1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karayilan: Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê
Karayilan: Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê,karayilan,kî,ji,xwe,re,dibêje,ez,mirov,im,divê,li,malê,rûnenê

Karayilan: Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li dijî zilma dewleta AKP li Kurdan dike, li malê rûnenê

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê û destnîşan kir, ku kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li dijî zilma dewleta AKP li Kurdan dike, li malê rûnenê.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de hemû berxwedêr silav kir û got, "Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide." Karayilan destnîşan kir ku ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye.

Karayilan diyar kir ku dewlet dixwaze li van her sê bajaran encamê bi dest bixe, lê belê gelê Kurd wê destûra vê nede.

Karayilan got, "Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj ne roja dîktatoriyê ye. Ji ber vê yekê gelê me û berxwedana xwe ya pîroz wê bi ser bikeve."

'DEWLETA TIRK, HOVÎTIYA DAIŞ'Ê JÎ DERBAS KIRIYE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser asta xwedîderketina li vê berxwedanê û ev nirxandin kir: "Xwedîderketin di asta normal de ye. Halbûkî berxwedan îro li Sûr, Cizîr û Silopiyayê gihaştiye asteke gelekî girîng. Zilm li gelê me tê kirin, zarokên me tên qetilkirin, dayikên me tên kuştin. Hînê duh dayikeke bi navê Melek Alpaydin li mala xwe, dema bi zarokên xwe re li ser sifrê bûn bi topa dijmin şehîd ket. Dijmin mîna henekê xwe pê bike dibêje 'em lêkolîn dikin bê bi kîjan cismî şehîd ketiye'. Halbûkî her tişt li pêş çavan e; bi topa wan şehîd ketiye. Lê belê dewleta AKP'ê siyaseteke mezin a derewan dimeşîne û hewl dide sûcdariya xwe mafdar nîşan bide. Hem me qetil dike, hem jî îdîa dike ku me xwe bi xwe qetil kiriye. Hem bajarên me vala dikin, hem jî îdîa dikin ku me vala kiriye.

Bi topbaranê re bajarên me didin valakirin. Di sedsala 21'an de li ku derê hatiye dîtin ku bajarên mezin û qedîm bi topbaranê hatine valakirin û hilweşandin? Li ku derê hatiye dîtin ku dayikek li naverastê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hatiye hiştin? Li ku derê hatiye dîtin ku keçên ciwan hatine şehîxistin û bedenên wan hatine tazîkirin, li nava kolanan hatiye gerandin? Li ku derê hatiye dîtin ku ciwan piştî şehîd hat xistin bedena wan li pişt wesayîtê hatiye girêdan û li erdê hatiye kaşkirin? Me beşek ji vê hovîtiyê di wehşeta DAIŞ'ê de dît, lê belê vana hovîtiya DAIŞ'ê jî derbas kirine."

'KÎ JI XWE RE DIBÊJE EZ MIROV IM, DIVÊ LI MALA XWE RÛNENÊ'

Karayilan da xuyakirin, ku ev hemû zilma li dijî mirovahiyê ye û ev zilm îro li Kurdan tê kirin. Karayilan got, "Wehşeta dewleta AKP'ê bi vî rengî zilmê li Kurdan dike. Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' pêwîste li hemberî vê yekê li malê rûnenê. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Eger îro li Cizîrê ev zilm tê kirin, kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez welatparêz im, ez demokrat im' divê li mala xwe rûnenê, ji sedî sed tiştekî bike. Pêwîste em vê berxwedanê ji rewşa xwecihî derxîne û veguherînin berxwedaneke neteweyî. Divê gelê leheng ê Amed û Botanê di vê berxwedanê de bi tenê neyê hiştin.

Beriya her tiştî ev wezîfeyek e. Wezîfeya Kurdbûyîn, welatparêzî û demokratîkbûyîn e. Yanî ev yek wezîfeyeke mirovahiyê ye. Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li hemberî hovîtiya li vê xalê, li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne."

Karayilan ragihand, ku eger ji vî alî ve were nirxandin, wê bê dîtin ku asta roja îro ya xwedîderketinê têrê nake û got, "Asta xwedîderketinê ya Kurdên li Ewropayê dijîn nizm e. Divê Kurdên li Ewropayê bibin çav, guh û dengê berxwedanê. Di sedsala 21'an de bajar tên bombekirin, jin, zarok, extiyar mirovên me hedef tên girtin. Ev yek wehşet e. Û ev yek hînê bi têrkerî ji raya giştî ya cîhanê re nehatiye nîşandan. Hewldanên heyî yên di vî warî de têrê nakin.

BANGA XWEDÎDERKETIN Û TEVLÎBÛNA LI NAVA BERXWEDANÊ

Ji vê derê bang dikim: hemû saziyên welatparêz û demokrat divê li hemberî vê zilmê dengê xwe bilindtir bikin, hîn bêhtir helwestê nîşan bidin û tevlî berxwedanê bibin. Divê ciwanên Kurd hîn bêhtir tevlî berxwedanê bibin. Girîng e werin Silopiya, Cizîr û Sûrê û tevlî berxwedanê bibin. Li hemberî vê zilmê divê bêdeng nemînin, li ber xwe bidin, tevlî berxwedanê bibin û vê zilmê bişikînin. Ev wezîfeyek e. Yanî çi ji destê kê tê divê bike. Roj rojeke bi vî rengî ye. Roj roja hewldanê ye, roja rûmetê ye."

Karayilan anî ziman ku kes û herêmên dixwazin tevlî vê berxwedanê bibin divê zêde dereng nemînin û got, "Zêdebûna êrîşên dewleta Tirk û mezinbûna berxwedanê, rewşeke nû derxist holê. Di vê astê de temaşekirin nabe, divê mirov bikevin nava tevgerê. Pêwîste gelê Kurd yekser xwedî li hev derkeve. Divê bajar dengê hev bibihîzin. Ev asta berxwedana li Sûr, Cizîr û Silopiyayê, bangek e. Bangek li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Li hemberî tank, top, helîkopter û êrîşên mezin, gelê me li ber xwe dide. Ev berxwedan di heman demê de qîrîn û bang e. Divê ti kes li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne."

Karayilan bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî û destnîşan kir, ku divê ev bêdengî were şikandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, "Gelê me yê hêja di vê têkoşîna pîroz de gelek şehîdên mezin da" û destnîşan kir ku li ser bingeha dilsoziya bi bîranînên wan re ew ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin, ev yek wezîfeya hemû şervanan e.