1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Kerkûk bajarekî Kurdan ê ji serdema Gutiyan e' VIDEO
'Kerkûk bajarekî Kurdan ê ji serdema Gutiyan e' VIDEO,kerkûk,bajarekî,kurdan,ê,ji,serdema,gutiyan,e,video

'Kerkûk bajarekî Kurdan ê ji serdema Gutiyan e' VIDEO

Cihên herî zêde di peymana Lozanê de li ser nîqaş hat kirin û li ser li hev nehat kirin Mûsil û Kerkûk bû

A+ A-

KERKÛK - HALÎT ERMÎŞ / ANF

https://www.youtube.com/watch?v=xts6OkPgqk8

Cihên herî zêde di peymana Lozanê de li ser nîqaş hat kirin û li ser li hev nehat kirin Mûsil û Kerkûk bû. Ji ber rewşa xwe ya stratejîk û çavkaniyên dewlemend ên petrolê di navbera gelek împaratoriyan de dest guhertin, lewma gelek derdor xwedî li van her du cihan derdikevin.

Kerkûk ku li gorî hin belgeyên dîrokî li herêma Arrapha ya paytexta berê ya Asûriyan e, li ser xirbeyên ji 5000 salî hatiye çêkirin û li kêleka Çemê Xasa ye. Arrapha di sedsalên 10. û 11. ên Beriya Zayînê de di dema Asûran de xwedî girîngiyeke mezin bû. Ji ber girîngiya xwe ya stratejîk û cografîk, Kerkûk di navbera împaratoriyên Asûr, Babîl û Med de bûs edema şerê demdirê. Û her yek ji van, di demên cuda de derfet dîtine Kerkûkê bi rêve bibin.

Di roja îro de jî Kurd, Ereb û Tirk îdîa dikin ku ev bajar ê wan e. Ev her sê derdor ku Kerkûkê weke bajarê xwe yê qedîm dibînin, ji bo vê îspat bikin hin belgeyên dîrokî derdixînin holê.

Li Kerkûka ku li ser deşteke berfireh hatiye çêkiri, îro Kurd, Ereb, Tirkmen û hejmareke kêm a Suryanî lê dijîn. Kerkûk ku ji aliyê Kurd û Tirkmenan ve di herikîna dîrokê de her tim weke bajarekî çandî hat qebûlkirin, di sala 2010'an de ji aliyê Wezareta Çandê ya Iraqê ve weke paytexta çandê ya Iraqê hat qebûlkirin.

Kerkûk 236 km li bakurê Bexdayê, 83 km li başûrê Hewlêrê, 149 km li başûrrojhilatê Mûsilê û 97 km li rojavayê Silêmaniyeyê ye.

Li gorî belgeyên di destê dîroknasê ji Başûrê Kurdistanê Simko Behroz, dîroka Kerkûkê digihêje 6 hezar sal Beriya Zayînê, ji aliyê Gutiyan ve hatiye avakirin, piştre her çend ketibe bin kontrola împaratoriyên Mîttanî, Hûrî, Sasanî û Osmanî jî, ji aliyê dîrokî ve bajarekî Kurdan e û hemû belgeyên dîrokî yên li ber dest vê îspat dikin.

'DÎROKA KERKÛKÊ DIGIHÊJE SERDEMA KEVIRÎN'

Behroz dibêje, "Li gorî belgeyên li ber dest, Kerkûk a dîroka xwe digihêje 6 hezar sal Beriya Zayînê, bajarekî di serdema kevirîn de ji aliyê Gutiyan ve hatiye avakirin û yek ji jîngehên destpêkê yên mirovahiyê ye." Behroz bi vî rengî rave dike ku Kerkûk yek ji jîngehên destpêkê yê mirovahiyê ye: "Bi belgeyên dîrokî re hatiye nîşandan ku yek ji jîngehên destpêkê yên mirovahiyê yên li Rojhilata Navîn e. Jîngeha destpêkê herêmeke bi navê Çermo ye, ku di roja îro de jî li nava sînorê bajarê Kerkûkê ye. Belge her wiha nîşan didin ku li herêmên Mattar, Berde, Belke û Pale Gewreyê, hînê di serdema kevirîn de mirov lê jiyane. Ev herêm li başûrê Kerkûkê ye."

Behroz da xuyakirin ku li cihê îro kela Kerkûkê lê ye, navenda bajarê bi navê Arrapha hebû, ev der ji aliyê Gutiyan ve hatiye çêkirin û got, "Arrapha hingî navenda Kerkûkê bû. Li gorî hin çavkaniyan li cihê kela lê ye, hatiye avakirin. Hin çavkanî jî diyar dikin ku li quntara cihê kelayê ye. Her wiha li gorî belgeyan, paytexta Gutiyên hemû Iraq kontrol dikirin, Kerkûk a îro ye."

PAYTEXTA HÛRRÎ Û MÎTANIYAN

Kerkûk ku piştî Gutiyiyan di dema Hûrrî û Mîtaniyan de paytexta herêma rojhilat bû, navendeke gelekî girîn bû. Simko Behroz da xuyakirin ku tevahiya Rojava û beşek ji Rojhilatê Kurdistanê di nava sînorên Hûrrî û Mîtaniyan de cih digirt û bi vî rengî behsa çîroka bicihbûna Ereban li Kerkûkê kir: "Di şêwegirtina çanda îro ya Kurdan de Gutî, Hûrrî, Mîtanî û Sasanî xwedî bandoreke mezin in. Çanda Kurd ji wê rojê û vir ve teşe digire. Kurd gelê qedîm ê vî cihî ye. Lê belê, di sedsala bihurî de ji ber pevçûnên navxweyî yên di nava eşîrên Ereb de, Ereb cara ewil di 1920'an de koçî vê herêmê kirin. Yanî koça destpêkê ya Ereban a ji bo vê herêmê, di encama polîtîkaya Erebkirinê de pêk hat. Dûre hikûmetên Ereb ên di salên 1930-40 de ava bûn, Ereb anîn Kerkûkê û bicih kirin. Bi vî rengî demografiya herêmê bi nifûsa Ereban re hat guhertin."

Dîroknas Simko Behroz diyar kir ku di belgeyên ji dema Osmaniyan mayî de jî behsa Ereban li vê herêmê nayê kirin û got, "Di van belgeyan de behsa Ermenî, Kurd, Tirkmenan tê kirin, lê belê behsa Ereban nayê kirin. Ji xwe di wê demê de sê ji çar parên bajêr Kurd, yek ji çar paran jî gelên din pêk dihat."

TIRKMEN BI POLÎTÎKAYA TIRKKIRINÊ RE LI KERKÛKÊ HATIN BICIHKIRIN

Dîroknas Simko anî ziman ku Tirkmen jî, di dema êrîşên Mogolan de, di encama polîtîkaya Tirkkirinê ya Osmaniyan de li herêmê hatine bicihkirin û diyar kir ku li hemberî pevçûnên Osmanî-Safevî, ji bo parastina berjewendiyên Osmaniyan di encama cihyarkirinê de nifûseke Tirk li herêmê hatine bicihkirin, lê belê di belgeyên dîrokî de behsa Tirkmenan li vê herêmê nayê kirin.

NE ZELAL E KU GORA PÊXEMBER DANYEL LÊ YE

Behroz da xuyakirin ku Yahûdî dibêjin gora pêxember Danyel li kela Kerkûkê ye, ev yek ji aliyê giştî vet ê qebûlkirin, lê belê di vî warî de jî di belgeyan de tiştekî zelal nayê girtin. Behroz diyar kir ku ti belgeyên vê piştrast dikin nîne û got, "Dibe ku ev yek cihekî temsîlî be, yan jî kesayetekî girîng ê bi navê Danyel be."

DÎROKA KELA KERKÛKÊ NEHATIYE RONÎKIRIN

Behroz bal kişand ser girîngiya ronîkirina dîroka kela Kerkûkê û got, "Mixabin berhemên kelayê gelekî kêm mane. Kela bi xwe ji 4 qatan pêk dihat. Di navbera çêbûna her qadî de çend sed sal hene. Lê niha bi tenê beşa jorîn hatiye lêkolînkirin û ev jî bi tenê dema Osmaniyan nîşan dide. Lê belê berhemên dema destpêkê ya damezrandinê serdema Medan, Asûran û Sasaniyan nîşan nade. Ev nehatiye lêkolînkirin. Eger lêkolîneke bi vî rengî were kirin, dibe ku li ser dîroka Kerkûkê belgeyên şênber peyda bibin."

BERHEMÊN DÎROKÎ BIRIN BEXDAYÊ Û HATIN WINDAKIRIN

Dîroknas Simko Behroz sedema ronînekirina dîroka Kerkûkê bi vî rengî rave kir: "Berhemên ku dîroka Kerkûkê ronî bikin, birin muzeya Bexdayê û dûre ji wir jî winda bûn. Hînê kesek nizane ev belge li ku ye. Halbûkî ev belge ji bo ronîkirina dîroka di nava tarîtiyê de maye, dikarin dane û agahiyên gelekî girîng pêşkêş bikin. Mînak li Hewice, Kara Încîr û derdora kaleyê, gelek berhemên dîrokî di binê axê de ne. Ev hînê li benda derxistina ji binê erdê ne. Gelek berhemên dîrokî yên hatin derxistin jî, hatin wêrankirin. Hewice niha di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Heta bê azadkirin nayê zanîn ku wê çi ji dîrokê bimîne."

PIRA KEVIR BERHEMA OSMANIYAN E

Behroz da zanîn ku Pira Kevir a li ser çemê li kêleka kela Kerkûkê ku niha ziwa bûye û jê re Xasa tê gotin, di dema Osmaniyan de hatiye çêkirin û got, "Ev pir, ji bo derbasbûna peyayan hatiye çêkirin. Ev pira hat xerakirin, di dema awî de ji nû ve hat çêkirin. Pêwîste rewşenbîr û gelê Kurd van cih û berhemên dîrokî biparêzin."

Simko Behroz herî dawî bal kişand ser nîqaşên 'Kerkûk a kê ye' û got, "Bila belgeyên dîrokî werin destnîşankirin, lêkolîn bê kirin, hingî wê aşkera bibe ku ev xak a kê ye. Ev yek ne mijareke siyasî ye, mijareke lêkolîna dîrokî ye. Lê belê belgeyên li ber destan nîşan didin ku ev der ji aliyê bav û kalê Kurdan ve hatiye çêkirin û xwediyê destpêkê jî Kurd in."