1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KOMÊN ÇEKDAR Lİ HELEB Û SER SÎNORÊ KANTONA EFRÎNÊ
KOMÊN ÇEKDAR Lİ HELEB Û SER SÎNORÊ KANTONA EFRÎNÊ,komên,çekdar,li̇,heleb,û,ser,sînorê,kantona,efrînê

KOMÊN ÇEKDAR Lİ HELEB Û SER SÎNORÊ KANTONA EFRÎNÊ

A+ A-

Em bi vê lêkolîna xwe dixwazin tabûr, tuga û komên leşkerî ku li Helebê û gundewarê wê ya bi ser sînorê Kantona Efrînê ve ye ji destpêka tevgera şoreşgerî heta roja îro derketine, bihejmêrin. Bi armanca pênasekirina van koman bi hemû rêxistin û aliyên wê, ev pirsên jêrîn bingeh hatin destgirtin

Ji Destpêka Tevgera Şoreşgerî Heta Roja Îro

Kurtasiya Lêkolînê

Armanc ji vê lêkolînê ew e ku komên çekdar ên li Heleb û gundewarê wê yê bi ser sînorê Kantona Efrînê ve bi cih bûne û li ser erdê çalak in, ji destpêka tevgera şoreşgerî û heta roja îro pênase bike. Ji bo armanc van koman û aliyên alîkariya wan dikin, werin naskirin, ev lêkolîn xwe dispêre van xalên sereke: Evan koman çawa hatine damezirandin? Leşkerên wan li ku derê belav dibin? Hejmara wan çiqas e? Fermandarên wan kî ne? Abonetiya xwe ji ku derê werdigirin? Projeyên wan ên ramiyarî û siyasî çi ne?

Pêşgotin

Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, bêtirî çar sal in di navbera rêjîma Beşar El-Esed û Opozîsyona Sûriyeyê de pevçûn rû didin. Ev pevçûnên rûdane di asta siyasî û leşkerî rengekî navnetewî stand. Ji ber vê yekê komên di Sûriyeyê de şer dikin û bi taybet li Heleb û gundewarê wê li gorî nêrînên bîrdozî û mezheban gelekî zêde bûn, nemaze li gorî aliyên derve ku alîkariyeke vekirî ku dikeve xizmeta berjewendiyên wan bi van koman re dikin. Em bi vê lêkolîna xwe dixwazin tabûr, tuga û komên leşkerî ku li Helebê û gundewarê wê ya bi ser sînorê Kantona Efrînê ve ye ji destpêka tevgera şoreşgerî heta roja îro derketine, bihejmêrin. Bi armanca pênasekirina van koman bi hemû rêxistin û aliyên wê, ev pirsên jêrîn bingeh hatin destgirtin:

1- Evan koman çawa hatine damezirandin?

2- Leşkerên wan li ku derê belav dibin, Hejmara wan çiqas e, Fermandarên wan kî ne û Abonetiya xwe ji ku derê werdigirin?

3- Projeyên wan ên ramiyarî û siyasî çi ne?

Ji bo ku em herêmên bajarê Helebê û gundewarê wê baş nas bikin, em ê nexşeya bajarê Helebê û gundewarê wê yê bi ser sînorê kantona Efrînê ve pêşkêş bikin û em ê rola komên çekdar ên li ser erdê aktîf in, bidin diyarkirin.

Komên Çekdar

1- Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê

4 tabûrên îslamî yên Sûriyeyê "Tabûrên Ehrar El-Şam, Tevgera El-Fecir El-Îslamiyê, Telîha El-Îslamiyê û Tabûrê El-Îman" ku serbixwe şer dikirin, di çileya 2013'an de li bajarê Idlibê û gundewarê wê yekîtiya xwe avakirin û damezirandina "Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê" ragihandin.

Çekdarên Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê li taxa Sukerî ya bajaraê Helebê jî bi cih bûne. Li vir baregehên wan ên leşkerî û bendên wan ên kontrolê hene û di bin navê "Tevgera Mûcahîdon Eşedai" ku hêza sereke ya Ehrar El-Şam li Helebê ye, tevdigere. Çekarên Ehrar El-Şam her wiha li eniyên deverên wekî Ezîziyê, El-Birêc, El-Melah, Henderat, Ramûsê, Sêf El-Dewlê û eniyên başûrê Helebê bi cih bûne. Evan eniyan her tim di nava şer û pevçûnan de ne. Tevgera Ehrar El-Şam her wiha li gelek herêmên Sûriyeyê şer dike. Tê gumankirin ku hejmara leşkerên wê li Sûriyeyê nêzî 15 hezar leşker in.

Damezrênerê Tevgera Ehrar El-Şam kesê bi navê Hesan Ebûd ku bi navê "Ebî Ebdullah El-Hemwî" tê naskirin, e. Hesen El-Ebûd di 9'ê îlûna 2014'an de dema bi fermandarên tevgerê yên li gundewarê Idlibê re diciviya, di teqînekê de hate kuştin. Di heman teqînê de birayê wî û gelek ji fermandarên tevgerê hatin kuştin.

Li şûna Hesan Ebûd kesê bi navê Haşim El-Şêx (Ebû Cabir) wekî fermandarê giştî yê Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê hate erkdarkirin. Ebû Cabir di sala 1968'an de li bajaroka Meskenê ya rojhilatê bajarê Helebê ji dayîk bûye. Ebû Cabir li Îraqê li dijî hêzên Emrîkî şer kiribû û di sala 2005'an de dema vedigeriya Sûriyeyê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate girtin û bi 8 sal zîndan hate darizandin. Lê piştî şoreşa Sûriyeyê bi awayekî aştiyane dest pê kir, rêjîma Sûriyeyê Ebû Cabir di îlûna 2011'an de serbest berda.

Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê -Wekî Rêxistina El-Qaîdê- bi riya toreyeke derve ya mezin ji îslamiyan û sermiyandarên dewletên Kendava Ereban û Ewropa xwe fînansa dike.

Di alîkariya Tevgerê ya leşkerî de Qeter û Tirkiyeyê bi roleke mezin rabûn, nemze alîkariya rêxistinên "Sindoqa Piştgirî û Alîkariyên Mirovahî" ku yek ji rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê ye, "Komeleya Qeter a Xêrxwazan" ku girêdayî hikûmeta Qeterê ye û "Desteya Gelêrî ya Kiwêtê" ku serkêşiya wê Şêxê Kiwêtê Hecac El-Ecemîn dike, wergirt.

Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê wekî kombûnên din ên selelfî, xwe dispêre çîrokên mezlûmiya Sunniyan ku komeke mezin ji van rêxistinan durişmeya "Parastina welatiyên Sunnî û Cemaetê" wekî çekekê bikar tînin. Tevger baweriya xwe bi ala serxwebûnê ya Sûriyeyê nake û li şûna wê alekek spî ku li ser wê sembola bazekî û navê tevgerê hatiye nexşkirin, radike. Fermandariya Tevgera Ehrar El-Şam bi alîkariya kesên tevgerê yên şerhî projeyên perwerdekirina olî li dar dixin û avakirina endamên xwe wekî çekdarên dilsoz ku bi armanc û rêgezên rêxistinên îslamî û piştgiriya çîrokên mezlûmiya Sunniyan ya behsa mijarê bawer dikin, armanc dikin. Ji bo damezirantina desthilatdariyeke îslamî li gorî nêrînên pêla selefî ya cîhadîst dixebite. Lê Tevger her wiha di dozên girêkok de li gorî siyaseta şerhî û hevsengiyên berjewendî û gendeliyan tevdigere. Ev aliyê stratejîk yê Tevgerê ji stratejiya El-Qaîdê û baskên wê yên li Afganistan, Îraq, Sûriyê û hin deverên din cuda ye. El-Qaîdê jî Tevgerê tewambar dike ku ew di avakirina stratejiya xwe de encamên hesabên gavên leşkerî û siyasî di ber çavan re derbas dike. Bi vê yekê Tevgera Ehrar El-Şam di aliyê ramiyarî de bêtirî Cebhet El-Nusra ji Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) a Filestînê ve nêzîk e. Tevgera Ehrar El-Şam ji bo avakirina sîstemeke desthilatdariya îslamî bi edalet û zaniyariyê bi rêbazên rewa û bi nêrînên stratîjîk dixebite. Her wiha xwe dispêre "Projeya Umetê" ku beriya niha behsa wê hate kirin.

2- Tevgera Nûreddîn El-Zenkî

Di mijdara 2011'an de li gundewarê rojavayê bajarê Helebê û bi taybet li gundê Qubtan El-Cebel tabûra Nûreddîn El-Zenkî bi fermandariya Şêx Tewfîq Şihabeddîn ku yek ji kesên navdar di tevgera çekdarî de ye, hate avakirin. Di 30'yê nîsana 2015'an de ji ber rewşa tenduristî ya Şêx Tewfîq Şihabeddîn, kesê bi navê Elî Seîdo wekî fermanê giştî yê tevgerê hate erkdarkirin. Her wiha kesê bi navê Elî Hemûd Riziq (Ebû Elî El-Qelewanî) wekî fermandarê leşkerî yê tevgerê hate erkdarkirin.

Tabûrên El-Zenkî tenê deverên ku endamên wê jê hatine yên wekî "Qubtan El-Cebel, Tiqad, Eyncara, Biserton û Kefernaha ji rizgar kirin. Piştî demekê navê "îslamî" li navê tevgerê hate zêdekirin ango "Tabûrên Nûreddîn El-Zenkî ya Îslamî".

Tabûrên Nûreddîn El-Zenkî yek ji tabûrên destpêkê yên derbasî şerê bajarê Helebê û bi taybet pevçûnên li taxên Selaheddîn, Sukerî, Amriyê, Ensarî, Cisir El-Hec, Meşhed, Zibdiyê, Şêxseîd û fabrîkeya çemento ya mezin a li taxa Şêxseîd bûye. Her wiha beşdarbûneke wê sînorkirî di çarçoveya pevçûnên derveyî parêzgeha Helebê de hebû.

Di aliyê rêxistinî de jî ji du beşan pêk tê. Leşkerî û xizmetguzarî û ji van nivîsgehên jêrîn pêk tên:

• Nivîsgeha leşkerî

• Nivîsgeha ewlekarî û asayîşê

• Nivîsgeha çekkirin

• Nivsgeha rêveberî û rêxistinê

• Nivîsgeha nîşan û peywendiyê (communication)

• Nivîsgeha karûbarê rêveberî

• Nivîsgeha darayî

• Nivîsgeha piştgiriya leşkerî û xwedîderketina li astengdar û malbatên şehîdan

• Baregeh

• Nivîsgeha siyasî û têkliyên giştî

Leşkerên El-Zenkî li gelek eniyên şer ên bajarê Helebê yên li dijî rêjîma Sûriyeyê û Rêxistina Dewleta Îslamî ên wekî "El-Melah, El-Birêc, devera pîşeyî, Henderat, Ramûsê, Selaheddîn, Amriyê, Saxor, Şêxseîd, Sêf El-Dewlê û Silêman El-Helebî) belav dibin.

Di aliyê abonetiyê de, Tevgerê alîkariya xwe ji gelek kesayet û hikûmetan wergirt, di dema avakirina tabûran de alîkariyeke sînorkirî ji sermiyadarên dewletên Kendava Ereban û Sûriyeyê yên penaber bûne, wergirt. Her wiha alîkariya Qeterê jî wergirt. Her wiha çek û cebilxaneya xwe jî di şer û pevçûnan de ji hêzên rêjîmê destser kirin. Ji ber vê yekê têkliyên wan bi Ixwan Muslimîn ên Sûriyeyê re ku kar û xebatên alîkariyan di navbera hikûmetên Qeter û Tirkiyeyê de birêxistin dikirin, çêbûn. Tirkiyeyê jî her tim fektorê alîkar ê derbasbûna alîkariyên darayî yên Qeterê ji tabûrên îslamî yên di Sûriyeyê de bû. El-Zenkî her wiha alîkariya Meclîsa El-Mumê ya Kiwêtê jî wergirt, nemaze alîkariya Desteya Gelêrî ya bi serkêşiya şêxê selefî Hecac El-Ucêmî di destpêka 2014'an de wergirt. Bi beşdarbûna El-Zenkî ya nava Cêş El-Mucahîdîn, tevgerê alîkariyeke curbecur bi riya Cêş El-Mucahîdîn ku ji alîkariyên Qeter û Ixwan Muslimîn pêk dihat, wergirt. Her wiha alîkariya 'Koma Dostên Sûriyeyê' bi riya Odeya Çalakiyan a 'El-Mom' werdigirt. Piştî ku El-Zenkî ji nava Cêş El-Mucahîdîn vekişiya navê xwe wekî berê ango 'Tevgera Nûreddîn El-Zenkî' vegerand. Tevgerê ji bo alîkariya xwe werbigire tenê xwe spart alîkariya navnetewî ya hikûmî 'El-Mom' ev yek jî guhertina bingehîn di nava refên El-Zenkî de piştî gulana 2014'an dide diyarkirin. Her wiha ala şoreşê jî bi awayekî ber bi çav di daxuyaniyên çapemeniyê, baregehên leşkerî û tirimpêlên tevgerê de dihat bicihkirin.

Tevgera Nûreddîn El-Zenkî tevî ku dihat gumankirin ku berê Tewfîq Şihabeddîn ber bi radîkalbûnê ve ye, lê bi fikra ola Îslamî ya nerm bawer dike. El-Zenkî stradejiya xwe li ser xeta îslmama nerm û eşkere parast. Tevî curebûna alîkariyên Qeterî û Emrîkî xeta selefî ya cîhadîst nepejirand û armanca xwe ya sereke di hilweşandina rêjîmê û avakirina saziyên îslamî yên nerm de parast.

3- Tugaya El-Tewhîd

Avakirina Tugaya El-Tewhîd di 18'ê tîrmeha 2012'an de li gundewarê bakurê Helebê hate ragihandin. Tuga ji yekîtiya tabûrên çekdar ên "Babê, Munbic, Enedan, Hirêtan, Cerablus, Rityan, Biyanûn, Heyan, Daritizzê, Qubtan El-Cebel, Eyncara, Miarêt Ertîq, Dabiq, Dêrhafir, Ezaz, Dêrcemal, tabûrên El-Şehbai yên bajarê Helebê, Tugaya Ehrar El-Şemal (ku di şerê Ezazê de destdirêj bû û motika avakirina tugayê bû) hate avakirin. Bi armanca birêvebirina Tugayê kesê bi navê Ebdilqadir El-Salih (Hecî Marih - Ebû Mehmûd) ku di sala 1979'an de li bajaroka Marihê ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan e, wekî fermandarê giştî yê tugayê hate erkdarkirin. El-Salih di çalakiyeke lerşkerî ya ezmanî de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê ji bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê re hate şandin. Di 18'ê mijdara 2013'an de mirina Ebdilqadir El-Salih ji aliyê Ebilezîz Selamê ve hate ragihandin. Her wiha Ebû Tewfîq ku ji şêniyên bajaroka Til Rifeet e wekî fermandarê giştî yê Tugayê hate erkdarkirin.

Di dema navbera avakirina Tugaya El-Tewhîd û dawiya sala 2013'an de, hejmara leşkerên Tugayê 10 hezar derbas kiribûn û serweriya xwe ji sedî 70 li deverên bajêr ên ji bin destên rêjîmê derketine dikir.

Tugaya El-Tewhîd bi fermandariya El-Salih li derveyî parêzgeha Helebê beşdarî gelek şer û pevçûnên li dijî hêzên rêjîmê û alîgirên wê endamên Hizbullah ê Lubnanî li bajaroka El-Qisêr a girêdayî parêzgeha Humisê û şerê "Qadîmûn ya Hema" (Em hatin ey Hema) bû.

Niha hebûna Tugaya El-Tewhîd li eniyên taxên kevin û Sêf El-Dewlê yên bajarê Helebê (ku li van deveran bêdengiyek tê jiyankirin) û li hin baregehên leşkerî yên bajarokên Marih û Enedanê (jêderên sereke yên Tugaya El-Tewhîd) bi sînor bûye. Leşkerên Tugaya El-Tewhîd her wiha di bin navê El-Cebhe El-Îslamiyê (Eniya Îslamî) de ku di vê demên dawî de beşdarî nava El-Cebhe El-Îslamiyê bûye, serweriya deriyê sînor ê Bab El-Selamê ya di navbera herêma Ezazê û Tirkiyeyê de dikin.

Beriya ku Tugaya El-Tewhîd were avakirin, tabûrên wê yên bi çûk abonetiya xwe ji nava xwe werdigirtin û hin karsazên serbixwe yên Sûriyeyê ku penaber bûbûn û hin kesayetên dewletên Kendava Ereban alîkariya wan dikirin. Lê piştî Tuga hate avakirin, bandora alîkariya Kendava Ereban û Ixwanan ber bi çav bû. Alîkariya Tugayê bi riya hin kesayetên bi ser koma Ixwan Muslimîn ve ya di nava Meclîsa Niştimanî ya Sûriyeyê de yên wekî Ehmed Remezan û hin kesên din, dihatin. Bilindkirina alên îslamî di eniyên Tugayê û baregehê wê yên leşkerî de dest pê kir û durişmeya Tugayê hate guhertin, ango rengê kesk û her sê stêrkên sor hatin derxistin û qewla "لا إله إلا الله محمد رسول الله" lê hate zêdekirin.

Bîrdoziya Tugaya El-Tewhîd ji destpêka avakirina wê ve ji ber ku piraniya endamên wê gundiyên olperest in, rengekî îslamî stand. Li gorî Ebdilezîz Selamê di daxuyaniya avakirinê de armancên sereke yên Tugayê "Hilweşandina rêjîmê û parastina welatiyan" hatin ragihandin. Di daxuyaniyên Tugayê yên qonaxa yekemîn de tu armancên wê yên siyasî bi awayekî zelal nehatin diyarkirin. Ev yek bi temamî hate guhertin, piştî ku Ebdilqadir El-Salih di hevdîtineke dîdbarî de bi riya kenaleke telefizyonê nêrîna Tugayê ji bo pêşeroja dewletê anî ziman û got: "Em hewl didin ku Sûriyeyê bibe dewleteke îslamî ya nerm. Gelo çi pirsgirêk heye eger em ji bo Sûriyeke îslamî û niştimanî têbikoşin û têde mafên kêmnetewan werin parastin û em bi hev re di yek mozayîkê de jiyan bikin? Em dixwazin şerîeta îslamê jêdera tekane ya destûra bingehîn be. Lê em vê yekê bi zorê ferz nakin." Tugaya El-Tewhîd "Projeya Umetê" ku hevpeymana Cebhe El-Îslamiyê ye, piştî beşdarî wê bû ji xwe re esas girt. Bingeha hevpeymana Cebhe El-Îslamiyê piştî hilweşandina rêjîmê îslamkirina Sûriyeyê bi riya avakirina dewleteke îslamî ku têde tenê 'Şerîeta Xweda' serwer e, esas werdigire.

4- Tugaya Asifêt El-Şemal (Bahoza Bakur)

Tugaya Asifêt El-Şemal di nîsana 2012'an de li bajarê Ezazê bi fermandariya Emar Îbrahîm Dadîxî ve hate avakirin. Dadîxî ji welatiyên Ezazê ye û di sala 1961'an de ji dayîk bûye û di rizgarkirina bajarê Ezazê cih girt. Piştre hin endamên Tugayê li hin taxên bajarê Helebê yên wekî Bustan Paşa û Hulok bi cih bû. Tugaya Asifên El-Şemal alîkariya xwe rasterast ji Tirkiyeyê werdigire. Her wiha kesên Lubnanî ku wekî dîl ji aliyê Tugayê ve hatibûn revandin û hin jinên ku ji aliyê rêjîmê ve hatibûn girtin, di bin çavdêriya aliyên Tirkiye û Qeterê de bi hev hatin guhertin. Tuga bi saya vê buyerê di çapemeniyê de hate naskirin. Tuga di bîrdoziya xwe de jî xwe dispêre îslama nerm.

Di 14'ê çileya 2013'an de DAIŞ'ê hemleyeke leşkerî bi ser baregehên Tugayê yên di Ezazê de bir, di encamê de beşdekî mezin ji leşkerên Tugayê û di serî de Emar Dadîxî hatin kuştin. Her wiha leşkerên mane jî hin derbasî Turkiyeyê bûn û hin jî di nava tabûr û komên leşkerî yên herêmê de cih girtin.

5- Tugaya Ehrar Sûriya

Tugaya Ehrar Sûriya di tebaxa 2012'an de hate avakirin û kesên bi navên Elî Billo wekî fermandarê gistî û Ehmed Efeş wekî fermandarê leşkerî hatin erkdarkirin. Hejmara endamên Tugayê di destpêka avakirina wê de 300 leşker bûn û piraniya wan ji bajaroka Enedanê bûn. Tugayê piştî demeke kurt gelek leşker ji bajarokên wekî Hirêtan, Heyyan, Kefer Hemra û hin taxên kevin ên bajarê Helebê ber bi xwe ve kişandin û hejmrara endamên Tugayê derket 1000 leşkeran.

Piştî ku Tugayê li dijî bendên kontrolê yên bajarokên Enedan û Biyanûnê çalakî li dar xistin û di encamê de gelek tank, panzêr û çekên giran ên rêjîmê desteser kirin, ji ber xurtbûna wê ya leşkerî gelek kesan berê xwe dan Tugayê û beşdarî nava refên wê bûn.

Tugayê li bajarê Helebê û gundewarê wê beşdarî gelek şer û pevçûnên li dijî hêzên rêjîmê yên wekî pevçûnên desteserkirina bendên kontrolê yên gundewarê bakur bû. Her wiha di şer û pevçûnên çerxeriya Bilêremûn, Salonên Bilêremûn, Zehrê Ebdrebê, taxa Cemîyêt El-Zehrai ya rojavayê bajarê Helebê û gelek pevçûnên li derdora avahiya Istixbaratên Ezmanî ya li taxa Cemîyêt El-Zehrai cih girt. Tugayê di destpêka 2014'an de li dijî DAIŞ'ê li Heleb û gundewarê wê piştî ku DAIŞ'ê di havîna 2013'an fermandarê Tugayê Elî Billo di rewşeke nediyar de revand, şer kir. (Elî Billo piştî demekê eşkere bû ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî nehatiye diyarkirin.)

Leşkerên Tugaya Ehrar Sûriya li eniyên şer ên baregeha Henano, taxên Ağyol, Seyîd Elî, Hemîdiyê, El-Esliyê, derdora keleha Helebê, Saxor, Silêman Helebî û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê belav dibûn. Her wiha li eniyên Ezîziyê, El-Melah, El-Birêc, Cebel Şiwêhna, Miarêt Artîq, Zehrê Ebdrebê yên gundewarê Helebê cih girt.

Di aliyê abonetiyê de, Tugaya Ehrar Sûriya alîkariyên curbecur wergirtin. Dema motika yekemîn tabûra Tugayê hate avakirin, tabûran abonetiya xwe ji alîkariya kesên dewlemend ên bajaroka Enedanê werdigirtin. Nemaze di encamên şer û pevçûnên li hemberî rêjîmê de jî gelek cebilxane desteser kirin. Tugayê her wiha gelek kesayetên girêdayî rêjîmê yên wekî sobayên artêşê û fermandarên pêxwasan direvandin û ji bo serbestberdana wan miqdareke pere (fidye) ji rêjîmê dixwest.

Piştî ku Tuga fermî hate avakirin û ragihandin, beşdarî nava sîstema Artêşa Azad bû. Artêşa Azad ku ji aliyê egîd Riyad El-Eseed ku di tîrmeha 2011'an de ji artêşa rêjîmê veqetiyabû, hatiye damezirandin. Tugayê piştî wê li gorî alîkariya bi riya El-Eseed û gelek hikûmetan jê re dihat tevdigeriya. Tugayê her wiha alîkariya xwe rasterast ji emîrên Siûdiyê werdigirt û fermandarê Tugayê Elî Billo jî ji Pêla Pêşvero ya Lubnanê (Teyar El-Musteqbel) werdigirt.

Di aliyê bîrdozî de, Tugaya Ehrar Sûriya xeta xwe ya nerm neguhert û yek ji komên leşkerî yên kêm li Helebê gotina Sûriya di navê wê de heye. Ev nav jî ji aliyê damezrênerê Tugayê Elî Billo ve hate pejirandin. Tuga di bin ala şoreşê de, heta piştî ku beşdarî nava Eniya Îslamî (Cebhe El-Îslamiyê) bûbû, tevdigeriya. Her wiha gotina " لا إله إلا الله" wekî durişmeya tugayê lê hate zêdekirin. Armancên Tugayê jî di çarçoveya şerê li dijî rêjîma Sûriyeyê de bû û di şerê li dijî DAIŞ'ê de jî cihê xwe girt.

6- Tugayên Bazên Şamê (Siqor El-Şam)

Tugayên Siqor El-Şam di sala 2011'an de bi taybet li gundewarê Idlibê hatin avakirin. Piraniya leşkerên wê ji bajarê Idlibê û gundewarê wê ne. Li Helebê jî hebûna Tugayê tenê li gundewarê başûrê bajarê Helebê li eniyên bajarokên El-Hazir û Berda bi fermandariya "Ebû Nûran" bi sînor bû. Piştre hêzên Cebhet El-Nusra û Cebhet Ensar El-Dîn baregehên van tabûran desteser kirin û bi leşkerên wê re şer kirin û bi hinceta ku "Siqor" welatiyên sivîl talan dikin û bi xwarina wan dilîzin ji herêmê derxistin.

Hejmara leşkerên Tugayê derdora 600'î ye û fermandariya wê ya leşkerî jî kesê bi navê Ehmed El-Şêx (Ebû Îsa) dike. Niha bi awayekî sereke leşkerên Siqor El-Şam li eniyên Cebel Erbeîn a li nêzî bajaroka Erîha ya gundewarê Idlibê belav dibin. Di kontrolkirina Cebel El-Zawiyê û Xan El-Subil rola Siqor El-Şam sereke bû. Tugayên Siqor El-Şam ji destpêka damezirandina wê ve heta niha di bin sîwana Cehbe El-Îslamiê de tevdigere û xwe dispêre xeta îslamî ya nerm. Siqor El-Şam ji Ixwan Muslimîn ve nêzîk e û alîkariyeke baş ji dewleta Qeter werdigire. Di 22'yê adara 2015'an de Tugayên Siqor El-Şam û Tevgera Ehrar El-Şam di bin navê "Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî" de yekîtiya xwe ava kirin.

7- Cebhet El-Nusra

Damezirandina Cebhet El-Nusra di destpêka sala 2012'an bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî binasnav El-Fatih û fermnadarê leşkerî Ebû Homam El-Şamî ve hate ragihandin û piştî demekê ragihand ku ew baskê rêxistina El-Qaîdê di Sûriyeyê de ye. Rêveberiya Emrîka di kanûna 2012'an de li lîsteya terorîstan zêde kir. Di 30'yê gulana 2013'an de Konseya Ewlekariya Navnetewî Cebhet El-Nusra ya welatiyên Şamê bi biryarekê li lîsteya cezayan a kom û kesên girêdayî rêxistina El-Qaîdê zêde kir. Cebhet El-Nusra gelek kesên biyanî yên perwerdekirî beriya werin Sûriyeyê ku di gelek perwerdeyên cîhadî li welatên cuda re derbas bûne, girtin nava xwe.

Leşkerên Cebhet El-Nusra li eniyên bajarokên Nubol û Zehrai ên bakurê Helebê belav dibin. Her wiha li eniyên taxên Silêman Helebî, Cemîyêt El-Zehrai, derdora avahiya Istixbaratên Ezmanî, Kerem El-Terab û Bustan El-Qesir (eniya geraja El-Heciz) bi cih bûne. Hejmareke din ji leşkerên Cebhet El-Nusra li eniyên wekî El-Melah û Henderat ên gundewarê bakurrojhilatê Helebê tevdigerin. Li van deveran hêzên rêjîmê ji bo herêmên di bin kontrola çekdarên opozîsyonê de dorpêç bike û Heleb û gundewarê wê ji hev qut bike, pêşve dihat. Di encamê de hêzên rêjîmê gelek rê birrîn û riya tekane ya di navbera gundewarê bakurê Helebê û bajêr de riya Kastêlo ya axî di destên opozîsyonê de ma û taxên Eşrefiyê û Cendol bi gundewar ve girê dide.

Gelek baregeh û bendên kontrolê yên leşkerî yên Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê û gundewarê wê hene. Baregeha "Ebû Ubêd Rayat" ku wekî navendeke lêkolîn û girtinê tevdigere li taxa Bab El-Nêreb a bajêr e û hin xalên wê li taxên kevin ên bajêr jî hene. Li taxên Saxor û Heyderiyê yên rojhilatê bajêr gelek bendên kontrolê û baregeh ên Cebhet El-Nusra hatine danîn. Li gundewarê Helebê leşkerên Cebhet El-Nusra bi awayekî sereke li herêmên wekî bajaroka Til Rifeet ku têde bendeke kontrolê ya mezin hatiye danîn bi cih bûne. Li bajaroka Hirêtanê jî dadgeha El-Nusra hatiye çêkirin.

Hejmara leşkerên Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê û gundewarê wê piştî ku hejmareke mezin ji gundewarê Idlibê re hatin şandin, nêzî 600 leşker in. Cebhet El-Nusra li rex gelek komên îslamî li bajarê Helebê "Desteya Şerhî" ava kirin. Ev Deste bi karûbarên dadgerî û çareserkirina gengeşeyên sivîl û leşkeran radibe. Her wiha di ceza û darizandinê de rêbazên îslamî wekî qanûna tekane wergirt. Cebhet El-Nusra nexweşxaneya çavan a li taxa Qazî Esker ya rojhilatê bajarê Helebê ji xwe re wekî navendekê bikar anî.

Çalakiyên Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê gelekî deng vedan. Yekemîn çalakiya wê nexweşxaneya El-Heyat a li nêzî taxa El-Fêz (devera stada wergehî) ku hêzên rêjîmê têde bi cih bûbûn, teqand. Di 10'ê îlûna 2012'an de li qada Seedellah El-Cabirî ya li navenda bajarê Helebê ye û hêzên ewlekariya rêjîmê têde gelek in, teqînek pêk anî. Di 3'yê cotmeha 2012'an de li dijî avahiya subayan, Hotêla Siyashî û avahiya Şaredariya giştî ya bajêr 3 teqîn pêk anîn. Her wiha navenda lêkolînên zanistî ya li taxa Heleba Nû di çalakiya Ixîmasiyê (ketina nav) de kontrol kir.

Piştî şer û pevçûnên ji ber projeya El-Nusra ya berfirehkirina serweriya xwe li gundewarê Idlibê rû dan û leşkerên Tevgera Hezim a girêdayî Desteya Leşkerî ya Artêşa Azad ji gundewarê Idlibê vekişiyan gundewarê rojavayê Helebê, El-Nusra li dijî Tevgera Hezim şer kir. Di heman demê de El-Nusra êrîşî Eniya Şoreşgerê Sûriyeyê kir û piştre jî karibû ku Tevgera Hezim bi temamî di sibata 2015'an de tune bike.

Di aliyê abonetiyê de, Cebhet El-Nusra alîkariya xwe ji gelek jêderan werdigire. Alîkariya sereke di destpêkê de ji aliyê rêxistina El-Qaîdê ve ya li Afganistan û Îraqê dihat şandin. Lê dîsa jî ji bo abonetiya xwe ya xweser xebitî. El-Nusra serweriya xwe li gelek navendên stratîjîk ên wekî embarên genim yên li nêzî bajarokê Babê. Di van embaran de miqdareke genim ku têra parêzgeha Helebê du salan dikir hebû. Her wiha fabrîkeyên pembo û febrîkeya terktoran ên li herêma Diwêrînê ya li gundewarê başûr bi dest xwe ve anîn. Di wê demê de Cebhet El-Nusra bi tena xwe li nêzî "fabrîkeyê parastinê" ya bajaroka Sifîrê tevdigeriya. Cebhet El-Nusra li parêzgeha Dêra Zorê jî gelek bîrên petrolê bi dest xwe ve anîn û piştre jî DAIŞ'ê jê standin. Aliyekî mezin ji alîkariya Cebhet El-Nusra ji encamên çalakiyên metirsîdar ên li dijî baregehên stratîjîk ên rêjîmê yên wekî çek û ceblxaneya pereyan dihat. Di heman demê de Cebhet El-Nusra alîkariyeke mezin ji sermiyadarên selefî yên dewletên Kendava Ereban bi taybet yên Siûdiyê û Qeterê ku alîkariya hemû tevgerên selefî cîhadîst dikin, werdigirt.

Wekheviya Cebhet El-Nusra û Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi riyên abonetiyê û bîrdoziya xwe dispêre avakirina "dewleteke îslamî" eşkere ye. Kesên beşdarî Cebhet El-Nusra dibin divê di "dewreyên şerhî" re ku ji aliyê şêx û oldarên El-Nusra ve tên dayîn, derbas bibin. Ev dewre jî perwerdeyeke olî li ser xeta selefî ya cîhadîst e.

8- Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraq û Şam (DAIŞ)

Di nîsana 2013'an de kesê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî serkêşê Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraqê beşdarbûna rêxistina xwe ya nava Cebhet El-Nusra ya li Sûriyeyê ragihand û navê wê bû Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraq û Şam ku bi navê DAIŞ tê naskirin. Ev biryar wekî destpêka rasteqîn a rêxistina dewletê ye û piştî pêdivî bi serkêşiya kar û xebatên cîhadê zêde bû, bi awayekî "rêxistinî" beşdarî qada cîhadê ya li Sûriyeyê bû. Her wiha ji bo tunekirina aliyên ku ziyanê bi cîhada îslamî dikin (komên ku mafên sivîlan binpê dikin, li gorî ola îslamê tevnagerin û şerîhetê li herêmên rizgarkirî nadin meşandin.) ev yek jî ji aliyê El-Colanî ve bi temamî nehat qebûlkirin û ji bo cudakirina vê mijarê bi israr bû. El-Colanî diyar kir ku yekkirina di navbera herduyan de ziyanê bi rêxistinê û bi rola Cebhet El-Nusra di qada cîhadê ya li Sûriyeyê dike. Lê di dawiyê de li hemberî israra El-Bexdadî ev yek nehat erêkirin.

Hin ji serkêşên rêxistinê ev in: "Cîgirê lîder Ebû Elai El-Uferî, berdevkê fermî yê rêxistinê Ebû Mihemed El-Ednanî û Cîgirê lîderê rêxistinê li Sûriyeyê Ebû Elî El-Enbarî"

Piştî derketina DAIŞ'ê bi demeke kurt destwerdana karûbarên sivîlan kir. DAIŞ'ê dadgeheke olî ava kir û hemû dadgehên ku piraniya komên leşkerî yên îslamî li parêzgeha Helebê derbarê wan de lihev kiribûn, bi dawî kirin. DAIŞ'ê ji bo birêvebirina deriyê geraja El-Heciz (di wê demê de deriyê tekane yê di navbera herêmên di bin serweriya rêjîmê û herêmê ji destê rêjîmê derketine de bû) endamên xwe şandin. DAIŞ'ê hewl da karûbarên xizmetguzarî yên sivîlan bi riya "Rêveberiya Îslamî ya Xizmetguzariyan" bi rê ve bibe û gelek dibistan ji bo perwerekirina zarokan li gorî rêgezên şerîheta îslamî vekirin. DAIŞ'ê herdu madeyên netewî û dîrokê yên meteryalê betal kirin û meteryaleke perwerdehiya ola Îslamê ya kevin daxist dibistanan û gelek pirtûk di vê derbarê de çap kirin.

DAIŞ niha li bajar û bajarokên wekî Babê, Munbic, Cerablus, Raî, Dêr Hafir, Meskenê bi cih dibe û gelek caran hewl dan ber bi bajarê Ezazê ve serweriya xwe berfireh bike û li gundên wekî Exterîn, Dabiq, Ihtimêlat û Turkmen Barih gelek caran pêş û paş ve hat. Lê piştî ku hemleya balefirên koalîsyona navnetewî ya bi serkêşiya Emrîka, li vê deverê rawestiya. Piştre DAIŞ'ê li dijî leşkerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Tugaya Eniya El-Ekrad li Kobanê (Eyn El-Ereb) şer kir. Di encamê de rêxistinê piraniya bajêr bi dest xwe ve anî û piştre li hemberî leşkerên YPG'ê û Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat têk çû.

Hejmara leşkerên Rêxistina Dewleta Îslamî li Helebê nayê zanîn. Lê piraniya wan li gundewarê rojhilatê Helebê bi cih dibin. Serweriya rêxistinê ya li ser bejahiyeke berfireh û di aliyê cigrafîk de girêdayî hevdu ye, naskirina hejmara leşkerên wê ku di navbera herêmên di bin serweriya DAIŞ'ê yên li Sûriya û Îraqê tên veguhestin jî zehmet dibe. Lê li gorî hin raporan tê gumankirin ku hejmara wan li gundewarê rojhilatê Helebê û derdora Kobanê nêzî hezar leşker in.

Derbarê rêbazên abonetiyê de wekheviya Cebhet El-Nusra û Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) eşkere ye. DAIŞ serweriya navendên stratîjîk dike û bi riya wan abonetiya xwe ya xweser peyda dike. Nemaze serweriya bi dehan bîrên petrolê yên li Îraq û Sûriyeyê dike û li gorî raporan DAIŞ petrolê difiroşe rêjîmê. DAIŞ'ê dikaribû ku boriyên petrolê û veguhestina wê ber bi herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de ne, bibirre. DAIŞ her wiha hewl dide ku navendên gazê yên li rojhilatê Humisê jî bi dest xwe ve bîne. DAIŞ'ê piştî ku baregehên leşkerî bi dest xwe ve anîn, ji embarên stratîjîk ên leşkerî cebilxaneyeke mezin ên herdu hêzên Îraqê û Sûriyeyê destser kirin.

Tê destnîşankirin ku hejmareke mezin ji sermiyadaran alîkariya ku bi Cebhet El-Nusra re dikirin, ji ber ku bîrdoziya wan avakirina "dewleteke îslamî" bi riya xîlafeta îslamî esas e, alîkariya xwe ber bi DAIŞ'ê ve veguhestin. Her wiha dewletên wekî Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê alîkariyeke mezin bi rêxistina dewleta îslamî (DAIŞ) re dikin û dewleta Tirk her wiha piştgiriya rêxistin di aliyê çapemeniyê de jî dike.

9- Cebhet Ensar El-Dîn (Eniya Piştevanên Ol)

Cebhet Ensar El-Dîn di 25'ê tîrmeha 2014'an de li bajarê Helebê û gundewarê wê ji sê komên sereke yên leşkerî (em ê bi berfirehî li ser rawestin) hate damezirandin. Her sê komên leşkerî ev in:

- Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar (Penaber û piştevanan): motika vê artêşê tabûra El-Muhacirîn bû. Tabûr di sibata 2013'an de bi serkêşiya Ebû Umer El-Çeçenî hate avakirin û gelek leşkerên biyanî yên ji Qoqazê hatine ku piraniya wan ji Çeçenistanê ne girtin nava xwe. Endamên tabûrê li gelek eniyên gundewarê Helebê û bi awayekî sereke li eniya El-Cendol hatin belavkirin.

Di dawiya sala 2013'an de avakirina Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar ku piraniya endamên wê ji Çeçenistan, Dagestan, Inguşetiya û Ossetiya Bakur û gelek leşkerên Ozbekstanê ne, hate ragihandin. Piştre hin kesên Sûriyeyê beşdarî nava refên wê bûn, lê dîsa jî piraniya wan Çeçenî man û zimanê fermî yê di nava leşkeran de tê bikaranîn, zimanê rûsî ye.

Piştî Rêxistina Dewleta Îslamî derket holê, fermandarê leşkerî yê Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar Ebû Umer El-Çeçenî dilsoziya xwe li gel 800 leşkeran ku nîvê leşkerên Artêşê ne bi DAIŞ'ê re ragihand. Dema Cebhet Ensar El-Dîn hate avakirin, Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar beşdarbûna xwe ya nava wê ragihand û di îlûna 2014'an de navê wê li lîsteya terorê ya Emrîka hate zêdekirin.

Hejmara endamên Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar niha nêzî 500 leşker in û abonetiya xwe ji alîkariya navxweyî û yên ji hêzên rêjîmê desteser kirine werdigire. Li navend û baregehên leşkerî yên çek û ceblxaneyan belav dibin. Her wiha alîkariyeke pereyan bi riya "Mîrnişîna Qoqazê ya Îslamî" werdigire.

- Tevgera Şam El-Îslam: Di sala 2013'an de ji aliyê hemwelatiyekî Mexribî Îbrahîm Bin Şeqrûn (Ebû Ehmed El-Muhacir) ve hate damezirandin. Ebû Ehmed El-Muhacir di nîsana 2014'an de li berava Sûriyeyê di pevçûnekê de hate kuştin. Tevgera Şam El-Îslam wekî rêxistineke Mexribî tê destgirtin. Li gorî raporan hejmara endamên vê rêxistinê 800 leşkerên Mexribî ne û piştre jî gelek leşkerên herêmê yên ji Heleb û Laziqiyê beşdarî nava refên wê bûn.

Piraniya leşkerên Tevgerê li eniyên gundewarê Laziqiyê belav dibin û li rex Cebhet El-Nusra ku aliyê herî nêzîk ji fikr û projeya wan re ye, şer dikin.

Navê Tevgera Şam El-Îslam bi Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar re li lîsteya terorê ya Emrîka hate zêdekirin. Tevgera Şam El-Îslam xwe dispêre fikra selefî ya cîhadîst û ji bo avakirina dewleteke xîlafeta Îslamî tevdigere. Hejmara endamên Tevgera Şam El-Îslam niha nêzî 150 leşker in û li herêma çiyayê Kurdan a gundewarê Laziqiyê bi cih dibin.

- Tevgera Fecir El-Şam El-Îslamiyê: Di hizêrana 2012'an de li bajaroka Daritizzê ya gundewarê bakurrojavayê Helebê damezirandina wê hate ragihandin.

Deverên sereke ku endamên wê lê belav dibin taxa Sukerî ya başûrrojavayê bajarê Helebê ye û heta niha li heman deverê ne. Tê gumankirin ku hejmara beşdarên nava Tevgerê ku di wê demê de navê xwe bi "Tevgera Fecir El-Îslamiyê" guhert, nêzî 500 leşker in û li gundewarê rojavayê Helebê bi taybet li herêma Daritizzê belav dibin.

Her wiha hin leşkerên wê li taxên kevin ên bajarê Helebê û derdora keleha bajêr, taxên Sukerî û Mercê bi cih dibin û hejmarekî mezin ji leşkerên wê li bajarokên Hirêtan û Daritizzê bi cih dibin. Tu çalakiyên Tevgerê yên sivîl tune ne.

Di aliyê abonetiyê de Tevgerê alîkariya xwe ji jêderên navxweyî û têkliyên xwe bi kesayetên selefî yên ji dewletên kendava Ereban werdigire. Her wiha alîkariyeke mezin ji baregehên leşkerî û deverên pîşeyî ku destserkiribûn, wergirt.

Fermandarê Tevgerê Ebû Ebdullah ragihand ku "projeya Tevgerê ya siyasî projeyeke zelal e û em bi her muslimanekî dilsoz re ku ji bo bilindkirina navê Xweda û çespandina şerîheta Xweda li ser erdê cîhadê dike, parve dikin." Tevger di aliyê ramyarî de ji Cebhet El-Nusra û Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar ve nêzîk e. Şervanên Tevgerê li dijî hêzên rêjîmê şerê li rex Cebhet El-Nusra dipejirînin. Tevger her wiha li dijî têgehên wekî "Demokratîk" û "Dewleteke Sivîl" di helwesta xwe de zelal e.

10- Artêşa El-Mucahîdîn

Artêşa El-Mucahîdîn di destpêka sala 2014'an de bi serkêşiya fermandarê Tevgera Nûreddîn El-Zenkî Tewfîq Şihabeddîn damezirandin û Şihabeddîn jî wekî fermandarê giştî hate erkdarkirin. Her wiha efserê bi nave Mihemed Bekor Cuma (Ebû Bekir) wekî fermandarê leşkerî hate erkdarkirin. Artêşa El-Mucahîdîn li Helebê wekî koma herî bi hêz tê pejirandin. Her wiha di aliyê hejmara û belavbûna li eniyên şer de jî herî bi hêz e.

Armanca sereke ji avakirina Artêşa El-Mucahîdîn ew bû ku 7 komên leşkerî yên mezin di bin navekî de werin komkirin û li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bike. Komên leşkerî "Tevgera Nûreddîn El-Zenkî, Tugaya El-Ensar, Kombûna Festeqêm Kema Omirt, Tugaya Emcad El-Îslam, Tevgera El-Nûr El-Îslamiyê, Tugaya Cund El-Heremên, Tugaya Azadiya Îslamî ku dirêj nekir û xwe vekişand" kom bûn. Piştre jî Cebhet El-Esalê û Tenmiyê, Tugaya Ensar El-Xîlafê ku wê jî dirêj nekir û ji ber nakokiyên ramyarî xwe vekişand, beşdarî nava wê bûn.

Komên ku Artêşa El-Mucahîdîn jê pêk dihat li gelek eniyan li Heleb û gundewarê wê li dijî hêzên rêjîmê şer dikirin û heta niha berdewam dikin. Kombûna Festeqêm Kema Omirt bi serkêşiya Ebû Quteyba, Tugaya Heleb El-Şehba, Tugaya Heleb El-Medînê El-Îslamî, Tabûrên Ebû Emar, Tugaya El-Îslam, Tugaya El-Ensar û Tevgera Nûreddîn El-Zenkî li eniyên şer ên taxên Selaheddîn, Sêf Dewlê, Til El-Zerazîr, Amriyê, Mercê, Cub El-Çelebî, Henderat, Birêc, Kerem Terab, Raşidîn ên bajarê Helebê belev dibin.

Artêşa El-Mucahîdîn abonetiya xwe ji gelek jêderan werdigire û yek ji komên leşkerî yên sereke yên nerm tê pejirandin. Odeya çalakiyan a "El-Mom" fermî nas kir û alîkariya wê kir. Artêşa El-Mucahîdîn her wiha alîkariya leşkerî, cebilxane û mûçeyan ji vê Odeyê wergirt. Alîkarî ji Tugaya El-Ensar û Tugaya Emcad El-Îslam re dihat û ew jî berpirsyarên belavkirina alîkariyê li ser komên di nava Artêşa El-Mucahîdîn de bûn. Artêaş El-Mucahîdîn her wiha alîkarî bi riya Desteya Parastina Sivîlan ji dewleta Qeterê werdigirt û dewleta Tirk jî bi rola navbênkariyê ji bo derbaskirina alîkariyan radibû.

Di aliyê bîrdozî de jî tu lêvegereke ramyarî ya zelal a Artêşa El-Mucahîdîn tune ye. Lê nûnertiya şepêleke ciwanên îslamî dike û bi hevsengiya alîkariya Ixwan El-Muslimîn ji wê re di çarçoveya oldarî ya heyî de li Heleb û gundewarê wê tevdigere.

Ji ber tevlîheviya hundirîn hejmara endamên Artêşa El-Mucahîdîn kêm bû. Di encamê de beşekî mezin xwe ji nava wê vekişandin û di destpêka sala 2015'an de piştî komên wê beşdarî nava kombûnên din û odeyên hevbeş bûn, kesek jê nema û tenê navê wê ma.

11- Tabûrên Ebû Emar

Tabûra Ebû Emar di nîvê sala 2011'an de bi awayekî veşartî hate damezirandin. Ango piştî çend mehan ji destpêka raperîna Sûriyeyê. Ev yek li bajaroka Enedanê ya bakurê Helebê ku ji herêmên yekemîn ên Heleb û gundewarê wê ye ciwanên wê li dijî rêjîmê çek rakirine, pêk hate. Tabûr ji aliyê kesê bi navê Yasir El-Ebid ve hate avakirin û piştî demekê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate girtin û nêzî sal û nîvekê di zîndanên rêjîmê de ma û di çalakiyeke guhertina dîlan de hate berdan. Di avakirina tabûrê de her wiha fermandarê çalakiyên tabûrên Ebû Emar ê bi navê Mihena Cefalê (Ebû Bekrî) ku ji welatiyên bajarê Helebê ye û xwendekarê fakulteya Aborî ya zanîngeha Helebê ye ji destpêk heta niha cih girtiye. Her wiha kesê bi navê Muder Necar jî cihê xwe di avakirinê de girt û piştre jî cihê xwe di Tugaya El-Tewhîd de girt.

Tabûrên Ebû Emar di demên navbera tîrmeha 2011'an û tîrmeha 2012'an de bi awayekî veşartî di hundirê bajarê Helebê û gundewarê wê de bi awayekî çalak tevdigeriya.

Hejmara endamên Tabûrên Ebû Emar nêzî 250 leşkeran in û endamên komîteya navendî nêzî 10 kesan bû. Di aliyê abonetiyê de jî alîkariya xwe ji jêderên taybet ên wekî bazirganên îslamî yên di Sûriyeyê de û li derve werdigirt. Her wiha gelek alîkarî ji çalakiyên leşkerî yên li hemberî rêjîmê desteser kirin. Tu alîkariyeke fermî û hikûmî wernegirt û tenê dema ku di nava Kombûna Festeqêm Kema Omirt de bû alîkariyeke bi çûk ji dewleta Qeterê werdigirt.

Li gorî agahiyan Tabûrên Ebû Emar di aliyê ramyarî de xwe dispêre fikra cîhadîst a selefî heta sal û nîvekê ne zelal bû. Ango ji destpêka avakirina wê ve heta dema pevçûnên destpêkê yên li bajarê Helebê. Her wiha ji Cebhet El-Nusra ve jî nêzîk e û li hemberî rêxistina DAIŞ'ê li Helebê heman helwest nîşan da. Tabûrên Ebû Emar li rex Cebhet El-Nusra beşdarî gelek pevçûnan bû. Têkliyên di navbera herduyan de gelekî baş bûn. Tabûrên Ebû Emar niha li taxên Meşhed, El-Ensarî û Şehar ên bajarê Helebê zagonên îslamî ferz dike. Tabûrên Ebû Emar di destpêka pevçûnên bajarê Helebê heta dawiya sala 2012'an de demeke kurt ala şoreşê li rex alên îslamî radikirin, niha alên îslamî yên reş radike.

12- Tevgera Hezim

Tevgera Hezim di dawiya çileya 2014'an de bi kedeke kesane ya Serokê Desteya Leşkerî ya Artêşa Azad General Selîm Idrîs hate damezirandin û piştî avakirina Tevgerê bi demeke kurt ji ber buyera desteserkirina Tevgera Ehrar El-Şam ji embarên çek û cebilxaneya taybet bi Desteya Leşkerî li herêmên Bab El-Hewa û Atmê yên gundewarê Idlibê ji kar hate avêtin. Her wiha ji ber nakokiyên di navbera Idrîs û Ehmed El-Cerba ku serokatiya Koalîsyona Niştimanî di wê demê de dikir, de derketine. Ji ber vê yekê El-Cerba li Siûdiyê zext kir ku Idrîs ji kar bavêje û li şûna wî Ebdilîlah El-Beşîr erkdar bike û ev yek bi rastî pêk hat.

Bingeha Tevgera Hezim a sereke li bajarê Helebê pêk tê. Tevger ji leşkerên hêza 9'emîn a girêdayî Desteya Leşkerî ya Artêşa Sûriya Azad ku di nîvê meha hizêrana 2013'an de bi serkêşiya Ebdulnasir Ebû Celal hatibû avakirin, pêk dihat.

Hejmara endamên Tevgera Hezim piştî ku hate damezirandin gihîşte 4 hezar leşker. Beşekî mezin ji wan sobay û leşkerên ji hêzên rêjîmê veqetiyabûn. Ev yek jî cîwazbûneke tevgerê ji komên din ên leşkerî yên opozîsyonê bû. Pergala leşkerî ya Tevgerê jî wekî pergalên artêşên fermî bû. Gelek leşker û sobayên Tevgera Hezim di baregehên taybet li Siûdiyê, Qeter û Urdinê di bin çavdêriya Rêveberiya Emrîka de hatin perwerdekirin. Ev yek jî nîşana dirêjbûna dema di navbera ragihandina avakirina wê û derketina dîmenên li ser navê Tevgerê li ser Youtube piştrast dike. Piştî şer û pevçûnên Tevgerê li dijî Cebhet El-Nusra li gundewarê Idlibê hejmara leşkerên wê gelekî kêm bûn.

Li bajarê Helebê gelek leşkerên Tevgera Hezim di bin fermandariya Kaptên Ebdulnasir Ebû Celal de ku rêjeya wan ji sedî 22 ji tevahî leşkerên Tevgerê li Sûriyeyê bû, (beriya leşkerên wê ji Idlibê ji Helebê re werin şandin, bi vê yekê hişt ku bibe hêza sereke li Helebê, ango ji sedî 45 leşkerên Tevgerê) hatibûn belavkirin. Her wiha cihê xwe li eniyên şer ên li dijî rêjîmê li taxên Henderat û Amriyê yên bajarê Helebê û deverên Birêc, devera pîşeyî û gundê Ezîziyê yên bakurrohilatê Helebê digirtin.

Di aliyê rêxistinî de Tevgera Hezim di bin sîwana Desteya Leşkerî ya Artêşa Sûriya Azad de bi fermandariya general Zahir El-Sakêt tevdigeriya û alîkariya xwe ji "Koma Dostên Sûriyeyê" bi riya Odeya Çalakiyan a "El-Mom" a li Tirkiyeyê û Odeya Çalakiyan a "El-Mok" a li Urdinê werdigirt. Tevgerê ji derveyî van tu alîkarî ji derve wernegirt û vê yekê hişt ku pareke mezin ji alîkariyê ji wan werbigire. Di nava van alîkariyan de çek, cebilxane, mûçe, madeyên lojîstîk û pêdiviyên perwerdeyên leşkerî hebûn.

Di aliyê bîrdozî de jî û li gorî belgeyên wê yên damezirandinê, rêxistineke siyasî ya şoreşgerî ye û baskekî wê yê leşkerî heye. Ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyeyê dixebite û hewl dide azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê vegerîne. Di van belgehan de yan di belavokên Tevgerê yên di înternêtê de hatine weşandin, naverokeke îslamî ya biçûk heye. Diyar e Tevgera Hezim di şerê li dijî rêjîmê de herî ciddî bû û pevçûn û nakokiyên hundirîn ya siyasî û leşkerî di nava opozîsyonê de paşguh dikir. Tevger bi dewleteke sivîl û bi şêwazên demokratîk û mafê gel di diyarkirina çarenûsa xwe de bawer dike. Her wiha zagonên navnetewî û belgeya navnetewî ya derbarê mafên mirovan de nas dike. Tevgera Hezim herî zêde wekî koma şoreşgerî ya opozîsyonê di nermbûn û laîq tê pejirandin.

Tevgera Hezim di 1'ê adara 2015'an de ragihand ku xebatên xwe bi dawî kir û leşkerên xwe beşdarî nava Cebhe El-Şamiyê ya li gundewarê bakurê Helebê kir. (Tevgera Hezim, dema ev dosya dihat amadekirin, di qada Sûriyeyê de tune bû.)

13- Kombûna Tabûrên "Festeqêm Kema Omirt" (Rast be wekî ku ji te tê xwestin)

Kombûna Tabûrên Festeqêm Kema Omirt di nîvê kanûna 2012'an de bi yekîtiya komeke ji tabûrên Artêşa Sûriya Azad di wê demê de hate damezirandin. Van tabûran di wê demê de ala şoreşa Sûriyeyê pejirandin. Di destpêka avakirina wê de ji van koman pêk dihat: "Tugaya Dirih El-Umê, Tugaya Dirih El-Weten, Tugaya Dirih El-Şehab (evan tabûran di bin 'Desteya Diroh El-Sewra' de û 'Desteya Kombûnên Leşkerî' ya girêdayî Ixwan Muslimîn ku li bajarê Stenbolê bi amadebûna Fermandarê Artêşa Azad di wê demê de Riyad El-Eseed û Çavdêrê Giştî yê berê yê Koma Ixwan Muslimîn li Sûriyeyê Mihemed Riyad El-Şiqfê hatiye avakirin de tevdigerîn)." Fermandarê Tugaya Nûreddîn El-Zenkî Şêx Tewfîq Şihabeddîn wekî fermandarê giştî yê Kombûnê hate erkdarkirin. Her wiha Fermandarê Kombûna Tabûrên El-Selam Mustefa Birro binasnav Seqir Ebû Quteyba wekî fermandarê leşkerî hate erkdarkirin. Piştî tabûrên Nûreddîn El-Zenkî ji Kombûnê vekişiyan, Seqir Ebû Quteyba wekî fermandarê giştî hate erkdarkirin.

Şervanên Kombûnê li gelek taxên bajarê Helebê yên wekî Selaheddîn, Îzaa, Şear, Mesakên Henano, geraja El-Heciz û taxên kevin ên bajêr belav dibûn.

Hejmara endamên Kombûnê ji destpêka hatiye avakirin ve heta niha di navbera 900 û 1300 leşkeran de ne.

Kombûna "Festeqêm Kema Omirt" wekî baskê leşkerî ya Ixwan Muslimîn a yekemîn li parêzgeha Helebê tê pejirandin û alîkariya xwe ji dewletên ku alîkariya Ixwan Muslimîn a Sûriyeyê dikin wergirt. Di serî de Qeter û Tirkiyayê. Bîrdoziya Kombûnê li gorî dîmenên di Youtube de hatine weşandin û daxuyaniyên çapemeniyê xwe dispêre çarçoveyeke îslamî ya nerm û têde hin helwestên radîkal jî hene. Piraniya van helwestên radîkal ji aliyê leşkerên Tugaya Bajarê Helebê ku fermandarên wê selefî û cîhadîst bûn, derdiketin. Ji ber van helwestên radîkal Kombûn û Artêşa El-Mucahîdîn ku alîkariya xwe bi riya Odeya Çalakiyan "El-Mom" ji dewletên rojavayî werdigirtin, ji hev qetiyan.

Kombûn piştî çend mehan ji avakirina wê aliyê herî guncwa ji bo Ixwan Muslimîn a Sûriyeyê bû û ji Desteya Diroh El-Sewra xwestin ku xwe di nava Kombûnê û tugayên wê de bihelîne. Nemaze piştî ku tecûbeya wan a serbixwe têk çû. Kombûnê li Heleb û gundewarê wê li dijî rêxistina DAIŞ'ê şer kir. Tugaya Heleb El-Şehba ya herî nerm di nava tugayên Kombûnê de tê pejirandin.

Kombûn di dawiya nîsana 2015'an de beşdarî Odeya Çalakiyan a Cêş Fetih Heleb ku heta niha ala şoreşa Sûriyeyê radike, bû.

14- Hêza 16 (Firqa 16)

Bêtirî 10 tugayên leşkerî yên li Helebê û gundewarê wê tevdigerin di 19'ê îlûna 2013'an de Firqa 16 damezirandin. Di daxuyaniya damezirandina Firqeyê de wiha hate gotin: "Em wekî tabûr û tugayên leşkerî yên gundewarê bakurê Helebê avakirina Firqeya 16 a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî li parêzgeha Helebê radigihînin. Firqeya 16 ji van koman pêk tê 'Tugaya Ehrar Sûriya, Tugaya Şuhada Bedir, Tugaya El-Eqsa, Kombûna tabûrên Ehfad Umer, Tugaya El-Rebîh El-Erebî, Tugaya Isûd El-Sewra, Tugaya Şuhada El-Mustefa, Kombûna tabûrên Siqor El-Selam'. Fermandarê giştî yê Firqeya 16 jî Egîdê Leşkerî yê ji rêjîmê veqetiyaye Silêman El-Şilaş e." Piştî demekê El-Şilaş beriya ku istîfa bike, paya xwe radestî egîdê hêzên ezmanî Hesen Recob kir. Her wiha sobayê ji hêzên rêjîmê veqetiyaye yê bi navê Ebû Hatim El-Humsî wekî fermandarê leşkerî yê Firqeya 16 hate erkdarkirin û Mihemed Serac Heyanî jî wekî kordîneyê giştî hate erkdarkirin.

Firqeya 16 herî zêde ji leşkerên Tugaya Şuhada Bedir (bi fermandariya Xalid Serac an Xalid Heyanî) pêk tê. Niha hejmara endamên wê nêzî 900 leşker in. Şervanên Tugaya Şuhada Bedir û Tugaya Isûd El-Sewra û Tugaya El-Mustefa (ku heta niha cihê xwe di nava Firqeya 16 de digirin) ji gund û bajarokên Heyan, Rityan, Hirêtan, Enedan, Biyanûn, Başkoy û Lêremûnê yên gundewarê bakurê Helebê ne û li eniyên şer ên li dijî hêzên rêjîmê li taxên wekî Xaldiyê, Eşrefiyê, Benî Zêd (Eniyên ku Firqe bi serê xwe dimeşîne), Bustan Paşa, aliyê rojhilatê taxa Şêx Meqsûd, Selaheddîn, Henderat, Birêc û Melah (eniyên ku bi hevkariya hin komên din ên leşkerî re dimeşîne) belav dibin. Firqeya 16 beşdarî hemû çalakiyên leşkerî yên li derdora Nubol û Zehrai yên di bin serweriya rêjîmê de ne, bû.

Di aliyê abonetiyê de jî, komên di bin sîwana Firqeya 16 de ne beriya ku yekîtiya xwe ava bikin, alîkariya xwe ya çek, cebilxane û mûçeyan bi rêbazên cuda peyda dikirin û alîkariyeke biçûk ji kesayetên Sûriyeyê yên penaber werdigirtin. Her wiha alîkariyeke biçûk ji Desteya Lşekerî ya Artêşa Sûriya Azad werdigirtin. Van koman her wiha alîkariya xwe ya sereke jî piştî ku Tugaya Şuhada Bedir deverên febrîkeyan û şîrketên mezin ên Lêremûn, Benî Zêde û Xaldiyê bi dest xwe ve anîn, wergirtin. Piştî ku van koman yekîtiya xwe di bin navê Firqeya 16 de ragihandin, Odeya Çalakiyan "El-Mom" jî ji ber ku beşekî Meclîsa Leşkerî ya Heleb û gundewarê wê bû, alîkariya wê kir. Diyar alîkariya bi wê re di dema dawî de gelekî kêm bû. Ev yek di kêmbûna leşkerên wê ku herî zêde hejmara wan gihîştibû 1500 leşkeran û vekişandinên wê yên li pey hev eşkere dibe. Niha hejmara endamên wê bêtirî 600 leşker in. Firqeya 16 girêdayî pergala Artêşa Sûriya Azad e û wekî komeke çekdar a nerm di Sûriyeyê de tê pejirandin. Di daxuyaniyên wê û dîmenên wê yên li ser Youtube hatine weşandin aliyekî îslamî û selefî nayê dîtin. Lê belê di çarçoveyeke îslamî ya nerm de tevdigere. Diyar e ew bi şêwazên demokratîk di desthilatdariyê de bawer dike. Armanca Firqeya 16 hilweşandina rêjîma Sûriyeyê û şerê li dijî rêxistina DAIŞ'ê ji ber ku 'rêxistineke radîkal e û nûnertiya şoreşa Sûriyeyê nake' ye û ev yek di daxuyaniyeke xwe de gotibû. Di 2'yê gulana 2015'an de Firqeya 16 şehadeta Fermandarê Giştî yê Tugaya Şuhada Bedir Xalid Heyanî ragihand.

15- Tugayên Turkmenan

Ev ne navê wê yê rêxistinî ye. Lê belê ji ber ku di destpêka 2012'an de li gundên Turkmenan ên bakur û rojhilatê Helebê hatine avakirin, li Helebê bi navê Tugayên Turkmenan tê naskirin. Dema çalakiyên derbasbûna bajêr destpê kirin û deverên berfireh ji bajêr ketin bin kontrolê, Tugayên Turkmenan ku di wê demê de tabûrên biçûk bûn, li taxên ku piranya wan ji pêkhateya Turkmen in ên wekî "Hulok, Heyderiyê, Şêx Faris û Şêx Xizir" ên bajarê Helebê bi cih bûn.

Di destpêkê de bi "Kombûna Ehrar Turkmen Sûriyeyê" re bû, ji ber ku sîwana siyasî ya giştî ya hemû Deste, Partî û kesayetên di qada siyasî ya Sûriyeyê de ku ji pêkhateya Turkmen in tevdigerin. Her wiha wê jî ji aliyê xwe ve piştgiriya avakirina komên çekdar ên taybet bi Turkmenan dikir. Heleb û gundewarê wê qada yekemîn a derketina van koman bû û ji gund û taxên ku piraniya wan ji pêkhateya Turkmen in ên wekî "Keraêl, El-Raî û Turkmen Barih" dest pê kir. Li van deveran tabûrên ku hejmara leşkerên wan di navbera 30 heta 50'î leşkeran bûn, hatin avakirin û yekemîn car di gulana 2012'an de bi awayekî eşkere hate ragihandin.

- Tugaya Sultan Murad: Di nîvê sala 2012'an de bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya bajarê Helebê li herêma El-Rahî ya bakurrojhilatê bajêr Tabûra Sultan Murad hate avakirin. Piştre di adara 2013'an de bi fermandariya egîdê ji hêzên rêjîmê veqetiyaye yê bi navê Ehmed Osman wekî Tugaya Sultan Murad hate ragihandin û kesê bi navê Fehîm Îsa jî wekî fermandarê Leşkerî hate erkdarkirin.

Hejmara endamên Tugaya Sultan Murad herî zêde gihştin 500 leşkeran û beşdasrî gelek pevçûnên bajarê Helebê û gundewarê wê bûn. Her wiha cihê xwe di pevçûnên bajaroka El-Rahî, pevçûnên Muxeyem Henderat û gundê Henderat de girt. Beriya wê demê jî li devera pîşeyî ya li Şêx Necar beşdarî pevçûnan bû. Leşkerên Tugaya Sultan Murad niha li eniyên Hendarat, Bustan Paşa, Şêx Necar û Kerem Terab bi cih dibin. Her wiha baregehên wê li taxên Hulok, Şêx Faris, Biêdîn û El-Miyeser hene.

Tugaya Sultan Murad di aliyê rêxistinî de girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî ya di bin fermandariya egîd Zahir El-Sakêt de ye. Ango ew jî komeke ji Artêşa Sûriya Azad e û komeke nerm e. Di daxuyaniyên wê de aliyekî îslamî ya selefî ne diyar e. Tugaya Sultan Murad ala şoreşê li gel hin alên îslamî radike. Ev alên îslamî jî ji bo ku ew bi ser komên îslamî ve neyên hejmartin hin guhertin (aleke îslamî bi rengê sor û xeteke zêrîn) têde hatine çêkirin. Armanca Tugaya Sultan Murad hilweşandina rêjîmê û avakirina saziyên dewletê ye. Aliyekî wê yê parçekirina netewî ya Turkmenan tevî ku piraniya alîkariya xwe ji hikûmeta Tirkkiyeyê bi awayekî rasterast werdigire jî (çek, cebilxane, mûçe û pêdiviyên lojîstîkî) nehatiye qeydkirin.

- Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih: Di nîvê sala 2012'an de bi fermandariya "Ebû Feyaz" Fermandar û damezrênerê Tabûrê ku di pevçûnên li taxa Sulêman Helebî de hatiye kuştin, hatibû avakirin. Tabûrê ji gundên Turkmenan ên gundewarê Bakur û Rojhilatê Helebê bi taybet gundê El-Xendora dest bi xebatên xwe kir. Di destpêka pevçûnên bajarê Helebê de beşdarî nava Tugaya El-Tewhîd bû. Her wiha beşdasrî çalakiyên bidestxistina taxên Şêx Xizir, Saxor, Şêx Faris, Bab El-Nêreb jî bû. Tabûrê cihê xwe di pevçûnên taxa Mîdanê de jî dema ku tabûrên opozîsyonê hewl didan bi dest xwe ve bînin, girt. Di cotmeha 2012'an de ji nava Tugaya El-Tewhîd vekişiya û li taxên ku piraniya şêniyên wê Turkmen in bi cih bû û di çileya 2013'an de Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih hate ragihandin û Ebû Kemal wekî fermandarê giştî hate erkdarkirin û Ebû Tewfîq jî ku sobayekî ji hêzên rêjîmê vekişiyabû wekî fermandarê leşkerî hate erkdarkirin û di pevçûnekê de hate kuştin.

Ji ber ku li ba Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih miqdareke mezin û baş ji çek û ceblxaneiyê hebû, gelek leşkerên Turkmen û Ereb ber bi xwe ve kişandin û hejmara endamên wê gihşte nêzî 1000 leşkeran. Nemaze leşkerên wê mehane mûçeyeke baş û alîkariyên madeyên xwarinê werdigirtin. Tugayê cihê xwe di gelek şer û pevçûnên Heleb û gundewarê wê de yên wekî nexweşxaneya El-Kindî, dibistana hêzên piyatî û Heleba Kevin ku di encamê de Mizgefta Mezin a El-Umewî bi dest xwe ve anîn, girt.

Tugayê piştî ku xwe ji nava Tugaya El-Tewhîd vekişand alîkariya xwe bi temamî ji Tirkiyeyê wergirt. Miqdareke mezin ji çekên pêşketî di destên leşkerên wê de hebûn û mûçeyeke mehane ji wan re hatibû veqetandin. Leşkerên Tugayê li taxên ku piraniya şêniyên wê Turkmen in bi cih bûn. Niha piştî ku hejmara leşkerên wê ji ber qutbûna alîkariyê gelekî kêm bûn û daket 200 leşkeran, tenê li eniya herêma Henderat bi cih dibin. Vekişandina herî balkêş a tabûrên El-Baz ku ji piraniya leşkerên Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih pêk dihat, bû. Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih di aliyê rêxistinî de girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî ye. Her wiha di pergala Artêşa Sûriya Azad de cih digire û ala şoreşê radike û bi demokrasî û dewleteke sivîl di çarçoveyeke îslamî ya nerm de bawer dike.

16- Tabûrên El-Baz El-Îslamiyê

Endamên tabûra El-Baz ku di 2012'an de hatiye avakirin, ji gundê Sed El-Şehba ne û ji aliyê kesê bi navê "Mamoste Mehmûd" ve hate avakirin û bi damezirandina Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih re beşdarî nava wê bû. Tabûrê cihê xwe di rizgarkirina Mizgefta El-Umewî, Dibistana Hêzên Piyatî û pevçûnên herêma nexweşxaneya El-Kindî de girt.

Di nîvê sala 2013'an de Tabûrên El-Baz xwe ji nava Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih vekişand û "Tabûrên El-Baz El-Îslamiyê" ya girêdayî Desteya Leşkerî ya Artêşa Sûriya Azad ava kir.

Hejmara endamên wê gihîşte 400 leşkeran û di çalakiyên bidestxistina balefirgeha leşkerî ya Minixê ya li gundewarê bakurê Helebê de ya nêzî Ezazê li rex DAIŞ'ê şer kir. Tabûrên El-Baz piştî wê demê beşdarî nava "Hêzên El-Nixbê" ku serokê Meclîsa Leşkerî ya şoreşgerî ya Heleb û gundewarê wê yê berê egîd Ebdilcebar El-Egîdî avakiribû, bû. Leşkerên Tabûrên El-Baz li eniyên taxa Saxor a bajarê Helebê û li eniyên şerê li dijî DAIŞ'ê yên li gundewarê bakurê Helebê cih digirin. Her wiha navendên wê li taxên Şêx Xizir û Saxor ên Helebê hene.

Tabûrên El-Baz dema di nava Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih de bû alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirt. Piştî beşdarî nava "Hêzên El-Nixbê" bû alîkariya xwe ji Odeya Çalakiyan a "El-Mom" wergirt. Di aliyê bîrdozî de jî, diyar e tabûrên El-Baz xwe dispêre fikra îslamî ya nerm û ala şoreşa Sûriyeyê nas dike û aleke spî ku " لا إله إلا الله محمد رسول الله" li ser hatiye nivîsandin radike. Tabûrên El-Baz girêdayî pergala Artêşa Sûriya Azad e.

17- Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê (Eniya Resenî û Geşkirinê)

Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê di destpêka sala 2013'an de hate avakirin. Armaca wê ji vê avakirinê ya hatiye ragihandin ew bû ku tabûr û tugayên xwedî fikrên nerm komî ser hevûdu bike. Tabûrên wê li nexşeya Sûriyeyê belav dibin: Eniya bakur (Heleb û gundewarê wê û Idlib û gundewarê wê), Eniya rojava (gundewarê Laziqiyê), Eniya navîn (gundewarê Humisê), Eniya başûr (Herêmên Qelemûn û gundewarê Şamê), Eniya rojhilat (Dêra Zorê û Reqqayê) û bi berfirehbûna rêxistina Dewleta Îslamî ji herêmê vekişiya.

Di bajarê Helebê de hebûna Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê gelekî kêm e û nûnertiya wê tenê koma "Tabûrên Ibin Temîme" ku li gundewarê rojavayê Helebê bi cih dibin, dikin. Hejmara endamên wê 200 leşker in û piraniya wan ji herêma Daritizzê ne. Leşkerên wê her wiha li eniyên Henderat û girtîgeha navendî ya Muslimiyê şer dikin. Tabûrên Ibin Temîme di çalakiyên bidestxistina Tabûra Hendesê (bicihkirin û bêbandorkirina mayînan) û dibistana hêzên piyatî û baregeha ciwanan de cih girt. Her wiha di pevçûnên El-Qadisiyê de ya di nîvê 2013'an de cih girt û di encamê de opozîsyonê taxa Raşdîn a rojavayê bajarê Helebê ya stratîjîk bi dest xwe ve anî.

Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê di gelek şer û pevçûnên li deverên cuda yên cografiya Sûriyeyê de cih girt. Ji wan leşkerên wê beşdarî pevçûnên El-Cesed El-Wahêd (li gundewarê Hema), pevçûnên El-Tewhîd (li bajaroka Qisêr a girêdayî Humisê) û beşdarî çalakiyên bidestxistina baregeha leşkerî ya El-Zebha ya li herêma navîn bû. Her wiha li gundewarê başûrê Şamê jî beşdarî pevçûnên El-Furqan û hin pevçûnên Deraayê bû. Koma Tugaya Yekemîn a Laziqiyê ya girêdayî Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê rola wê di pevçûnên El-Nebî Yûnis û gundê Kefreya yê gundewarê Laziqiyê de sereke bû.

Hejmara endamên Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê li Sûriyeyê nêzî 2000 leşker in.

Diyar e Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê hêzeke îslamî ye, lê ne selefî û cîhadîst e. Ev yek di girêdana wê ya bi koma Ixwan Muslimîn ve ku alîkariya wan bi riya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriya ya Demkî ya ji Qeter û Tirkiyeyê werdigire dikin, diyar dibe.

18- El-Cebhe El-Îslamiyê (Eniya Îslamî)

Avakirina El-Cebhe El-Îslamiyê di 22'yê mijdara 2013'an de hate ragihandin. Di nava wê de komên îslamî yên li deverên di bin serweriya opozîsyona Sûriyeyê de tevdigerin (Tugaya El-Tewhîd), Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê, Tugayên Siqor El-Şam, Cêş El-Îslam, Tugaya El-Heq û Ensar El-Şam) cih girtin.

Hebûna El-Cebhe El-Îslamiyê li bajarê Helebê bi riya komên El-Tewhîd û Tevgera Ehrar El-Şam e û piştre jî Tugaya Ehrar Sûriya ku di sala 2014'an de beşdarî nava wê bû.

El-Cebhe El-Îslamiyê alîkariya xwe bi riya Koalîsyona Opozîsyonê rasterast ji Tirkiye, Qeter û Siûdiyê werdigire.

Hevpeymana El-Cebhe El-Îslamiyê "projeya Umetê" esas digire û bi riya avakirina dewleteke îslamî ku têde tenê "şerîheta Xweda" serwer be û lêveger, rêvebertî, serwerî û birêxistinkirina kes, civak û dewletê, îslamkirina Sûriyeyê piştî hilweşandina rêjîmê bingeh dibîne. Her wiha têgehên wekî "Laîq, demokratîk û dewleta sivîl" ji ber bi ola Îslamê re nakok in bi temamî qebûl nake. Di 25'ê kanûna 2014'an de beşdarî nava kombûneke nû ya bi navê El-Cebhe El-Şamiyê ya di bin fermandariya Ebdilezîz Selamê de bû.

19- El-Cebhe El-Şamiyê (Eniya Şamê)

Di 25'ê kanûna 2014'an de komeke mezin ji tabûrên şoreşgerî yên li Heleb û gundewarê wê "El-Cebhe El-Îslamiyê, Artêşa El-Mucahîdîn, Tevgera Nûreddîn El-Zenkî, Kombûna Festeqêm Kema Omirt û Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê" dameziranina El-Cebhe El-Şamiyê ragihandin û kesê bi navê Ebdilezîz Selamê (ku fermandarekî berê yê Cebehe El-Îslamiyê li Helebê bû) wekî fermandarê giştî yê El-Cebhe El-Şamiyê hate erkdarkirin. Her wiha sobayê bi navê Mihemed Cuma Bekor (Ebû Bekir) ku fermandarê Artêşa El-Mucahîdîn bû, wekî cîgirê Selamê hate erkdarkirin.

Ev ragihandin piştî damezirandina wê di 29'ê mijdara 2014'an de li bajarê Dîlok (Gazî Antap) a Tirkiyeyê pêk hat û dadgerê bi navê Qeys El-Şêx wekî Serokê Meclîsê hate hilbijartin ku ji înîsyatîfa "Wehtesîmo" ya beriya avakirina meclîsê bi sê mehan di hundirê Sûriyeyê de ji aliyê nêzî 100 komên leşkerî yên opozîsyonê ve hatibû ragihandin, jê hat derketin.

Evan komên leşkerî ji bo şêwazên parastina nasnameya niştimanî li hev kirin û bi dawîkirina wekî ku bi nav kirine "bermahiyên rêjîma gendel" her wiha berxwedana li dijî teror û kiryarên ku ziyanê bi şoreşa Sûriyeyê dikin. Xwedîderketina li Hevpeymana Meclîsê û ev yek li ser hemû endaman tê ferzkirin. Di nava bendên wê de armancê sereke yên meclîsê hene û dê ji bo pêkanîna wê tevbigere. Hin ji van armancan ev in: "Hilweşandina rêjîmê, Hevkariya di avakirina dewletê de, Serxwebûna biryara Sûriyeyê, çespandina edaletê û azadiya hemû pêkhaetyên mozayîka civakî ya Sûriyeyê."

Di nava El-Cebhe El-Îslamiyê de Odeya Çalakiyên Leşkerî ya hevbeş di navbera komên li ser daxuyaniya yekbûnê îmze kirine de heye. Her wiha yekkirina cebilxane û çekan di embarên hevbeş de di bin navê El-Cebhe El-Îslamiyê de. Qanûneke hundirî hate çêkirin û komên leşkerî yên îmzekirine erê kirin. Li gorî vê qanûnê hemû li gorî ala Cebhe El-Şamiyê derbarê çek û cebilxaneyê de tevdigerin û kesê dixwaze vekişe, nikare çek û cebilxaneya xwe ku di bin fermandariya leşkerî ya Cebhe El-Îslamiyê de hatiye yekkirin bi xwe re vekişîne.

Ev yekkirin piştî zextên tabûrên nerm ên Helebê ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya girêdayî fermandariyeke navendî pêk hat ku karibe li hemberî zextê leşkerî yên li dijî şoreşê li Helebê li ber xwe bide. Çi zextên ji ber êrîşên hêzên rêjîmê ku hewl dide Heleb dorpêç bike yan jî êrîşên DAIŞ'ê ku li gundewarê rojhilatê Helebê bi cih bûye û hewl dide bi riyên Exterîn û Dabiq ber bi Ezazê ve biçe. Her wiha zexta ku ji ber serweriya Cebhet El-Nusra li Cebel El-Zawiyê û piraniya gundewarê Idlibê piştî şer û pevçûnên wê li dijî "Cebhet Siwar Sûriya". Guman e armancên nû yên berfirehkiria serweriya Cebhet El-Nusra ber bi avakirina mîrnişîneke îslamî û ev yek li parêzgeha Idlibê û gundewarê wê pêk hat. Bi riya vê yekê hewl dide kuştina leşkerên xwe rawestîne.

Leşkerên Cebeh El-Şamiyê li hemû eniyên Heleb û gundewar