê Sûriyeyê bigihînin hev. Dibêjin Kurd xalîkirina etnîkî dike. Ev dûrî ji rastiyê ne. Vana bingeha ku siyaseta Rojava di ser re dimeşe, nas nakin. Ev siyaset kûr e, dewlemend e, ya hemû gelan e. Û wê encamê werbigire."

'SERKETINA GIRÊ SPÎ DOZA AZADIYÊ YA GELÊ KURD XURT KIR'

Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serketina Kurdan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Ev ji bo Kurdan serketineek siyasî bû. Yekemcar civaka Kurd di vê astê de li Bakurê Kurdistanê yekîtiya xwe ava kir. Bi rastî jî di dîrokê de yekîtiyek di vê astê de di nava Kurdan de pêk nehatibû."

Karayilan destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê vînek derket holê û got, "Serketin bi dest ket. Piştî vê serketinê, serketina Girê Spî ya 15'ê Hezîranê doza azadiyê ya gelê Kurd xurt kir. Ji ber ku hemû parçeyên Kurdistanê bandorê li hev dikin."

'DIVÊ DESTKETIYÊN LI ROJAVA WERIN PARASTIN'

Karayilan da xuyakirin ku li Rojavayê Kurdistanê destketiyên gelekî girîng hatin afirandin û got, "Ev bi xwîna şehîdan çêbû. Bi berxwedana Rûbar Qamişloyan, Gelhatan, Arînan, Revanan çêbûn. Divê ev destketî werin parastin. Ji bo parastina wan jî her kes bi berpirsyarî tevbigere. Mînak; eger Şoreşa Rojava bi vî rengî dewam bike wê di avakirina Sûriyeyê de rola pêşengiyê bilîze. Wê serê me Kurdan bilind be. Rewşeke dîrokî ye."

Karayilan bang li ciwanên Kurd ên li derveyî Rojava dijîn kir ku vegerin welatê xwe û got, "Di van şert û mercan de çi karê ciwanên Rojavayî li Stenbolê û bajarên din heye. Çi karê wan li Hewlêr, Silêmanî yan jî li derveyî welat heye? Divê vegerin welatê xwe. Ruhê bexwedana Rojava îro li Girê Spî bûye al û li ba ye. Ev yek ji bo hemû ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bangek e."