1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Ku berjewendî li pêş hişmendî be!
Ku berjewendî li pêş hişmendî be!,ku,berjewendî,li,pêş,hişmendî,be

Ku berjewendî li pêş hişmendî be!

A+ A-

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Li Parîsê du sal berê sê jinên pêşeng û hêviya gelê Kurd hatin qetilkirin. Sê hêvi û remzên pîrfiraz. Yek giyana rêberiya gelê Kurd bû, yek hêza dîplomasiyê, yek jî nîşana siberojê bû. Mixabin ku polîtîka navenda qesra Élysée û Versailles berjewendiyên sermayê ji hişmendiyê pêştir girt û lema nekanî siya vê kujeriya ku dê siberojan li Fransayê reş bike bibîne. Eger wan di destpekê de fermandêrên kujêriya Parîsê eşkere kiribana, ew derxistibana pêşberî dadgeha navnetewî dê kujeriya Charlie Hebdo ya di 7.Çile de pêknehata.

Li Ewropayê berjewendî her dem ji siberoj û hişmendiyê bi nirxtir û giringtîr hatiye dîtin û girtin. Ji ber berjewendiyên aboriyê; ji her xwînxwarî, ji her cehaletê re çavgirtine û li hemberê kirinên dîktatoran bêdeng mane. Kengê pozê kêrê gihiştiye hestiyê wan, yan jî tirsa hejandina serkariyên wan aniye bîra wan, hê bi zarezar ketine nava tevgerê. Lê di wê bîstê de jî her tişt derng ketiye û têklihev bûye. Di vê rewşa xirab de jî ew xebitîne ku van rûdan û pêkhatinan ji bo berjeweniyên sermayê û serkariya xwe bikarbînin.

Ew paşverûtî, parçebûn, serkarên xwînîn yên li Rojhilata navîn bi giranî berhemên fransiz û îngîlîzan e. Wan her serokeşîreke ereb li ser çend bîrên neftê kirin dewlet. Ji zagon û baweriyên wan ên wehşet û çolistanî, ji dîkdatorî û xwînxwrî, ji xinizî û ji bin ve tevgerîna wan re her û her çav girtin. Heta li hember tevgerên wan ên li welatên xwe û din re jî bi aramanca ji bo berjewendiyên xwe bikaranînê, bêdeng man.

Cihan hemû dizane, perwerde, çand û dîroka riçalên gorbihûşt Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî û Qazî Mihemed hezar qatî ji yên wan serokeşîrên ereban şarezatir, demoqratir, mirovheztir, pêşverûtir e. Wan rewanpakan dikanîbûn dewletên şareza yên ji şarestaniya Ewropayê pêştetir jî ava bikirana. Di her warî de ji mirovahiyê re xizmetê bikirana. Lê çavên fransiz, îngîlîz û yên din ji ber berjewendiyan xusîyeke wisa tarî girtibû, nedixwestin vê rastiyê bibînin, yan jî ev li gor berjewendiyê xwe nedidîtin. Dibe ku Selahadînê Eyubiyê ku ew baweriya çolistanê li ser piya girtibû jî, ew tirsandibin.

Ermenî ji baweriya xiristiyanan bû, di warê netewbûn, bazirganî û şarestanîyê de li Rojhilata navîn gelê herî pêşketî bû. Lê ew jî ne li gor berjewendiya fransiz û îngîlîzan bû, dikanîbû bi tevê Kurdan bibin alternatîfên wan, ev jî li berjewendiya wan nehatibû, lema ji kujeriya ermenî û suryanî-asûriyan re jî çav girtibûn. Heta ji vê kirina hovane ya contirkan re çepik lêdabûn. Bi awayekî bûbûn hevkarê wê kujeriyê. Gava mirov bi kurahî bifikir e, her faktî rast binirxîne, dibîne ku ev kujêrên ji hovitî û wehşeta çolistana ereb êrişên nûnêrên sermaya welatên Rojava nakin, zirareke mezin nadin serkariyan. Tenê êrişê hêza ronahiya qelemê, hêza mirovheziyê, hêza zanîn û felsefeyê, hêza opozisyona demoqrat dikin. Mîna ku di van waran de li hev kiribin. Roj nîvro, bi awayê çolistanê xwe dipêçin û di navenda Parîsê de êrişê cihê qaşo bi kamera û polîsan tê parastin dikin û dazdeh ronahiyên xwediyê qelem dikujin. Du sal berê li hember Kurdan heman sehne. Gelo ma her tişt ne zelal e?

Kîjan komaleyên van hovan hatine qedexekirin. Li hember kîjan hêzên îslamîst doz hatiye vekirin? Tev de bi mîlyonan alîkarî ji dewletên ewropî distînin. Îstixbarat û sîxwirên welatên îslamîst li vîyana Dr Qasimlo, li Berlîn Şerefkendî û li Parîsê sê kulîlk û hêviyên Kurdistanê qetilkirin, çi bû? Kîjan kujêr hatin girtin? Gişt derew, li hemberê Charlie Hebdo jî derewan dikin, wê sibe ji bo xatirê çend quriş petro dolarên Saûdî û emîratan vê jî ji bîr bikin. Bala xwe bidinê herdû kujêr kuştin, da ku fermandêrên wan dernekevin. Lê li hemberê Kurdan bêwîjdan in welatên ewropî. Bi hovane êriş dikin, bi her awayî dixebitin ku pêşî li daxwazên gelê Kurd bigirin.. Hûn li “halan, bravo û çepiklêdana” wan nenêrin, niha hê li berjewendiyên wan tê. Wê li ser maseya lihevhatin û parefekirina mafên netew û gelan, dê dîsa li gel petro dolaran cihê xwe bigirin, lewre berjewendiyê aborî li pêş hişmendiyê ye.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA