1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobaniyan sala perwerdeyê nirxand
Kobaniyan sala perwerdeyê nirxand,kobaniyan,sala,perwerdeyê,nirxand

Kobaniyan sala perwerdeyê nirxand

A+ A-


KENDAL CÛDÎ

KOBANÊ – Rayedar, mamoste, şagirt û malbatên li Kobanê bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd, sala perwerdeyê ya 2015-2016’an ku cara yekem ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi kurdî hatin dayîn, nirxandin.

NESRIN-KENAN

Seroka Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan

Perwerdeya îsal rengekî xwe yê taybet hebû, ji ber ku zarokên me bi zimanê dayîkê derbasî dibistanan bûn. Xala balkêş ew e tu astengî li pêşiy zarokan tune bûn. Di destpêkê  de zehmetî hebûn, lê ji ber ku perwerde bi zimanê dayîkê bû, zarok û malbatên wan bi coş tevlî perwerdeya bi zimanê dayîkê bûn. Li aliyekî din jî mirov dikare bêje saleke bi hêsanî derbas nebû, piştî koçberî û vegera gel, piraniya dibistanên ku zarok tê de perwerde bibînin hatibûn ruxandin. Mamoste jî tune bûn û şagirtan bi giştî belavbûnek dijiyan. Lê bi kedeke mezin û hevgirtineke Kobaniyan me dibistanên xwe vekirin.

Bi vekirina dibistanan û destpêkirina perwerdeya bi zimanê dayîkê re zarok jî gav bi gav ketin bin bandora wê û girêdanek bi ziman re hat çêkirin. Destpêkê hejmara şagirtan 5 hezar bû, lê piştî demekê ev hejmar gihîşt zêdetirî 28 hezaran.”

FATAIME-QEWAS

Mamosteya dibistana Ş. Osman Fatime Qewas:

“Perwerde îsal tevî ku di werza yekemîn de astengî di aliyê pirtûkan de hebûn jî, bi serkeftî derbas bû. Mirov dikare bêje perwerdeya îsal girêdana bi zimanê dayîkê re zêde kir. Ev yek jî di ezmûnên şagirtan diyar dibe.”

EHMED

Şagirtê bi navê Ehmed Elî: 

“Dema em hatin Kobanê her tiştên di nava de dibistanan de hatibûn wêrankirin. Hêviya me tune bû ku em vegerin dibistanan, lê bi saya Rêveberiya Xweser em careke din li dibistanên xwe vegeriyan û me bi zimanê Kurdî dest bi perwerdeya xwe kir. Bi saya mamosteyan jî,  em zû fêr bûn û ew astengî me debras kirin. Bi vê boneye jî ez spasiya  hemû mamosteyan dikim û hêvî dikim ku zanîngeh û peymangeh jî li Kantona Kobanê werin vekirin.

GULE-SEXO

Dayîka bi navê Gulê Şêxo: 

“Ez bi zarokê xwe pir kêfxweş im ku bi zimanê Kurdî perwerde dibîne. Kurê min di dibistana xwe de serkeftî ye û mamoste ji wî razî ne. Ev yek jî me pir serfiraz dike. Ez bang li malbatên ku hin zarokên xwe rênekirine dibistanan dikim ku li pêşiya xwendina zarokên xwe nebin asteng û zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Ji ber zarokên me dema derbbasî dibistanan bûn gelek bandor li ser xwendina wan kir û pêş ketin.”

(a)

ANHA