1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara W hejmara 48´an derket
Kovara W hejmara 48´an derket,kovara,w,hejmara,48,an,derket

Kovara W hejmara 48´an derket

A+ A-

Dema we xweş be… 

Bi hejmareke hilma nû silavên xêrê li we… 

Şêx Evdirehmanê Axtepî wiha dibêje: 

“Bila çil sal di zindanan de bimînim 

Her roj sed mar û dûpişkan bibînim 

Li hevrazan ferên aşan bikişînim 

Li berwaran pezê kûvî biçêrînim 

Zivistanan li ber avan bimînim 

Ne ku carek yekê nezan bibînim” 

Belê, nezanî… 

Sedema bingehîn a xizanî û bindestiya me, çi xweş gotiye gorbihuşt, lê em li ber xwe didin, êdî em ê mala nezaniyê wêran bikin. 

Cehd, têkoşîn, berxwedan û xebat û hêvî tev ji bo vaya ne… 

Em dixwazin, çend xalên dilê xwe yên demên dawîn parve bikin. 

Hêviya destpêka pêvajoya çareseriyê û hewldanên lêgerîna mafên bingehîn li ser raya siyaset û demokrasiye, wendanekirina ciwanan têra xwe xeberên xêrê yên dilbiharî ne. 

Em dixwazin ked û xebat bibe bingeha jiyanê û êdî dil mirinê ranagire… 

Bila wêje jî bibe bilbilê evîn û azadiya xaka welêt. 

Em weke gel dixwazin bila êdî nexweşiyên me kurdan rû nedin. 

Bera, çima em ji hev heznakin û ji rastiyê, ji rastiyan direvin. Ma ne bes e… 

Em xwe binasin û pêşî ji hev hez bikin û qedrê bidin hev û bila ev bibin havênê yekîtiyê û em berê xwe bidin mirovahiya gerdûnî. 

Bes e; gelacî û dexesiya gundîtî, bila ruhê netewîtî, xisletên mirovîn û aştiya gerdûnî bibe havênê yekîtiya me; yekîtiya neteweyî. 

Ma heta ku nezanî! Bi van hestan em çav li rêyê Konferansa Neteweyî ne. 

Dema dermanê dilan e. 

Bifikirin bê heta niha kê çi kiriye! Ji kerema xwe berê xwe bidin dil û wijdanên xwe… Bes e, weke gel êdî sebr û hedana me qediya. 

Dema xebat û xurtkirina hêvî, aştî û aramiyê ye. Lewra mirov, candarî û hebûn hêja ye û elbet azadî… 

115’mîn Salvegera Rojnameya Kurdiastan (22.04.2013) pîroz e/ pîroz bû/pîroz be. 

Komcivîna KCDê (20-21.04.2013) dilxweşiya xebata dema nû ye, em hêzê bidinê. 

Vekişîna gêrîla bila bibe destpêka jiyaneke azad û ev xêrxwaziya, xêrxwaziya dilê me ye… Xêrxwaziya dilê dayikan e. 

Helbesta “Karxezal” a Îlhamî OZER bi şaşî li ser navê Îlhamî SÎDAR derketiye. Em sererastdikin ku helbesta “Karxezal” a birêz Îlhamî OZER e û ji ber vê kêmasiyê em di serî de ji helbestkar Îlhamî OZER, ji her du helbestkarên xwe lêborînê dixwazin. 

Pêşaneya Pirtûkan a 4’emîn (14-19 Gulan) rûgeşiya wêjeyê bû. Lê dil dixwaze Pêşaneya Weşanên Kurdî li dar bikeve. 

Ma ne hêja ye êdî sazî û dezgehên Kurdî; çi weşanxane, çi kovar hwd. li hev rûnên û projeya belavkariya weşanên bi Kurdî di serî de hin xebatên hevkar bi hev re li dar bixin. 

Bila “Belavkariya Firatê-Firat Dagitim” serî bikişîne. 

Cejna Zimanê Kurdî coş da, lê dema perwerdehiyê ye! 

Zarokên xelkê mêvan û miraqdarên Kovara W’yê bûn. 

Serlêdan/Hevpeyvîna Can Dundar a Kovara W/e’yê hêjayî parvekirina kêfxweşiyê ye ku Kovara W/e divê edî zêdetir li karûbarê xwe baldar be. 

Bi gotina hunermendê çiyê Armanc Arî yê ji Hewremanê bi dilgêşî bimînin; “Ên ku hezkirina ax û çiyê hîs dikin ancax dikarin ji meşa gelê azadîger îlhamê bigirin û bi afirîna hunerê dikarin pêşengiyê bikin.” 

Bi germiya jiyana azad ku bîra wêje, huner û çandê ye, em bi van dosyeyan li benda afirînêriya pênûsa we ne; …….. 

Heta hejmareke dinê her bimînin bi xêr û xweşiyê… 

Xêr û xweşiya azadiyê… 

Dema we xweş be… 

Bi hejmareke hilma nû silavên xêrê li we…


Bêjeyên Miftehî