1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. KOVARA WYÊ HEJMARA GULAN-PÛŞPERÊ DERKET
KOVARA WYÊ HEJMARA GULAN-PÛŞPERÊ DERKET,kovara,wyê,hejmara,gulan,pûşperê,derket

KOVARA WYÊ HEJMARA GULAN-PÛŞPERÊ DERKET

KOVARA WYÊ HEJMARA GULAN-PÛŞPERA 2012’AN DERKET. LI SÊYEMÎN FÛARA PIRTÛKAN A AMEDÊ YE!

A+ A-




Ji edîtor / 2
Li ser Gundikê Dono - Îslam GELÎŞ / 3
Du helbest - Roşeng ROJBÎR /9 
Neqila payîzê - Rûken PEL / 10 
Por - Cîhan ROJ / 11 
Di “Êvara Perwaneyî” de evîndarê - Abdullah ESEN / 18 
Me çi dît û me çi nedît - Mistefa DEWLEMEND / 19
................. - Jan JÎNDAR / 20 
Jibîrbûyî - Oguz ATAY / 22 
Vurîyayîş - Nesrîn NAVDAR / 25 
Nameyeke Mînorêskî bo Seyîd Husên Huznî Mukiryanî / 26 
Qûmarbaz - Ceng HÊVÎDAR / 27 
Guh bidin wêneyan - Îsmaîl ONDEŞ / 31 
Destê maya ma - Kenan KARAASLAN/ 32 

Dosye - Hevrêtiya pênûs û firçeyê: Fewzî BÎLGE / 33 
Hunera valahiyê û Fewzî BÎLGE - Berçema MIŞRÎTAN / 34 
Hevpeyvîn bi Fewzî Bîlge re- Jovan HORÎ /39 
Efîwz Begîl- Ehmed RONÎAR/ 45 
Di berhemên Fewzî Bîlge de jin jin e - Çîdem BARAN / 53 
Di çîrokên Fewzî Bîlge de karakterên jin -Mehmet ÇAKMAK / 56
Hunera xweser, kana azadiyê ye - Feratê DENGIZÎ / 58 

Rehjena kurteçîroka kurdî ya hevçax - Dilawer ZERAQ / 60 
Melayê mizawir - Mewlûd BORA/ 66 
Qoçek bi qasî 7.2 - Samî HÊZIL / 67 
Sirûda giştî: Azadker(an) - Pablo NERÛDA / 68 
Westahî- Selamî ESEN / 70 
Di hizra Ehmedê Xanî de civaka diyalektîk û kûantomîk - Cengîz MAMO / 71 
Bila neynik neşikê - Salih BADILÎ / 73 
Dotmam - Rojbîn PERÎŞAN / 76 
Gelo Sokrates Newroz pîroz kiribû? - Kurdjan SORÎ / 77 
Xewa şîrîn - Fahrî KARAKOYUNLU/ 79 
Dengvedana heyamekê - Şivan ZEREN / 78 
Xaçepirsa rêzefîlma Ax û Jiyanê - Hadiyê ELO / 80




Dema We Xweş Be…Homo sapîensê ku pêşiyê mirova/ê modern a/ê hemdem e, yekane cureyekî mirov ê behredarê zimanî ye. Yanî wê/î dikaribû ziman bi kar bîne, biaxive; axaftina ku em jê re dibêjin ziman. Tevgera dest û işaretan ên berê ku diketin dewsa ziman, kirin ku ziman pêşbikeve û geş bibe. Ji Zanîngeha Oxfordê Robîn Dunbar dibêje, girêdana sîng û diyaframê ya mîna meymûnan xwedî temenekî 1.6 milyon salan e. Lê axaftin nêzîkî 600 hezar sal berê derketiye holê. Di vê rabirdûya dûr û dirêj ku berê me li dahatûyeke dûr û dirêj e de; hinek mirov ji bonî ku hinek mirovên din girêbidin û têxin xizmeta xwe ku ew hê zêde bixwin û bijîn, tiştên nemayê derxistin û bûn bela serê civakê. Para me kurdan jî “redkirin, înkarkirin, tunekirin…” ket. Bê henek hê jî ez nizanim gunehê me kurdan çi ye! Ma çima em bê zar û ziman in. Çima ev qedexe çû û hat li binê guhên me ket! Lê berê me li Cejna Zimên e. Li Cejna Zimanê Kurdî ku di roja derçûna ‘Hawar’ê, hawara me kurdan, Hawara Zimanê Kurdî bi pênûsa C.Elî Bedirxanî de destpê kir û didome, ye. Cejna zimên pîroz e, li we/me pîroz be..!Em ê her û her bi zimanê xwe serbilind û şanaz bin!Roja 9’ê Avrêla sala 2012’an zanyar û nivîskarê Kurdî navdar, doktorê dîrokzaniyê, serokê para kurdzaniyê ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenîstanê, Karlênê Çaçanî, di 83 saliya temenê xwe de li Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe. Rehma Xwedê lê be û em ji malbata wî, zimanhez û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebata me ya bi vî warî, dilsoziya bi wî re û bi hevkarên wî re ye.22 Avrêl; Roja Rojnamegeriya Kurdî ligel, zext, tundî û girtinê dîsa pîroz bû! Silav li rojnamegerên Kurdî yên di girtîgehan de, şanaziya kurdewarî bila dermanê dilê we be…Cezayê hepsê ku li Xwediyê Weşanên Doyê Huseyîn Gundiz hatibû birîn Dadgeha Bilind jî erê kir û dê Gundiz bavêjin hepsê, em vê bi tundî şermezar dikin.“Di navbera 22-25 Avrêla 2012’an de Festîvala Rewşenbîriya Soran” bi şiyara “Bi hev re, ber bi Serbixweyî û Paşerojeke geştir” li navçeya Soran a Rewandizê li darket û bi boneya salvegera114’mîn a rojnameya “Kurdistan” ev festival diyarî Rojnamegeriya Kurdî hat kirin. Ev sedema dilgeşî û dilxweşiyê ye. Kovara W/e jî mevanê festivalê bû.1’ê Gulanê Cejna Karker û Xebatkaran bi keda pîrozî ya jiyanê bi dil û can li we pîroz be.Bihezî û keda pîroz em li benda hêzdayîn û xebatên we ne…Mijarên dosyayên me li benda ked û xebatên we ne; li gorî bernameya me ev in;* Ji bo hejmara Tîrmeh & Gelawêjê, mijara dosyeyê Cizîra Botan e, amadekarên vê dosyeyê Kovara Hawara Botan ([email protected]) & Kovara W ne.*Ji bo hejmara Rezber & Kewçêrê, mijara dosyeyê Sînemaya Kurdan e. Amadekarên vê dosyeyê Akademiya Çand û Hunerê ya Aram Tîgranê & Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwînê & Kovara W ne.*Ji bo hejmara Sermawez & Berfenbarê, mijara dosyeyê Dengê Rengan:Aram Tîgran e. Amadekarê vê dosyeyê Omer Fîdan e.Heta hejmareke din bimînin di xweşî û geşiyê de...

Navnîşan Kalem Sk. No: 32/4 HuzurevleriKayapınar/DİYARBAKIRTel & Faks: +90 412 237 43 16 E-Mail [email protected]@hotmail.com