1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Salek e em amadekariyê dikin
Karayilan: Salek e em amadekariyê dikin,karayilan,salek,e,em,amadekariyê,dikin

Karayilan: Salek e em amadekariyê dikin

A+ A-

ANF/ 28 Gulan 2011 BEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku ew ê di makezagona nû ya Tirkiyeyê de destûr nedin înkarkirina Kurdan û got, “Divê êdî dewlet piştî hilbijartinê j ime re tiştek zelal bêje. Berovajiyê wê em ê bi xwe ji xwe re li çareseriyekê bigerin.”

Karayilan diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê di hilbijartinê de serkeftinek baş bi dest bixe û got; “Em di çarçoveya şerê şoreşgerî yê gel de di nava amadekariyên baş de ne. Zêdetirê salek e ku em vê xebatê dimeşînin.

Karayilan wiha bersiv da pirsên me;

Weke tê zanîn Kurdan di dîroka Komara Tirkiyeyê de gelek caran serî hildan. Piştî ev serhildanan e, bi darê zorê hatin çewisandin, ji beriya 38 salan Tekoşîna me ya Azadiyê dest pê kir û gihişt vê rojê. Di vê pêvajoyê de berxwedan û zordariyên gelek mezin pêk hatin. Nêzî 20 hezar mirovên me şehîd bûn. Gerîla, welatparêz, hêzên milîsan gelek hewldan dan û berxwedanên mezin nîşan dan. Ji beriya 38 salan tu kesek nediwêriya bêje ez Kurd im. Lê îro hatiye astek wisa ku partiyê desthilat ên dagirkeriyê di nava xwe de pirsgirêka Kurd gotûbêj dikin. Ji demek ku navên Kurdan jî nedihatin pejirandin, em hatin demek ku ji bo Kurdan modela xweseriyê tê nîqaşkirin.

‘DI DÎZAYNA NÛ DE CIHÊ KURDAN’

Di pêvajoya ku em têde ne de, êdî em dixwazin ku pirsgirêk bi riyên demokratîk bê çareserkirin

Di her mehekê de carekê, şandek diçe û bi navê dewletê hevdîtin bi rêberê me re pêk tîne. Ev hevdîtin hêj jî berdewam dike. Rêberê me her tiştê bi hilbijartinan ve girêdaye. Ango divê dewleta Tirk piştî hilbijartinê tiştek zelal ji me re bêje. Ger nebêje jî em ê bi xwe ji xwe re li çareyekê bigerin. Li Rojhilatanavîn serhildanên gel hene. Gelên Ereb li ser lingan in û dixwazin dîzaynek nû bidin herêmê. Aha, divê di vê dîzayna nû de cihê Kurda hebe.

Tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd êdî gihiştiye asta dawî. Gelê me her roj li her qadê li ber serhilanan in. Mafên xwe yên demokratîk dixwazin. Bi hezaran mirovên me girtî ne, bi milyonan gelê me li ser lingan e û ji bo azadiyê diqîrin. Ji ber wê jî êdî tu kesek nikare daxwazên gelê me yên azadiyê paşde bixe.

EM DÊ DI MAKEZAGONA NÛ DE DESTÛR NEDIN ÎNKARKIRINA KURDAN

Demek dirêj e li Tirkiyeyê makezagona nû tê gotûbêjkirin. Hema bêje her siyasetmedarên Tirkiyeyê dibêjin ku pêwîstî bi makezagonek nû heye. Em jî dibêjin, em kurd jî gelek kevnar ê vê erdnîgariyê ne û ev yek rastiyek e. Heta niha Kurd her tim hatin înkarkirin û bi zordariyê re rû bi rû man. Divê êdî dawî li vê yekê were anîn:Kurd xwedî çand, ziman û xwediyê vê xakê ne. Ango divê di makezagona nû de Kurd bêne naskirin û mafên wan bên dayîn. Divê Kurd bikaribin bi perspektîfa xweseriya demokratîk xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev mafê herî xwezayî yê Kurdane û em her tim vê yekê dibêjin.

Em teqez destûr nadin ku di makezagona nû de jî Kurd bên înkarkirin. Ji ber ku em jî hene. Divê her kes vê yekê baş bizane; ji bo hebûna me çi ji destê me were em ê bikin. Divê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe baş bizane. Lê divê pêşî gelê me vê yekê baş bizane. Divê kurdên odlar, alimên Kurd, şêxên Kurd vê yekê baş bizanin. Divê demokrat û welatparêzên Kurd jî vê yekê baş bizanin. divê jin, ciwan, karker, esnaf, cotkar û karsazên Kurd vê yekê baş bizanin em di pêvajoyek girîng de ne.

Divê tu kesek neçe dengê xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyne. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Ne demê hizirîna kîsê xwe ye. Ger kesek di vê demê de ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe bide partiyê dagirker, wê dîrok hesabê vê yekê ji wê/wî bipirse. Ev gunehkariyek e . Her roj li qadan zarokên me dikujin, li qadan porên dayîkên me digirin û wana di erdê re kaş dikin. Zordariyek mezin li ser gelê Kurd heye.

YEKITIYEK HÊJA YE

Weke min pêşî got, pêvajoya hilbijatinê ji bo Kurdan pêvajoyek pir girîng e. Wê Eniya Ked, Azadî û Demokrasî bi lîstek hevpar beşdarî vê hilbijartinê bibe. Ev lîste hem yekitiya Kurdan xurt dike û hem jî nunertiya biratiya Kurd û Tirkan dike.

Berê jî Kurd di nava xwe de xwedî yekitî bû. Lê ji ber hinek sedemên siyasî hinek partiyên Kurd li derveyê vê yekitiyê diman. Lê niha ew jî di nava vê yekitiyê de ne. Ev yekitiyek pir pîroz û hêja ye. Di heman demê de, aliyên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk çareser bike, ji bo dewlemendiya çand û zimanê Kurdan xweseriyê dixwazin û ji derdorên çepgir jî hinek kesayetên navdar di vê blokê de cî girtin. Ev jî pir girîn ge.

Divê êdî mirin bi dawî bibin, êdî bes e ji bo pelçiqîn û pelçiqandinê. Êdî bes e ji bo qedexeyan. Êdî bes e ji bo qedexekirina zimanê ku Xweda dayî gel. Evane tiştên ji derveyê mirovahiyê ne, ne di tu ol û ne jî di tu felsefeyan de cihê wê heye. Divê zimanê ku Xweda dayî neteweyan neyê qedexekirin. Ger gelê Kurd û hêzên demokratîk ji bo vê yekê werin cem hev û yekitiyek pêk bînin ev yek ji bo xweseriyê pir girîng e. Niha çavê DYA, Ewropa û hemû hêzên li herêmê li ser Kurdan in. Herkes dixwaze bibîne ku asta Kurdan çawa ye û yekitiya wan heye an na. Em jî êdî dixwazin statûyek a me hebe. Ji ber wê jî divê teqez Eniya Ked Azadî û Demokrasiyê di hilbijartinê de bibe yekem. Divê herî kêm ji sedî hefteyê Kurdan piştgirî bide vê lîsteyê.

Ger piraniya Kurdan piştgirî bide vê lîstey, wê peyamek wiha hebe; Kurd êdî çareseriyê dixwazin û dixwazin bên naskirin. Kurd nema êdî şer dixwazin, aşitiyê dixwazin. Gelê Kurd dixwazin mafên xwe yên herî xwezayî bi dest bixin. Ji ber vê jî hilbijartin pir girîng e. Hilbijartin ji referandûmê girîngtir e. Kesên ku ew ê wana hilbibijêrin, ew nunerê wan in. Ji ber vê jî, divê hemû gelê Kurd bi vê banga me ya li ser navê tevgerê, dengê xwe bidin vê lîsteyê. Ê ku piştgirî didin vê lîsteyê, piştgirî didin xwe. Piştgirî didin tekoşîna xwe.

Xebatek girîng tê meşandin. Ligel ku bi coş û keyfxweşî dimeşe, kêmanî jî hene. Hinek jî dibêjin ev qas pêşketin pêk hatin, hûn êdî çi dixwazin. Li beramberê bedelên hatine dayîn, pêşketinên niha jî dîsa têrê nake, divê zêdetir be. Me êdî xwe nas kir û em êdî dizanin ku em jî neteweyek in. Ji ber vê jî divê em rêxistinê xurtir bikin. Ez di wê baweriyê de me ku divê hemû qadro, xebatkar û welatparêz, bi awayek xurtir beşdar bibin. Divê her herêmek komîteya xwe bi rêxistin bike, yekîneyên xwe yên xebatê ava bikin. Divê biçin hemû gund, xane û malan. Ne tenê biçin cem welatparêzên tên zanîn, Divê niha biçin cem kesên deng didin AKP, CHP, SP û heta MHP’ê. Çima? Ji ber ku ev pêvajo taybet e û ne wek ên berê ye.

AN ÇARESERÎ AN JÎ BINKETIN

Di hilbijaritnên berê de herkesê deng dida serokeşîr û xizmên xwe. Heta ji bo xatiran jî deng didan. Lê divê êdî niha ji bo nirxên netewî deng bên dayîn. Divê pirsgirêka Kurd bibînin û dengê xwe bi kar bînin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de wê di pirsgirêka Kurd de an çareserî an jî binketin pêk were. Gava ez dibêjin binketin, ez qala şer, komkujî û mirinan dikim. An ne em zû bi zû bin nakevin. Bila her kes vê yekê baş bizane. Em ê li ber xwe bidin. Lê wê şer mezin bibe. Amadekariyên me hene.

Divê were zanîn ku ger dewleta Tirk gav neavêje û di polîtîkaya înkarkirinê de israr bike, ev yek tê wateya israkirina tunekirina me. Ji ber wê jî divê her kes bi giyanê seferberiyê bixebite. Divê tu kesek nebêje ez ê ji bo wê/wî bixebitim an naxebbitim.

Divê gelê me cûdahî neêxe di navbera tu namzetên blokê de. Kî ji bo kîjan herêmê hatiye destnîşankirin, divê herkes dengê xwe bide wê/wî. Ger deng nedin kesên hatine destnîşankirin, wê ew deng ji AKP’ê re biçin û wê ne di xizmeta wan de be. Ji ber ku ger dengê namzet kêm be, ew deng ji AKP’ê re diçin. Divê tu kesek vê yekê neke û ev meseleyek şeref û rûmetê ye.

AKP DIBÊJE ‘KURD HEYE, LÊ EM HEMÛ GELÊ TIRK IN’

Erdogan derewan dike. Ez di wê baweriyê de me ku êdî gelê me bi derewên Erdogan hesiyane. Erdogan dibêje ‘Min ji bo pirsgirêka Kurd pêngav avêtiye û êdî înarkirina Kurdan rabûye.’ Qala TRT 6 filan dike, tu dibêjî qey ji kîsê xwe daye. Ne wisa ye. Pirsgirêka Kurd di salên 2000’ê de hat ber çareseriyê. Ji beriya Erdogan, Ecevît ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ketibû nava xebat û lêgerînan. Lê Ecevît ji desthilatiyê hat xistin û Erdogan hat cihê wî. Erdogan her tim got ‘Ez ê çareser bikim û baş bikim’. Tam 9 sal in meseleyê dixetimîne, her tim hêvî çêdike, lê tu pêngavek navêje.

Herî dawî got “Pirsgirêka Kurd nîne”. Ez ji kesên ku hê jî ji AKP’ê bi hêvî ne, re vê yekê dibêjim; AKP dibêje Kurd heye, lê em hemû Tirk in. Yanî hem dibêje ‘ heye û hem dibêj ‘nîne’. Dibêje ‘ hene, bila bi zimanê xwe biaxvin, lê em hemû jî gelê Tirk in’. Piştî ku siyaseta dewleta Tirk li Kurdistanê îflas kir, AKP’ê weke rizgarkerekê xistin dewrê. Niha AKP weke nunertiya dagirkeriyê li Kurdistanê dixebite. Pere bi ser hinek malbat û derdoran de dibarîne û wana dewletmend dike. Malbata Huseyîn Çelîk çi bû? Pêşî belengaz bûn, niha jî milyoner in. Niha hemû jî xwedî mal û milk in. Îhsan Arslan bû milyoner. Ji bo fetisandina tevgera azadiya Kurd gelek kes kirin miliyoner û xwestin ji xwe re zemînek çê bikin.

SERMAYEYA ME KINCÊN LI ME NE

Dibêjin DYA dest danîne ser pereyên me. Pereyên tu kesek ji me tune ye Pereyên me nîne ku DYA dest deyne ser. Bi awayek zelal li pêş çavên gel derewan dikin, bêbextiyê li me dikin. A ku DYA’yê kirî textîkek a bêbextiyê ye. Ji me re agahî şandin û gotin PKK ne pirsgirêka me ye, pirsgirêka Tirkiyeyê ye, em jî dizanin ku tiştek wiha tune ye. Dibêjin em ji bo Tirkiyeyê bikin dostê xwe û li herêmê piştgirî bide me em vê yekê dibêjin. Jixwe me di vê mijarê de doz vekiriye. Lê aliyê din jî dixwaze me bike muhtacê xwe. ji ber ku em li herêmê yekane partiya serbixwe ne.

MIN BI ŞÊXÊ NEXŞEBENDÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Min ji beriya demekê bi Şêxê Nexşebendiyan re hevdîtin pêk anî. Navenda terîqata Nexşebendî li Silêmaniyê ye. Şêxê herî mezin ê terîqatê Şêx Şebendî ye, wî bi xwe jî qala vê yekê kir. Ev rastiyek e. Em nabêjin hemû Nexşebendî xirab in, Na. Em dibêjin bila destûr nedin ku oldarên rast û durust ên Kurd di polîtîkaya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê de bên karanîn. Di pirtûkê de evane bi awayek zelal cih digire. Lê Erdogan pirtûkê berovajî dike. Lê ji beriya Erdogan, rojnameya Fetullahiyan Zaman, vê berovajîkirinê pêş xist, piştre jî Erdogan vê yekê anî rojeva çapemeniyê.

'BILA PIŞTRAST BIKIN KU ME 5 LÎRE PERE GIRTIYE, EM DEST JI HER TIŞTÊ BERDIN’

MÎT di destê Erdogan de ye, her wiha hemû agahiyên sîxûrî yên polîs û dewletê diçin destê Erdogan. Ger me tiştek ji şaredariyan wergirtibe, bila belgeyên xwe derxîne holê. Bila ji gel re rabigihîne. Ger Erdogan piştrast bike ku me 5 lîre pere ji şaredariyan girtiye, em ê dest ji her tiştî berdin. Lê nikare piştrast bike, ji ber ku tiştek wiha tune ye, derew e. Daxwaza me ya ji şaredaran tenê ew e ku ji bo gel xizmetek baş bikin. Ez bi zelalî dibêjim; Bila pere ne bidin me û ne jî bidin hinekên din. Divê şaredarên welatparêz tenê xizmetê bikin. Divê hertişt şefaf be.

‘COLEMÊRG Û ŞIRNEXÊ SILAV DIKIM’

Helwesta gelê Colemêrg û Şirnexê helwestek pîroz e. Ez ji ber vê yekê careke din gelê Colemêrg û Şirnexê silav dikim û rêzdariya xwe pêşkêş dikim. Di heman demê de ev helwestek netewî û dîrokî ye. Gelê me yê Botanê bi vê helwesta xwe bersivek herî baş daye polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk. Bi vê helwestê ji Erdogan re gotine, ‘Kesê me nas neke, em jî wî nas nakin’.

Ez dixwazim vê jî bêjim,bi ya min zêde pêkanîna çalakiya girtina derabeyan ne pêwîst e. Ji ber ku ev çalakî zerarê dide pêşketina esnafên me. Lê weke li Şirnex û Colemêrgê, bila ev çalakî di rewşên taybet de bêne kirin. Dîsa gelê Qilabanê di bin gulebaranê de çûn serê çiyayan cenazeyên gerîlayan anî û lê xwedî derketin, ev yek mînakek a wêrekiyê ye û pêvajoyek nû ya tekoşînê ye.

EM PIŞTGIRÎ DIDIN KONFERANSÊ

Di Rojhilatanavîn de pêvajoyek nû dest pê kir. Divê di vê pêvajoyê de statûyek a Kurdan hebe. Lê dema em lê dinêrin, dewleta Tirk ligel DYA hewl didin ku tekoşîna Kurdan paşde bihêlin û dîsa bê statû bihêlin. Dîsa dixwazin polîtîkaya înkarê weke ya Lozanê, pêk bînin. Ev hewldan li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Îro tekoşîna azadiya Kurdan di astek pir girîng de ye. Ji ber wê jî divê gelê Kurd yekitiya xwe pêk bîne. Divê stratejiya me ya hevpar hebe. Divê Kurdên li her çar parçeyan di nava xwe de xwedî yekitiyek bin û divê yekitiya her çar parçeyan hebe. Em di 8. Civata Giştî ya Konra-Gel de vê bangawaziyê kir. Ez dixwazim bêjim ku em piştgirî didin hemû pêngavên ku ji yekitiya netewî tên avêtin. Em weke tevger dibêjin ku pêwîstiya Kurdan pir zêde bi konferansek netewî heye.

Me jî bi riya çapemeniyê dît ku şanda ji Bakûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk anîn, biryarên cûda da ku wê konferansa netewî pêk were. Ev pêşketinek hêja ye û em piştgirî didin vê biryarê. Em weke tevger, demek dirêj e ku hewl didin ji bo vê yekê zemînek çêbikin.

AMADEKARIYÊN ME HENE

Di dema ku li Rojhilatanavîn û Kurdistanê pêşketinên girîng diqewimin de, hem li Başûrê Rojava û hem jî li Bakûrê Kurdistanê, şert û mercên çareseriyê gihiştiye rêjeyek girîng. Em jî weke tevger dixwazin van şert û mercan binirxînin. Belkî tu caran gelê Kurd weke vê carê nêzî azadî û serkeftinê nebûye. Îro azadiya me di destê me de ye. Ger di hilbijartina li Bakûrê Kurdistanê de yekitiya netewî pir xurt bibe, ew ê ewqas serkeftin jî were bidestxistin. Ger ev yek pêk were, wê dewleta Tirk jî vê yekê bibîne û êdî wê neçar bimîne ku pêngavan biavêje. Jixwe em jî di nava xebata amadekariya şerê şoreşgerî yê gel de ne. Zêdetirê salek e ku em vê xebatê dimeşînin.

Çareseriya li Bakûrê Kurdistanê pêk were, wê zemînek ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî çê bike. Ji ber wê jî di vê pêvajoya li pêşiya me de hemleyeke netewî pêwîst e. Divê dewletên Sûriye, Tirkiye û Îran vê rastiyê dbibînin û pêngavan biavêjin. Pêşketinên ku di vê pêvajoyê de biqewimin, wê çarenûsa gelê me aşkere bikin. Ji ber wê jî em bang li hemû Kurdan, dostên wan, hemû aşitîxwaz û demokratan dikin ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyên xwe yên girîng bi cih bînin. Em biryardar in ku em ê bi azadiya gelê Kurd re yekitiya gelên herêmî jî pêk bînin. Me di 8. Civata Giştî ya Konra-Gel de biryarên derbarê vê yekê de girt.

ANF NEWS AGENCY