1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. KJAR: Jin temînata jiyana azad e
KJAR: Jin temînata jiyana azad e,kjar,jin,temînata,jiyana,azad,e

KJAR: Jin temînata jiyana azad e

A+ A-

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinan pîroz kir. KJAR’ê diyar ku jin temînata jiyana azad e. KJAR’ê bang li jinan kir û wiha dibêje: “Em weke KJAR bang li jinên Kurd, Belûç, Azerî, Fars û her jineke Îranî dikin ku ji bo dawîkirina çanda sêdare, asîd avêtin, sîxe û siyaseta li girtîgehan li hemberê jinan tê meşandin di roja 8 adarê xwedî ji ked û bedelê jinên qehrimanê ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine derkevin. Di meydana têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan, tol ji vê zihniyet û qatilên jinan û jiyanê bigrin.”

Daxuyaniya KJAR’ê bi vî awayiye:

JİN TEMÎNATA JİYANA AZADE

Em roja 8 Adarê li hemû jinên Azadîxwaz, jinên kedkar ên cihanê û mirovahiyê taybet jinên ku li Kobanê ji bona rûmeta mirovahiyê têkoşîna azadiyê didin pîroz dikin. Bi minasibeta vê rojê hemû jinên ku di meşa azadî, demokrasî, aştî, wekhevî û jiyaneke azad û cîhaneke azad de bedel dane bi bîr tînin. Roja 8’ê adarê di têkoşîna azadiya jin de bi bedelên pir mezin û di encama têkoşîneke dîrokî ya meşa azadiya jin ava bûye, em îro minetdarê vê kedê û şervanên serxistina vê dozê ne.

Ger di sedsala 21. de jin bi îdeaya ku ev sedsal yê bi azadiya jin bê tacîdarkirin tevdigere, ev yek encama têkoşîn û nirxên vê meşa azadiyê ye ku ji me jinan re weke mîras û deskeftiyekê hatiye hiştin. Di vê meşa 5000 salî de li hemberê zihniyeta desthilatdar ya zilam û pergala zayendîparêz ku jiyana azad û wekhev ya mirovahiyê dagir kiribû derketinên pir mezin û qehrimantiyê mezin ji bona azadiyê milê jinan de hatin jiyankirin. Rexmê ku qirkirin û şêwazê herî hovane ji bo dîlgirtin û xistina jinan hatibe meşandin jî tû car jinan dev ji vê têkoşîna xwe ya azadiyê ber nedan û bi azweriya azadî, jiyaneke demokratîk û aştiyane ji bo hemû mirovahîyê, meşa xwe ya azdiyê de bi israr bûn. Rexmê ku bi sedan jin bi navê cadi hatin şewitandin, zindî hatin bin axkirin û ber bi sêdareyan birin, lê jinan her tim îdea û girêdana xwe ya azadiyê dûbare kirin. Jinên ku li kargeha Newyork hatin şewitandin, Rosa Lûksemborg, Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz, Şîrîn ElemHûlî, Arîn Mîrkan û bi hezaran jinên din di dîroka azadiya jin de bûn efsane û pêşengên vê têkoşîna azadiyê ku di sedsala 21. de gehiştiye lûtkeyê.

Jinên kurd di vê pêvajoya têkoşîna rizgariya jin de ji ezmûnên dîrokî yê têkoşîna jin her tim sûd girt û bi xwe rêxistin kirin, di her qadê de her tim li hemberî desthilatdarî û zihniyeta zayendîparêz ya pergalê serî rakir û ji bo nasnameya xwe bi zanista xwe bûn tevgeriya. Jina kurd di nava têkoşîna azadiya netewa xwe de jî her tim têkoşîna zayendî esas girt û bi vê zanista ku ‘’şoreşa ku jin tê de azad nebe ew ne şoreşe’’ tevgeriya û têdikoşe. Ger di vê dema dîrokî ku mirovahî tê de derbas dibe gelê kurd û berxwedaniya bê mînak ya wan li hemberê çeteyên DAIŞ’ê bûye efsane, ev yek bi rihê berxwedêr û pêşengtiya bêwêne ya jin ve elaqedare. Li hemberê çeteyên DAIŞ’ê qehremanên weke Arîn Mîrkan û Eseran dîroka têkoşîna dij bi dijminên jin û mirovahiyê de rûpeleke nûh bi navê jinan nivîsîn. Li Rojhelata Navîn jinên Kurd bi berxwedanî û têkoşîna xwe ya azadiyê hîviyeke mezin ji bo hemû jinan û mirovahiyê ji bona gehiştina heqîqet, azadî û demokrasiyê afirand. Jinên kurd bi vi şêwazî û rihî, 8’ê Adarê pêşwazî dikin û bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê yê her rojê bikin roja jin û roja azadiya mirovahiyê. Azadiya jinê ku temînata azadiya civaka azad û însaniyetêye, ji bo me jinan yek ji sedemên têkoşînê ye. Jina ku temsîla jiyan, azadî û wekheviyê dike; bi xwedî derketina ji vê rista xwe ya dîrokî yê hemû cûre desthilatdarî û bêdadiya li cîhana mirovahiyê ser xweza, civak û gelan û cûdahiyan tê ferz kirin hilweşîne û azadiyê ji mirovan re pêşkêş bike. Tenê rêya rizgariya mirovahiyê ji van tengaviyên civakî, siyasî, aborî, çandî bi azadiya jin û gûgertina zihniyeta zayendîparêz re yê mîsoger bibe.

Beşdarî û têkoşîna jinan di sala 2015 de pêwîste ku bingehê asta dawîkirina çanda tecavûz û qirkirina jin û jiyanê. Ger her jinek bi şîara ‘’Em Bi Rihê Jina Ku Li Kobanê Berxwe Dide Jiyanê Azad Bikin’’ tevbigere, wê demê hemû cure bêdadî û mîrasê zihniyeta zayendîparêz ku her roj jiyana mirovahiyê qetil dike yê nikare hebûna xwe bidomîne. Em bang li hemû jinan dikin ku di vê rojê û her kêliya jiyana xwe de ji bo bi dawîkirina kuştina jiyanê, li hemberê her cûre zihniyeta ku jin ber bi sêdare, kuştin û tecawizê dibe bi rihê hevgirtî yê jin vê şerma mirovahiyê mehkûm bikin û eman neden ku ev zihniyet jin û jiyanê qetil bike.

Em weke KJAR bang li jinên Kurd, Belûç, Azerî û Fars û her jineke Îranî dikin ku ji bo bi dawîkirina çanda sêdare, esîd avêtin, sîxe û siyaseta li girtîgehan li hemberê jinan tê meşandin, di roja 8’ê adarê de xwedî ji ked û bedelê jinên qehremanên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine derkevin û di meydana têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan tol ji vê zihniyet û qatilên jinan û jiyanê bigrin.

Em careke din roja 8’ê adarê li hemû jinan pîroz dikin. Biryardariya xwe ya serxistina têkoşîna Rizgariya jin û Jiyanê û cihaneke azad û demokratîk dûbare dikin.

Koordînasyona KJAR