1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koç: Dewleta Tirk ji bo li dijî PKK'ê şer bike leşker şand Başûrê Kurdistanê
Koç: Dewleta Tirk ji bo li dijî PKK'ê şer bike leşker şand Başûrê Kurdistanê,koç,dewleta,tirk,ji,bo,li,dijî,pkk,ê,şer,bike,leşker,şand,başûrê,kurdistanê

Koç: Dewleta Tirk ji bo li dijî PKK'ê şer bike leşker şand Başûrê Kurdistanê

Koç da xuyakirin ku artêşa Tirk ji bo li dijî PKK'ê şer bike û gerîla ji Şengalê derxîne ketiye nava Başûrê Kurdistanê û got, "Ji ber vê yekê divê Başûr polîtîkayên xwe yên bi hêzên mêtînger re bi lezgînî ji nû ve binirxîne."

A+ A-

HEWLÊR / ANF - CÎHAN OZGUR Hevseroka Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç da xuyakirin ku artêşa Tirk ji bo li dijî PKK'ê şer bike û gerîla ji Şengalê derxîne ketiye nava Başûrê Kurdistanê û got, "Ji ber vê yekê divê Başûr polîtîkayên xwe yên bi hêzên mêtînger re bi lezgînî ji nû ve binirxîne."

Koç krîza li Başûrê Kurdistanê, sedema hebûna artêşa Tirk a li Mûsilê û helwesta divê bê nirxandin ji ANF'ê re nirxand.

Koç diyar kir ku ti ji pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê ji hêzên derve, bi taybetî ji Tirkiye û Îranê cihê nînin û got, "Tevî êrîşên li hemberî Xûrmatî, Şengal û Qendîl em di wê baweriyê de ne ku krîza meclîs û hikûmetê jî bi destwerdan û provokasyonên hêzên derve re tê afirandin û kûrkirin. Tevî vê yekê, qelsiya vîna siyaseta navxweyî ya li pêşberî vê rewşê, ket rojevê. Li pêşberî vê yekê siyaseta li başûr desthilatdar e ket nava rewşeke xitimandî û welat hîn bêhtir xist nava rîskê."

'BÊDENGIYA LI PÊŞBERî BOMBEKIRINA QENDÎLÊ, CESARETÊ DIDE TC'

Koç da zanîn, ku rewşa li Xûrmatû û Şengalê, her wiha zêdebûna tevgera leşkerên TC li Başûrê Kurdistanê ew weke pirsgirêkek cidî dibîne û ev xal destnîşan kir: "Di vê mijarê de hem Hewlêr hem jî Bexda li hemberî bombekirina Qendîlê ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bêdeng û bêhelwest man. Vê yekê Tirkiye hîn bêhtir teşwîk kir ji bo dest li Başûr werde. Li aliyê din, hewldanên 'bila PKK ji Şengalê derkeve' ji aliyê dewleta Tirk ve wek firsendekê hatine dîtin. Halbûkî pirsgirêkên li Şengalê di muhtewayeke neteweyî de dikarin bên çareserkirin."

'PIRSGIRÊKÊN LI BAŞÛRÊ KURDSITANÊ ABORÎ NÎNE, PIRSGIRÊKÊN RÊVEBERIYÊ YE'

Hevseroka KNK'ê Koç der barê krîza li Başûrê Kurdistanê de ev nirxandin kir:

"Pirsgirêkên giştî yên ku li Başûr weke krîzekê tên pênasekirin, bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî welêt re bêhtir derketin holê. Piştî ku DAIŞ ket nava Başûrê Kurdistanê, derket holê ku desthilatdariya siyasî ya li Başûr li pêşberî guhertinên bi lez ên li qada siyaset, parastin, civak û aboriyê yên li Rojhilata Navîn çiqasî neamade ye. Ji ber ku di rewşa heyî de siyaseta li Rojhilata Navîn li dora Rojava dimeşe û Bakur di vî warî de ketiye nava pêngavekê, Başûrê Kurdistanê jî dikeve bin tesîra vê rewşê. Li gorî min ya ku li Başûr kûr û giran bûye ne krîza aborî ye, krîza siyasî ye. Pirsgirêk pirsgirêka rêvebirinê ye. Rêxistinbûyîna heyî ya siyasî nikare welêt bi rê ve bibe û di performansa parastina welêt de qels e. Krîza aboriyê encama rêveberî û nerêvebirina rast e. Her kes bi şev û roj li ser krîza aboriyê diaxive. Bi vê atmosfera hatiye afirandin re pêşî li dîtina rûyê rast ê pirsgirêkê tê girtin. Civak bi vê yekê re tê tevizandin. Tirs û fikar her zêde dibin. Civak xeteriya dagirkirina welêt jî êdî nabîne. Gel li pêşberî xeteriyan, bêparastin hatiye hiştin. Li welatekî ji aliyê çavkaniyên ser û binê erdê ve ewçend dewlemend e, nabe ku bikeve nava krîza aboriyê. Pirsgirêk ji ber rêveberiyê ye, pirsgirêk sererastkirina hiqûqî ya ji bo belavkirina adîl e."

KONGREYA NETEWEYÎ TÊ WATEYA AQLÊ KURDAN

Koç da zanîn ku mijareke esasî ya ku divê li Başûr bi lezgînî were zelakirin, polîtîkaya yekîtiya neteweyî ye û anî ziman ku helwesta heta niha di mijara konferans an jî kongreya neteweyî de hatiye nîşandan, neyînî ye.

Koç ragihand ku yekîtiya neteweyî ne platformeke ku bi tenê ji aliyê siyasî ve Kurdan li hev bicivîne û got, "Wê bibûya platformeke ku aqlê hevpar ê Kurdan derxîne holê û vê yekê jî wê nexşeya rê ya parastina welêt a esasî biafiranda. Yanî aqlê hevpar wê bibûya parastina me. Ji ber ku ev nehat kirin, rewşa Bakur û Rojava ku di nava xeleka ji agir de ne, ji rêzê tê dîtin û nêzîkatiyeke pêwîst nayê nîşandan. Gel xwedî lê derket, lê siyaset bi hesap û berjewendîparêziyê tevgeriya. Bakur, Rojava û Başûr hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê pêwîstiya parastinê ve ketine nava hev. Ji xwe rewşa li van her du parçeyan yekser bandorê li Başûr dike. Siyaseta erênî yan jî neyînî ya Başûr jî bandorê li van parçeyan dike."

LI PÊŞIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEZÎFEYEKE DÎROKÎ YA WELATPARÊZIYÊ HEYE

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç bal kişand ser bûyer û qewimînên li Xûrmatû, Şengal, Mûsil û derdora Tel Aferê û got, "Bûyerên li van herêman diqewimin ji Rojava-Bakur û şerê TC dimeşîne cihê nînin. Destketiyên li van her du parçeyan rê li ber êrîşkariya dewleta Tirk vedikin. Ji ber vê yekê divê Başûr beriya her tiştî polîtîkayên xwe yên bi mêtîngeran re ji nû ve binirxîne û vî parçeyê welatê me neke hewşeke mêtîngeran. Wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya Başûrê Kurdistanê ye ku bi pêkanîna vê wezîfeyê re divê pêşî li zerara dijmin bide şoreşên Rojava û Bakur bigire."

DIBE KU DEWLET TIRK HEWL BIDE PKK'Ê JI ŞENGALÊ DERXÎNE

Li ser mijara şandina leşkerên dewleta Tirk ji herêma Mûsilê re û daxuyaniyên rayedarên Başûrê Kurdistanê yên ku destekê didin vê yekê, Koç ev nirxandin kir:

"Ji aliyê tevahiya cîhanê ve êdî tê dîtin û zanîn ku TC ne ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê leşker şandiye Başûr, ji bo li dijî PKK'ê ku jehrkujê DAIŞ'ê ye, leşker şandiye. Dibe ku TC hêza xwe ya li vir zêde bike, li Şengalê li dijî PKK'ê şer bike û hewl bide PKK'ê ji Şengalê derxîne. Ji xwe Şengal ji aliyê cografîk ve li ser xeteke stratejîk a diçe Mûsilê cih digire. Yanî wê hesab û planên xwe yên par bi xistina Mûsilê re dixwest pêk bîne, wê niha bixe meriyetê. Wê hewl bide hem Kurdan hem jî hêzên navneteweyî hem li Rojava hem jî li Başûr tevgav bike."

'KRÎZA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI PLATFORMEKE NETEWEYÎ RE DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN'

Koç da zanîn ku mîna tê dîtin, pirsgirêk an jî krîza heyî a li Başûrê Kurdistanê bi tenê bi dînamîkên navxweyî re çareser nabe û anî ziman, ku rewşa bi krîzê ya Başûr bandoreke neyînî li gelemperiyê Kuredistanê dike.

Koç got, "Ez di wê baweriyê de me ku pirsgirêka heyî dikare di çarçoveya platformeke neteweyî de bê çareserkirin. Çawa ku di dema krîtîk a Kobanê de çar parçeyên Kurdistanê ket nava rewşeke seferberiyê û DAIŞ û AKP têk bir, ji bo çareseriya pirsgirêka Başûr jî xwedîderketina neteweyî hewce ye. Zêdekirina hêza leşkerî ya TC a li Başûrê Kurdistanê wê tevgereke hêzên Kurdistanî ya seferberiyê ya li dijî dagirkeriyê ferz bike. Ev yek hem ji bo PKK'ê hem jî ji bo hêzên Rojavayî û Rojhilatî derbas dibe. Eger mijar xaka welêt be, divê wezîfeya sereke ya hemû hêzên welatparêz, parastina welêt be."

Koç destnîşan kir ku weke KNK'ê ji ber vê yekê wan mijara vakirina platformeke neteweyî xistine rojeva xwe.