1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Komkujiyên ku dewlet-JÎTEM û Hizbullah bi hev re kirine! - DOSYA 2-3
Komkujiyên ku dewlet-JÎTEM û Hizbullah bi hev re kirine! - DOSYA 2-3,komkujiyên,ku,dewlet,jîtem,û,hizbullah,bi,hev,re,kirine,dosya,2,3

Komkujiyên ku dewlet-JÎTEM û Hizbullah bi hev re kirine! - DOSYA 2-3

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

ŞIRNEX (DÎHA) - Dewlet pêkanînên di salên 1990'an de yên li hemberî kurdan pêk anî JÎTEM'ê bi awayek fiîlî qebûl kir. Bi daxuyaniyên piştre yên sazûmankarê JÎTEM'ê, waliyê OHAL'ê yê demê û gelek rayedarên dewletê re, piştrast kirin ku ew li hemberî PKK'ê bi Hizbullahê re xebitîne. Bi belgeyan derketibû holê ku kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin ji mirovên sivîl pêk dihatin. Di demên dawî de dewlet û Patiya Hur Davayê bi hev re tevdigerin, ev yek jî di bûyerên navçeya Cizîrê derkete holê ku hikûmet dixwaze konsepta salên 90'îcareke din têxe meriyetê.

Dewleta ku ji sala 1984'an û vir de avêtina ser qereqolan wek e ji çend eşqiyayan dinirxand, vê yekê bi amûrên ragihandê weke propagandayên reş xwest derbas bike. Lê PKK'ku bingeha xwe ji civakê digirt, dest û lingên dewletê lerizand. Dewlet, di dîroka xwe ya sedsalî de li Kurdistanê cara yekemîn bi rêxistineke wiha berxwêder re rû bi rû mabû.

Polîtîkayên bêmirovkirinê ya erdnigariyê

Li deştê serweriya PKK'ê ku her çiqas diçû berfireh dibû pêvçûn jî zêdetir dibûn. Dewlet, li hemberî PKK'ê ya di demek kurt de bingeha civakê girtî, metodên xwe yên bêperwa û bêpîvan xiste dewrê. Ji bo têkiliya gel a bi PKK'ê re li deşte qut bike dest bi erdnigariya stratejîk a Kurdistanê bêmirov bihêle kir. Dewlet, di pêvçûnên ku li deştan pêk dihat zor dida gel ku li hemberî PKK'ê bibin alî. Li ser gelê ku vê daxwazi red kir di hêla tundiyê de sînoran nasnekir. Pergala cerdevaniyê kûrtir kir. Gundên cerdevaniyê qebûl nekirin hatin şewitandin. Mirov bi komî dihatin kuştin. Bi milyonan kesan jî koçberî metropolan û bajarên Kurdistane ve hatin kirin. Bi milyonan kesên hatin koçberkirin di navbera pirsgirekên jiyanî û pêkutiyên dewletê de man.

Polîtîkayen tunekirinê li bajaran jî kete dewrê

Di salên 90'an de li deştê ku pêvçûn bi hemû tundiya xwe dom dikir, kurdan li navendên bajaran di serî de qada siyasi di rêxistinên civakî yên sivil de birêxistinkirina xwe bihêztir dikir. Tevlîbûna nava refên azadiyê her roj zêdetir dibû. Kurd, cara yekemîn bû ku bi awayek birêxistinî derdiket qada siyasetê. Li hemberî bihêzbûna tevgera kurd a di hela leşkerî û siyasî de, dewlet çawa di dîrokê de nêzî serhildanên kurdan dibû dîsa bi polîtîkayên tunekirinê nêzîk bû. Dewlet, li ser bingeha pêngavên tunekirinê li Kurdistanê weke leşkerî û siyasî xwe ji nû ve dizayn kir. Polîtîkaya xwe ya tundiyê ku li deştê bi cerdevanan dimeşand, bi hêzên wek e JÎTEM û hêzên tarî yên dişibin wan li navendên bajaran pêk tanî.

Versiyoneke polîtîkayên tunekirinê derkete holê: Hîzbullah

Dewlet, polîtîkayên xwe yên tundiyê li her qadên civakê belav kir. Bi hêzên tarî yên wekî JÎTEM'ê ku li kolanan înfaza mirovan pêk tanî, êdî bibû rewşek ji rêzê. Bi hezaran mirov di işkenceyan de derbas kirin. Bi hezaran kes avêtin zindanan. Tevgera kurd ku li hemberî van polîtîkayan jî hêza xwe parast, evcar li hember vê hêzeke menşeya olî derxist. Komeke ku di pêşengiya Huseyîn Velîoglu ya li dora Pirtûkxaneya Îlîmê li hev civiyan, ev kom di bin navê Hizbullahê derxist piyasê. Pêşî ku ev koma weke "oldar" dihatin xuyakirin û hinek jî lawaz disekinîn, destpêkê êrîşê komên olî yên din kirin. Di demek kurt de çek girtin û dest bi qetilkirina kesên di nava civakê de oldar, welatparêz kirin.

Hovîtiya Hizbulkontrayê kolan kir gola xwînê

Bi çekdariya Hizbullahê re kolanên Kurdistanê bûne gola xwîne. Kurdên bêparastin, bêçek an ji pişt serê xwe ve bi guleyek an jî bi satoran dihatin qetilkirin. Bi hezaran însan ji kuçeyan dihatin revandin û careke din ji wan agahî nedihat stendin. Di bin navê bi PKK'ê re şer dike, bi sedan welatiyên welatparêz, mamoste, parêzer, xwendekar û rojnamevan li kuçeyan dihatin qetilkirin. Wisa bibû êdî kesekî sempatiyeke biçûk jî nîşana tevgera azadiyê bide hinceta kuştinê bû. Dewlet, li hemberî van komkujiyan bêdeng dima, mîlîtanên ku van komkujiyan pêk tanî jî di pişt qereqolan de serbest ber didan.

Cinawirê afirand bi şanoyekê pêşkeşê civakê kir

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de pêvajoyek nû da destpêkirin, li dijî Hizbullaha ku ji aliyê dewletê ve hatibû afirandin operasyonek hate destpêkirin. Rêberê Hizbulahê li Beykoz a Stenbolê hate kuştin. Serkêşê Hizbullahê Edîp Gumuş hat girtin. Di çapemeniyê de cînayetên ku Hizbullah kirin, gorên komî yên di binê xaniyan de derdiketin û rêbazên bi "girêdana berazê" dihatin kuştin. Dewleta ku bi salan e ji qetilkirinên ji hêla hizbulkontra ve dihat kirin çavên xwe digirt, milîtanên rêxistina Hizbullahê yek bi yek wek e ku destê xwe danî be didît û derdixist dadgehan. Dewlet, di Kurdistanê de ku hemû cînayetên bi fermî nikaribû pêk bîne bi destê Hizbullahê pêk anîbû û pêvçûnên di navbêra kurdan de zêde dikir. Bi vê pratîkî re Hizbullah di Kurdistanê de wek e rêxistineke hov di hişê mirovan de ma. Li ser lihevkirinê hikûmeta AKPê bi guhertina zagona CMK'ê, kujer Edîp Gumuş û Cemal Tutar di 4'ê çileya 2011'an de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin berdan.

Bi biryara têkoşîna çekdarî re careke din derketin holê

Endamên Hizbullahê ku piştî operasyonan a ji hêla dewletê ve hatibû kirin, ji holê winda bibûn, di serdema hikûmeta AKP'ê de bi awayek rêxistinên civakî yên sivîl careke din derketin holê. Ev hizbullahiyên dewletê ku heta pêvajoya agirbestê ya ji hêla tevgera kurd ve hatibû parastin li holê nedihatin xuyakirin, bi despêkirina têkoşîna çekdarî careke din derketin holê. Ev car ji bilî çekdarî li ser bingeha siyasî têkoşîn esas girtin.

DAIŞ Û El Nusrayê di rêya Hizbullahê de ne

Huda-Par ê ku ji hêla milîtanên Hizbulahê yên berê ve hate ava kirin, her çiqas xwe weke partiya kurdan bide nîşandan jî lê tu arguman û faliyetên siyasî ne li gor vê yekîê bûn. Xwe li gorî manewrayên polîtîk a rojane ya desthiladariyê tevdigeriyan. Êrîşên rêxistinên radîkal ên îslamî ku bi piştgiriya Tirkiyeyê li Rojava dikirin, wan jî piştgirî da. Bi dehan rêxistinên sivil ên ku ji aliyê hizbullahiyên berê ve hatibûn avakirin, ji bo çeteyên wekî DAIŞ, El Nusra û El Qaîdeyê, hem di hêla lojistîk û hem jî bi çek kirinê alîkariya wan dikirin.

Li Kobanê, bi fikira ku DAIŞ qezanc kiriye, wan jî li Kurdistanên careke din êrîşê gelê sivîl kirin û ji aliyê din ve jî çeteyên DAIŞ'ê destek kirin. Di dîmenekî ku li ser malpera înternetê hate weşandin de, di civîneke ku bi DAIŞ û rêxistinên îslamî re hatibû kirin, li ser "Divê derhal derbasî têkoşîna bi çekdarî bibin" rawestiyan. Di bûyerên 6-7-8'ên cotmehê de ji hêla hêzên ewlehiyê ve ahtibûn çekdarkirin êrîşî ser çalakgeran kirin. Dîsa dest bi revandina ciwanên kurd kirin. Wezîrên AKP'î jî di wê demê got ku Partiya Hur Davayê "bêguneh" e û vekirî destek da wan.

Propagandaya hilbijartinê jî li ser Hizbullahê kirin!

Di serdema Hizbullahê de ku kurdên welatparêz dihatin qetilkirin, waliyê OHAL'ê ya demê, sazûmankarê JÎTEM'ê Arîf Dogan, rayedarên dewletê bi îtîrafên wek e "Dewlet Hizbullahê parast" kiribû, berdevkên hikûmeta AKP'ê jî ji bo rayedarên Partiya Hur Davayê endamên Hizbullahê berê bûn, biparêze siyasetê dimeşand. Serokê Giştî ya Partiya Hur Davayê û namzetên şaredaran ku ji vê siyaseta AKP'ê hêz girtin, propagandayên hilbijartinê jî li ser van argumanan kirin. Bi vê re jî ev rastî derket holê ku Hizbulah tu caran rexneyê li ser dewletê nekiriye. Partiya Hur Davayê di hilbijartina heremî ya 30'ê adara 2014'an de li Êlihê Aydin Gok ku 3 sal û 5 meh di doza Hizbullahê de di girtîgehê de mabû, ji bo Sêrtê jî endamê Liîjneya Rêveberiya Şaxa Mustazaf-Der a Sêrt û sazûmankarê Teşkilata Partiya Hur Davayê ya Sêrtê Mehmet Tetîk, ji bo Agirî jî Burhan Nas ê ku 2 caran di doza Hizbullahê de di girtîgehê de ma ye, nîşan da. Ev namzetên ku di propagandayên hilbijartin û daxuyaniyên xwe de ji bo Hizbullahê "pak" nîşan bide, digotin ku di salên 90'î de Hizbullahê tu caran mirovên sivîl nekuştiye û li hemberî PKK'ê şer kirine. Ev yek ku ligel van propaganda û daxuyaniyan di siyasetê de ji aliyê civakê ve çaveke erênî nehate dîtin, careke din çek girtin.

Va ye dewlet, hikûmeta AKP'ê û Partiya Hur Davayê ku ji bo Hizbullahê paqij derbixin digotin li hemberî "PKK'ê" şer kirine, navên alimên olî û welatparêzên kurd ên hatine qetilkirin wiha ne:

Mele Siddik Turhali li Semta Saraykapi ya Amedê di seatên êvarê de ji hêla tetikêşê Hizbullahê Fuat Balci ve ji pişt ve hate qetilkirin. Ubeydullah Dalar dema ji Mizgefta Semta Şehîtlîka Amedê nimêja serê sibê derdiket, li hewşiya mizgeftê bi darên bizmarkirî hate qetilkirin.

Fîdan Gungor ku li Kurdistanê rêbertiya rêxistina Menzîlê dikir di 11 îlona 1994'an de endamên Hizbullahê wî û Sabahattîn Talayhan re revandin cenazeyên wan hêj nehatiye dîtin.

Serokê Weqfa Çand û Perwerdehiya Med Îzzettîn Yildirim, dema dest bi çêkirina Zanîngeha Medreset'üz Zehra ya li Wanê ku ji hêla Seîdê Kurdî ve hatibû plankirin lê nikaribû çêkiribûya, ji hêla bîzat rêberê rêxistina Hizbulahê Huseyîn velîoglu ve îşkence lê hatibû kirin û bi girêdana berazê zindî zindî xistibûn gorê. Di 28'ê çileya 2000'î de di kolandina û lêgerîna li Kartal a Stenbolê de cenazeyên Îzzetîn Yildirim bi Muhammed Şehîd Avcu re bi girêdana berazê ku zindî zindî hatibû temartin hatin dîtin.

Melayê gundê Susa ya navçeya Farqîna Amedê Abdî Ugas, meleyê Mizgefta Nurullah a Erxenî Îîsmet Demîrcî, meleyê gundê Xalda ya Farqinê Abdulhalîm Yaz, meleyê gundê Safya ya Qulpê Îrfan Ulaş, meleyê gundê Aslo ya Farqînê Şakîr Anar, meleyê gundê Kelazerzevan a Çinarê Tahsîn Îbîçekler, meleyê Mizgefta Peyxember a navenda Êlihê M. Arîf Baskin, meleyê Mizgefta Fatîh a navçeya Bazîdê ya Agirî Yusuf Karaduman, meleyê Mizgefta Navenda Tarsusê ya Mêrsînê Şukur Turedî, meleyê Mizgefta Kaynartepe ya Amedê Huseyin Yagmur.

Navê hin welatiyên welatparêz ên ji hêla Hizbullahê ve li Mêrdîn, Êlih, Çewlik, Amed, Edene, Riha û navçeyên wan hatin qetil kirin jî wiha ne:

"Li Êlihê Yahya Çîllîoglu, Musa Buru, Hasan Akin, Medenî Goktepe, Habîp Kiliç, Abdurahman Ata, Mehmet Şerîf Çooz, Şemsettîn Ozcan, Cezîm Maslak, Abdurahman Budak, Ramazan Budak, Metîn Şahî, Mehmet Can Sekçîn, Talîp Topsiz, Basrî Serîhan hatin kuştin. Her wiha Mehmet Reşat Başar navçeya Tetwan a Bedlîsê, Îbrahîm Gul navçeya Stewrê ya Mêrdînê, Sefer Cerf Sîwerek a Rihaye, Serokê Rêxistina HADEP'ê ya navçeya Yuregir a Edeneyê Rebîh Çabûk, Firat Soyvural navçeya Kercewsê ya Êlihê, Mehmet Akîf Çîftçî Farqîn Amed, Mehmet Salîh Ulu, Mehmet Arîf Baskin Qubîna Êlihê, Ahmet Îlyasoglu gundê Şêx Sari ya Rihayê, Ahmet Altintepe, Metin Akyildiz, Îrfan Akyildiz, Huseyîn Akyildiz Qûbin Êlih, Mehmet Yilmaz Kercews Êlih, Sitki Abdioglu Midyad Mêrdînê hatin kuştin.

Navên ku di encama êrîşên bi sator, çek û her wiha ve birîndar bibûn jî wiha ye:

Dervîş Yeşîlmen, Nazim Dogan, Abdurahman Beger, Îbrahîm Bozkurt, Yaşar Tatar, Ridvan Koç, Mehmet Mîrza Adlig, Zekî Budak, Hasan Göner, Osman Künteş, Ubeyît Akyildiz, Mehmet Salîh Satan, Dervîş Boru, Zekî Akin, Ramazan Gul, Hohî Koç, Bedrettîn Goktepe, Halimi Gul, Îbrahîm Başar, Nurî Ozçelyîk, Zekî Altunkaynak, Farîce Gok, Îbrahîm Başar, Nurî Ozçelîk, Bayram Asma, Ramazan Serihan, Îbrahîm Kaban, Hamît Yilmaz, Sebîha Turkay, Abdulfettah Adlig, Suleyman Soyvural, Halime Ata, Yahya Maslak, Ahmet Gunbatti."

SIBÊ: Nirxandina xizmên ku ji hêla Hizbulkontra ve hatine qetilkirin.

(wk)

Komkujiyên ku dewlet-JÎTEM û Hizbullah bi hev re kirine! - DOSYA (3)

Malbatên kesên ji hêla Hizbulkontra ve hatine qetilkirin: Dewlet dîsa hêzên wê demê derxist holê

ERDOGAN ALTAN

ŞIRNEX (DÎHA) - Dewlet pêkanînên di salên 1990'an de yên li hemberî kurdan pêk anî JÎTEM'ê bi awayek fiîlî qebûl kir. Bi daxuyaniyên piştre yên sazûmankarê JÎTEM'ê, waliyê OHAL'ê yê demê û gelek rayedarên dewletê re, piştrast kirin ku ew li hemberî PKK'ê bi Hizbullahê re xebitîne. Bi belgeyan derketibû holê ku kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin ji mirovên sivîl pêk dihatin. Malbatên ku xizmên wan di salên 90'î de ji hêla Hizbulkontrayê ve hatibûn qetilkirin, bûyerên wî demî û yên niha danîn berhev û nirxandin, diyarkirin ku dewlet û hikûmet konsepta salên 90'î careke din têxe meriyetê.

Dewlet, di salên 1990'î li hemberê gelê kurd hemû hêzên tarî û JÎTEM'ê xiste dewrê û hemû cûre hovîtiyê pêk anî. Di wî demî de ku bi hevpariya dewlet-JÎTEM-Hizbulkontra komkûjiyan pêk tanî, di salên dawî de jî bûyerên dişibe wan, li Êlihê ciwanek ji hêla Partiya Hur Davayê ve hate qetilkirin, di dema hilbijartina heremî de li Licê her çiqas ku endameke wan jî tune bû bi wesayîtan ketin navçeyê û êrîşê welatiyan kirin, dîsa bi bûyerên 6-8'ên cotmehê re û ya dawî jî di 27'ê kanûna 2014'an de li navçeya Cizîrê bi Hizbulkontra-polîsan re 4 kes hatin qetilkirin, bû sedema şîroveya dewlet û hikûmet dixwaze kesên di salên 90'î de hovîtiyê pêk tanîn careke din rake ser piyan.

Heman rêbazê dixin meriyetê!

Dewlet, di salên 90'î de li hemberî PKK'ê ya di demek kurt de bingeha civakê girtî, metodên xwe yên bêperwa û bêpîvan xiste dewrê. Ji bo têkiliya gel a bi PKK'ê re li deştê qut bike dest bi erdnigariya stratejîk a Kurdistanê bêmirov bihêle kir. Dewlet, di pêvçûnên ku li deştan pêk dihat zor dida gel ku li hemberî PKK'ê bibin alî. Li ser gelê ku vê daxwazi red kir di hêla tundiyê de sînoran nasnekir. Pergala cerdevaniyê kurtir kir. Gundên cerdevaniyê qebûl nekirin hatin şewitandin. Mirov bi komî dihatin kuştin. Bi milyonan kesan jî koçberî metropolan û bajarên Kurdistane ve hatin kirin. Bi milyonan kesên hatin koçberkirin di navbera pirsgirekên jiyanî û pêkutiyên dewletê de man.

'Yên qala kurdetiyê dikir di çavên wan de ne mirovbûn'

Li Êlihê, hevjîna Abdurahman Acar Sultan Acar, ku di 23'ê adara 1993'an de êvara Cejna Ramazanê ku hêj ji fitariyê re penc deqîqe mabû, li Garaja Midyadê ya berê ku li navenda sûkê ya bajêr bû ji hêla Hizbulqontra ve bi çekê hate qetilkirin, we demî wiha vegot: "Êlih, di salên 90'î de bibû qada serhildanê. Wî demî DEP, bi îtîfaqa SHP'ê kete hilbijartinê û parlementerê şandin parlementoyê. Dewlet evcar çi kir, çeteyên xwe ava kir û bi navê Hizbûlahê li Êlihê bicih kir. Dewlet, ya hizbulahê wek e gurê birçî berda bû Êlihê. Ew dem Êlihê kirin qada şer û gola xwînê. Roj nedima ku 5-6 kes nehatibûya qetilkirin. Yên digotin 'em kurdin, xwedî li zimanê xwe derdikevim' û kî/ê qala DEP'ê kiribûya li ber çavên dewlet û tetikêşên wan de ne mirov bûn. Ya DEP û PKK'ê xistibûn heman astî. Wî demî hevjîna min diçû DEP'ê û dihat. Di hilbijartina sala 91'î de qehwaxaneya me kiribûn lokala partiyê. Piştre polîs dihatin digotin 'ma evder qehwe ye an jî Akademiya Mahsum Korkmaz e' yanî wek e hev didîtin. Her roj dihatin zarokên me û dişa min wan tehdît dikirin. Her tim me û hevjîna min dişopandin. Êlihê, ji bajarê serhildanê derxistibûn kiribûn gola xwînê û bajareke xeyalet. Wê kî an jî çewa bê qetilkirin kes nizanibû. Kî/ê serê sibê ji mala xwe derdiket ji malbata xwe xatir dixwestin û digotin 'dibe em êvarê nikaribin vegerin'. Ew tenê tetikêşên dewletê bûn."

'Hevjîna min tenê siyasetmedareke welatparêz bû'

Acar, da zanîn ku kî wê demî gotibûya "Ez kurdim" dibû sedema qetilkirinê û wiha got: "Hevjîna min Abdurahman ne PKK'yî bû. Tenê siyasetmedareke welatparêz bû. His ji welat, zimanê xwe dikir. Yên di wî demî de hatin qetilkirin hemû welatparêz û siyasetmedar bûn. Abdurahman çek hilneda û neçû li çiya şer nekir. Tenê ji bo zimanê xwe têkoşînê dida."

'Kurd rûyê we yên rastî dizanin herin mala xwe rûnên'

Acar, anî ziman ku ew tetikêşên Hizbûlqontrayê ku ji xwe re digotin "em mislimanin" hevjîna wê li nava sûkê bi çekê qetilkirin û ev tişt gotin: "Ew êvar bi hevjîna min re 6 kesên din jî qetilkirin. Cejnê ji me re heram kirin. Niha jî derketin partiya siyasî vekirine. Bi piştgiriya dewleta kur û hikumetê vê partiyî vekirine. Wî demî bi çekan me qetilkirin. Niha jî qaşo bi navê siyasetê derketine pêşiya me. Ji ber me zimanê xwe diaxivî û dinivisand me qetil kirin. Niha jî radibin bi zimanê kurdî propagandayê dikin û li hemberê me siyasetê dikin. Di wan salan de çewa ketibûn riya şaş, bila îro heman tiştî nekin, bila bên ser riya rast. An jî herin mala xwe rûnên gelê kurd rûyê we yê rastî dizane. Di demek kurt de dîsa ji hêla wan ve li Êlihê ciwaneke bi navê Ozcan Temel qetilkirin, dîsa di rojên dawî de êrîşê gelê me dikin û bi dewletê re miletê me qetil dikin. Gelê kurd qetlîamên 90'î de hatin kirin hêj jibîr nekirine û dê jibîr nekin. Em dê tu caran we efû nekin. Heta dinya hebe dê ew dexma reş li ser eniya wan be. Di wî demî de li kolanan mirov dihatin înfaz kirin û kiryarên wan nedihatin darizandin, îro jî heman tişt e. Bi awayek sembolîk tazmînatek biçûk dane me, gotin dema dosyayê derbas bûye û dosyayê girtin. Yanî heman tişt îro jî berdewam dike."

'Pêşî gef li hevjîna min xwarin piştre jî ji pişt ve lêdan qetilkirin'

Hevjîna Cemal Aktay, Kader Aktay ku di sala 1992'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku boyaxkarî dikir, bûyera qetilkirina hevjîna xwe wiha vegot: "Em hêj salek û nîv bû zewicîbûn û zarokekî me yê 7 mehî hebû. Hevjîna min serê sibê piştî taştê kir, çû kar û ji min re jî got 'biçe cem dayika xwe'. Hevjîna min beriya min derket, di pêş de dimeşiya. Ez jî pişt wî de derketim. Di wî demî de komeke polîsan a bi navê Tîma A hebû. Hevjîna min rawestandin û nasnameya wî qontrol kirin. Piştî nasnameya wî nihêrtin lingê xwe li lingê wî xistin û dijûnan dan. Hevjîna min ji min re îşaret kir ji bo ez ji wir dûr bibim. Piştre polîs çûn. Hevjîna min jî çû kar. Ji wî rojî ve her tim bi telefonê gef li me û hevjîna min dixwarin. Yên bi telefonê digeriyan digotin 'ji vê karî ango têkoşîna azadiyê berdin, lingê xwe li gor wî bavêjin, wê ji bo we nebaş be'. Ez ditirsiyam, min got em ji Nisêbînê derkevin herin, hevjîna min got na em dê têkoşîna xwe dewam bikin. Rojek ji rojan careke din ku hevjîna min ji malê derket lê careke din nezivirî malê. Piştre em ji kesên bûyerê dîtibûn hînbûn ku du kes li ser motorbisikletê bi çekê ji pişt ve lêdane û ew qetilkirine."

'Ji ber em kurd bûn dihatin qetilkirin'

Aktay, diyar kir ku di wî demî mirovan li kolanan qetil dikirin û wiha got: "Ez vê yekê jî bi kurdbûna me ve girê didim. Lewra li Nisêbînê tirk, ereb û mihelimî jî dijiyan lê tenê kurd li kolanan dihatin qetilkirin. Ev yek jî kesên di nava têkoşîna azadiyê de cih digirtin bûn."

'Di salên 90'î de Hizbullah hebû niha jî Partiya Hur Davayê heye'

Aktay, destnîşan kir ku di salên 90'î de dewlet ji bo ya kurdan xilas bike van kesan derdixist pêş, van bûyeran pêk tanî û ev tişt gotin: "Di wî demî de Serokwezîr Tansû Çîler bû. Heta niha jî kî/ê bûye serokwezîr polîtîkaya tunekirina kurdan meşandiye. Di salên 90'î de hizbulah hebû niha jî Paritya Hur Davayê heye. Dewlet dîsa ji bo kûştina kurdan hêzên tarî xiste dewrê. Lê bila baş zanibin ku bi tiştên wiha nikarin me bitirsînin. Min çewa 22 sal berê bi yek zarokekî xwe têkoşînê dida dîsa ez dê têkoşîna kurdan bimeşîn im."

'Ji pişt ve lêdan û qetil kirin'

Kekê Ridvan Agirman Adnan Agirman ê li navçeya Nisêbînê ku di sala 1993'an de ji hêla hizbulqontra ve hate qetilkirin, diyar kir ku birayê wî di dema amadekariya zanîngehê dikir ji hêla du kesên hizbulqontra ve ji pişt ve bi çekê hate qetilkirin. Agirman, bûyera qetilkirina birayê xwe wiha vegot: "Ridvan ji ber ciwaneke welatparêz bû hate qetilkirin. Dizanibûn ku Ridvan ciwaneke his ji welatê xwe dike. Di salên 90'î de ku hizbulqontra derket li ser Ridvan gelek gef hatin kirin, li ser vê yekê bi zora malbatê çû Stenbolê. Di wî demî de kesên kurdewarî li kolanan dihatin qetilkirin. Lê beriya wî de hevalê Ridvan Mahmût Yavuz hate qetilkirin, çewa Ridvan vê bihîst vegeriya memleket. Her çiqas em wek e malbatê ji bo careke din here Stenbolê israr kir jî, wî digot ez di hêla ucdanî de ne rehetim, ez dê têkoşîna xwe li vir bidomîn im. Ji ber di wî salî de Ridvan di nava xebatên partiya DEP'ê de bû, ketibû lîsteya hizbûlqontrayê. Rojek ji bo here mala mamê xwe derdikeve, çewa li wesayîta navbajêr siwar dibe, wî dişopînin. Çewa ji wesayîtê peya dibe du kes jî pey wî peya dibin û ji pişt ve bi çekê ew qetil dikin. Çawa tê qetilkirin, pêre pêre polîs jî tên, yanî agahiya polîsan jê hebû. Nexwe çewa hema zû têne wir. Piştre jî têne malê agahiyê didin me. Bi zorê ew êvar bi me dane definkirin. Tîmên taybet ên dewletê kenê xwe li êşa me dikirin."

'Navê wan guheriye lê destên qatliyaman dikin neguheriye'

Agirman, anî ziman ku dema mirov li van bûyeran û lêyistikên tên lêstin dinêre ne yê van dema ne, dema mirov li dîrokê dinêre heta Alayên Hamîdiyan diçe. Agirman, destnîşan kir ku di wî demî û yê niha dema mirov datîne ber hev, navê kesên qetliyaman pêk tînin guherî ye lê dest heman dest in û wiha got: "Kengê me dibêjin em ê jibîr bikin dîsa bi kîretên xwe birînên me vedikin. Di wî demî de Hizullah-hizbulqontra bû îro jî Partiya Hur Davayê ye, vê lîstika qirêj dimeşînin. Ev lîstikên qirêj ne tenê li ser vî axî, hemû kesên di Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike. Çewa dewlet di wî demî de ya kurdan bi destê hizbulqontrayê tune nekiribe, îro dê bi destê Huda-Parê jî nikaribe tune bike. Di serê kurdan de ji dîrokê heta niha gelek komkûjî derbas bûne lê tu caran serî dananiye, dê îro jî daneyine."

DAWÎ.

(ea/wk)